Li quntarên Amanosê Newroz: Em ê bi hev re siberoja demokratik ava bikin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hatay, Edene û Osmaniyeyê, di pîrozbahiyên Newrozê de ku bi hezaran kes beşdar bûn, îşaret bi azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan hat kirin û hat gotin ku rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe. Li Bodrûma Mûglayê û Kûlû ya Konyayê jî agirê Newrozê hat vêxistin. 

Li Osmaniye, Dortyola Hatayê û Ceyhan a Edeneyê bi dirûşmeyên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo azadiyê civaka demokratîk" Newroz hat pîrozkirin. 
 
HATAY/DORTYOL
 
Bi dirûşma "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk" danê sibehê li saheya topê ya Navçeya Altiocak a navçeya Dortyol a Hatayê coşa Newrozê dest pê kir. Pîrozbahiyên li quntara çiyayên Amanosê  ku gelek kes bi kiras-fîstan û şal-şepik tevlî bûn, jin û ciwan bi awayekî girseyî beşdar bûn. Kesên ku beşdarî pîrozbahiyê bûn, li nuqteya lêgerînê ya yekane ya ji aliyê polîsan ve hatibû avakirin, bi berfirehî li ser wan lêgerîn hat kirin. Di pîrozbahiyê de bi sedan welatiyên ji 7 salî heta 70 salî, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên bajêr jî amade bûn. Piştî kêliya rêzgirtinê coşa Newrozê hîn zêdetir bû. Girseyê di kêliya rêzgirtinê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin" û "Jin jiyan azadî" berz kirin. Girseyê bi awazên hunermendên herêmî bi deqeyan govend gerand.
 
Parlamenterê Agirî yê DEM Partiyê Heval Bozdag di axaftineke kurt de diyar kir ku gelê Kurd ji bo pîrozbahiyên Newrozê berdêlên giran dane. Heval Bozdag işaret bi "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û diyar kir ku rêya aştiyê ji Îmraliyê derbas dibe û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan xwest.
 
Pîrozbahî bi stranan bi dawî bû.
 
EDENE/CEYHAN
 
Li qada Newrozê ya Taxa Belediyeevlerî ya navçeya Ceyhanê ya Edeneyê Newroz bi dirûşmên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk" hat pîrozkirin. Welatiyên hatin qada ku astengiyên polîsan lê hebûn, ji du noqteyên lêgerînê derbas bûn û tevlî pîrozbahiyê bûn. Li qada ku bi alên DEM Partiyê hatibû xemilandin, gel bi deqeyan govend gerand û bi stranên li ser dikê hatin gotin. Jin û mêr li qadan bi cil û bergên rengîn ên neteweyî bi nîşana serkeftinê û dirûşmên "Newroz pîroz be" û "Bijî Serok Apo" berz kirin.
 
Pîrozbahî bi govendê bi dawî bû.
 
OSMANIYE
 
Li Taxa Yunus Emre ya navçeya navendî ya Osmaniyeyê jî pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Bi dirûşmên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Civaka Demokratîk Newroz  Azadiyê” hate pîrozkirin.  Parlamenterê DEM Partiyê Bedlîsê Huseyîn Olan, Berdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û gelek welatî amade bûn. Jin û ciwanên ku hatin qada ku her alî bi alên partiyê yên zer-sor-kesk hatibû xemilandin, di saetên serê sibehê de bi cil û bergên xwe yên neteweyî qad tijî kirin. Kesên beşdarî Newroza ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, dirûşmên "Jin jiyan azadî" berz kirin. Pîrozbahî bi silavkirina gel ji aliyê Komîteya Amadekar a Newrozê û Hevserokên DEM Partiyê yên bajarê Osmaniyeyê  destpê kir.
 
Di pîrozbahiyê de Hevseroka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol axivî û diyar kir ku gelê Kurd ji bo pîrozbahiya Newrozê berdêlên giran dan û got, "Em rojên dîrokî dijîn. Bila ev bibe destpêka sedsala duyemîn a ku em ê bi aştî, azadî û wekheviyê re bibin yek." Sevda Çelîk Ozbîngol işaret bi 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, "Destê ku li Meclîsê dirêj  bû, veguherî banga sedsalê ya li Îmraliyê. Em bi berpirsyariya vê bangawaziyê dizanin. Dem dema guhertin, azadî û demokrasiyê ye. Divê banga Birêz Ocalan bê bersiv nemîne. Ev serdema avakirina aştiyê ye."
 
