NAVENDA NÛÇEYAN - Ber bi danê sibehê ve li Erziromê bi mezinahiya 4.5’ê erdhej çêbû.
Li gorî daxuyaniya Daîreya Erdhejê ya Serokatiya Daîreya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD), di danê sibehê saet 04.30’ê de li navçeya Hesenkelehê ya Erziromê bi pileya 4.5’ê erdhej çêbû. Hat ragihandin ku erdhej 14 km’an di bin erdê de çêbûye û li bajarên derdorê jî hate hîskirin. Li gorî lêkolînên ewl, çi ziyanên madî û canî çênebûne.