Pîrozbahiyên Serê Salê dest pê dikin

img

AMED - Serê Salê ya ku di 13’ê Çileyê de ji hêla gelê Kurd ve tê pîrozkirin, îsal dê li Amedê bi çalakiyên cuda were pîrozkirin. Hevserokê Komeleya Çand û Hunerê Celal Ekîn banga tevlibûna pîrozbahiyan kir.

Gelê Kurd li gorî Salnameya Rumî, şeva 13’ê Çileyê girêdayî 14’ê Çileyê dike weke Serê Salê qebûl dike û pîroz dike. Di pîrozbahiyên Serê Salê de zilam cil û bergên jinan û jin jî cil û bergên zilaman li xwe dikin. Kolan bi kolan digerin û dibêjin “Serê salê pîroz be.” Organîzasyona Sanatça, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, Şanoya Bajar a Amedê û şaredariyên DEM Partiyî dê îsal jî li Amedê Serê Salê bi çalakiyên cuda pîroz bikin. Serê Salê dê bi “kosegelî”, konser û şanoyan bê pîrozkirin.
 
SERÊ SALÊ ÇAWA TÊ PÎROZKIRIN?
 
Hevserokê Komeleya Çand û Hunerê yê Dîcleyê Celal Ekîn, banga tevlibûna pîrozbahiyan li xelkê bajar kir. Ekîn, diyar kir ku ciwan her sal Serê Salê bi coşeke mezin pîroz dikin û wiha got: “Di van pîrozbahiyan de jî zilam dê cil û bergên jinan û jin jî dê yên zilaman li xwe bikin, dê li amûrên muzîkê bixin, bi şahiyan biçin serdana cîranan. Di serdanên malan de daxwaza malbatê çi be ew tê hêvîkirin. Hêviyên weke ‘Serê Salê binê salê, xwedê tu kurekî/keçekî bide vê malê’tên kirin. Her wiha diyarî tên dayin. Kesên tev li çalakiyê dibin jî diyariyan didin hev. Lewma kevneşopiyeke pir kevn e.”
 
Hevserokê Komeleya Çand û Hunerê Celal Ekîn
 
Bi domdarî Ekîn anî ziman ku bi saya tevgera azadiyê ya Kurd, gelê Kurd dîsa li çanda xwe ya li ber tunebûnê vegeriyaye û wiha got: “Bi saya tevgera azadiyê gelê me dixwaze dîrok û zimanê xwe bidomîne. Weke mînak, Newroz çi bû, tu kesî nedizanî. Dihat pîrozkirin lê çima dihat pîrozkirin kesekî nedizanî. Êdî gel xwedî li çanda xwe derdikeve. Ji ewil xwedî li zimanê xwe derketin, piştre li stran û çanda xwe. Bi vî awayî gelek saziyên çandê hatin avakirin.” 
 
‘LI HER CIHÊ KURD LÊ DIJÎN TÊ PÎROZKIRIN’ 
 
Ekîn, bal kişand ser girîngiya çandê ya ji bo gelan û wiha got: “Serê Salê jî çandeke. Ne tenê li Kurdistanê, li her cihê Kurd lê dijîn tê pîrozkirin. Pergal dixwaze gel çanda xwe ji bîr bike û kes xwedî lê dernekeve. Lê em ê çanda xwe bidin jiyîn. Ev çand, fedekarî ye, hezkirin e, bihêzkirina jiyanê û kolektîfkirina jiyanê ye. Divê em vê di nava civakê de xurt bikin. Divê mirov çandên gelan tînin gel hev xurt bike.” 
 
BANGA TEVLIBÛNA ÇALAKIYAN
 
Ekîn, axaftina xwe wiha qedand: “Serê Salê êdî her sal li Amedê tê pîrozkirin. Zêdetir em li Sûrê pîroz dikin. Ciwanên me derdikevin derve û çalakiyên bi xweşiya gel diçin li dar dixin. Bi şev jî saziyên me çalakiyan li dar dixin. Pîrozbahî 3-4 rojan didomin. Di 12’ê Çileyê de dê ciwan bi defê li kolanan bigerin, di 13’ê Çileyê de dê şeveke bicoş were lidarxistin û di 14’ê Çileyê de jî dê li avahiya komeleyê pîrozbahî bê lidarxistin. Em banga tevlibûnê li tevahiya xelkê Amedê dikin.” 
 

