Dê hevdîtina dîrokî ya li Îmraliyê kengî bê kirin û kî dê tev li bibin?

  • rojane
  • 16:58 26 Sibat 2025
  • |
img

ENQERE - Şandeya Îmraliyê dê sibe biçe giravê. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û siyasetmedar Ahmet Turk jî di şandeyê de cih digirin. Hat zanîn ku Abdullah Ocalan dê di vê hevdîtinê de bang bike. 

Her kes li çavrêya banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e ku li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin û 26 sal in di tecrîdeke giran de ye. Tê payin ku piştî banga Abdullah Ocalan geşedanên ji 1’ê Cotmehê ve dest pê kirin derbasî qonaxeke nû bibin. Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî li Meclisê silav da Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û piştre jî di daxuyaniyên xwe de qala “Mafê hêviyê” û gotina “Bila Ocalan li Mecisê biaxive” atmosfereke erênî afirand. Lê belê Serokkomar Tayyîp Erdogan û baskê îktîdarê jî heta niha hem di gotinan de hem jî di pratîkê de li dijî vê rewşa erênî tevgeriyan. 
 
HEVDÎTINA EWIL
 
Hêj navek li vê pêvajoyê nehatiye kirin lê ji ber tecrûbeyên di serdema berê de, piranî her kes bi baldarî nêz dibe. Di serdemeke wiha de biraziyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan di 23’yê Cotmehê de li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Hevdîtin bi qasî saetek û 40 deqeyan domiya. Omer Ocalan, piştî hevdîtinê peyama Rêberê PKK’ê bi raya giştî re parve kir. Abdullah Ocalan, di peyama xwe de got: “Tecrîd didome. Heke şert û merc bên avakirin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku pêvajoya pevçûn û tundiyê derbasî zemîna hiqûq û siyasî bikim.” 
 
ŞANDE LI ÎMRALIYÊ YE
 
Piştî vê hevdîtinê, Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Abdullah Ocalan re du hevdîtin li dar xist. Şandeyê piştî hevdîtina di 28’ê Kanûnê de, di serî de Serokê Meclisê bi serokên partiyên siyasî yên li Meclisê re hevdîtin kir û peyama Abdullah Ocalan jê re got. Encamên hevdîtinan jî di hevdîtina 22’yê Çileyê ya li Îmraliyê de bi Abdullah Ocalan re parve kirin. Şandeya Îmraliyê, piştre jî li Herêma Federe ya Kurdistanê çendek hevdîtin kir û peyamên Abdullah Ocalan parve kir. Di heman demê di hevdîtinê de hate gotin ku nameyên Abdullah Ocalan ji bo PKK, PJAK, Ewropa û rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nivîsandî gihiştine binecihiyê. 
 
SERLÊDANA NÛ YA JI BO ÎMRALIYÊ 
 
Hat diyarkirin ku piştî hevdîtin û bersivên ji nameyan re dê Rêberê PKK’ê bangawaziyekê bike. Bangawazî dê kengî were kirin, naveroka wê dê çi be, nîqaşên di vê der barê de didomin. Dema ev nîqaş didomiyan, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan da zanîn ku Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li Wezareta Dadê daye. Ragihand ku ji bo Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku li şûna wî qeyûm hat tayînkirin jî serlêdan hatiye kirin. 
 
BAKIRHAN Û HATÎMOGÛLLARI JÎ DI ŞANDEYÊ DE NE 
 
Piştî serlêdanê, yek ji mijara herî zêde dihat mereqkirin jî kesên dê di şandeyê de cih bigirin û dema hevdîtinê bû. Di şandeyê de tenê dê Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û Ahmet Turk cih negirin. Ji ber ku banga Rêberê PKK’ê bike dê bangekî dîrokî be, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tunce Bakirhan jî dê di hevdîtinê de cih bigirin. Di heman demê de Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Faruk Erol jî dê tê de cih bigire. 
 
HEVDÎTINA DÎROKÎ DÊ SIBE BÊ KIRIN
 
Dema nîqaşên têkildarî wexta hevdîtinê dihatin kirin de Wezareta Dadê ragihand ku daxwaza hevdîtina sêyemîn hatiye erêkirin û hevdîtin dê sibe were kirin. 
 
DÊ BANG DI 28’Ê SIBATÊ DE BÊ KIRIN
 
Piştî daxuyaniyên li pey hev ên îro hatin kirin, berê her kesî zivirî ser Îmraliyê û banga ku dê were kirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, bang dê rojek piştre li Enqereyê were kirin. Balkêş e ku bang di 28’ê Sibatê de tê kirin ku salvegera Mutebeqeta Dolmabahçeyê ye ku ji 10 xalan pêk dihat. Bi vê dîrokê re peyama “Dê Mutebeqeta Dolmabahçeyê bidome” were dayin. Lê belê bangawaziya ku dê were krin, dê ji vê mutebeqetê gelek girîngtir be. 
 
