ENQERE - Bi boneya meha 111’emîn a Komkujiya Gara Enqereyê de bîranîn hat lidarxistin û hate gotin ku dê têkoşîna edaletê bidome.
Di Mitînga Ked, Aştî û Demokrasiyê ya di 10’ê Cotmeha 2015’an a Enqereyê de DAIŞ’ê êriş kir. Di komkujiyê de 104 welatî hatin qetilkirin. Bi boneya meha 11’emîn a komkujiyê de li pêşiya Gara Enqereyê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn, bi pêşengiya Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê hate lidarxistin. Gelek kes tev li bûn. Kesên beşdarî bîranînê bûn dirûşmên “10’ê Cotmehê ji bîr neke, nede jibîrkirin” û “Na ji şer re, aştî a niha” berz kirin.
‘EV TÊKOŞÎN DÊ TU CARAN BI DAWÎ NEBE’
Hevseroka Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakîncî di bîranînê de axivî û wiha got: “Belê, bi ser komkujiyê re 111 meh derbas bûn û di darizandinên vê pêvajoyê de bi tu awayî daxwaza edaletê nehat cîbicîkirin. Dê têkoşîna me ya edaletê bidome. Em ê bibin neferên vê têkoşîna edaletê. Ji bo em bêhtir destkeftiyan bi dest bixin dê bêhtir hewl bidin. Em ê nehêlin were jibîrkirin û dê her mehê li pêşiya garê bin. Em dîsa li vir in û ev têkoşîn dê tu caran bi dawî nebe.”