Tulay Hatîmogullari: Têkoşîn mafek e

img
EDENE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di Newroza Edeneyê de axivî û bal kişand ku têkoşîna li dijî zilmê û got ku têkoşîn mafek e. 
 
Pîrozbahiya Newrozê ya ku li Şanoya Servekirî ya Mîmar Sînan a Edeneyê bi beşdariya deh hezaran pêk hat, bi axaftina Hevseroka Giştî ya Partiya Maf, Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tulay Hatimogullari berdewam kir. Tulay Hatîmogullari bi pîrozkirina Newroza gel dest bi axaftina xwe kir û bertek nîşanî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu da. Tulay Hatîmouullarî bal kişand ser polîtîkayên zextê yên hikûmetê û wiha got: "Operasyona darazê ya ku bi rojan e li dijî Baroya Stenbolê berdewam dike li gorî xwe bi dawî kirin û mamoste Îbrahîm Kaboglu ji Serokatiya Baroya Stenbolê derxistin. İbrahim Kaboglu di warê hiqûqî de wijdana vê civakê ye."
 
'BANGA DÎROKÎ LI HER KESÎ YE'
 
Tulay Hatîmogullari li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a dîrokî ya 27ê Sibatê wiha axivî: "Di 27’ê Sibatê de em çûn Îmraliyê û me bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Birêz Ocalan ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê banga aştî û civaka demokratîk kir. Banga xwe ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li ser bingeheke demokratîk, siyasî û hiqûqî ya dûrî pevçûnê kir. Ev bang li Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê baş hat pêşwazîkirin. Belê, em li ser vê bangê sekinînin. Birêz Abdullah Ocalan li Îmraliyê bi zelalî ji me re got; ‘Ev bang ne tenê ji bo gelê Kurd e, ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd e. Ev bang bangeke ji bo pêkanîna aştiya Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Ev bangek ji bo civaka demokratîk e. Ev bang banga têkoşîna azadî û mafê jiyanê ya jinên li Tirkiyeyê dijîn e. Ev bang ji bo karker, kedkar û xizanên li Tirkiyeyê banga rêxistinbûnê ye.’ Banga birêz Abdullah Ocalan bangewaziyek e ji bo ciwanên ku ji aliyê çeteyên narkotîkê ve dîl hatine girtin li dijî vê yekê têbikoşin û rêxistina xwe xûrt bikin. Ev bang, banga nûjenkirina tifaqa Tirk-Kurdan e. Ev bang banga têkoşîna kedkaran a di dest û eniyên wan de ye. Ev bang bang ew e ku hemû beşên ji gel û baweriyên cuda xwe bi rêxistin bikin.
 
DEWLET ÇIMA BÊDENG E?
 
Dewlet çima li hemberî vê bangê bêdeng e, ku her kes qebûl dike? Çima hikûmet ji bo vê bangê zemîna pêwîst naafirîne? Em ji vir careke din wiha tînin ziman. Li Rojhilata Navîn her roj komkujî pêk tên, her roj qatlîam pêk tên. Di demên dawî de li Lazkiye, Hama, Hûmûs, Banyasê birayên me yên Elewî hatin qetilkirin û komkujî hê jî dewam dike. Birêz Ocalan bal kişand ku divê her gel û bawerî li Sûriyeyê bê temsîlkirin û ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk peyameke gelekî xurt da. Dema ku piştî vê bangê em li benda demokratîkbûnê ne, mixabin feraseta heyî ya desthilatdariyê û dewletê zextên xwe yên li ser civakê zêde kiriye. Em careke din ji Çukurovayê îfade dikin; ey îktîdar, were ser hişê xwe. Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê têkoşîna ji bo aştî û civaka demokratîk bidomînin.
 
TÊKOŞÎN MAFEK E
 
Di pirtûka Yaşar Kemal ya Înce Memed de li Çiyayê Torosê Mehmet wiha dibêje; Têkoşîn maf e. Belê, têkoşîn maf e. Têkoşîna nan, xwêdan, mafên mirovan, zimanê dayikê, baweriya Elewî û Xiristiyaniyê teqez rast e. Em hêza xwe ji mafdariya xwe digirin. Rêya me rêya aştî û çareseriyê ye. Rêya me demokrasi ye. Armanca me ew e ku em li Tirkiyeyeke demokratîk bi hev re bijîn. Ji bo vê yekê têkoşîn maf e."
 
