DÎLOK - Karkerên ku li Herêma Pîşesazî ya Organîze ya Başpinarê li dijî mûçeyên kêm dest ji kar berdan, diyar kirin ku heta daxwazên wan neyên qebûlkirin dê têbikoşina wan bidome û peyama "Em pergala koletiyê qebûl nakin" dan.
Çalakiya greva destjêberdana kar a li dijî mûçeya kêm a nêzî 2 hezar karkerên li Şirecî, Canan, Yalçin Kardeşler Dokuma, Çelikaslan, Boyar Kimya û Has Çuval Sentetîk ên li Herêma Pîşesazî ya Organîze ya Başpinarê ya Dîlokê dixebitin, di roja 11'an de berdewam dike. Karkerên ku li dijî ferzkirina zema ji sedî 30'î dest ji kar berdan, dixwazin mûçeyê wan ji sedî 50'î bê zêdekirin. Walîtiyê jî biryar da ku xwepêşandan û çalakiyên li bajêr 15 rojan qedexe bike. Karkerên dest ji kar berdan daxwazên xwe û biryara qedexeyê nirxandin.
Mehmet Akîf Demîr (24) ê ku ev salek e li Fabrîqeya Yalçin Kardeşlerê dixebite, diyar kir ku mûçeyên ku tên dayîn di bin mûçeyên piyaseyê de ne û wiha got: “Em dixwazin ji sedî 50 zêde bikin. Ji ber vê yekê karker bi rojan e li ber xwe didin. Hemû xebatkar yekgirtî ne. Em ê bi hev re li dijî vê neheqiyê li ber xwe bidin. Em pergala koletiyê qebûl nakin. Bila mehekê bi vî mûçeyê bixebitin. Bi 30 hezarî tu tişt nayê stendin."
Ekrem Demîr ê 9 meh in li Has Çuval Sentetîk Tekstîlê dixebite got: “Em dixwazin pergala koletiyê ji holê rakin. Patron 40 hezar TL ji bo xwarina xwaringehekê didin, lê difikirin ku 10 hezar TL ji bo me zêde ye. Patron dibêje ez 1 TL jî nadim. Hûn kî ne? Em berdêla keda xwe dixwazin. Em mîlyonên we naxwazin. Eger ew ji Xwedê bitirsiyana, wê ev yek nekirana. Dewlet xwe li nedîtinê datîne, zengînan zengî dike, feqîran feqîr dike. Divê dawî li vê bê. Meaşê ku em distînin têra kirêya malê nake."
‘HEVKARIYA WALÎ Û PATRON'
Muhammed Gunur ê ku 15 meh in li Kargeha Tekstîlê ya Çelikaslan a Parlamenterê AKP'ê yê Dîlokê Îrfan Çelikaslan dixebite got: “Tenê daxwaza me ew e ku bi heqdestek adil bixebitin. 25 hezar TL mûçe guncaw tê dîtin. Li kargehên din mûçeya herî kêm 30 hezar e. Ger em rojên yekşemê zêde bixebitin tenê dikarin 30 hezarî bistînin. Lê rojên yekşemê em dixwazin bêhna xwe vedin û wextê xwe bi malbata xwe re derbas bikin. 2-3 hezar TL wekî bonusa cejnê tê dayîn. Li kargehên din ev 10 hezar TL ye. Eger em nexweş bin an dawetek hebe jî, her hefte betlaneya me nayê dayîn. Ji ber ku patronê me parlamenter e, bi walîtiyê re di nava hevkariyê de ye. Bi vê hincetê heya 15 rojan biryara qedexekirina çalakiyan hat girtin. Ew jî nahêlin em ji bo mafên xwe tevbigerin. Li dijî hemû qedexeyan jî em ê dest ji têkoşîna ji bo mafên xwe bernedin."
Serokê Giştî yê Sendîkaya Yekîtiya Karkerên Tekstîlê (BÎRTEK SEN) Mîkaîl Kiliçalp ku piştgirî da çalakiya karkeran, bertek nîşanî biryara qedexeyê ya walîtiyê da û got: "Karker mûçeyên xizaniyê qebûl nakin. Ji ber vê jî 11 roj in li ber xwe didin. Em jî piştgiriyê didin karkeran. Em li cem endamên xwe ne. Serokê me duh ji ber vê hevgirtinê hatibû binçavkirin. Duh li Meydana Demokrasiyê rewşa leşkerî hat îlankirin û destûr nehat dayîn ku karker daxuyaniyê bidin. Biryara qedexeyê ya ku ji aliyê walîtiyê ve hatiye dayîn, biryareke ne hiqûqî ye. Em ê heta dawiyê li cem kedkaran bin.“Divê hemû kedkar piştgiriyê bidin vê berxwedanê."
'DÊ SERÎ NETEWÎNIN'
Parlamentera Partiya Kedê (EMEP) Sevda Karaca ku ji roja ewil ve destekê dide kedkaran got: “Karkar heqdestê xizaniyê qebûl nakin. Ev berxwedan di bin gefên patronan de didome. Ji ber ku karker serî netewandin, walî ket dewrê. Biryara qedexeya walîtiyê tê wateya 'Heke hûn teslîm nebin ez ê bi alîkariya dewletê we bindest bikim.' Karker jî vê yekê qebûl nakin. Biryara qedexekirinê ne hiqûqî ye. Ji ber vê yekê mafê karkeran e ku li hemberî vê biryarê li ber xwe bidin. Walî jî daxwaza hevdîtinê ya karkeran red dike, bi patron re hevdîtinê dike. Walîtiya ku guh dide patronan divê guh bide daxwazên kedkaran. Karkeran ji her derê li dijî biryara qedexeyê dengê xwe bilind kirin. Bila ev ji bo wan bibe derd. Karker heta mafên xwe bi dest nexin wê têkoşîna xwe bidomînin. Her kesê ku li kêleka kedê radiweste, divê li kêleka kedkaran be. Heta ku kedkar bi ser bikevin em ê di nava piştevaniyê de bin."
MA / Emrûllah Acar