Nicolas Walder: Divê Tirkiye jidil nêzî pêvajoyê bibe û gavên şênber biavêje

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê Swîsreyî Nicolas Walder bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û got: “Divê dewleta Tirk jidil nêzî pêvajoyê bibe û gavên şênber biavêje. Gava ewil jî divê azadiya birêz Ocalan be.” 

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Keskan a Swîsreyê, Parlamenterê Parlamentoya Federe û Endamê Komîsyona Karên Derve yê Parlamentoyê Nicolas Walder têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û geşedanên piştre ji ANF’ê re axivî. Walder, diyar kir ku dema wê hatiye ku Tirkiye êdî gavên şênber biavêje. 
 
‘BANGA ABDULLAH OCALAN GELEK GIRÎNG E’ 
 
Nicolas Walder destnîşan kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelekî girîng e û got: “Ev yek banga wê yekê ye ku êdî dem hatiye li hev kom bibin. Ji bo jiyaneke bi hev re ya li Tirkiyeyê, ji bo hevkariya li Tirkiyeyê dem hatiye ku dewleta Tirk gavên şênber biavêje. Ev bang dibêje, divê Tirkiye mafên bingehîn û meseleyên esasî yên Kurdan bi rêbazên siyasî û dîplomatîk binirxîne, dema bikaranîna çekan êdî derbas bûye. Ev yek di heman demê de bangek ji bo Serokkomar Erdogan e ku bi gelê Kurd re li ser bingeha rêyên cuda bimeşe. Bi dîtina min ev bang di heman demê de rêya parastina gelê Kurd ê li bakurê Sûriyeyê ye. Niha hikûmeteke nû li ser desthilatdariyê ye û gelekî lawaz e. Vê yekê jî firsend dida hikûmeta Tirk ku li vê herêmê hin operasyonan bike. Ji ber vê yekê, bi dîtina min bangeke aqilane ye û divê bê dîtin."
 
'DIVÊ DEWLET GAVÊN ŞÊNBER BIAVÊJE'
 
Walder, destnîşan kir ku li hemberî çekdanînê divê hikûmeta Tirk gavên şênber biavêje û ev tişt anî ziman: “Dewleta Tirk divê zext û şerê li dijî Kurdan bisekinîne, destpêkê temamiya mehkûmên Kurd an jî beşek ji wan berde. Dawî li kiryarên kêfî û destdirêjiyê berde, her wiha destûrê bide ku Kurd bi rengekî fermî bê temsîlkirin û ji bo vê jî soza destûra bingehîn bide. Ev bang peyameke gelekî xurt e ku ji aliyê birêz Ocalan ve hatiye kirin. Kurdan aşkera kirin ku ew amade ne dest ji çekan berdin. Lê belê aliyê hember divê gavê biavêje û rêyekê nîşanî gelê Kurd bide ku ji bilî çekan dikare xwe îfade bike. Ev rê jî divê rêya siyaset û dîplomasiyê be. Neçar e ku qadeke siyasî bide Kurdan û yên çek danîne, bi vî rengî hurmetê nîşanî wan bidee. Weke bersiva li vê bangê divê Serokkomar Erdogan tavilê gavê biavêje û ragihîne ku ew ji danûstandinan re vekirî ye. 
 
Ji bo çareseriyên şênber bêne peydakirin divê bi nûnerên PKK'ê re diyalog bê destpêkirin û di vê pêvajoyê de girîng e hemû alî sozê bidin ku serî li tundiyê nedin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî wê li bangê bê. Ya girîng bi esasî ev e. Yek ji aliyan ragihand ku ew amade ye dest ji çekê berde û ev yek peyameke gelekî xurt e. Hêvîdar im wê dewleta Tirk vê yekê bibîne.”
 
