Malbata Rojîn Kabaîşê: Piştî qetilkirin, avêtin avê

  • jin
  • 11:37 5 Çile 2025
  • |
img

AMED - Malbata Rojîn Kabaîşê bertek nîşanî îdiaya “întîharê” da û bal kişand ser nakokiyên di dosyayê de. Malbatê, hevala Rojînê ya odeyê û rayedarên wargehê ji mirina wê berpirsyar dît û ev îdiaye kir: “Piştî qetilkirinê avêtine avê.” 

Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) ya Wanê Rojîn Kabaîş (21) di 27’ê Îlona 2024’an de ji Wargeha Xwendekarên Keç a Seyyîd Fehîm Arvasî derket û piştre tu agahî jê nehatin girtin. Di 15’ê Cotmehê de jî cenazeyê wê 20 km’an dûrî wargehê li qeraxê golê ya Gundê Molla Kasimê hate dîtin. Ji bo lêpirsîna têkildarî mirina biguman a Rojîn Kabaîşê biryara nepeniyê hebû lê tevî vê jî medyaya alîgir ji bo avakirina binhişê “Rojînê întîhar kiriye”, hemû agahî parve kirin. 
 
Malbata Rojîn Kabaîşê jî ji roja ewil heta niha dibêje “keça me întîhar nekiriye lê hatiye kuştin.” Xwişka Rojîn Kabaîşê Elîf Kabaîş û meta wê Ozlem Kabaîş gotin ku lêpirsîneke bibandor nehatiye kirin. 
 
‘RÊVEBERIYA WARGEHÊ BERPIRSYAR E’
 
 
Ozlem Kabaîş bertek nîşanî îdiayên întîharê da û wiha got: “Biraziya min ne keseka wisa bû ku întîhar bike. Dema çûyî zanîngehê pir bikelecan bû. Berpirsyarê mirina wê, rêveberiya wargehê ye. Ji ber ku 17 saet piştî windabûnê agahî dan malbatê. Wê demê berpirsyar ew in. Hem li vê dinyayê hem jî dinyaya din dê destê me bi qirika wan ve be. Em ê dev ji doza Rojînê bernedin. Weke dayikekê ez bangî hevala Rojînê ya odeyê dikim; tu jî dê rojekê bibî dayik. Wê demê dê wijdana te biêşe. Du şarjên Rojînê hene yek nû ye yek jî kevin. Ya nû winda ye û yê kevin jî di nava tiştên wê de ye. Dema hevala Rojînê hatî xwarê amûra şarjê bi xwe re aniye yan na? Dema venegerî ma te qet negot ‘Rojîn li ku ye?’ An tu derewan dikî an jî xwe kerr û lal dikî. Hevala Rojînê û wargeh berpirsyar in. Dema winda bûyî ne wargehê ne jî hevala wê li me geriyan ne jî sersaxî xwestin.” 
 
BAL KIŞAND SER NAKOKIYAN
 
Ozlem Kabaîş, da zanîn ku xebatên lêgerînê li ser Gola Wanê hatibûn zêdekirin û wiha got: “Tu lêgerînên din nekirin û xwestin binhişê întîharê ava bikin. Heke li derveyî avê jî lêgerîn bikirana, dibe ku Rojîn bihata dîtin. Dibêjin întîhar kiriye lê di axaftinên wan de nakokî hene. Li rexekî dibêjin ’18 rojan di avê de ma ye’, li rexa din dibêjin ‘ewqas di avê de bimîne dê yekbûna laş xerab bibe lê xerab nebûye.’ A din jî, heke ewqas dem di avê de ma be, çawa DNA ya du zilaman derdikeve. Anku gotinên wan hev nagirin.” 
 
ÎDIAYA ‘HATE QETILKIRIN’
 
Ozlem Kabaîş, îdia kir ku biraziya wê piştî hatî qetilkirin avêtine avê û wiha pê de çû: “Em ne heqê xwe ne jî yê Rojînê li wan helal dikin. Banga me ji bo her kesî ew e ku bi şefafî û hesas nêzî vê meseleyê bibin. Her carê dosyayê parçe parçe radigihînin. Ji kerema xwe bila şefaf li ser bisekinin. Divê tavilê raporeke rast pêşkeş bikin. Êşa me hêj mîna roja ewil e. Ji ber ku kujerên wê hêj li derve ne. Dema em diçin ser gora wê, em Rojînê ne mirî weke birîndar dibînin. Bila kujerên wê bên dîtin ku di gora xwe de rihet razê. Êdî bes e bila tu Rojînên din neyên qetilkirin.” 
 
'BILA KUJER CEZAYÊ XWE BIKÊŞIN’
 
Xwişka Rojîn Kabaîşê Elîf Kabaîş jî bertek nîşanî îdiaya întîharê da û ev tişt anî ziman: “Xeyala wê zanîngeh bû û 3 salan xebitî. Ma ev hewldan tevek ji bo 2 rojên zanîngehê bû? Cihê lê winda bûyî wargeha dewletê ye. Ji bo navê wan dernekeve dixwazin dosyayê bigirin û dibêjin ‘întîhar kiriye.’ Xwişka min întîhar nekiriye. Em ê dev ji dosyayê bernedin û têbikoşin. Madem xwişka min di bin axê de ye, dê kujerên wê li derve wisa nekarin bigerin. Dê ev kujer cezayê xwe bikêşin.” 
 