Sernavên din

15/01/2025
16:10 Tevî êrişan jî gel Bendava Tişrînê bernade
15:41 Nivîskar Leyla Saraç li Cizîrê bi xwînerên xwe re hat cem hev
15:35 Derket holê ku berpirsê cînayetên li Edeneyê polîs e
15:21 Rapora girtîgehan: Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin
14:54 'Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne'
14:45 HTŞ’ê li Şamê êrişî Kurdan kir
14:24 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
14:21 Erdogan dîsa gef xwar
14:06 Qeyûmî ji her ‘hilbijêrekî xeyalî’ re 2 midûrtî da
14:02 HSD: 18 çete hatin kuştin
13:47 ‘Em ê li dijî qeyûman serî netewînin’
13:33 DEM Partî: Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê
13:26 Şandeya Îmraliyê: Em ê di demekî nêz de serlêdanê bikin
12:08 Bozan: Qeyûm ji bo rantê tayîn kirin
11:29 Abdullah Ocalan: Heke dewlet cidî nêzî min nebe, nikare encama rast bi dest bixe
11:28 Sembola berxwedana jinên kurd
10:55 Erebeya astengdaran nadin girtiyê nexweş
10:54 Li dijî qeyûm li ber xwe didin: Em dev ji îradeya xwe bernadin
10:16 Madeya ku 2 caran hat betalkirin hêj di meriyetê de ye
09:34 Îmzevanên metna aştiyê Ustercî: Pir rast e ku muzakere ji Îmraliyê dest pê bike
09:33 Parêzer Gulîzar Tûncer: Divê pêvajo bê şênberkirin
09:23 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê
09:10 Ji KNK’ê seferberiya Yêkitiya Netewî: Konferanseke netewî Lezgîn û jiyanî ye
09:08 Foza Yûsif: Garantiya yekitiya axa Sûriyeyê em in
09:03 Ahmet Yaman: Xalên ji bo çareseriyê firsendeke mezin pêşkêş dikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÇILEYA 2025’AN
14/01/2025
16:55 Li Êlihê tayînkirina qeyûm hate protestokirin
16:02 Amedsporê giliyê Umît Ozdag kir
15:59 Li Îzmîrê çalakiya nobetê hate destpêkirin
15:31 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Wanê hatin protestokirin
15:31 Girtiyê nexweş: Derman nayên dayin, em terkî mirinê kirin
15:16 Li Sûrê loqenteya gel hate vekirin
15:00 HSD: 28 çete hatin kuştin, 5 erebe hatin îmhakirin
14:29 Ji bo Kasim Taşdogan cezayê strana kurdî
14:21 Bakirhan: Deriyên Îmraliyê vekin
13:51 Bayindir: Hûn an dê çareseriya demokratîk esas bigirin an jî mûxatabiya we namîne
13:22 Li Amedê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan hate vekirin
12:55 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 7’an de didome
12:43 Bakirhan ji Erdogan re got: Hizûra Amedê çareseriya demokratîk e
12:29 Wezîrên HTŞ'ê dê sibê bên Tirkiyeyê
11:28 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Tu agahî ji kolberên hatin binçavkirin nayên girtin
10:23 WANA’yê ji bo Pexşan Ezîzî bang kir
09:24 Paula Martîn Ponz: Fikrên Ocalan dikarin aştiyê bînin hemû cîhanê
09:15 Kocabiyik: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê ziman û mejî biguhere
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:54 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 24’an
08:42 Hevşaredarê Peyasê Dundar ji girtîgehê derket
13/01/2025
21:17 Polîsan êrişî protestokirina qeyûm kir: Girseyê dorpêçê şikand
21:12 Mazlûm Ebdî nûnerê Mesûd Barzanî qebûl kir
20:11 Li Amedê sersal hat pîrozkirin
19:55 Sirri Sureyya Onder: Dema dewlet zelal bibe wê pêvajo dest pê bike
