Di ser mirina biguman a Rojîn Kabaîşê re 84 roj derbas bûn: Midûra wargehê pirs nebersivand

  • jin
  • 09:33 7 Çile 2025
  • |
img

WAN - Di ser mirina biguman a Rojîn Kabaîşê re 84 roj derbas bûn. Lê pirsên wekî cenaze çend roj di avê de ma, destwerdanek ji derve hatiye kirin, şopên derbeyê yên li ser laşê wê ji ber çi bûne û DNA'ya mêr a ku hatiye tespîtkirin aîdî kê ye, hîna bê bersiv in. Midûra wargehê ku di navenda îdiayan de cih digire, li ser mijarê bêdeng ma.

Pirsên der barê mirina biguman a Rojîn Kabaîş a 21 salî ya xwendekara pola yekem a Zanîngeha Wanê Yuzuncu Yilê ya Beşa Pêşketinê ya Zarokan de hîna nehatine bersivandin. Cenazeyê Rojîn Kabaîş a ku 27’ê Îlonê danê êvarê saet di 18.30’an de piştî ku ji Wargeha Keçan a Seyyîd Fehîm Arvasî ya li kampusa zanîngehê derket, careke din agahî jê nehat, piştî 18 rojan li texma gundê Molla Kasim a 20 kîlometre dûrî peravê hat dîtin. 
 
Biryara veşartî ya di dosyeya lêpirsînê de, nûçeyên ku ji aliyê medyaya sereke ve ji bo afirandina têgihîştina "xwekuştinê", windabûna şarja telefonê ya duyemîn a di nav eşyayên wê de, li ser cenaze tespîtkirina DNA ya du mêran, redkirina hevdîtinê ji aliyê hevala wê ya odeyê, piştî windabûna Rojînê bi rojekê ji aliyê rayedarên wargehê ve xeber şandina ji malbatê, gumanên der barê dosyeyêd e xurt dikin. 
 
27-28'Ê ÎLONÊ
 
25 Eylül’de Amed’den üniversite okumak için Wan’a gelen Rojin Kabaiş, babası Nizamettin Kabaiş refakatinde YYÜ kampüsünde bulunan Seyyid Fehim Arvasi Kız Yurdu’na yerleşti. Yalnızca iki gece yurtta kalan Rojin Kabaiş, 27 Eylül akşamı saat 18.30 sıralarında annesiyle görüntülü telefon görüşmesi gerçekleştirdikten sonra markete gitmek için yurttan ayrıldı. Ancak bir daha yurda dönmeyen Rojin Kabaiş’in ailesine yurt yetkilileri tarafından bir gün sonra haber verildi. Bunun üzerine Wan’a gelen kayıp ihbarında bulundu. İhbarın ardından üniversite kampüs sahilinde arama çalışmaları başlatıldı.
 
Rojîn Kabaiş a ku di 25'ê Îlonê de ji bo xwendina zanîngehê ji Amedê hat Wanê, tevî bavê xwe Nîzamettîn Kabaiş li Wargeha Keçan a Seyyid Fehîm Arvasî ya li kampusa YYÛ'yê bi cih bû. Rojîn Kabaiş a ku tenê 2 şevan li yurdê ma, êvara 27'ê Îlonê saet 18.30'an piştî bi diya xwe re bi vîdeoyê bi telefonê axivî, ji yûrgehê derket û biçe bazarê. Lê malbata Rojîn Kabaiş a ku careke din venegeriya yurdgehê, rojek şûnde ji aliyê rayedarên wargehê ve hat agahdarkirin. Li ser vê yekê Wan hate windakirin. Piştî daxuyaniyê li perava kampusa zanîngehê xebatên lêgerînê hatin destpêkirin.
 
CENAZE DI 15'Ê COTMEHÊ DE HAT DÎTIN
 
Di roja 13'emîn a lêgerînê de cara ewil li qeraxa Gola Wanê laçik hat dîtin. Dema ku xebatên lêgerînê li qada ku laçik lê hatibû dîtin zêde bûn, 5 roj şûnde di 15’ê Cotmehê de cenazeyê wê hat dîtin.
 
Di navbera cihê ku Rojîn Kabaîş herî dawî lê hat dîtin û cihê ku cenazeyê wê lê hat dîtin 20 kîlometre mesafe heye. Pisporan diyar kir ku îhtîmaleke pir kêm e ku ev mesafe hatibe derbaskirin. Di navbera her du xalan de Girava Çarpanak û Çarpanak Burnu ya heye. Her wiha ji aliyê pisporan ve hat diyarkirin ku herikîna li Gola Wanê bi awayekî rûtîn berevajî ye. Ev tesbît di nav detayên pêşîn de bûn ku gumanan xurt kirin.
 
