ÎZMÎR - Tehliyeya girtî Mehmet Saît Yildirim ê 30 sal in girtiye bi hinceta "bi tena serê xwe jî bimîne helwesta xwe ya rêxistinî neguherandiye" û "poşman nebûye" 9 mehan hat taloqkirin.
Li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kiriklar a Îzmîrê girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim (73) ê 30 sal in girtî ye, berdana wi ji aliyê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ve 9 mehan hat taloqkirin. Heyetê tehliyeya Yildirimê ku diviyabû di 27'ê Sibatê de bihata berdan bi hinceta "bi tena serê xwe jî bimîne helwesta xwe ya rêxistinî neguherandiye" û "poşman nebûye" 9 mehan hat taloqkirin.
Di rapora der barê Yildirim de hat gotin ku "Di reftar û helwêstên mehkûmî de tu helwest û reftarên bi darê zorê yên weke gef, provokasyon û israr derneketiye holê" jî ji aliyê saziya alîkariya derûnî-civakî ve ji bo taloqkirina berdana wî rapor hat dayîn.
Servîsa ewlekarî û çavdêriyê her çendî nivîsandibû ku Yildirim pirsgirêkeke ewlehiyê dernexistiye holê jî, lê ji bo wî hat gotin ku "çendî bi tena serê xwe di hucreyêd e bimîne jî dest ji helwesta rêxistinî bernedaye..." Ji ber vê der barê wîd e raporeke neyînî hat dayîn.
Serwîsa perwerde û hîndekariyê di rapora xwe de der barê berdana Yildirim de bi hinceta ku beşdarî qurs û xebatên saziyê nebûye, 3 sal in ji pirtûkxaneyê pirtûk negirtine û ji xebatên perwerdehiya girtîgehê sûd wernegirtiye, der barê berdana wî de nêrîneke neyînî nîşan da.
Di biryara taloqkirina berdana Mehmet Saît Yildirim de, hevdîtinên wî yên serdêran re wekî "axaftinên rêxistinî" hatin îdiakirin û li gor raporên serwîsê bi yekdengî biryara "tevgera nebaş" hat dayîn.
REWŞA TENDURISTIYÊ
Yildirim ku di Sibata 1995'an de hat girtin, di sala 1996'an de ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Amedê ve bi îdiaya "xerakirina yekpareyiya dewletê" cezayê muebetê lê hat birîn. Li ser daxwaza Abdullah Ocalan di 15'ê Adara 2015'an de sewqî Girtîgeha Îmraliyê hat kirin. Yildirim 9 rojan bi Ocalan re li Girtîgeha Îmraliyê ma. Piştre ji ber nexweşiya dil sewqî Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê hat kirin. Yildirim ji Bolûyê sewqî Girtîgeha Girtî ya Tîpa D ya Amedê û ji wir jî sewqî Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Odemişê hat kirin. Yildirim di 6'ê Îlona 2018'an de sewqî Girtîgeha Hejmara 1 a Kiriklarê hat kirin. Yildirim ji roja ku sewqî vir hat kirin û vir ve bi gotina "Talîmata wezaretê heye" di hucreya yekkesî de tê girtin.
Li gor agahiya ku parêzerên wî dane, ji bilî nexweşiya dil, pirsgirêkên tenduristiyê yên wekî fitiqa stûyê, hîpertansiyon, nexweşiya arteriosklerotîk, KOAH, pişik û arterioskleroza bi Yildirim re hene. Yildirim ê ku bi taybetî ji ber fitiqa stû zehmetiyê dikişîne, hema bêje nikare pêdiviyên xwe dabîn bike.
Yildirim di pirtûka xwe ya bi navê “9 rojên li Îmraliyê” de behsa 9 rojên ku bi Abdullah Ocalan re ma dike.