NAVENDA NÛÇEYAN - 229 parêzerên îranî ji bo betalkirina biryara darvekirinê ya Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî bê betalkirin ji daraza Îranê re name şandin.
Nerazîbûnên li dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê ji bo Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî her ku diçin zêde dibin. Di vê çarçoveyê de 229 parêzerên Îranê li dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî nameyek şandin ji serokê dadwerê Îranê. Di nameya parêzeran de banga rawestandina cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî hatiye birîn hat kirin û hate gotin ku divê carek din dosya werin lêkolînkirin.
Di nameyê de wiha hat gotin: “Cezayê ji bo her sê jinan hatî dayîn, ne tenê berovajiyê pîvanên îslamî, mirovî û mafê mirovan e; di heman demê berovajiyê pîvanên navneteweyî yên Îran ya li ser mafê jiyan û pêvajoya yasayê ye. Cezayê her sê jinan wê bandorê li hevsoziya neteweyî û hestên cûdakariyê bike.”
PEXŞAN EZÎZÎ
Hêjayî gotinê ye di 8’ê Çileyê (2025) de Parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kiriye. Her wiha diyar kir belgeyên ku wan ji bo parastina Pexşan Ezîzî pêşkêş kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin.
WERÎŞE MÛRADÎ
Herwiha cezayê darvekirinê ya Werîşe Mûradî ku di rûniştina wê ya di 16’ê Hezîran û 4’ê Cotmeha 2024’an de hate dîtin bi fermî ji parêzerên wê re hatiye ragihandin.
ŞERÎFE MIHEMEDÎ
Di 13’ê mehê de Kampanya ji bo Parastina Şerîfe Mihemedî li ser medya dijîtal ragihand ku di carek din cezayê darvekirinê li girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî hate birîn.
Hate diyarkirin di qonaxa dubare darizandinê de ji aliyê Serokê Liqa 2’yem a Dadgeha Şoreşê ya Reşît, Mihemed Elî Derwêş Goftar ve cezayê darvekirinê ji bo girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî hate pejirandin.