'DÎMENÊN WARGEHÊ KÊM IN’
 
 
Elîf Kabaîş, bal kişand ser diyaloga di navbera wê û hevala Rojînê ya odeyê ya piştî windabûna xwişka wê û ev wiha got: “Dema min pirsa ‘gelo ji Rojînê tu agahî hene?’ dikir, digot ku haya wê jê nîne û di wê navberê de radiza. Lê belê bi qasî 15 deqeyan li ser telefonê bi Rojînê re axiviye. Dema min pirsa ‘başe lê çima agahî jê nedihatin girtin te xeber neda me?’ jê kirî jî got; ‘Ma keseka ez du roj in nas dikim çima pê re samîmî bim?’ Bi hevala xwe ya odeyê ya ku ji bo wê dibêje ‘ez pê re samîmî nînim’ re 15 deqeyan li ser telefonê diaxive. Ne agahiyê dide wargehê ne jî me. Anku îfadeyên wê jî yên binakok hene. Dîmenên derketina Rojînê yên ji wargehê hene lê ya wê nînin. Piştre jî dîmenên kêliya telefona Rojînê tê dîtin hene lê beşa kê ew dîmen daniye wir tune ye. Anku dîmen tevek jî kêm in. Her tişt binakok e, wargehê dereng agahî da me. Ez li vir bangî rayedaran dikim; her kê xwişka min qetil kiribe, dixwazim bê dîtin. Qet nebe hindik jî be bila dilê me rehet bibe.” 
 
