STENBOL - Ji bo pîrozkirina Cejna Newrozê ya li Stenbolê bi sed hezaran kes li Qada Yenîkapiyê hatin gel hev.
Pîrozbahiya Newrozê ya li Stenbolê bi pêşengtiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” tê lidarxistin. Pîrozbahî li Qada Yenîkapiyê tê lidarxistin û ji saetên zû yên serê sibehê ve gel diherike qadê. Welatiyên ku demekî dirêj di dorê de sekinîn, piştî lêgerînê derbasî qadê dibin. Bi sed hezaran kes qad tije kirine. Di pîrozbahiya bicoş de gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” li qadê olan dide. Her wiha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.