Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Divê binpêkirinen li dijî rojnamegeran bên lêkolînkirin

  • rojane
  • 14:21 31 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bi bîr xist ku rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan di êrişa hewayî de hatine qetilkirin û wiha got: “Divê binpêkirinên li dijî rojnamegeran bên lêkolînkirin.” 

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî têkildarî binpêkirinên li dijî rojnameger û derdorên cuda yên civakê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi sernavê “Li Tirkiyeyê zextên ser muxalefeta aştiyane bi dawî bikin” hate weşandin û hate gotin ku bi zextên li ser parêzer, rojnameger û çalakvanan re tê xwestin muxalefeta aştiyane bê bêzarkirin, tacîz kirin, bêdeng kirin û pergala edaletê di vê çarçoveyê de nebaş tê bikaranîn. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Rojnameger û kesên din ji ber ku mafê xwe yê xweîfadekirinê, xwebirêxistinkirinê û lidarxistina çalakiyan tên binçavkirin û girtin. Hewceye ev sepan tavilê bên bidawîkirin.” 
 
QETILKIRINA DU ROJNAMEGERAN
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bi êrişa hewayî hatine qetilkirin û wiha dom kir: “Rojnamegerên Kurd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan di encama êrişa hewayî ya bi balafirên bêmirov a di 19’ê Kanûnê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatin kuştin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ji ber kuştina rojnameger ji bo mafê azadiya xweîfadekirinê û çalakiyên aştiyane yên li Tirkiyeyê kete nava fikarên mezin. 
 
Ji roja Bîlgîn û Daştan hatin kuştin heta niha protesto hatin qedexekirin, kesên tev li protestoyan bûn hatin binçavkirin û derheqê kesên têkildarî mijarê nêrîna xwe parve kirin an jî li ser medyaya dijîtal axivîn jî lêpirsîn hatin destpêkirin. Di 20’ê Kanûnê de hêzên ewlekariyê li Wanê nehiştin çalakvan bicivin û 10 jê rojnameger herî kêm 55 kes binçav kirin. Binçavkirî, di heman rojê de hatin berdan. Di 21’ê Kanûnê di dema protestoya li Stenbolê de jî polîsan 59 kes binçav kirin, 7 jê rojnameger bi giştî 9 kes hatin girtin. Baroya Stenbolê û hin kom û kesan bi daxuyaniyan xwestin kesên di çalakiyên protestoyî de hatin girtin û binçavkirin bên berdan. Derheqê baroyê, kom û kesan de jî lêpirsîn hate destpêkirin.” 
 
‘DIVÊ BINPÊKIRIN BÊN LÊKOLÎNKIRIN’
 
Bi domdarî wiha hate gotin: “Bi zextên li ser parêzer, rojnameger û çalakvanan re tê xwestin muxalefeta aştiyane bê bêzarkirin, tacîz kirin, bêdeng kirin û pergala edaletê di vê çarçoveyê de nebaş tê bikaranîn. Bi vê yekê re Tirkiye berpirsyartiyên xwe yên dikevin çarçoveya hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî binpê dike. Rayedarên Tirkiyeyê divê van kesên tenê ji ber mafên xwe yên mirovan bi awayekî aştiyane bi kar bînin hatin binçavkirin û girtin, tavilê berdin. Rayedar, divê derheqê hêzên ewlekariyê yên li dijî rojnameger û çalakvanên din de binpêkirinên mafên mirovan dikin, tavilê lêpirsîneke berfireh, serbixwe, bêalî, şefaf û bibandor bidin destpêkirin. Hewceye kesên berpirsyartiya wan di van binpêkirinan de heye jî bi darizandineke adilane derxîne pêşberî edaletê û di heman demê de rê bide ku mexdûr xwe bigihînin edalet û hiqûqê. 
 