Şahî bi gotina stranên hunermend Nûray Balîk û Diljen Ronî û bi govendan bi dawî bû.
 

Sernavên din

27/03/2025
16:43 MEBYA-DER'ê li Cizîrê merasîma bîranînê li dar xist
16:28 Nûçegihanê BBC’yê ji Tirkiyeyê hate dersînorkirin
16:27 Konferansa Kurd a PE’yê: Abdullah Ocalan hêj jî li muxataban digere
16:16 Zextên ser rojnamegeran hatin protestokirin
15:13 Rojnameger Egîd Roj hat bibîranîn
14:30 Akademîsyen Levent Dolek hate girtin
14:23 Faîlê Nesîbe Elgunê hate girtin
14:23 Çalakiyên li Belucistanê didomin
14:22 Bakirhan: Çareseriya pirsgirêka Kurd mecbûriyet e
14:22 Bernameya Cejna Remezanê ya DEM Partiyê diyar bû
13:55 Li fakûlteya Alî Îsmaîl Korkmaz boykot dest pê kir
13:20 10 kesên li Îzmîrê hatin girtin li girtîgehê hatin derbkirin
13:19 Nehiştin rojnameger têkevin Zanîngeha Anadoluyê
12:20 Berdevkê Hamasê di êrişa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê 2 serlêdanên cuda kirin
11:43 Rojnameger Yagiz Barût hate berdan
11:42 Hezar û 876 kes hatin binçavkirin û 260 kes hatin girtin
10:53 BAC: Ji rojnamegerê Beluc agahî nayên girtin
10:18 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
10:17 50 akademîsyen ji kar hatin dûrxistin
10:03 Di şewata hotêlê de hejmara miriyan derket 2’yan
09:48 Nicolas Walder: Divê Tirkiye jidil nêzî pêvajoyê bibe û gavên şênber biavêje
09:47 Welatiyên Kirşehîrê yên tev li Newrozê bûn: Em bi hêvî ne
09:20 7 rojnameger hatin berdan
09:09 Sariyildiz ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin: Hêviya me geş e
09:00 ROJEVA 27’Ê ADARA 2025’AN
08:30 Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
08:28 Di çalakiya ODTU’yê de gelek kes hatin binçavkirin
08:23 Li Uludagê şewat derket
26/03/2025
16:32 Hesabê X'ê yê 12 rêxistinên jinan hat astengkirin
16:11 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi Partiya Gelecekê re hevdîtin kir
16:05 Ji ciwanan ji bo 'Meşa Amarayê' bang
14:12 Ji ÎHD’ê nameya têkildarî 'qeyûm' ji Wezareta Karên Navxweyî re
12:27 Ji 337 nivîskar û akademîsyen banga 'tifaqa demokrasiyê'
10:46 Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
10:18 Li Îzmîr û Antalyayê 20 kes hatin girtin
09:58 Di êrişên Îsraîlê de li Xezeyê 8 kes hatin kuştin
09:03 'Pêkanîna aştiyê niha berpirsiyariya hikûmeta tirk e'
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2025'AN
25/03/2025
16:52 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
16:17 Jin li dijî fihûşê meşiyan: Em ê hesabê bipirsin
15:48 7 rojnameger hatin girtin
15:38 Ekolojîst û hiqûqnas çûn serdana gundiyên berxwedêr
15:37 Li Dêrsîmê çalakiya karkerên ku qeyûm ji kar derxistine
15:29 Sevtap Akdag a DEM Partiyî nehate berdan
15:28 Şandeya DEM Partî û DBP’ê ji bo ‘pêvajoyê’ çû serdana Goran
15:22 Boykota li zanîngehan didome
15:12 OHD: Divê biryara Baroyê were betalkirin û şaredar li karê xwe vegerin
15:02 Ji Tulay Hatîmogullari ji bo Îmrali bangewazî
14:36 Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe aşkera bû