ŞIMIKÊN ZER LI KU NE?
 
Di dîmenên ku di kamerayên ewlehiyê de hatin kişandin de tê dîtin ku Rojîn Kabaîş bi şimikên zer ên plastîk ji wargeha ku lê dima derdikeve. Lê belê der barê van şimikên Rojîn Kabaîşê de agahî nehat girtin. Ev yek der barê bûyerê de bêtir pirsan dike. Rojîn Kabaîş piştî xwarina şîvê li wargeha ku lê dima, bi dayika xwe re 11 deqîqeyan bi dîmen axiviye. Ev sohbeta Rojîn Kabaîş a ku bi dayika xwe re, wekî hevdîtina dawî ya bi malbatê re hat tomarkirin. 
 
ÇI TÊ VEŞARTIN?
 
Lê ji ber biryara veşarî ya li ser dosyeyê, Rojîn Kabaîş herî dawî bi telefonê bi dêya xwe re neaxiviye, bi hevala xwe ya odeyê re axiviye ku di qeydên midûriyeta polîsan de ev yek heye. Ne eşkerekirina vê hevdîtinên gumana gelo çi tê veşartind ide der. 
 
DERBÊN LI SER LAŞÊ WÊ
 
Otopsiya Rojîn Kabaîş roja ku cenaze wê hat dîtin li Saziya Tipa Edlî ya Wanê (ATK) hat kirin. Baroya Wanê ya hat ber ATK'ê destnîşan kir ku divê bijîşkekî serbixwe jî beşdarî otopsiyê bibe. Li ser vê yekê bijîşkê ku wekaleta malbatê girt, beşdarî otopsiyê bû. Bijîşk diyar kir ku li pişt çok û li ser pişta Rojîn Kabaîşê derb hebûne û her wiha li derdora stuyê wê jî tiştên neasayî hebûne. 
 
RAPORA OTOPSIYÊ
 
Di rapora otopsiyê de hat derpêşkirin ku sedema mirina Rojîn Kabaîşê "xeniqandin" yanî hat gotin ku Kabaîş di avêt de xeniqiye û têkildarî derbkirin û êrişeke zayendî tu tişt nehatine dîtin. Piştî vê dozgeriyê ji ATK'ê têkildarî dema mirina Kabîşê û dema mayina wê ya di nava avê de rapor xwest. Rapor di 13'ê Kanûnê de hat şandin, lê di vê raporê de agahiyên di rapora berê de cih girtin. 
 
Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê Parêzer Mariye Doğruci Borazan got: “Meraq dikim gelo Rojîn 18 rojan li wê derê mirî ma? An jî ew mirinek bû ku paşê qewimîbû? Ev ji bo me pirsên pir girîng in û dê dosyayê bi awayekî cidî pêş bixin. Di rapora yekem a ATK'ê de der barê vê de tu bersiv nehat dayîn."
 
84 ROJ DERBAS BÛN
 
Di ser dîtina cenazeyê Rojîn Kabaîş re 84 roj derbas bûn, lê dosye hê jî nehatiye zelalkirin. Bi daxuyanî û kampanyayên medyaya dîjîtal hema hema her roj tên kirin, pirsa "Çi hat serê Rojîn Kabaîş?" tê kirin. Lê belê ji ber biryara astengkirinê ya ji aliyê dozgeriyê ve hatiye girtin, parêzer jî nizanin ku di dosyeyêd e çi heye. 
 
LI DIJÎ BIRYARA SÎNORKIRINÊ KAMPANYA HAT DESTPÊKIRIN 
 
Serdozgeriya Komarê ya Wanê di 16’ê Cotmehê de der barê dosyeya Rojîn Kabaîşê de biryara veşarî dabû. Malbata Kabaîş û Baroya Wanê ji bo rakirina vê biryara veşarî serlêdan kirin. Lê serdozgeriyê ev daxwaz red kir. Li ser vê yekê Baroya Wanê ji bo rakirina biryara veşarî dest bi kampanyayê kir.
 
MIDÛRA WARGEHÊ BERSIV NEDA
 
Bav Nîzamettîn Kabaîş di hevpeyvîna xwe ya 3’yê Çileyê ya ji ajansa me re tekez kir ku tê xwestin ku di ser "xwekuştinê" re dosyaya keça wê bê girtin. Bav Kabaîş got: "Me gelek caran xwest ku bi hevala Rojînê re biaxivin, lê midûra wargehê rê li me girt. Keçikê telefona me asteng kir. Yanî tiştekî dizane, ji ber vê jî direve."
 