Piştre Parlamenterê  DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan axivî û diyar kir ku li 4 parçeyên Kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin. Huseyîn Olan, anî ziman ku ew di dîrokê de bi tifaqa Kurd-Tirk heta îro hatine û got, "PKK ji destpêka salên 1980'î ve têkoşînê dide. Di tevahiya vê pêvajoyê de gelê Kurd rastî neheqiyeke mezin hat.Bang ji gelên Tirkiyeyê re dibêje ku ji bo civakek demokratîk berpirsiyariya we heye. Her wiha ji dewletê re dibêje ku zemîna têkoşîna siyasî deyne. Bingeha vê têkoşîna siyasî demokratîkbûn û terikandina înkara Kurdan e. Êdî dem hatiye ku bi nasname, ziman û çanda vî gelî re aştî pêk were.”  
 
Piştî axaftinan beşdaran agirê Newrozê pêxistin. Piştî pêxistina agirê Newrozê şahî bi govendê Û bi stranên Kurdî bi dawî bû.
 
AYDIN/GERMENCÎK
 
Li taxa Ortaklar a Germencika Aydinê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), (DBP û DEM Partiyê, bi tevlîbûna bi hezaran kesî Newroz hat pîrozkirin. Siyasetmedar û parlamenter tevlî pîrozbahiyê bûn. 
 
Jin bi cil û bergên xwe yên gelekî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Piştî rezgirtinê bernameya pîrozbahiyê destpêkiri. Hevserokên DEM Partiyê yê Germencikê Newroza gel pîroz kir. 
 
Parlamenter Sirri Sakik axivî û bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, banga xwedî li derketina peyamê kir.  Dû re Dayikên Aştiyê agirê Newrozê pêxistin. Pîrozbahiya Newroza 2025'an bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 
 
MÛGLA/BODRÛM
 
Li navçeya Bodrumê bi heman dirûşmê newroz li Mumcular Pazaryerî hat pîrozkirin. Hevserokên DEM Partiyê yên Muglayê axivîn û Newroza gel pîroz kirin. 
 
Parlamenter Îbrahîm Akin jî di pîrozbahiyê de bal kişand ser bangewaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Kî alîgirê demokrasiyê be, hiqûq û edaletê bixwaze, bixwaze ku ev welat çarenûsa xwe ya hevpar bi hev re bijî, gelê Kurd zimanê xwe bi kar bîne û vê yekê weke mafekî demokratîk yê rewa qebûl bike, em ê li kêleka wan li ber xwe bidin û têkoşîna xwe bidomînin."
 
Parlamenter Nejla Demîr jî wiha axivî: "40 sal in em li ber xwe didin. Îrade, çand û zimanê gelê Kurd bizanibin; em azadî û aştiyê dixwazin. Ev bar dikeve ser milê hemû gelê me. Civaka demokratîk wê bibe rizgariya hemû gelan. Jinan bi felsefeya 'Jin jiyan azadî' têkoşîna azadiya jinê ji sînoran wêdetir meşandin. Em bi baweriya biratî û aştiyê vê agirê Newrozê pêdixin. Agirê Newrozê ku bi hezaran sal in pêxistiye, wê dijminahiya zilm, mêtingerî û înkarê bişewitîne, aştî, jiyaneke wekhev, adil û bi rûmet û civaka demokratîk biafirîne. Bi vê baweriyê em bi milyonan tên cem hev û berxwedana xwe mezin dikin.”
 
Piştre agirê Newrozê ji hêla Dayikên Aştiyê ve hat pêxistin. 
 
Gel li ber stranên Grup Golgedekîler û Hozan Şervan govend gerandin û Newroza xwe pîroz kirin. 
 
KONYA/KÛLÛ
 
Li navçeya Kulu ya Konyayê bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Patî) bi dirûşmên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk” Newroz hat pîrozkirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Mehmet Kamaç weke axaftvan beşdarî çalakiyê bû. Li qada pîrozbahiyê dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Be Serok Jiyan Nabe" û "Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin. Gel bi cil û bergên xwe yên neteweyî û alayên "Kesk, Sor û Zer" demeke dirêj govend gerand.
 