13:35 Li Enqereyê gelek xwendekar hatin binçavkirin
12:52 Der heqê Egîtîm Senê de lêpirsîn hate destpêkirin
12:51 Tulay Hatîmogûllari: Ya ku divê qonaxa duyemîn derbas bike dewlet û îktîdar e
12:04 Ji bo îfadeyê bang li Şaredarê Beyoglûyê hat kirin
11:57 Dozger biryara xwe guherand: Rojnameger bi daxwaza girtinê sewq kir
10:48 Cerdevan darên li herêmên şer tên birîn difiroşin
10:30 Seroka EMEP’ê ya Eskîşehîrê hate binçavkirin
10:27 Xwendekarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:20 Di protestoya birîna daran de mudaxaleya leşkeran
10:14 Ji ber krîza aborî xelk meha Remezanê zehmet derbas dike
09:58 154 roj in têkildarî 'mafê hêviyê' tu gav neahatine avêtin
09:27 Protestoyên li Enqereyê duh bi şev jî domiyan
09:25 Stewrê xemla biharê li xwe kir
09:11 Hevserokê Meclisa Gel ê Mexmûrê: Divê ev firsenda sedsalî ji dest neçe
09:00 'Divê aqilê dewletê polîtîkaya xwe li ser bingeheke aştiyane bimeşîne'
09:00 Banga beşdariya li danişîna çeteya fuhûşê ya li Şirnexê
09:00 ROJEVA 25’Ê ADARA 2025’AN
24/03/2025
16:50 ÎHD’ê xwest der heqê Mansur Yavaş de doz were vekirin
16:38 Çalakiyên li Belucistanê didomin
16:35 Li Xezeyê di hefteyekê de 730 kes hatin qetilkirin
16:15 Li Cizîrê jinek hate qetilkirin
16:12 Tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemleyeke nû da destpêkirin
16:10 Ji Îmamoglû peyam: Rewşa me baş e
16:02 DFG'ê bîlançoya binpêkirinên di 5 rojên dawî de aşkera kir
15:39 Li Îran û Rojhilat 15 jin hatin qetilkirin
15:33 Berdevka DEM Partiyê: Divê Ocalan bikare bi her kesî re hevdîtinê bike
14:40 Di doza ‘Vegerandina li Jiyanê’ de ji bo 194 leşkeran ceza hat xwestin
14:34 Der heqê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Gundê Sakiroyê hate bombebarankirin
14:13 10 parêzer di bin çavan de ne
14:02 Di 5 rojan de hezar û 133 kes hatin binçavkirin
12:59 DEM Partî û DBP dê biçin serdana Herêma Federe ya Kurdistanê
12:55 DYA û Rûsya ji bo agirbestê civiyan
12:36 Di du rojan de hezar û 45 êriş hatin kirin
12:35 DFG û MKG: Divê rojnamegeran demildest bên berdan
12:27 Ji Amedê ber bi Amarayê ve dê meş were lidarxistin
12:12 MYK’a DEM Partiyê civiya
12:10 Di doza Komkujiya Madenê ya Amasrayê de cezayên mîna xelatê hatin dayin
11:52 ‘Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe’
10:52 Qeyûmê Wanê ‘Pirtûkxaneya Jinan’ veguherand keştiya protokolê
10:45 Yagiz ê HDP’î radestî Tirkiyeyê hate kirin
10:17 Walîtiyê giliyê Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê kir
10:09 Ji jinên Beluc ên hatine binçavkirin agahî nayên girtin
09:54 Protesto di tevahiya şevê de domiyan: Dîmenên tundiya polîsan derketin holê
09:42 ‘Gel xwedî li bangê derket û îktîdar nikare jinedîtî ve bê’
09:17 Hejmara şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin derket 13’an
09:00 ROJEVA 24’Ê ADARA 2025’AN
08:24 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
08:21 Li Stenbol û Îzmîrê serdegirtinên malan
08:20 Gelek rojnameger hatin binçavkirin