'GAVA DESTPÊKÊ DIVÊ AZADIYA OCALAN BE'
 
Bi domdarî Walder destnîşan kir ku xusûseke din a girîng azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha pê de çû: “Yê ku bangeke bi vî rengî kir û helwest ji aştiyê nîşan da Abdullah Ocalan e. Ji bo serketina pêvajoyê divê Abdullah Ocalan azad bibe. Berdana birêz Ocalan ji bo hikûmeta Tirk wê bibe nîşaneya inyeta baş. Bi dîtina min, berdana birêz Ocalan, vexwendina wî ji bo hevdîtinên aştiyeke rasteqîn wê nîşan bide ku ew amade ne rûpelekî nû vekin. Ji ber ku bêdengkirina çekan têrê nake; divê aştiyeke mayinde bê avakirin. Divê bawerî ji nû ve bê afirandin û ev yek jî bi gavên şênber dibe. Li gorî vê yekê gava destpêkê divê azadiya Birêz Ocalan be."
 
'EGER ALÎ BIXWAZIN, SWÎSRE DIKARE BI ROLA XWE RABE'
 
Wekîlê Swîsreyî anî ziman ku di çarçoveya daxwaza herdu aliyan de Swîsre dikare bi rola navbeynkariyê rabe û wiha got: “Swîsre xwe ferz nake ku bibe navbeynkar. Her wiha nakokiyeke ku ji aliyê navneteweyî ve weke şer nayê qebûlkirin de rewatiya xwe nîne ku vê bike. Lê belê Swîsre di vê mijarê de amade ye û bi dîtina min hem bi Tirkiyeyê re hem jî bi gelê Kurd re xwedî têkiliyeke xurt a baweriyê ye. Ji ber vê yekê em dikarin bi rolekê rabin. Di vir de ya girîng ew e ku hikûmeta me ji hikûmeta Tirk û rayedarên Kurd re ragihîne ku di vê mijarê de amade ye. Rojên bê wê civîna me ya komîsyona polîtîkaya derve pêk were û ev mijar wê di rojevê de be. Perspektîfên heyî wê bêne lêkolîn û em ê binirxînin bê Swîsre dikare bi roleke çawa rabe."
 
'DEM HATIYE KU YE HELWESTA XWE YA LI DIJÎ PKK'Ê BIGUHERÎNE'
 
Walder, diyar kir ku ew hêvî dike Ewropa beşdarî vê pêvajoyê bibe, PKK'ê ji lîsteya terorê derxîne û axaftina xwe wiha qedand: “Ev biryara Ewropayê biryareke siyasî ye û ne tenê Ewropayê eleqedar dike. Hevalbendên din ên Tirkiyeyê jî PKK weke rêxistina terorê ragihandin. Ev biryar ji bo xweşkirina dilê hikûmeta Tirk hate wergirtin, lê belê xwe nespart rastiyan. Belê, bûyerên tundiyê qewimîn lê belê di vir de ne teror mirov dikare qala tevgereke raperîn û berxwedanê bikin. Lewma bi dîtina min rast nîne ku mirov ji çalakiyên PKK'ê re bibêje 'terorîst'. Ev yek biryareke siyasî ye û dema ku em ber bi aştî û lihevkirinê ve meşiyan, wê wateyeke van biryaran nemîne. Bi dîtina min gavên sembolîk hene ku herdu alî jî divê biavêjin. Li gorî min, Ewropa di vê pêvajoyê de dikare bi roleke girîng rabe û berê herdu aliyan bide aştiyê. Ev yek jî wê piştî demekê bigihêje wê astê ku alî hevdu yan jî yê li hemberî hev weke 'terorîst' îlan neke.”