DÊ BANG BI ÇI AWAYÎ WERE KIRIN?
 
Hêj ne diyar e ka dê bangawazî bi kîjan rêbazê were kirin. Tevgera siyasî ya Kurd û raya giştî dixwaze ku peyam bidîmen be û îktîdar jî dixwaze nivîskî be. Tê payin ku Abdullah Ocalan, bangawaziyê bi beşdariya girtiyê li Girava Îmraliyê Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û hemû endamên şandeyê re bi hev re bike. Bangawaziyê dê Abdullah Ocalan bi xwe bike. Rojek piştre jî dê li Enqereyê daxuyanî bê dayin. Nîqaşên têkildarî pirsa “Gelo dê bangawazî bidîmen be yan dê nivîskî be?” hêj berdewam in. 
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

21/03/2025
13:24 Qada Newrozê ya Amedê tije bûye: Daxwaza azadiya Ocalan kirin
13:09 Siyasetmedarên tev li Newroza Amedê bûn: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
12:32 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Li Amedê agirê Newrozê hate pêxistin
12:17 Ji Ekrem Îmamoglû peyama Newrozê
12:13 Cihê Newroza Eskîşehîrê guherî
12:05 Newroza Azadiyê dest pê kir: Bi deh hezaran kes li benda têketina qadê ne
11:51 Her çar aliyên Amedê bûye Newroz!
11:46 Hejmara kesên ji lêpirsîna ÎBB’ê hatin binçavkirin derket 88’an
11:38 Li Amedê Newroza azadiyê
11:22 Kemal Kurkut li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
11:20 Posterên Abdullah Ocalan li qada Newrozê ne
11:07 Şandeya Rêveberiya Xweser bi rayedarên Parlamentoya Danîmarkayê re civiya
10:51 Ji 2 xwişkên rejîma Îranê revandine tu agahî nayên girtin
10:50 Bi hinceta ‘kreşê’ li Îmamoglû lêpirsîna hate vekirin
10:40 Wêneyê banga dîrokî li qada Newroza Amedê hat daliqandin
10:34 Herikîna ber bi qada Newroza Azadiyê ve dest pê kir
10:16 Bi kelecana Newrozê zû bi rê ketin
09:19 Rojnameger Saymaz sewqî edliyeyê hate kirin
09:15 Li Stenbolê xeta metroyê ji rêveberiya şaredariyê hat standin
09:11 Ji bo Newroza Stenbolê armanc milyonek kes in
09:01 Li Konyayê kelecana Newrozê: Em peyama demokratîkbûyîna welêt bidin
09:00 Banga ji bo Newroza Edeneyê
09:00 Baskin Oran: Ji bo çareseriyê pêdivî bi demokrasiyê heye
09:00 ROJEVA 21’Ê ADARA 2025’AN
08:43 Hevşaredar Sefa ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin tehliye bû
20/03/2025
23:14 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Newrozê pîroz kir
22:50 Amed ji bo Newrozê amade ye: Em li benda hemû amediyan e
22:10 Rojbûna Rojîn Kabaîş: Bila sûcdar bên dîtin
16:55 DEM Partî çû serdana ÎBB’ê: Em ji bo aştiyê piştevaniyê didin
16:39 Pervîn Buldan: Kurd dixwazin li ser xaka xwe azad bijîn
16:15 Gelên Mêrdînê bi hev re Newroza xwe pîroz kirin
16:01 Bayindir: Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya Abdullah Ocalan
15:57 Di Newroza Dêrsimê de banga têkoşîna hevpar
15:42 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Ji bo banga Abdullah Ocalan piştgirî
15:37 Newroza Cizîrê: Banga Ocalan rêyeke nû vekir
15:14 Bakirhan bang li îktîdarê kir: Gavan biavêjin
15:12 Li Geverê bi deh hezaran kes Newroz pîroz kirin
14:47 Alî Kenanoglu: Em baweriya xwe bi feraseta darbekar naynin, em bi hêza xwe bawer in
14:39 Qers bi agirê Newrozê germ bû
14:35 Newroza Êlihê: Bêyî azadiya Ocalan encamek jê dernakeve
14:09 Li Bazîdê Newroza biheybet: Bila îktîdar gavê baivêje
13:49 Waliyê Silêmaniyê li Amedê serdana DEM Partî û şaredariyê kir
13:22 Ji Enqereyê ber bi Amedê ve 'Trena Aştiyê'
13:20 Dewleta tirk di 5 rojan de hezar û 145 caran êriş kir