Rojnameger û kesên din ji ber kul mafên xwe yên xweîfadekirinê, xwebirêxistinkirinê û çalakiya aştiyane bi kar anîne lewma hatine binçavkirin û darizandin. Divê rayedar demildest vê sepana xwe bi dawî bikin û mafên mirovan ên her kesî biparêzin. Baroya Stenbolê û kesên din tenê ji ber ku mafên xwe bi kar anîne û erkên pîşeya xwe pêk anîne, pergala edaletê li dijî wan weke çekekê tê bikaranîn. Divê rayedar dev ji vê rêbaza xwe berde û demek beriya demekî lêpirsînên cezayî yên derheqê wan de betal bike. 
 
BINÇAVKIRINÊN BI KEYFΠ
 
Di 21’ê Kanûnê de bi sedan polîsên hêzên çevîk li Stenbolê, destûr neda ku rojnameger û saziyên civakî daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Li gorî komeleyên parêzeran ku nûnertiya kesên hatin binçavkirin dikin, di navde rojnameger û nûnerên saziyên civakî bi giştî 59 kes li qada Şişhaneyê ya Stenoblê binçav kirin. Bi piraniya kesên hatin binçavkirin, di heman şevê de hatin berdan. Dozger 14 kes bi daxwaza girtinê sewqî 3yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Stenbolê kirin. Di nava wan de 7 rojnameger hatin girtin. Rêxista Efoyê ya Navneteweyî, ji ber angaştên der barê Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) de bi fikar e. Vê gefa li dijî komeleyê wekî li dijî azadiya ramanê dibîne. Hiqûqa navneteweyî diyar dike ku pêwiste daxuyanî û civînên ku ji raya giştî re neyên astengkirin û bên parastin. Biryara Qeymeqamê Beyoglu ya der barê DFG’ê de ku têkiliya wê bi kesên çekdar re çêdike, ne li gorî pîvan e û li dervê rastiyê ye. 
 
Dema polîsan kes binçav kirine, destê wan li pişt wan kelepçe kirine û tundi li wan kiriye. Muameleya pir xerab li wan kiriye. 
 
Dema polîsan rojnameger binçav kirine, di otobusa polîsan de gef li wan xwarine. Dema  parêzer 3 rojnamegerên jin ziyaret kirine, rojnamegeran diyar kirine ku lêgerîna tazî li wan ferz kirine û nêzîkatiyên xerab nîşanî wan daye. Di 22’ê Kanûnê de 7 rojnameger dema 2 rojnamegerên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin kuştin, bi hinceta wêneyên wan rakirine bi angaşta ‘Propaganda rêxistinê kirine’ hatin girtin. 
 
Li aliyêdin Serdozgerê Komarê yê Stenbolê der barê Baroya Stenbolê ku têkildarî kesên hatine binçavkirin daxuyanî dabûn, lêpirsîn da destpêkirin. 
 
Dîsa ji ber T24’ê nûçeyên DÎSK Basin-Îşê û DFGê yên der barê rojnamegerên hatin kuştin de nûçe çêkiribû, lêpirsîn hat destpêkirin. Der barê Gerînendeya Weşanê ya Gerçek Gundemê Seyhan Avşar a ku der barê rojnamegerên hatin kuştin de li ser medyaya dijîtal agahi parve kirin, lêpirsîn hat destpêkirin. 
 
Li Amed, Mêrsîn û Enqereyê û gelek bajaran li dijî kuştina du rojnamegerên kurd çalakî hatin lidarxistin û li ser sinor daxuyanî hatin dayîn. Lê evdaxuyanî li gelek cihan rasti astengî û zextên polîsan hatin."

