Çîgdem Kiliçgun Uçar: Em mizgîniya azadiyê mezin bikin
Bakirhan: Em stranên aştiyê bigihînin Îmraliyê

img

AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, got: “Em mizgîniya azadiyê bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ mezintir bikin.” Hevsrokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî got: “Em stranên xwe yên azadî û aştiyê bigihînin Îmraliyê.” 

Newroza îsal dê bi dirûşmên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Newroza Civaka Demokratîk a ji bo Azadiyê” were pîrozkirin. Deklarasyona Newroza îsal li Deriyê Mêrdînê ya li navçeya Sûrê ya Amedê hate aşkerakirin. 
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar piştî aşkerakirina deklarsyonê axivî û got: “Navê Newrozê ji bo me tê wateya berxwedan, ronahiya agir e. Kawa çi kiribe gelê Kurd jî îro heman tiştî dike. Mazlum Doganan, Zekiye Alkanan ew tişt kirin. Van kesan mizgîniyek dane me. Divê em vê mizgîniyê bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ mezintir bikin. Birêz Ocalan dibêje; ‘Berxwedan û têkoşîna we bila ji we re rêber be. Siyaset û civaka demokratîk bi destên xwe ava bikin.” 
 
‘EM BIHÊZ XWEDÎ LI NEWROZÊ DERKEVIN’
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “di demeke ku banga dîrokî hatiye kirin de xwendina deklarasyona Newrozê ya li Amedê jî gelek girîng e. Em ê di Newrozê de bihêztir xwedî li vê banga dîrokî derkevin. Heke em bikarin dengê aştî, demokrasî û azadiyê yê Kurdan, Tirkan, Elewiyan û bindestan bikarin bigihînin Îmraliyê, bi vê yekê re em ê erk û bepirsyartiyeke mezin bicih bînin. Bang, di heman demê de banga wê ye ku em Newrozê veguherînin têkoşîneke xurt a xwedîderketineke li aştî û demokrasiyê. Hewceye di vê pêvajoya dîrokî de tevlibûneke me ya hêjayî girîngiya Newrozê hebe. Divê em Newrozê bi awayekî herî xweşik birêxistin bikin. Ev Newroz çima girîng e? Hem dê ji mutebeqeta li Sûriyeyê ku Kurd bigihijin maf û azadiyên xwe, hem jî ji bo banga birêz Ocalan dê bibe bersivek. Dê her du geşedan jî di Newrozê de bên tacîdarkirin. 
 
PARADÎGMAYA BIRÊZ OCALAN LI SÛRIYEYÊ YE 
 
Newroza 2025’an dê bibe Newrozeke dîrokî. Newroza bi Rahşanan, bi Zekiyeyan û bi sê zilikên şixateyê yên Mazlum dest pê kir, kir ku li Tirkiyeyê li ser aştiyê were axaftin. Kir ku li Sûriyeyê li ser aştiyê were axaftin. Paradîgmaya birêz Ocalan îro li Sûriyeyê ye. Em ê niha jî cilûbergên xwe yên herî xweşik li xwe bikin û bi tevlibûna milyonan kesan bi stranên xwe yên herî xweşik Newrozê pîroz bikin û bi coşa xwe îspat bikin bê ka destpêkeke nû çawa bicoş hatiye pêşwazîkirin.  Em stranên xwe yên aştiyê ji vir bigihînin Îmraliyê birêz Ocalan û bi hezaran rêhevalên me yên di girtîgehê de û Newroza wan pîroz bikin. Newroza me pîroz be, Newroza gelan pîroz be.”
 
‘EM BI RENGÊN XWE LI QADAN BIN’
 
Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aşitî jî wiha got: “Kesên bi zimanê xwe nikarin biaxivin, bi cilûbergên xwe najîn, bi çanda xwe najîn nekarîne bibin xwe. Beriya her tiştekî divê em Kurd ji ewil bibin xwe û xwedî li xwe derkevin. Divê em bi zimanê xwe biaxivin û cilên xwe li xwe bikin. Divê em ji hebûna xwe şerm nekin. Heke em ji hebûna xwe şerm bikin, dê mafên me jî nedin. Heke em bixwazin bi ser kevin, heke em bixwazin azad bibin divê ji ewil em bibin xwe.” 
 
Piştî axaftinan, Hevserokên Giştî agirê Newrozê vêxistin. Piştre jî heta demekî dirêj li dora agir li ber dahol û zirneyê govend hate gerandin. 
 
