Operasyona li dijî HDK’ê li gelek bajaran hate protestokirin

  • rojane
  • 15:15 24 Sibat 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Operasyona li dijî HDK’ê li gelek bajaran hate protestokirin û hat gotin ku îktîdar hewl dide HDK’ê krîmînalîze bike. 

Di 18’ê Sibatê de li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) operasyona girtin û binçavkirinan hate destpêkirin. Di êrişê de 51 kes hatin binçavkirin û ji wan 30 jê hatin girtin û 21 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Êrişa li dijî HDK’ê li bajarên Edene, Mêrsîn û Rihayê hate protestokirin. 
 
EDENE
 
Bi pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Edeneyê li Parka Înonuyê daxuyanî hate dayin. Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr di daxuyaniyê de ji ewil bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Qaxizmanê da. 
 
'HDK ZEMÎNA PÊKVEJIYANÊ YE’
 
Aydemîr, da zanîn ku di nava meha dawî de herî kêm 100 HDK’î hatine binçavkirin û ji wan bi dehan kes hatine girtin. Aydemîr, wiha got: “HDK, zemîna pêkvejiyanê ye. Îktîdara ku ji bo tesfiyekirina siyaseta demokratîk bi sala ye darazê weke ço bi kar tîne, li dijî HDK’ê operasyona qirkirina siyasî da destpêkirin. HDK, têkoşîna ji bo jiyaneke aştiyane, wekhev û demokratîk e. Parastina nirxên demokratîk e. Zemîneke civakî û siyasî ya gelên Tirkiyeyê ye. Armanca van operasyonan, krîmînalîzekirina HDK’ê û tunekirina hêviya aştiyê ye. Em ê nehêlin HDK’ê krîmînalîze bikin. Banga me ji bo îktîdarê ew e ku dev ji van operasyonên xwe berde.” 
 
MÊRSÎN
 
Platforma Ked û Demkrasiyê ya Mêrsînê jî li Parka Ozgur Çocukê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Her roja nû, bêhiqûqiyeke nû, em ê neelimin” û “Rejîma qeyûm derbeya li dijî vîna gel e” hatin hilgirtin. Beşdaran, dirûşmên “Qeyûm debe ye, na ji derbeyan re” û “Em ê bi yekitiyê bi ser kevin” berz kirin. Berdevkê Platformê Kemal Goçmen diyar kir ku armanca ji girtin û binçavkirinan ew e ku muxalefeta civakî bê krîmînalîzekirin. Goçmen, anî ziman ku heke zilm û zext hebe dê li dijî wan têkoşîn jî her tim hebe. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş jî bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Qaxizmanê da û got ku dê têkoşîna wan a li dijî zextan bidome. 
 
RIHA 
 
Bi pêşengtiya DEM Partî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Rihayê jî daxuyanî hate dayin. Parlamenterên DEM Partiyê yên bajar Omer Ocalan û Ferît Şenyaşar, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek kes tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî faşîzmê em hemû HDK’î ne” û dovîza “Em hemû HDK’î ne” hatin hilgirtin. Hevserokê DBP’a Rihayê Mahmût Manas diyar kir ku HDK ji bo welatekî demokratîk têdikoşe û ew ê vê têkoşînê bidomînin. 
 
Parlamenter Ferît Şenyaşar jî ev tişt anî ziman: “Em bi îktîdareke faşîst re rû bi rû ne. Daraz veguheriye çoyê îktîdarê. Wezareta Dadê riziyaye. Hevalên me dîl hatin girtin. Li holê tu sûc nînin. Li ser fermanê hatin girtin. Dê hesabê vê bêhiqûqiyê rojekê were dayin. HDK em in, hevalên me rûmeta me ne. Em ê bibin dengê wan.” 
 