Sernavên din

23/04/2025
13:15 Li Stenbolê erdhej çêbû
13:12 Şandeya DEM Partiyê dê sibe dosyayekê radestî Wezîr Tunç bike
12:51 Ferhenga Kurdî weke ‘sûc’ hatibû nîşandan: AYM’ê got binpêkirina maf e
12:01 Ji bo berdana girtiyê nexweş Çam serlêdan hate kirin
12:00 Pezê xwe firot û ji bo rêwiyan mêvanxane ava kir
10:58 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:57 Li Şaredariya Şirnexê nelirêtî û bêusûliyên AKP’iyan
10:36 'Nûçeyên der barê vekişînê de manîpulasyon in'
10:24 Daxwaza Elewiyan: Hemwelatiya wekhev, azadiya baweriyan û aştî
09:48 ‘Tirkiye ji bo zarokan veguheriye dojehê’
09:02 Kurekî wê jiyana xwe ji dest da, yek jî di nava PKK'ê de ye: Aştiyeke yekalî nabe
09:01 Ji jinan berteka bo sezeryanê: Bila rêzikname bê betalkirin
09:01 'Divê tayinên dibistana projeyê zelal bin û bên kontrolkirin'
09:00 ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2025’AN
22/04/2025
16:39 Ji bo Gulsun Tan sersaxî
16:31 Qaymeqam navê 'Parka Aştiyê ya Orhan Dogan' red kir
16:27 Tedawiya Onder di roja 7'emîn de ye: Serdanên Baroyê û derdorên cuda
15:56 Fuara Çandinî û Sewalkariyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:46 Bakirhan: Bila êdî geşedanên girîng û nû çêbibin
15:36 Rojnameger Rabîa Onver îfade da
15:35 Doza Yenî Yaşamê hat taloqkirin
14:51 Ozge Ozbek li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin
14:36 Li Amedê bernameya Roja Rojnamegerên Kurd
14:28 Li gelek bajaran starta 'Aştî û Civaka Demokratîk'
14:14 Hevşaredar Şedal û Zeydan beraet kirin
14:06 Qedexeya derketina derveyê welat a rojnameger Gok dîsa nehat rakirin
13:52 10'emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê dike
13:11 DEM Partiyê têkildarî Roja Rojnamevanên Kurd daxuyanî da
13:03 Ji bo tayînkirina qeyûmê li şaredariya Şîşliyê betal bibe doz vekirin
13:03 Girtiyê nexweş Çam ku krîza dil derbas kir dîsa şandin girtîgehê
13:02 Cenazeyê Çelîk piştî 6 salan dan malbatê
12:45 Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Divê geşedanên ku pêvajoyê bileztir bikin hebin
12:24 Di doza Nîmet Tanrikûlû de taloqkirina 'yek kirina' dozê
12:18 Girtî Uysal: Em birin hucreya yek kesî
12:13 Li Tişrînê alî nêzî lihevkirinê ne
11:48 Li Wanê mirina bi guman a jinekê
11:46 Dixwazin kana madenê mezintir bikin
11:45 Mazlûm Ebdî: Konferansa Neteweyî wê di 26 'ê Nîsanê de were lidarxistin
11:33 Li Balikesirê mirina bi guman a jinekê
11:33 Ji parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan
11:24 Roja Rojnamegerên Kurd: Em mîrateya berxwedana 127 salan in
11:22 Li Hesandinê jiyan di xetereyê de ye
10:59 Welatî ji bo çareseriyê îşaret bi parlamentoyê dikin
10:49 Erdogmûş: Divê têkoşîna aştî û demokrasiye tenê li ser milê Kurdan nemîne
10:40 Ji ber ‘boykotê’ şanoger bi lînçê re rûbirû man
10:19 6 xizmên xwe di pevçûnê de winda kir: Ger dewlet samîmî be divê gav bavêje
09:51 Berwarî: Eger pirsgirêka komên çekdar neyê çareserkirin dê Iraq zirarê bibîne
09:48 Tevî biryara AYM'ê jî nayê berdan
09:26 Li Bazara Şivanan bazarî dest pê kir
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan a li dijî girtîgehên wekî bîran didome