Sernavên din

06/01/2025
09:30 Li Wanê rêyên 493 gundan hatin girtin
09:00 ROJEVA 6’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:47 Xwebûn bi manşeta ‘Nexşeya 2025’an diyar kir’ derket
05/01/2025
15:44 Emîne Şenyaşar li ser sînorê Kobanê bang kir: Bila ev zilm bi dawî bibe
15:27 Gurgîn Oktar piştî 30 salan hate berdan
14:54 Ekolojîst li ser sînorê Qamişloyê ne: Rojava modêla çareseriya Rojhilata Navîn e
14:24 'Em hêza xwe ji paradîgmaya Abdullah Ocalan digirin’
13:50 DBP dê meşa xwe bi hevserokên giştî yên heyî re bidomîne
13:48 Tulay Hatîmogûllari: Divê şertê aştiyê azadiya Ocalan be
13:07 Derket holê ku ‘Wezîrê dadê’ yê li Şamê kujer e
12:27 ‘Heke ji bo Gulistan Doku edalet pêk bihata niha Rojîn û Narîn dê bijiyan’
12:20 Hesabên X’ê yên MA, JINNEWS û Yenî Yaşamê hatin astengkirin
12:16 Abdullah Ocalan: Divê Tirkiye bi Kurdan re yekitiya demokratîk esas bigire
11:37 Malbata Rojîn Kabaîşê: Piştî qetilkirin, avêtin avê
11:24 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Çareserî, vekirina deriyên Îmraliyê ye
Keskîn Bayindir: Dê têkoşîna me heta azadiyê bidome
11:01 Cengîz Aktar: Li Sûriyeyê her tişt dê li gorî daxwaza Enqereyê nebe
10:35 ‘Heta tecrîd ranebe çareserî nabe’
09:59 Bekaroglû: Divê Meclis sererastkirinên rê li ber demokratîkbûnê vedikin çêbike
09:18 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jiyana me her tim şer bû’ derket
09:15 Aldar Xelîl: Çareseriya li Sûriyeyê bi projeya Neteweya Demokratîk pêkan e
09:00 Li ANKA-DER'ê serdema qeydên nû dest pê dike
09:00 ROJEVA 5’Ê ÇILEYA 2025’AN
04/01/2025
16:49 'Şertê yekem ê aştiyê azadiya Abdullah Ocalan e'
16:47 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê di çalakiyê de ne
15:55 'Rojava ji bo hemû cîhanê model e'
15:46 Jinên di qedexeyên derketina dervê de hatin qetilkirin li ser gora xwe hatin bibîranîn
14:58 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:36 Rapora 2024'an a DFG'ê: 5 hezar û 260 nûçe hatin astengkirin
14:24 Li bakurê Tişrînê şerekî dijwar diqewime
13:25 Ji bo birayên Efeoglû yên di binçavan de hatin windakirin doza edaletê kirin
13:07 Jinên li Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
12:32 Li Rojhilatê di 2024’an de 63 kolber hatine qetilkirin
10:58 Îranê di rojekê de 9 kes bi dar vekirin
10:54 Li Edeneyê karkerek jiyana xwe ji dest da
10:29 Li Dêrazorê 3 zarok ji ber mayinê birîndar bûn
09:30 Xwendekar dixwazin mirina biguman a Rojîn Kabaîşê bê ronîkirin
09:23 Rengê Xelfeliyê diguhere
09:04 Mexmûriyên ku di çalakiya nobedê de ne: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2025'AN
03/01/2025
18:25 Dayikên Aştiyê Baroya Stenbolê ziyaret kirin
16:20 Li ser sînorê Kobanê bang kirin: Israra di têkoşînê de dê bi xwe re serkeftinê bîne
15:54 Li gundên Minbicê pevçûnên dijwar hene
15:38 Nobeda li sînorê Qamişloyê: Ger hûn jidil bin hûn ê guh bidin vîna çareseriyê
14:54 KCDP’ê rapora 2024’an weşand: 394 jin hatin qetilkirin
13:45 Çalakvanên ser sînorê Kobanê: Her peyva Ocalan dê aştiyê ava bike
13:08 Dewleta tirk bi SÎHA’yan avahiya şaredariyê hedef girt
13:07 Tanrikulu yê CHP’î: Dê helwesta me ya ji bo diyalogê bidome
13:04 Bi hezar kes li ser sînorê Kobanê meşiyan: Dê berxwedana Rojava bi ser keve
12:00 Xelkê Kobanê ji bo HSD û YPJ’ê seferber bû
11:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:33 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyona salane eşkere kirin
11:29 Kaya ê di protestoya qeyûm de hate girtin qala îşkenceyê kir
11:11 Wezîrên Fransa û Almanyayê li Şamê ne
10:46 Gel ji bo meşa ser sînor li Pirsûsê kom bû
10:45 Bernameya Şandeya Îmraliyê ya Meclisê diyar bû
10:28 Serokê Baroya Amedê: Ji bo çareseriyê em amade ne peywirê li xwe bigirin
09:47 Baroya Mêrdînê li dijî biryara qeyûm serî li dadgehê da
09:42 HDK û DEM Partiyê ji bo aştiya civakî zend û bend badan
09:41 Li Tunusê keştiyên penaberan noqî avê bûn: 27 kes mirin
09:26 Rojnamevan Şah: Dê şerê xetên bazirganî û enerjiyê berbelav bibin
09:25 Bavek û 2 jê nexweş 4 kur
09:06 Çi bû ji Rojîn Kabaîşê: Çima hevala wê naaxive?
09:03 'Ger hêviya ji bo aştiyê hebe divê ji bo mafê hêviyê gavên zelal bên avêtin'
09:01 Di têkoşîna azadiyê de 3 jin: Dê neyên jibîrkirin
09:00 ROJEVA 3’YÊ ÇILEYA 2025’AN
02/01/2025
21:26 HSD: Tirkiye tevî koma paramîlîter 'Huras El Din' êrişî Minbic û Bendava Tişrînê dike
21:20 Endamê Meclisa DEM Partiyê Rohat Guvercîn hate girtin
16:58 DAKAP çû serdana malbata Rojîn Kabaîşê: Divê berpirsyar bên darizandin
16:54 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin
16:47 HSD’ê banga diyalogê kir
16:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî bi dawî bû
16:29 Rapora girtîgehan: Êrîş, kelepçekirin, lêgerîna tazî
15:48 Rojnameger Yalçin sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hate kirin
15:47 Ji bo tevlibûna meşa li ser sînorê Kobanê bang hate kirin
15:33 Dayikên Aştiyê: Ji bo şer bi dawî bibe divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
15:11 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî dest pê kir
14:59 Li Zanîngeha Dîcleyê ji bo Rojîn Kabaîşê çalakî hat lidarxistin
14:45 Onder ji bo pirsa têkildarî hevdîtina bi Erdogan re got: Li ser tê axaftin
14:45 Navenda Parastina Mafên Rojnamegeran: Girtina produksiyonan biryareke siyasî ye
14:20 Weqfa Aştiyê: Ji bo Tirkiye ji prangayên xwe rizgar bibe firsendek çêbû
14:05 Bi hezaran kes ber bi sînorê Qamişloyê ve meşiyan: Banga Ocalan li muxalefetê kirin
13:36 Hevdîtina şandeya DEM Partiyê û Kurtulmuş dest pê kir
13:33 Muameleya xerab li girtiyê nexweş Aksaç hate kirin
13:27 HSD: SNHR sûcên dewleta tirk vedişêre
13:26 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar
12:38 Karnameya azadiya çapemeniyê ya Tirkiyeyê
12:17 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:16 Qeyûmên Êlih û Dêrsimê karker ji kar derxistin
12:03 Çalakvanên ser sînorê Qamişloyê: Divê hevdîtin bidomin û dewlet gavan biavêje
11:31 Mêdêa derdikeve turneya Kurdistanê
11:20 'Divê Yekitiya Baroyan rola xwe bilîze û li dijî tecrîdê derkeve'
11:15 Şandeya Îmraliyê dê biçe serdana Bahçelî û Kurtulmuş
11:14 Kurkçu banga berpirsyartiyê li sosyalîstan kir
10:45 Ozgur Ozel: Ez ji bo pêvajoya nû dibêjim ‘erê’
10:07 Li Zaxoyê 2 wesayît bi SÎHA’yan hedef hatin girtin
10:03 Dayika Sêvê Demîr: Xeyalên keça min li Rojava dijîn
09:58 Ji bo meşa ber bi sînorê Kobanê ve banga tevlibûnê
09:08 Demîrel ê OHD'î: Mafê hêviyê wê bibe gava ewil a dilsoziyê
09:07 'Em ê bi hev re Rojavayê biparêzin'
09:03 Francesca Baruffaldi: Serbestberdana Abdullah Ocalan dê bibe gava ewil a demokratîkbûyînê