MA / Heval Onkol - Şîrvan Şîlan Çîl
 

Sernavên din

31/01/2025
13:41 Şîna Zehra Sebatê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:41 Li Edeneyê ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ bangewazî
13:39 Li Sêrtê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
13:15 Pispor: Îdia rast nîne, Zeydan 13 km’an dûrî cihê herêma qedexe bû
12:22 Îfadeya Îmamoglû bi dawî bû
12:20 Li Miksê protestoya rê: Esnafan dikanên xwe venekirin
12:17 Ji 7 bajaran welatiyan berê xwe dan Bendava Tişrînê
12:16 Li Sêrtê 6 binçavkirî hatin berdan
12:03 Malbatên xizmên xwe di şer de winda kirin ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:01 Ji Elewiyan panela ‘aştiyê’: Peyama Abdullah Ocalan hate parvekirin
11:00 Rêveberê payebilind ê El Qaîdeyê li Sûriyeyê hate kuştin
11:00 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Daxwaza girtiyê nexweş Guler a erebeya astengdaran hat redkirin
10:16 Nêrgiz Mihemedî: Têkoşîna li dijî darvekirinê berpirsyartiyeke exlaqî ye
10:11 Hevserokê KNK’ê Karamus: Yekitî ji bo Kurdan mecbûriyete
10:01 Remzî Kartal: Heta sedemên çekdarbûnê ji holê neyên rakirin çek nayên berdan
09:40 'Meseleya kurd ne ew meseleye ku mirov wê daxîne asta çekê'
09:05 Prosedurên fermî yên ji bo 'Stargeha Jinan' temam bûn
09:02 Beriya bimire navê kiryar got: Kiryar serbest e, lê îdianame nehatiye amadekirin
09:01 Banga ji bo konsera 34'emîn salvegera NÇM'ê
09:00 ROJEVA 31’Ê ÇILEYA 2025’AN
30/01/2025
19:57 Li Wanê li dijî êrîşan daxuyanî
19:25 Meşa Dirêj di roja 10’an de gihîşt Parîsê
19:18 Li Sêrtê qeyûm bi meşeke girseyî hat protestokirin
18:34 Dersîm Dag serbest hat berdan
16:37 Ayşegul Dogan ji berdevkê AKP’ê re got: Bila tecrîd rabe
16:13 Ji bo Tişrînê li ser sînorê Nisêbînê nobet tê girtin
15:54 Gundên Girê Spî tên bombebarankirin
15:32 Li pêşiya Şaredariya Sêrtê daxuyanî tê dayin
15:26 Bertek nîşanî girtina Epozdemîr dan: Parastin di hedefê de ye
14:36 Qeyûmê Sêrtê servîsên ji bo gel hatibûn şandin jê stand
14:15 OHD’ê têkildarî 9 şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin rapor amade kir
13:43 Saniye Yuksekdag hate definkirin
13:35 Li dijî êrişan meş hatin lidarxistin: Ev rê ne rêya çareseriyê ye
13:23 Omer Ocalan: Divê îktîdar dev ji zimanê neyînî berde
12:53 Doza Abdullah Zeydan hate taloqkirin
12:52 Berxwedana gel a li Sêrtê ya li dijî qeyûm didome
12:29 Doza Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar hat taloqkirin
12:26 Parlamentera HDP’ê ya berê hate binçavkirin
11:41 Danişînên rojnameger Oruç û Kaya hatin lidarxistin
11:28 Çelenga reş danîn pêşiya wezaretê: Qeyûm tayînî tevahiya welêt hat kirin
11:24 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Qedexeya derketina derveyî welat a rojnameger Gok nehate rakirin
11:23 Di doza rojnameger Boltan de dê mutalaa bê amadekirin
11:21 Xelkê Amedê: Bila statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin
10:32 Bi hinceta ‘fermana çalakiyê’ dest danîn ser xêza zayenda civakî
09:57 Dayikên Sêrtê: Yên çareseriyê dixwazin qeyûman tayîn nakin
09:56 Dibistana terikandî bû cîhê tiryakê!
09:48 Di dema sewqkirinê de 3 rojan xwarin nedan girtiyê nexweş
09:40 Şaredariyên Wanê bi hezaran zarok anîn gel hev
09:31 Ji bo akademîsyeniyê hat bajar lê dev ji dibistanê berda û bû esnaf
09:02 'Divê em ne li bendê bin ku ji devê dewletê çareserî derkeve'
09:01 Unsal: Bêyî gavek bê avaêtin banga 'çekdanînê' ne rast e
09:01 Amadekariyên mitînga Stenbolê: Divê Abdullah Ocalan karibe rola xwe bilîze
09:00 Xebatên 10 mehan ên Şaredariya Sêrtê ku hat xespkirin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Rojnameger Toktaş hate girtin
29/01/2025
20:19 Rojnamevan Selek û Asker bi şertê kontrola edli hatin berdan
20:09 Li Amedê 2 kes hatin girtin
16:59 Bayindir li Sêrtê axivî: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
16:41 Werîşe Muradî: Têkoşîna me ji bo hemû mirovahiyê ye
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Qeyûm, derbeya siyasî ye
15:57 Xwişka Fîgen Yuksekdagê jiyana xwe ji dest da
15:51 Li Bismilê ‘Parka Jiyanê ya Jinê’ hat vekirin
15:12 Bakirhan ji qeyûm re got: Dizo ma tu şerm nakî?
14:55 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin
14:46 Protestoya li Sêrtê didome: Em ê li dijî vê zilmê li ber xwe bidin
14:33 Zambak ê piştî 30 salan hate berdan: Ez serbilind im
14:30 Li Cizîrê perwerdeya ‘Zayenda civakî’
14:23 MSD’ê bi Balyozxneya Swêdê re hevdîtin kir
14:06 Gel tevî êrişan jî 22 roj in li Tişrînê li ber xwe dide
13:56 ESP’ê bertek nîşanî êrişan da: Em bi hev re têbikoşin
13:36 Li Akdenîzê qeyûm hat protestokirin: Hesabên biçûk bi welêt didin windakirin
13:20 HSD: 27 çete hatin kuştin û birîndarkirin
13:09 Zirgan û Tişrîn hatin bombebarankirin
12:53 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm zêde dibin
12:40 Danişîna doza rojnameger Şehrîban Aslan hate taloqkirin
11:47 DBP: Em ê berxwedana xwe mezintir bikin
11:34 21 wekîlan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji YE’yê re name şandin
11:33 Hevşaredarên Sêrtê: Em biryarê nas nakin û paşvegavê naavêjin
11:14 DEM Partî: Li dijî zîhniyeta derbekar em bi hev re têbikoşin
10:19 Waliyê Sêrtê beriya biryara qeyûm xanenavka xwe amade kiriye
10:09 Biraziyê Ahmet Turk di êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest da
09:51 Hevserokên Giştî: Hîlekariya siyasî û demokrasî bi hev re nabin
09:32 Li rûyê qeyûm qîriyan: Qeyûm ji şaredariyê bicehime
09:24 Li Strazburgê mîtînga 15'ê Sibatê: Em ê azadiya Abdullah Ocalan biqîrin
09:23 Di 10 mehan de li 10 şaredariyan qeyûm tayîn kirin
09:07 'Divê Kurdî bibe zimanê fermî'
09:05 Dîmeneke balkêş: Kela Zêrîn
09:01 Ava Gola Wanê kêm dibe
09:00 ROJEVA 29’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:57 Li Sêrtê xespkirina îradeyê tê protestokirin
08:15 Wezareta Karên Hundir têkildarî tayînkirina qeyûm daxuyanî da
08:06 Qeyûm li Şaredariya Sêrtê hat tayînkirin
28/01/2025
21:02 Berxwedana gel a li Bendava Tişrîn didome
20:22 Rojnamevan Pehlîvan hate binçavkirin
19:20 Êrişên li ser rojnamevanan hat protestokirin: Em ê dest ji rastiyê bernedin
16:15 Xelkê Amedê bertek nîşanî êrişan da: Kobanê têk naçe
16:02 Tirkiyeyê Çiyayê Garê bombebaran kir
16:01 Di 157’emîn meha Komkujiya Roboskê de daxwaza edaletê hat kirin