NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir der barê hevdîtina bi Mesûd Barzanî re axivî, diyar kir ku wan peyama Abdullah Ocalan ragihandiye.
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) piştî hevdîtina bi Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî re li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê serdana Kela Hewlêrê kir. Li gel heyetê Waliyê Hewlêrê Umêd Xoşnav jî amade bû. Heyetê der barê dîroka kelehê de agahî girtin.
Hevserokê Giştî ya DBP’ê Keskîn Bayindir der barê hevdîtina Mesût Barzanî de daxuyaniyeke kurt da û got: “Me hem peyama birêz Ocalan û hem jî silavên wî ragihandin. Pêvajoyeke nû hatiye destpêkirin û nêrîn û pêşniyarên birêz Mesût Barzanî yên ji bo aştiyê ji bo me gelek girîng in. Barzanî got ku ew piştgirîya çareserî û aştiya di nav kurdan de dikin. Em ji bo piştgiriya wî spas dikin. Hevdîtinên me dê berdewam bikin."