 
 

Sernavên din

10:17 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
10:00 Abdullah Ocalan: Newroz dîroka jinûve xwe afirandinê ye
09:47 10 sal di ser qedexeyên Nisêbînê re derbas bûn: DNA hatin windakirin, cenaze nehatin dayîn
09:44 Li Haciya Kurdan coşa Newrozê
09:40 Foza Yûsif: Dê tu kes li derveyî çareseriyê neyê hiştin
09:34 Ûçar ê DEM Partiyî: Zemîna çareseriyê biryar 'mafê hêviyê' ye
09:07 Berdana girtiyê bi Alzheîmerê yê 32 sal in girtî ye 3 mehan hat taloqkirin
09:02 ‘Ji bo pêkanîna bangawaziyê berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî'
09:01 Ozturk: Gel peyama bidîmen a Ocalan dixwaze
09:00 ROJEVA 12’Ê ADARA 2025’AN
11/03/2025
16:59 Banga Newrozê li gelan kirin: Bila bibe wesîleya azadiyê
16:30 Bang li NY’ê kirin: Komkujiyên ser Elewiyan bidin sekinandin
16:08 Tulay Hatîmogûllari: Agirê Newrozê dê ji bo aştî û civaka demokratîk bê geşkirin
15:19 Şîna Pelda Dogrî bi girseyî hat ziyaretkirin
15:18 Li gelek bajaran civînên gel: Dem dema avakirina demokrasiyê ye
14:48 Îlham Ehmed: Armanca mutebeqetê pêşîlêgirtina qirkirina li herêmên beravê ye
14:34 Bakirhan: Metna mutebeqetê li gorî banga Ocalan e
13:55 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Em mizgîniya azadiyê mezin bikin
Bakirhan: Em stranên aştiyê bigihînin Îmraliyê
13:27 Koçyîgît: Peymana HSD’ê ji bo rawestandina qirkirina Elewiyan pir girîng e
13:10 Li Stenbolê Deklarasyona Newrozê: Newroz, îradeya gelan a jiyana bi hev re, azad û wekhev e
13:03 Ji bo 9 wekîlan fezleke şandin Meclisê
12:54 Strana Newroza îsal amade ye: Newroza Azadî
12:02 Di çapemeniya cîhanê de peymana HSD’ê û rêveberiya demkî ya Sûriyeyê
11:58 HSD’ê têkildarî Tişrîn û Qereqozaqê de daxuyanî da: Êriş zêde bûn
11:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:53 Dewletên Ereb piştgirî dan peymana di navbera HSD û Şamê de
11:43 Ferhad Şamî: Armanca me rawestandina şer e
11:36 Dayikên zarokên wan hatin qetilkirin: Niha dora dewletê ye
11:20 Deklarasyona Newroza 2025’an: Em xwedî li îradeya azadî û aştiyê derkevin
11:01 Bafil Talabanî: Em piştgiriyê didin peymana li Rojava
10:51 Salih Muslim hûrgiliyên peymanê vegot: Em ê bi hev re birêve bibin
10:14 Demîrel: ‘Mafê hêviyê’ yek ji hîmê bingehîn ê pêvajoyê ye
09:47 31 sal derbas bûn: Nazimek çû bila Nazimên din neçin
09:31 Li dijî 2 şaredariyên CHP’î operasyon: 32 kes hatin binçavkirin
09:27 Di hevdîtinan de kîjan daxwaz berbiçav dibin?
09:26 Dayikên Aştiyê yên Geverê: Divê Ocalan azad be
09:14 Peymana di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyeyê de tê çi wateyê?
09:06 Ji Meclisa DEM Partiyê rapora qeyûm: Hemû xebat hatin sekinandin
09:05 Saziyên zimanê Kurdî: Em ji bo zimanê xwe xwedî li bangawaziyê derdikevin
09:01 Gelê Newrozê
09:00 ROJEVA 11’Ê ADARA 2025’AN
06:59 HSD’ê bi rêveberiya demkî ya Sûriyeyê re peyman îmze kir
10/03/2025
16:55 Uçar: Hewceye sererasetkirinên qanûnî bên kirin
16:39 Foruma Aştiyê ya Îzmîrê: Divê Meclis bicive, komîsyonê ava bike
16:19 Ji ÎHD’ê rapora binpêkirinên li girtîgtehên Tîpa R’yê
15:11 Komkujiyên li dijî Elewiyan hatin protestokirin
15:02 CHP’ê piştgirî da çareseriyê: Em paketê amade dikin, divê sererastkirinên qanûnî bên kirin
14:52 Bayindir: Divê Meclis êdî gavan biavêje
14:23 Li gelek bajaran civînên ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bi gel re hatin lidarxistin