Mehmet Kamaç, diyar kir ku Newroza 2025'an wê bibe Newroza ku bi banga sedsalê hat pîrozkirin û got, "Birêz Ocalan banga sedsalê kir û got ' Ez xwedî îradeya çareseriya pirsgirêka Kurd im û ji bo vê amade me' Di pêvajoya 2013 û 2015 Pêvajoya kur li ku derê bûn îro jî li wêderê ne. Şaredariyên ku bi îradeya xwe ya azad hildibijêrin, tên desteserkirin, eger ev qeyrana siyasî neyê çareserkirin, sedema qeyranên civakî û siyasî nebûna maf û hiqûqê ye. Em di wê baweriyê de ne ku ev pêvajo wê li welat veguhere aştiyeke mayînde. Ji bo vê jî em berpirsyariya xwe bi cih tînin. Pêdiviyên banga sedsalê bi cih bînin. Rêbazên ku we bi sedsalan ceribandine tu encam nedane. Hûn nikarin bi rêbaza di destekî de gul û di destê din de xencer çareseriyê pêk bînin."
 
Pîrozbahiya Newrozê bi stranên Koma Ciwan, Hozan Kado, Devrîm Çelîk û Hozan Mîşo bi dawî bû.

Sernavên din

27/03/2025
16:43 MEBYA-DER'ê li Cizîrê merasîma bîranînê li dar xist
16:28 Nûçegihanê BBC’yê ji Tirkiyeyê hate dersînorkirin
16:27 Konferansa Kurd a PE’yê: Abdullah Ocalan hêj jî li muxataban digere
16:16 Zextên ser rojnamegeran hatin protestokirin
15:13 Rojnameger Egîd Roj hat bibîranîn
14:30 Akademîsyen Levent Dolek hate girtin
14:23 Faîlê Nesîbe Elgunê hate girtin
14:23 Çalakiyên li Belucistanê didomin
14:22 Bakirhan: Çareseriya pirsgirêka Kurd mecbûriyet e
14:22 Bernameya Cejna Remezanê ya DEM Partiyê diyar bû
13:55 Li fakûlteya Alî Îsmaîl Korkmaz boykot dest pê kir
13:20 10 kesên li Îzmîrê hatin girtin li girtîgehê hatin derbkirin
13:19 Nehiştin rojnameger têkevin Zanîngeha Anadoluyê
12:20 Berdevkê Hamasê di êrişa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê 2 serlêdanên cuda kirin
11:43 Rojnameger Yagiz Barût hate berdan
11:42 Hezar û 876 kes hatin binçavkirin û 260 kes hatin girtin
10:53 BAC: Ji rojnamegerê Beluc agahî nayên girtin
10:18 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
10:17 50 akademîsyen ji kar hatin dûrxistin
10:03 Di şewata hotêlê de hejmara miriyan derket 2’yan
09:48 Nicolas Walder: Divê Tirkiye jidil nêzî pêvajoyê bibe û gavên şênber biavêje
09:47 Welatiyên Kirşehîrê yên tev li Newrozê bûn: Em bi hêvî ne
09:20 7 rojnameger hatin berdan
09:09 Sariyildiz ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin: Hêviya me geş e
09:00 ROJEVA 27’Ê ADARA 2025’AN
08:30 Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
08:28 Di çalakiya ODTU’yê de gelek kes hatin binçavkirin
08:23 Li Uludagê şewat derket
26/03/2025
16:32 Hesabê X'ê yê 12 rêxistinên jinan hat astengkirin
16:11 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi Partiya Gelecekê re hevdîtin kir
16:05 Ji ciwanan ji bo 'Meşa Amarayê' bang
14:12 Ji ÎHD’ê nameya têkildarî 'qeyûm' ji Wezareta Karên Navxweyî re
12:27 Ji 337 nivîskar û akademîsyen banga 'tifaqa demokrasiyê'
10:46 Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
10:18 Li Îzmîr û Antalyayê 20 kes hatin girtin
09:58 Di êrişên Îsraîlê de li Xezeyê 8 kes hatin kuştin
09:03 'Pêkanîna aştiyê niha berpirsiyariya hikûmeta tirk e'
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2025'AN
25/03/2025
16:52 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
16:17 Jin li dijî fihûşê meşiyan: Em ê hesabê bipirsin
15:48 7 rojnameger hatin girtin
15:38 Ekolojîst û hiqûqnas çûn serdana gundiyên berxwedêr