Me xwest em xwe bigihînin Gerînendeya Wargehê Eda Turkoglu Ugur, lê mixabin sekretara wargehê diyar kir ku Eda Turkoglû Ûgûr naxwaze di vî warî de baixive. 
 
MA / Rûken Polat 
 
 

Sernavên din

20/02/2025
10:42 Çavê Herêma Federe ya Kurdistanê li Îmraliyê ye
10:17 Dayika 92 salî 31 sal in li benda kurê xwe ye
09:49 Gundên wan 35 sal in qedexe ne: Em li benda bangawaziya Abdullah Ocalan in
09:48 Îdareya Taybet a Bajar germavên Basayê pêşkeşî şaredariyên AKP û BBP’ê kir
09:34 'Egîd Roj komkujî kir belge lewma hedef hate girtin’
09:13 Yagiz: Abdullah Ocalan xwedî perspektîfeke ku hevsengan biguherîne
09:12 Onder: Em ê peyaman ji Ocalan re ragihînin
09:06 Bi hinceta ku kanala Medya Haber TV’yê vekirine qehwexane mohr kirin
09:04 'Em ê tifaqa hevpar a gelan ava bikin'
09:01 ‘Divê xalên li ber zimanê kurdî asteng in bên guherandin'
09:00 ROJEVA 20’Ê SIBATA 2025’AN
08:42 Li Amedê berf bariya
08:41 Berxwedana ciwanan a li dijî qeyûm didome
19/02/2025
16:36 Rapora Wanê: Bi destê dewletê maf û azadî hatin binpêkirin
16:16 Nûçegihanê berê yê DÎHA’yê Oglagi hate girtin
15:37 Wezîrê Dadê: Heke ji bo Îmraliyê serlêdan bê kirin em ê destûrê bidin
15:08 Jinên Botanî bertek nîşanî tundiya polîsan dan
15:01 Konseya Ewropayê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
14:46 Qeyûmê Wanê cîgirê midûrê emniyetê tayînî serokatiya daîreyê kir
14:32 Ayşegul Dogan: Divê Gelên Tirkiyeyê peyama gelê Wanê baş fêm bike
14:16 DEM Partiyiyan ber bi Meclisê ve meş li dar xistin
14:16 Mesrûr Barzanî: Ji bo şer bi dawî bibe em amade ne piştgiriyê bidin
14:09 ÎHD’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em bêdeng nabin, natirsin
13:51 Danişîna doza bîranîna 10’ê Cotmehê hate taloqkirin
13:50 Dewleta tirk gundên Til Temir û Sirînê bombebaran kir
13:46 Gundên Amediyeyê hatin bombebarankirin
13:19 DEM Partiyê li Enqereyê çalakî li dar xist: Dev ji zîhniyeta qeyûm berdin
13:16 DEM Partiyê li dijî qeyûman banga berpirsyartiyê li Kurtulmuş kir
12:24 Hevdîtinên DEM Partiyê yên li Awûstralyayê didomin
12:16 Qeyûmê Wanê konteynirên çopê kom kir û kir xurde
11:17 Ji ber yekitiya gelan HDK hedef tê girtin
11:05 Hevdîtinên şandeyê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê bi dawî bûn
10:56 Li girtiyên dema muayeneyê de kelemçe red kirin lêpirsîn vekirin
10:36 Menzione: Sûcê herî mezin ê Tirkiye li dijî Kurdan dike koçberkirina wan e
10:26 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesrûr Barzanî bi dawî bû
10:17 Nameya Reyhan Hacioglu ya hatiye reşkirin
09:42 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesrûr Barzanî dest pê kir
09:39 ‘Divê Kurdî bide zimanê perwerdeyê û xwedî statu be’
09:06 'Hejmara kesên fêm dikim lê nikarim biaxivim pir zêde ye'
09:05 Daxwazên Kurdan û dostên wan zelal in: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:03 Ekmen: Em ê ji bo veguherîna demokratîk tevkariyê bikin
09:00 ROJEVA 19’Ê SIBATA 2025’AN
18/02/2025
21:33 Di êrişên Tirkiyeyê de 18 xwendekar û mamoste hatin qetilkirin
21:03 Bertek nîşanî binçavkirin û girtinan dan: Hûn nikarin pêşî li têkoşîna gel bigirin
16:42 Konseya Bajar a Amedê xwest qanûna qeyûm bê betalkirin
16:35 YNK’ê piştî hevdîtinê daxuyanî da: Tekan rêya çareseriyê diyalog e
16:34 Li dijî serdegirtinan polîsan nobeta çand û hunerê
16:16 MKG’ê bertek nîşan da: Rojnamegerên binçavkirî berdin