'EM JI BIRÊZ OCALAN BAWERIN’
 
Parlamenter Omer Ocalan jî bi bîr xist ku ev demekî dirêj e operasyonên siyasî didomin û axaftina xwe wiha qedand: “Di demên dawî de qala pêvajoyekê tê kirin. Her kes li benda banga birêz Ocalan e. Dikare pêvajoya şer a 40 salan derbasî qonaxeke nû bike. Birêz Ocalan ji bo me hewl dide û belkî di rojê pêş de bangekî dîrokî bike. Lê AKP çi dike. Aştî û şer bi hev re nabin. Em ji birêz Ocalan bawerîn. Em ê heta dawiyê siyaseta demokratîk biparêzin. Kurd, li Rojhilata Navîn aktoreke sereke ne. Operasyonên li dijî HDK’ê dê pêşiya aştiyê bigirin. Tu feydeyê tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Qaxizmanê û operasyonên li dijî HDK’ê ji bo gel nînin. Terka vê siyaseta xwe ya qirêjî bikin. Gelê me li benda banga Rêberê xwe ye, divê AKP guh bide vê bangê.” 
 

Sernavên din

22/03/2025
09:12 Êrişî konsolxaneya Stenbolê ya Iraqê hat kirin
09:09 Yerlikaya: 97 kes hatine binçavkirin
09:05 Endamên Komeleya Kurdistan a Fransayê: Azadiya Ocalan ji bo her kesî girîng e
09:02 HDK'ê Serokê Giştî yê CHP'ê Ozel vexwend Newrozê
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2025'AN
21/03/2025
19:43 Rêveberiya Baroya Stenbolê ji peywirê hat girtin
17:00 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin
17:00 Newroza Amedê bi banga ‘Azadiyê’ bi dawî bû
16:41 Karayilan: Ji bo kongre bicive divê êriş bisekinin
16:35 Ji bo Newroza Îzmîrê bangewazî
16:28 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila kesek hesabên şaş neke, divê Ocalan azad bibe
15:48 Enqere ji bo Newrozê amade ye
15:44 Bakirhan: Siyaseta şaş nagihîne cihê rast
15:43 îfadeya Îmamoglû ya li emniyetê dest pê kir
15:20 Cezayê hefsa malê dan Îsmaîl Saymaz
15:00 Nêçîrvan Barzanî: Em ji bo aştiyê amade ne
14:57 Peyama Talabanî ya ji bo Newrozê: Em aştiyeke mayinde pêk bînin
14:57 Ji Ozgur Ozel peyama Newrozê: Em ê hemwelatiya wekhev bi hev re ava bikin
14:56 Zekiya Alkan li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Posterê mezin ê Abdullah Ocalan li qada Newrozê ye
14:38 Di Newroza Amedê de protokolê govenda azadiyê gerand
14:35 Sebahat Tuncel: Em dixwazin Ocalan azad bibînin
14:28 Peyama Newrozê ya Barzanî: Hêvîdar im ku Ocalan serbest bê berdan
14:22 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hate bîranîn
14:00 Kamaç: Divê li hemberî banga Ocalan gav bên avêtin
13:55 Girtiyên siyasî ji bo Newroza Amedê peyam şandin
13:54 MKG’ê Nûjiyan Erhan bi bîr anî
13:44 Sed hezaran kesan li dengê Abdullah Ocalan guhdarî kir
13:38 ‘Trena Aştiyê’ gihişt Amedê
13:24 Qada Newrozê ya Amedê tije bûye: Daxwaza azadiya Ocalan kirin
13:09 Siyasetmedarên tev li Newroza Amedê bûn: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
12:32 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Li Amedê agirê Newrozê hate pêxistin
12:17 Ji Ekrem Îmamoglû peyama Newrozê
12:13 Cihê Newroza Eskîşehîrê guherî
12:05 Newroza Azadiyê dest pê kir: Bi deh hezaran kes li benda têketina qadê ne
11:51 Her çar aliyên Amedê bûye Newroz!
11:46 Hejmara kesên ji lêpirsîna ÎBB’ê hatin binçavkirin derket 88’an
11:38 Li Amedê Newroza azadiyê
11:22 Kemal Kurkut li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
11:20 Posterên Abdullah Ocalan li qada Newrozê ne
11:07 Şandeya Rêveberiya Xweser bi rayedarên Parlamentoya Danîmarkayê re civiya
10:51 Ji 2 xwişkên rejîma Îranê revandine tu agahî nayên girtin
10:50 Bi hinceta ‘kreşê’ li Îmamoglû lêpirsîna hate vekirin