13:56 Li Şirnexê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
13:48 Saziyên ziman piştgirî dan bangê: Divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê
13:28 SOHR: Li Sûriyeyê 973 sivîl hatin qetilkirin
13:19 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê dest pê kir
13:12 Tekane hinceta cezayê li Halîse Aksoy hatiye birîn îfadeyên şahidan e
12:48 Li Wanê hilbijartî civiyan: Em ê di her şert û mercan de xizmeta gel bikin
11:39 Êrişên li Sûriyeyê vegot: Çek li Suniyan hatin belavkirin
11:31 Hevdîtina DEM Partî û EMEP’ê: Divê tecrîd rabe û îktîdar gavan biavêje
11:16 ‘Êdî dema gavavêtinê ya dewletê ye’
10:55 MEB’ê bertek nîşanî dersa ‘wekheviya zayenda civakî' da
10:40 Dirûşma Newroza 2025’an diyar bû
10:14 Hevdîtina DEM Partî û EMEP’ê dest pê kir
10:12 Xwebûn bi manşeta ‘Jin bi xwe gerdûn e’ derket
09:59 Xizmên girtiyan: Em bi destên hev bigirin û astengiyên li pêşiya aştiyê rakin
09:57 Aktîvîstê Belûc: Têkoşîna Kurdan îlhamê dide me
09:35 Endamên ALÎM-DER’ê: Divê êriş bên sekinandin û dewlet gavan biavêje
09:02 Şertê ewil ê pêvajoya nû: Divê girtiyên nexweş bên berdan
09:00 Agirê azadiyê ku ev 2637 sal in nayê vemirandin
09:00 ROJEVA 10’Ê ADARA 2025’AN
09/03/2025
17:12 DEM Partiyê kongreyên xwe yên bajar ên Çewlig û Eskîşehîrê li dar xist
16:43 Amedê piştgirî da banga Ocalan: Divê meclis komîsyonê ava bike
16:38 ‘Civînên Gel En ji bo Aştî û Civaka Demokratîk’ dest pê kirin
16:24 ‘Yên piştgiriyê didin HTŞ’ê berpirsyarên komkujiyan e’
15:50 Mitînga 8’ê Adarê ya Wanê bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ bi dawî bû
15:49 Berdevka DEM Partiyê: Divê dewlet êdî gav biavêje
15:45 Ji bo betalkirina cezayê îdamê yê 3 jinên Kurd bang hate kirin
15:36 Tulay Hatîmogûllari: Em xwedî li têkoşîna Ocalan derdikevin
15:08 Peyama Ocalan a ji bo gelê Wanê: Ez rêzê ji bo vîna her 14 şaredarî bi dest xistî digirim
14:59 Bakirhan: Ocalan ji bo nêzikatiya ‘înkarger a dewletê dibêje ‘veguherin’
14:33 ‘Meclisa Jinan a Zimanê Kurdî’ hate avakirin
13:10 Di mitînga 8’ê Adarê ya Wanê de posterê Abdullah Ocalan hat hilgirtin
12:13 Li Wanê mitînga 8’ê Adarê: Em ê Rêbertiya xwe azad bikin
11:30 Fîlozofê navdar Edgar Morîn piştgirî da banga Abdullah Ocalan
11:00 Kesên piştî Meşa Şevê ya Femînîst hatin binçavkirin hatin berdan
10:35 HSD’ê bîlançoya şer a 24 saetên dawî aşkera kir
10:00 Navendên ku Newroz bê pîrozkirin diyar bûn
09:49 Kovara Jinê bi berga ‘Em serî radikin ber bi azadiyê ve dimeşin’ derket
09:47 Li dijî projeya çêkirina bendavê dê pêvjaoya hiqûqî bê destpêkirin
09:45 Li Amedê jinek hat kuştin
09:34 Jinên ku peyama Abdullah Ocalan wergirtin: Haya me ji berpirsyariya me heye
09:25 Jinên Botanî: Divê Abdullah Ocalan demildest azad bibe
09:15 Xwîşka Gulan a PKK'yî: Em bi Ocalan bawer in, wê azadî pêk were
09:01 Dayikên Aştiyê: Ji bo çareseriyê divê ji ewil Ocalan û girtî bên berdan
09:00 Li Eko Jinê wê hemû biryar bi hev re bên dayîn
09:00 ROJEVA 9’Ê ADARA 2025’AN
08/03/2025
17:15 'Em ji bo aştî û demokrasiyê dengê xwe bilind dikin'
16:43 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
16:33 Jin bi daxwaza azadiyê herikîn qadan
16:20 Li Êlihê jinan doza azadiya Abdullah Ocalan kir
16:11 Li Amedê coşa 8’ê Adarê: Em ber bi aştî û azadiyê ve bimeşin
15:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê