STENBOL –Endamên HDK’ê bertek nîşanî binçavkirinan dan û diyar kirin ku ev êrîş li dijî hemû muxalîfan e û gotin ku dê çalakiyên bêîtîatiya sîvîl bidomînin, li hemberî hewldanên krîmînalîzekirinê bêdeng nemînin.
Li 10 bajaran li hemberî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) operasyon pêk hat û herî kêm 52 kes hatin binçavkirin. Gelek nunerên HDK’ê, rojnameger û hunermend hêj di bin çavan de ne û têkildarî dosyayê biryara veşartî dewam dike.
Endamê Lijneya Rêveber a HDK’ê Sedat Şenoglu, Lijneya Rêveber a Meclisa Tenduristiyê ya HDK’ê Alaattîn Tuzer û endama Meclîsa Jinan a HDK’ê Arîfe Çinar têkildarî operasyonê axivîn.
JI BO ÇARESERIYÊ HEBÛNA HDK’Ê FIRSEND E
Şenoglu da zanîn her tim li hemberî HDK’ê êrîş pêk tên û balkêşe ku piştî hevdîtinên li Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêkhatina van operasyon tesaduf nîn e û wiha got: “Demeke ku çareserî û aştî tê nîqaşkirin, hêviyên gel, bindest û kedkaran zêde bûne êrîş pêk tên. Ji ber ku HDK tê wateya xwîşk û biratiya gelan, tê wateya yekitiya gelan hedef tê girtin.” Şenoglu diyar kir ku bi salan e HDK li ser bingeheke qanûnî û meşrû xebatên xwe dimeşîne û ji gelek derdorên cuda hunermend, ekolojîst, ji baweriyên cûda însan endamên HDK’ê ne.” Şenoglu anî ziman ku ger hikûmet çareseriyê dixwaze wê demê hebûna HDK’ê firsendek e.
Sedat Şenoglu da diyar kir ku dê di pêvajoyê de bêhtir li HDK’ê xwedî derkevin û ji bo vê xebatan bimeşînin û bi çalakiyên bêîtîatiya sîvîl bersiv bidin êrîşan û li ber xwe bidin.
GIRÎNGIYA TÊKOŞÎNA HEVPAR
Endama Meclîsa Jinan a HDK’ê Arîfe Çinar da zanîn ku bi van êrîşan dixwazin hemû civakê hedef bigirin, muxalefetê bêdeng bikin û wiha got: “Îktîdar ji bo muxalefetê bêdeng bike van operasyonan pêk tîne. Tirkiye niha di nav krîzeke aborî de ye. Dixwazin bi zext û zordariyan hebûna xwe bidomînin. Îktîdar hatiye asteke wisa ku êdî nikare welat bi rê ve bibe.” Çinan got ku dê xebatên xwe bidomînin û divê hemû hêzên demokratîk li dijî êrîşan bi hestiyar tevbigerin û bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar.
‘EM LI VIR IN BÊDENG NABIN’
Endamê Meclîsa Rêveber a Tenduristiyê ya HDK’ê Alaattîn Tuzer anî ziman ku êrîşa li hemberî HDK’ê li hemberî hemû çepgirt û sosyalîstan pêk hatiye û wiha got: “Îktîdar dixwaze li ser hemû kesên ku li dijî xwe talûke dibîne zextan bimeşîne. Tirkiye her ku di polîtîkaya derveyî welat de tenê dimîne bêhtir êrîşî gelê Kurd û sosyalîstan dike.” Tuzer diyar kir ku dê li hemberî êrîşan bêdeng nemînin û dê têkoşîna xwe bidomînin.
MA / Esra Solîn Dal