STENBOL - Danişîna doza Dayikên Şemiyê û parastvanên mafên mirovan ku 46 kes tên darizandin, hate taloqkirin.
Di çalakiya 700’emîn a Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê de Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan jî di nav de 46 kes hatibûn binçavkirin. 15’emîn danişîna dozê ya Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan ku bi îdiaya "Muxalefeta li hemberî qanûna 2911'an a meş û civînê" tên darizandin, li 21'emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin. Parêzer di danişînê de amade bûn.
Ji ber ku dadger bi destûr bû, danîşîn hate taloqkirin.