13:11 Di Newroza Êlihê de posterê Ocalan hate hilgirtin
12:57 Ji gelek welatan bi sedan mêvan dê beşdarî Newroza Amedê bibin
12:46 Li bajarê Abdullah Ocalan Newroz dest pê kir
12:33 Daxwaza bila roja Newrozê bibe betlaneya fermî
12:09 Li Geverê qada Newrozê bi coşa gel germ dibe
12:03 Li Êlihê bi hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji 3 rojnamegeran re ceza hat birîn
11:56 Newroza Cizîrê bi coşeke mezin dest pê kir
11:47 Îmamoglû jî di nav de karûbarên îfadegirtinê yên 87 kesan dest pê kirin
11:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li 14 navendan Newroz tê pîrozkirin
10:15 Rojnameger Sever: Li Sûriyeyê hevrikiya Îsraîl-Tirkiyeyê dest pê kir
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barîna berf û şilopeyê hat kirin
09:22 Ber bi Newrozê ve banga 'Kemal ji bîr nekin'
09:03 Banga ji bo beşdariya li Newroza Enqereyê
09:02 'Biha tenê bi berteka gel dikarin kêm bibin'
09:02 Ciwan: Em berxwedanê bi agirê Newrozê re bikin yek
09:00 ROJEVA 20’Ê ADARA 2025’AN
19/03/2025
23:56 Li gelek navendan coşa Newrozê: Bila azadiya Ocalan pêk bê
17:12 Têbiniyên Newroza Wanê
17:12 Newroza bi heybet ya Wanê bi dawî bû
16:19 Polîsan êrişî protestoya CHP’iyan kir: 5 kes hatin binçavkirin
16:18 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya welat bi civaka demokratîk heye
16:12 Rojnamevan Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bîranîn
15:29 Mûş bi agirê Newrozê germ bû: Baweriya me bi Ocalan heye
15:29 Serokên Baroyan dê li Stenbolê civîna awarte li dar bixin
15:11 'Divê em vê pêvajoyê bi têkoşîna xwe tacîdar bikin’
14:50 Li sînorê Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin: Ocalan ji bo aştiyê gav avêt
14:46 Bayindir: Em dixwazin Ocalan bi awayekî fîzîkî di nav gel de bibînin
14:38 Îmamoglû peyam şand: Dê gelê me bersivê bide
14:38 Navnîşana Newroza li Stenbolê Yenîkapi ye
14:37 Şaxa ÎHD’ê Îzmîrê rapora binpêkirinên li girtîgehan parve kir
14:36 Di Newroza Wanê de posterê mezin ê Abdullah Ocalan
14:34 Meral Daniş Beştaş: Dixwazin Tirk û Kurd li kêleka hev nebin
14:13 Li Nisêbînê coşa Newrozê: Divê hikûmet gav biavêje
14:08 Tulay Hatîmogûllari: Banga Ocalan banga rizgariya 85 milyona ye
14:01 Pervîn Bûldan: Pêwîstî bi gavên ku vê firsendê xerc neke heye
14:01 CHP’ê banga çalakiyan kir
14:00 Bakirhan: Ev operasyon di heman demê de li dijî me hatiye kirin
13:48 Li Amedê amadekariyên Newrozê didomin
13:33 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Daxwaza azadiya fîzîkî Ocalan hat kirin
13:24 Gardiyanan milê girtî şikand!
13:05 Cezayê polîsê Şahîn Oner qetil kiribû hate kêmkirin
12:32 Li Wanê Newroza biheybet: Em bi banga Ocalan re ne
12:30 Li Şengalê aloziya ku bi êrîşa Artêşa Iraqê re destpê kir dewam dike
12:24 Ji bo rojnameger Eylem Babayîgît biryara berdanê û cezayê
11:28 HDK: Operasyona binçavkirinê derbeya li dijî vîna gel e
11:25 3 şaredarên Stenbolê binçavkirî ne
11:23 Li 10 navendan Newroza ‘azadiyê’ tê pîrozkirin
11:13 MYK’a DEM Partiyê li Amedê dicive
11:10 Piştî binçavkirina Îmamoglû dovîz û zêr biha bû
11:07 Ozel bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû da
10:58 'Em ê di Newroza Amedê de bersivê bidin banga Ocalan'
10:49 Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Em ê îradeya gel biparêzin
10:45 Li Wanê gel diherike qada Newrozê