19:33 Li gelek bajaran protestokirina qeyûman: Hûn ê li hemberî vê vînê winda bikin
18:31 Der barê Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar de biryara berdanê
15:29 QSD'ê: Di nava 24 saetên dawî de 23 çete hatin kuştin
15:02 Li Akdenîzê gel guh neda bendan
14:25 Leyla Guven: Em amade ne tevkariyê li pêvajoyê bikin
14:12 DEM Parti: Qeyûm înkarkirina vîna gel e
11:57 Karê ewil ê qeyûm: Wêneyê Erdogan daleqand
11:50 Şaredariya Beşîktaşê hat dorpêçkirin
10:58 Li gundên Geverê operasyona leşkerî
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:46 Xwebûn bi manşeta ‘Êriş û aştî bi hevre nabin’ derket
08:13 Qeyûm tayinî Şaredariya Akdenîzê hat kirin
06:47 Hevşaredarên Akdenîzê hatin girtin: Em biryarê nas nakin
12/01/2025
16:57 Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Amedê rêveberiya xwe diyar kir
16:08 Şahidên 14’ê Tîrmehê: Li dijî qeyûm em bi ruhê zindanê li ber xwe bidin
15:54 Li Îzmîrê pîrozbahiya Serê Salê
15:53 Protestoya li pêşiya edliyeyê didome: Îdiayên vala ne
15:12 HSD: 23 çete hatin kuştin, 36 jî birîndar bûn
15:11 Li Pîranê şitil hatin danîn
14:31 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar diqewimin
14:30 Yuksekdag: Çi bikeve ser milê me em amade ne bi cih bînin
14:29 DBP dê serdema nû bi heman hevserokên giştî bidomîne
14:05 Dayikên Aştiyê li pêşiya edliyeyê çalakiya rûniştinê li dar dixin
12:42 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê çû serdana Fîgen Yuksekdag
12:32 Eren ê 30 sal girtî ma, hat berdan
12:30 Bi hezaran kes li pêşiya edliyeyê ne: Kelûmelên qirtasiyeyê sûc hesibandine
12:23 Bakirhan: Pirsgirêka ewlehiyê ya esasî, feraseta Kurdan tune dihesibîne ye
11:58 Bayindir: Roj roja berxwedan û xwebirêxistinkirinê ye
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriyê divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
11:38 Wekîl û malbat negirtin avahiya edliyeyê
11:12 Kurê girtiyê nexweş Elçîçek: Em ji ber xetereya ser jiyana wî ditirsin
11:11 Endamên DEM Partiyê: Ji bo çareseriyê divê gavên samîmî bên avêtin
10:58 Li Amedê ‘Pirtûkxaneya Berhemên Jinan’ tê vekirin
10:44 Li dijî tecrîdê bedena xwe dabû ber agir: Em li Serokê xwe xwedî derkevin
10:40 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 16’an
10:39 Hevşaredarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:33 Dayikên li dijî hewldana qeyûm li ber xwe didin: Ji vê polîtîkayê çareserî nabe
10:27 7’emîn Kongreya Asayî ya DBP’ê dest pê kir
10:13 'Îftirayên' Akbiyik bi beraatê encam dibin
09:55 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:54 Estukyan: Bi gotinên 'terorîstanê' ve diyalog dewam nake
09:52 Saîpnazarova ya Qazaxistanî: Zimanê Kurdî pir dewlemend e
09:36 Pîrozbahiyên Serê Salê dest pê dikin
09:16 Daştan bi belgefîlma ‘73’yê rastiya Şengalê vegot: Dê xeyalên wî nîvco nemînin
09:00 ROJEVA 12’Ê ÇILEYA 2025’AN
11/01/2025
16:43 Li sê bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî
16:12 Dosyeya Pexşan Ezîzî ji daîreya înfazê ya ceza re hat şandin
16:08 Rojnamegerên hatin qetilkirin li Qamişloyê hatin definkirin
15:44 Ji Nêrgiz Mihemedî ji bo Pexşan Ezîzî bang