10:40 Wêneyê banga dîrokî li qada Newroza Amedê hat daliqandin
10:34 Herikîna ber bi qada Newroza Azadiyê ve dest pê kir
10:16 Bi kelecana Newrozê zû bi rê ketin
09:19 Rojnameger Saymaz sewqî edliyeyê hate kirin
09:15 Li Stenbolê xeta metroyê ji rêveberiya şaredariyê hat standin
09:11 Ji bo Newroza Stenbolê armanc milyonek kes in
09:01 Li Konyayê kelecana Newrozê: Em peyama demokratîkbûyîna welêt bidin
09:00 Banga ji bo Newroza Edeneyê
09:00 Baskin Oran: Ji bo çareseriyê pêdivî bi demokrasiyê heye
09:00 ROJEVA 21’Ê ADARA 2025’AN
08:43 Hevşaredar Sefa ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin tehliye bû
20/03/2025
23:14 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Newrozê pîroz kir
22:50 Amed ji bo Newrozê amade ye: Em li benda hemû amediyan e
22:10 Rojbûna Rojîn Kabaîş: Bila sûcdar bên dîtin
16:55 DEM Partî çû serdana ÎBB’ê: Em ji bo aştiyê piştevaniyê didin
16:39 Pervîn Buldan: Kurd dixwazin li ser xaka xwe azad bijîn
16:15 Gelên Mêrdînê bi hev re Newroza xwe pîroz kirin
16:01 Bayindir: Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya Abdullah Ocalan
15:57 Di Newroza Dêrsimê de banga têkoşîna hevpar
15:42 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Ji bo banga Abdullah Ocalan piştgirî
15:37 Newroza Cizîrê: Banga Ocalan rêyeke nû vekir
15:14 Bakirhan bang li îktîdarê kir: Gavan biavêjin
15:12 Li Geverê bi deh hezaran kes Newroz pîroz kirin
14:47 Alî Kenanoglu: Em baweriya xwe bi feraseta darbekar naynin, em bi hêza xwe bawer in
14:39 Qers bi agirê Newrozê germ bû
14:35 Newroza Êlihê: Bêyî azadiya Ocalan encamek jê dernakeve
14:09 Li Bazîdê Newroza biheybet: Bila îktîdar gavê baivêje
13:49 Waliyê Silêmaniyê li Amedê serdana DEM Partî û şaredariyê kir
13:22 Ji Enqereyê ber bi Amedê ve 'Trena Aştiyê'
13:20 Dewleta tirk di 5 rojan de hezar û 145 caran êriş kir
13:11 Di Newroza Êlihê de posterê Ocalan hate hilgirtin
12:57 Ji gelek welatan bi sedan mêvan dê beşdarî Newroza Amedê bibin
12:46 Li bajarê Abdullah Ocalan Newroz dest pê kir
12:33 Daxwaza bila roja Newrozê bibe betlaneya fermî
12:09 Li Geverê qada Newrozê bi coşa gel germ dibe
12:03 Li Êlihê bi hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji 3 rojnamegeran re ceza hat birîn
11:56 Newroza Cizîrê bi coşeke mezin dest pê kir
11:47 Îmamoglû jî di nav de karûbarên îfadegirtinê yên 87 kesan dest pê kirin
11:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li 14 navendan Newroz tê pîrozkirin
10:15 Rojnameger Sever: Li Sûriyeyê hevrikiya Îsraîl-Tirkiyeyê dest pê kir
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barîna berf û şilopeyê hat kirin
09:22 Ber bi Newrozê ve banga 'Kemal ji bîr nekin'
09:03 Banga ji bo beşdariya li Newroza Enqereyê
09:02 'Biha tenê bi berteka gel dikarin kêm bibin'
09:02 Ciwan: Em berxwedanê bi agirê Newrozê re bikin yek
09:00 ROJEVA 20’Ê ADARA 2025’AN
19/03/2025
23:56 Li gelek navendan coşa Newrozê: Bila azadiya Ocalan pêk bê
17:12 Têbiniyên Newroza Wanê
17:12 Newroza bi heybet ya Wanê bi dawî bû
16:19 Polîsan êrişî protestoya CHP’iyan kir: 5 kes hatin binçavkirin
16:18 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya welat bi civaka demokratîk heye
16:12 Rojnamevan Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bîranîn
15:29 Mûş bi agirê Newrozê germ bû: Baweriya me bi Ocalan heye
15:29 Serokên Baroyan dê li Stenbolê civîna awarte li dar bixin