NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir bertek nîşanî girtina Ekrem Îmamoglû dan.
Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir bertek nîşanî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû dan.
Keskîn Bayindir, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal wiha got: “Bi girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û gelek kesên li gel wî re careke din nirxên demokratîk hedef hatin girtin. Erişa li dijî îradeya gel, qelskirina bingeha siyaseta demokratîk e. Demokrasî, zemîna îradeya azad a gel e û midaxileyên bi vî rengî, ne tenê tunehesibandina nirxên demokratîk e, di heman demê de baweriya gel jî tune dike. Bajarekî mezin ê mîna Stenbolê û pirçand, dikare bi lihevkirinê û bi hev re were birêvebirin. Lêbelê rageşî û atmosfera zextê ya operasyonên siyasî bi xwe re tîne, hewldana ji bo tunekirina siyaseta aştiyane û çêker e. Divê neyê jibîrkirin ku operasyonên siyasî zirarê didin rêzgirtina li hemberî îradeya gel û pêşî li ber bikaranîna mafên demokratîk ên gel digirin. Her biryara di vê çarçoveyê de tên dayin, her hewldanan bi vê boneyê, li ser demokratî, edalet û azadiyan gefeke cidî ye.”
'DIVÊ RÊZ JI ÎRADEYA GEL RE BÊ GIRTIN’
Çîgdem Kiliçgun Uçar jî wiha got: “Girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û gelek kesên pê re, bêtehemûliya aşkerayî ya li hemberî îradeya bi milyonan hemwelatiyan e. Heman bêtehemûliya li Kurdistanê tê kirin, li Stenbolê jî ye. Ev hemleyên îktîdarê, zirarê didin nirxên demokratîk, zirareke mezin didin baweriya gel a bi edalet û hiqûqê. Em dîzaynkirina muxalefetê û derxistina aloziyê ya ji hêla îktîdara ku darazê weke amûra zextê bi kar tîne, qebûl nakin. Hêviya civakê ew bû ku welatekî demokratîk were avakirin lê îktîdar di nava hewldanan bêhtir otorîterbûnê de ye. Ev feraset, welat dixe nava nediyariyekê de û bêhêvîtiyê pêş dixe. Em bang dikin ku tavilê van bêhiqûqiyan bi dawî bikin û rêzê ji bo îradeya gel bigirin.”