STENBOL - Di doza rojnameger Sadik Topaloglû de biryara tehliyeyê hate dayin.
Danişîna ewil a doza rojnameger Sadik Topaloglû ku bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “fînansoriya rêxistinê” dihat darizandin, li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin. Topaloglû û parêzerê wî û nûnerên DFG û MLSA’yê di danişînê de amade bûn.
Topaloglû, li dijî îdiayan parastina xwe kir. Topaloglû, got ku dosyayeke dubare ye, ji vê dosyayê hatiye darizandin û cezayê wî li Dadgeha Bilind e û îdiayên hatine kirin red kir û tehliyeya xwe xwest.
Di dozê de dê îfadeyên şahid Ozgur Baran jî bihatina girtin lê Baran nexwest îfadeyê bide û tu tiştek negot.
Parêzera Topaloglû, Ayşe Canîklî jî da zanîn ku sûcdariyên di beşa hincetê ya îdianameyê de heman sûcdariyên sala 2015’ê ne û got ku nabe ku heman ceza cara duyemîn li miwekîlê wê were birîn. Canîklî, xwest ku miwekîlê wê were berdan.
Dozger xwest rewşa girtî ya Topaloglû bidome.
Parêzerê Topaloglû û Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak jî got ku dosyayeke dubare ye û daxwaza tehliyeya miwekîlê xwe kir.
Dadgehê biryara tehliyeyê da û ji bo li şahidan were guhdarîkirin danişîna dozê taloqî 6’ê Gulanê kir.