* Eren Keskînê diyar kir ku Sakîne Cansiz a li Parîsê hat qetilkirin yek ji jinên herî bibandor bû û wiha got: “Her tim behsa aştiyê û têkoşîna aştiyê dikir. Ez ji fikr û têkoşîna wê ya ji bo mafên jinan û li dijî desthilatdariya mêr gelekî bandor bûm."
* Ahmet Baysoy, di têkoşîna 40 salan de heta kêliya dawiyê jî di nav têkoşîna azadiya Kurd de cihê xwe girt. Hevalê wî yê têkoşînê Mela Kasim wiha vegot: "Çinarek bû, her kes di nava xwe de dihewand. Ji Cûdî zinarek bû, cihê ewlehiyê bû, cihê hezkirinê bû, cihê kedkarî, fedekariyê bû."
* Girtiyê nexweş Fîkret Erden ê ku 5 sal in di girtîgehê de tê girtin, rêveberiya girtîgehê 2 sal in kincên wî yê zivistanê nadê. Dayika wî Sidika Erdenê got: "Her carê reng dikin hincet û ev 2 sal in kincên zivistanê, pêlav û stûmalê nadin û paşve ji me re dişînin."
* Çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamisloyê hatiye destpêkirin dê di roja 27’an de bidome. (12.00-16.00) ZINDÎ
* Şaxa Genel-Îş’ê ya Êlihê dê li dijî avêtina karkeran a ji şaredariyê dê li pêşiya avahiya sendîkayê çalakiya rûniştinê li dar bixe. (12.30)