15:37 Li Dêrsîmê çalakiya karkerên ku qeyûm ji kar derxistine
15:29 Sevtap Akdag a DEM Partiyî nehate berdan
15:28 Şandeya DEM Partî û DBP’ê ji bo ‘pêvajoyê’ çû serdana Goran
15:22 Boykota li zanîngehan didome
15:12 OHD: Divê biryara Baroyê were betalkirin û şaredar li karê xwe vegerin
15:02 Ji Tulay Hatîmogullari ji bo Îmrali bangewazî
14:36 Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe aşkera bû
13:35 Li Enqereyê gelek xwendekar hatin binçavkirin
12:52 Der heqê Egîtîm Senê de lêpirsîn hate destpêkirin
12:51 Tulay Hatîmogûllari: Ya ku divê qonaxa duyemîn derbas bike dewlet û îktîdar e
12:04 Ji bo îfadeyê bang li Şaredarê Beyoglûyê hat kirin
11:57 Dozger biryara xwe guherand: Rojnameger bi daxwaza girtinê sewq kir
10:48 Cerdevan darên li herêmên şer tên birîn difiroşin
10:30 Seroka EMEP’ê ya Eskîşehîrê hate binçavkirin
10:27 Xwendekarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:20 Di protestoya birîna daran de mudaxaleya leşkeran
10:14 Ji ber krîza aborî xelk meha Remezanê zehmet derbas dike
09:58 154 roj in têkildarî 'mafê hêviyê' tu gav neahatine avêtin
09:27 Protestoyên li Enqereyê duh bi şev jî domiyan
09:25 Stewrê xemla biharê li xwe kir
09:11 Hevserokê Meclisa Gel ê Mexmûrê: Divê ev firsenda sedsalî ji dest neçe
09:00 'Divê aqilê dewletê polîtîkaya xwe li ser bingeheke aştiyane bimeşîne'
09:00 Banga beşdariya li danişîna çeteya fuhûşê ya li Şirnexê
09:00 ROJEVA 25’Ê ADARA 2025’AN
24/03/2025
16:50 ÎHD’ê xwest der heqê Mansur Yavaş de doz were vekirin
16:38 Çalakiyên li Belucistanê didomin
16:35 Li Xezeyê di hefteyekê de 730 kes hatin qetilkirin
16:15 Li Cizîrê jinek hate qetilkirin
16:12 Tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemleyeke nû da destpêkirin
16:10 Ji Îmamoglû peyam: Rewşa me baş e
16:02 DFG'ê bîlançoya binpêkirinên di 5 rojên dawî de aşkera kir
15:39 Li Îran û Rojhilat 15 jin hatin qetilkirin
15:33 Berdevka DEM Partiyê: Divê Ocalan bikare bi her kesî re hevdîtinê bike
14:40 Di doza ‘Vegerandina li Jiyanê’ de ji bo 194 leşkeran ceza hat xwestin
14:34 Der heqê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Gundê Sakiroyê hate bombebarankirin
14:13 10 parêzer di bin çavan de ne
14:02 Di 5 rojan de hezar û 133 kes hatin binçavkirin
12:59 DEM Partî û DBP dê biçin serdana Herêma Federe ya Kurdistanê
12:55 DYA û Rûsya ji bo agirbestê civiyan
12:36 Di du rojan de hezar û 45 êriş hatin kirin
12:35 DFG û MKG: Divê rojnamegeran demildest bên berdan
12:27 Ji Amedê ber bi Amarayê ve dê meş were lidarxistin
12:12 MYK’a DEM Partiyê civiya
12:10 Di doza Komkujiya Madenê ya Amasrayê de cezayên mîna xelatê hatin dayin
11:52 ‘Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe’
10:52 Qeyûmê Wanê ‘Pirtûkxaneya Jinan’ veguherand keştiya protokolê
10:45 Yagiz ê HDP’î radestî Tirkiyeyê hate kirin
10:17 Walîtiyê giliyê Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê kir
10:09 Ji jinên Beluc ên hatine binçavkirin agahî nayên girtin
09:54 Protesto di tevahiya şevê de domiyan: Dîmenên tundiya polîsan derketin holê
09:42 ‘Gel xwedî li bangê derket û îktîdar nikare jinedîtî ve bê’
09:17 Hejmara şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin derket 13’an
09:00 ROJEVA 24’Ê ADARA 2025’AN
08:24 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
08:21 Li Stenbol û Îzmîrê serdegirtinên malan
08:20 Gelek rojnameger hatin binçavkirin