09:02 Berdana girtiyê nexweş 6 mehan hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 22'Ê NÎSANA 2025
21/04/2025
23:13 Girtiya nexweş Ozge Ozbek ji bo dermankirinê hat tehliyekirin
22:58 Ji Omer Çelîk daxuyaniya der barê 'pêvajoyê' de: Dibe ku di vê mehê de geşedanên nû çêbibin
20:47 Ji Abdullah Ocalan ji bo Onder peyam
16:21 Ji bo Dayika Aştiyê Sakîne Arat mewlûd hate dayin
16:11 DEM Partiyê têkildarî Ahmet Turk daxuyanî da
15:50 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
14:56 Rojnamegera polîsên gef lê xwar serî li ÎHD’ê da
13:54 Şandeya HDK, DBP û DEM Partiyê li Hewlêrê ye
13:49 Parêzeran bertek nîşanî girtina Kozagaçli dan
13:23 Xelk naxwaze li mêrgên Amedê GES bên çêkirin
12:06 Bijîşkên Onder: Metirsiya li ser jiyana wî didome
12:05 Papa Francis jiyana xwe ji dest da
12:02 Lêgerîna tazî ya li dijî xizmên girtiyan ji Wezareta Dadê pirs kir
11:44 Li Xakûrkê teqîn: 3 cerdevan birîndar bûn
11:02 Xwebûn bi manşeta ‘Em ji hêza xwe bawer in’ derket
10:48 Ekrem Îmamoglû dê ji ber ‘dîplomayê’ îfadeyê bide
10:27 Ji bo tespîtkirina pirsgirêkan derî bi derî digerin
10:20 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
09:55 Çavê girtî Boltan nabîne, destê wî tune ye: Tevî biryara DMME’yê jî nayê berdan
09:18 'Cotkar li ber tunebûnê ne, bila zirara wan were tenzîmkirin'
09:05 Ji bo girtiyê nexweş serî li wezaretê hate dayin
09:04 Koçer xwe ji bo rêwîtiya zozanan amade dikin
09:02 'Hêviya aştiyê bi gavên dewlet diavêje re dikare mezin bibe’
09:01 Kuçukbalaban: Ji bo Abdullah Ocalan rayeya efûya taybet bi kar bînin
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2025'AN
20/04/2025
17:00 Hewldana 78’iyan: Em piştgiriyê didin hemû geşedanên aştiyê esas digirin
16:37 Xelkê Suryan Cejna Paskalyayê pîroz kir
16:37 Ji bo girtiyê nexweş Çam banga berdanê hate kirin
16:14 Serdanên ji bo nexweşxaneya Onder lê tedawî dibe didomin
15:58 Zozanên Hesendînê îcar jî ji bo baregeha leşkerî tê talankirin
15:24 ‘Daxwaza me ya ji bo azadiya birêz Ocalan dê neguhere’
15:24 Jinan li Amedê şitil danîn
14:40 DEM Partî: Serokwekîlên Koma me dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bikin
13:55 Hevşaredar li Serhedê civiyan: Di rojevê de xebat û bang hene
13:16 Artêşa tirk di du rojan de 358 caran êriş kir
13:16 Li Sûrê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
13:15 Li Seyhanê êrişî avahiya DEM Partiyê hate kirin
12:49 Li Miksê cerdevanekî kesek kuşt
12:49 Operasyona ‘ewlehiyê’ ya li Kampa Holê di roja 3’yemîn de didome
11:10 Ji DEM Partiyê peyama Cejna Paskalyayê
10:47 Îlham Ehmed: Divê partiyên Kurd bibin yek û mafên Kurdan misoger bikin
10:25 Unsal: Divê Tirkiye pêdiviyên banga Ocalan cîbicî bike
09:52 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:50 Xizmên girtiyan: Bêyî azadiyê pêvajo pêş nakeve
09:49 DSÎ ava gundiyan difiroşe gundiyan
09:25 Dayika ‘Rêwiyê Xeyalê’ Aksu: Em xwedî li pêvajoyê derkevin
09:04 Newala Tekoranê bi xemla xwe geştiyaran mest dike
09:01 Kesên xizmên xwe di pevçûnê de winda kirine: Ji bo aştiyê divê gav bên avêtin