WAN – Rojnameger Reyhan Hacioglu di Girtîgeha Wanê de tê girtin û têkildarî îşkenceya ku li Belma Nergîz a li heman girtîgehê dimîne hatiye kirin ji rojnameger Huseyîn Aykol re name şand û 2 rûpelên nameya wê hatiye reşkirin. Ligel astengiyan Hacioglu îşkenceya ku li Nergîz hatiye kirin ji raya giştî re ragihand.
Rojnameger Reyhan Hacioglu di Girtîgeha Tîpa T ya Wanê de tê girtin ji rojnameger Huseyîn Aykol re name şand lê bi hinceta gumanbar hatiye dîtin du rûpelên nameyê hate reşkirin. Hacioglu îşkenceya ku li Belma Nergîz a ku li heman girtîgehê de dimîne hatiye kirin wek nûçe ji Aykol re şand. Lê du rûpelên nameyê tê reşkirin û nayê xwendin.
ÎŞKENCEYA LI BELMA NERGÎZ HATIYE KIRIN
Beşa nameyê ya hatiye reşkirin wiha ye; “Li ku derê dibe bila bibe wek xebatkarên çapemeniya azad em ê bibin dengê kesên ku li hember neheqî û bêhiquqiyê li ber xwe didin. Mixabin li vê erdnîgariya ku mirin, îşkence, tecrîd, neheqî û kedxwarî dewam dike û ji bo derve û hundir eynî ne. Divê em li ku derê bin bibin deng. Ez ê behsa çîroka keseke ku rastî îşkenceyê hatiye û ev jî têrê nake ceza lê hatiye birîn bikim. Belma Nergîz dema tê Wanê serdana hevalên xwe li dijî qeyûm çalakî tên lidarxistin û bi hinceta ku beşdarî çalakiyan bûye tê binçavkirin, di bin çavan de rastî îşkenceyê tê û piştre bi hinceta ku li dijî polîs derketiye salek û 3 meh ceza lê tê birîn. Nergîz di 3’ê nîsana 2024’an de ji aliyê 4 polîsan tê binçavkirin û ewilî wê li wesayîta zirxî siwar dikin. Bi du kelepçeyên plastîk ve li aliyê piştê destê wê kelepçe dikin, li erdê dirêj dikin û Nergîz wiha behsa îşkenceya lê hatiye kirin dike; ‘Êwilî li erdê dirêj kirin û pehn li pişta min xistin. Wê kêliyê yekê jî pora min girt û stûyê min xist. Ez xeriqî me. Dema hatim ser hişê xwe min dît ku tûyê stûyê min kirine. Yekî di wesayîtê de tûpa agirkujê girt û bi wê serê min xist. Yekê jî bênavber li lingê min yê rastê dixist. Piştre serê min zivirandin û sîleyan li min xistin û ev îşkence bi qasî saetekê dewam kir. Ji ber lêdana wan perdeya guhê min qetiya û dîsa xeriqîm. Dema hişyar bûm min dît ku dîsa talîmat didin ku li wesayîta binçavkirinê siwar bikin. Dema ez li wesayîtê peya dibûm yekê bi pehnekê li serê min xist û ji lêva min xwîn hat. Dema min bihîst dê li wesayîta binçavkirinê bêm siwarkirin min fêm kir ku ez ê neyêm kuştin.’ Îşkenceya ku li Nergîz hatiye kirin bi van kirinan sînordar nemaye.”
‘MIN GOT DÊ MIN BIKUJIN’
Nergîz dibin li wesayîteke ku 20 kes lê ne û li vir jî piştî nîv saetê du polîs tên nasnameya wê dipirsin. Dema ku Nergîz dibêje nasnameya min li cem min nîn e, dîsa dibin wesayiteke din siwar dikin. Nergîz dibêje ku min gotiye dê vê carê min bikujin.” Di nameyê de tê gotin ku îşkence li wesayîtê jî dewam dike û polîs li aliyekî îşkence lê dikin û li aliyê din jî çêr û heqaretan lê dikin.
VÊ CARÊ JÎ ÎŞKENCEYA SÊYEMÎN DESTPÊ DIKE...
Piştre ekîba sêyemîn Nergîz digirin û wiha dibêje: “Ekîbeke din hatin ez girtim û birin erebeyeke doblo. Ji ber îşkenceya li min hatiye kirin li wir jî xeriqîm, ew tirsiyan û wan ez birim nexweşxaneyê. Doktor rapor girt û got talûkeya mirinê nîn e, lê ji ber lêdanê stûyê min û pişta min reş bûne, perdeya guhê min qetiyaye û divê ji bo tedawiyê bibin nexweşxaneyeke din. Lê nebirin nexweşxaneyeke din û rasterast birin nezaretxaneyê. Roja din bi awayekî lezgîn hatim girtin.” Piştre 8 sal û 4 meh ceza li Nergîz tê birîn û sedema ceza jî ew e ku di du dîmenan de dibe ku ew kes Nergîz be. Yanê ji ber gumanê 8 sal û 4 meh ceza lê tê birîn.
Lê tişta herî balkêş ew e ku wê derbarê polîsên îşkence li wê kirine serlêdana sûc kiriye, li şûna ku ceza li polîsan bê birîn vê carê jî salek û 3 meh ceza bi hinceta ku li dijî polîsan derketiye li wê tê birîn. Hacioglu di nameya xwe de diyar dike ku Nergîz tenê 2 caran ji bo tedawiya guh dibin nexweşxaneyê û gelek caran daxwazname nivîsandiye ji bilî wê nehatiye tedawîkirin. Ji ber ku di dema îşkenceyê li lingê wê xistine nikare baş bimeşe, êşa stûyê wê dewam dike. Her wiha ji bo xwarinan jî Nergîz pirsgirêkan dijî û tenê dikare beşe xwarinên vegan diyet bixwe.
Beşa nameyê ya derbarê îşkenceyê de hatiye reşkirin û nayê xwendin. Lijneya Dîsîplînê ya Girtîgehê bi hinceta ku ewlehiya girtîgehê dikeve talûkeyê û biryar dane ku 2 rûpelên nameyê bên reşkirin. Her wiha 2 rûpelên ku ‘gumanbar’ nehatine dîtin jî ji Huseyîn Aykol re hatine şandin.