16:14 Ji ber êrişên dewleta tirk ên li dijî rojnamegeran ji NY’ê re name şandin
16:14 Êrişa ser Newroz Uysal hate şermezarkirin
15:53 Şande çû serdana Rojnewsê
15:53 'Ma mafê bijartin û hilbijartinê yê gelê Wanê tune ye?’
15:30 Bakirhan: Banga Ocalan dê bibe ‘Nexşerêya’ pêvajoyê
15:22 Di protestoya qeyûm de îşkence: Polîsan mil û tiliyên wî şikandin
15:08 Li Wanê qeyûm hat protestokirin: Em ê destûrê nedin dagirkeriyê
14:18 Şandeya Îmraliyê: Dê hesreta Mam Celal azadî pêk bê
14:18 DBP’ê ji AKP’ê re got: Dev ji têkbirina hêviya aştiyê berdin
13:59 229 parêzerên îranî ji bo 3 girtiyên jin bang kirin
13:54 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga piştevaniyê kirin
13:34 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:33 Kemal Kiliç hat bibîranîn: Pênûsa wî dê li erdê nemîne
13:30 Li Wanê bîlançoya qeyûm: 400 binçavkirî, îşkence û girtin
13:27 Ji çar bajaran ber bi Bendava Tişrînê bi rê ketin
13:21 Ji ber îfadeyên îtîrafkar Akbiyik 6 sal ceza dan Rojda Çîftçî
13:08 Şandeya Îmraliyê çû serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed
12:47 Bakirhan: Îktîdara AKP’ê hewl idde hewldanên ji bo diyalogê sabote bike
12:20 Şandeya Îmraliyê li Silêmaniyê daxuyanî da: Hemû aktorên Kurd dê rolekî dîrokî bilîzin
11:53 Îdiaya di serdagirtina malê de îşkence
11:52 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Bêrîtan Canozerê
11:39 Berteka li dijî binçavkirinan: Em ê serî netewînin
11:26 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bafil Talabanî bi dawî bû
11:15 DFG û DÎSK Basin-Îş’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan
10:47 HDK’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em ê bêdeng nebin
10:41 Zanyara Siyasetê ya ji Rojhilat: Îran li ber hilweşînê ye
10:14 DEM Partî: Zîhniyeta li dijî muxalefeta civakî şer daye destpêkirin dê winda bike
10:10 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bafil Talabanî dest pê kir
09:47 Li Behra Egeyê erdhejeke din çêbû
09:45 Di tevahiya şevê de li dijî qeyûm çalakî hatin lidarxistin
09:05 Li Botanê çanda dengbêjiyê
09:04 Meha pîroz a Elewiyan: Xizir
09:01 Berdevka TJA ya Şirnexê: Ji bo pêşketina pêvajoyê pêşî divê tecrîd bê rakirin
09:01 Ji şaredariya AKP'ê zexta 'endamtiya sendîkaya alîgir'
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2025'AN
08:52 Li dijî HDK û rojnamegeran operasyon: Herî kêm 52 kes hatin binçavkirin
08:51 Çawişekî pispor ê dihat gotin întîhar kiriye mir
17/02/2025
17:08 Li Wanê piştî daxuyaniyê meş hat lidarxistin
17:07 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Firsenda dîrokî Ocalan e
16:18 Saziyên zimên: Perwerdeya bi Kurdî xeta me ya sor a jêneger e
15:44 Kesên li Amedê hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
15:41 Serokê Giştî yê BÎRTEK-SEN’ê hate girtin
15:38 Hevşaredarê Tetwanê Erol hate binçavkirin
14:32 Nêçîrvan Barzanî: Firsendeke girîng û dîrokî ye
14:25 Zeydan: Hûn nikarin vîna gel xesp bikin
14:11 Lêkolîn: Daxwaza ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî ji sedî 97,8 e
14:08 Ji ber êrişan ceyrana 60 gundan tune ye
13:54 Nêçîrvan Barzanî li ser telefonê li Ahmet Turk geriya
13:41 Şandeya CHP’ê li Wanê ye: Em teslîm nebûn û dê nebin
13:36 Rojnameger Şehrîban Aslan beraet kir
12:13 22 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
12:07 Şandeya Îmraliyê: Hevdîtin ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn girîng in