AMED - Xelkê Amedê bertek nîşanî gavneavêtina dewletê ya li hemberî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan da û got: “Tecrîd hêj didome. Divê Rêber Apo azad bibe. Nexwe pêvajo pêş nakeve.”
Banga dîrokî ya “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de hate ragihandin, li seranserî cîhanê deng veda. Nîqaşên têkildarî banga dîrokî didomin. Li gel ku bi ser bangê re mehek derbas bû jî hêj dewletê tu gavên şênber neavêtine.
Me jî nêrîna xelkê Amedê jê pirsî û wan jî hêvî û rexneyên xwe parve kirin.
‘ÎKTÎDAR GAVAN NAAVÊJE’
Ji welatiyan Fuat Oren diyar kir ku îktîdar yek ji muxatabên bangê ye lê heta niha jî tu gavên şênber neavêtiye û got: “Dema wan gavek avêtin em ê çar gavan biavêjin. Divê gavan biavêje ku em jî bikarin jê bawer bin. Lê hêj jî gav neavêtiye. Min tiştek ji vê pêvajoyê fêm nekir. Hêvîdarim baş pêş bikeve.”
‘DIVÊ OCALAN AZAD BIBE’
Faîk Kurt jî anî ziman ku ew aştiyê dixwazin lê dewlet xwe nade ber û wiha domand: “Rêbertiya me girtî ye. Heke li derve bûya jixwe ev pirsgirêk nedibû. Heta Rêbertî azad nebe em jî aza nabin û aştî jî nabe.”
‘ÎKTÎDAR BAWERIYÊ NADE’
Semra Akin jî ji ber girtiyên siyasî bertek nîşan da. Semra Akin, girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû jî bi bîr xist û got ku îktîdar ji bilî xwe tu kesekî naxwaz e. Semra Akin, got: “Kî serî rake yekser diavêjin zindanê. Lewma em jê bawer nakin. Ma dê kî bi kesekî wiha bawer bike? Yanî li rexekî dibêje aştî li rexa din jî polîtîkayên şer didomîne. Madem dixwazî aştiyê bi me re bikî wê demê çima êrişan dikî? Em tevek li ser vê xakê dijîn û xwişk-bira ne.”
Nazîme Alan jî got ku tekane daxwaza wan aştî û pêkvejiyane û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin di nava aramiyê de bijîn. Divê ji bo aştiyê gav bên avêtin.”
‘BI AZADIYA OCALAN RE PÊVAJO DIKARE PÊŞ BIKEVE’
Salih Budak jî daxuyand ku daxwaza wan aştiyeke birûmet e û wiha got: “Ji ber ku dewlet gavên şênber naavêje, baweriya me qels dibe. Aştî dê ji bo Tirkan, Kurdan û hemû gelan baş be. Banga Rêber Apo gelek watedar û girîng e. Li şûna ku azad bibe û bi xwe pêvajoyê birêve bibe, tecrîdê didomînin. Kengî were berdan dê wê demê tiştên baş çêbibin. Wê demê belkî bangên mezintir û xweştir bike û bicih bîne. Divê Rêber Apo azad bibe. Pêvajo wê demê dikare pêş bikeve.”
‘DIVÊ HEMÛ ALÎ GAVAN BIAVÊJIN’
Osman Akay jî destnîşan kir ku divê pêvajo jidil û bêderew were meşandin û wiha axivî: “Li rexekî nikarî qala aştiyê bikî û li rexa din jî polîtîkayên şer bidomînî. Xwîn ne bi xwînê lê bi avê tê paqijkirin. Belê, Rêber Apo ji bo aştiyê gavek avêt lê divê her du alî gavan biavêjin. Niha gelek siyasetmedar girtî ne. Divê ev kes bên berdan ku aştî çêbibe. Ma heta ev neyên kirin dê aştî çawa bibe? Divê îktîdar û dewlet gavan biavêjin. Divê Rêber Apo azad be û bikare bi tevgera xwe re diyalogê deyne. Nexwe beriya azadiya wî aştî jî nabe.”
Muzaffer Aslan jî daxuyand ku divê dewlet gavan biavêje û got: “Daxwaza me azadiya Rêbertiyê ye.”
MA / Heval Onkol