Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Amedê hatin derbkirin

  • rojane
  • 11:54 24 Kanûn 2024
  • |
img

AMED - Di 20’ê Kanûnê de li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Amedê di qawîşan de lêgerîn hate kirin. Di dema lêgerînê de girtî hatin derbkirin û der heqê wan de du lêpirsînên disiplînê yên cuda hatin destpêkirin. 

Di 20’ê Kanûnê roja înê de li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Amedê di qawîşan de lêgerîn hate kirin û girtî di hucreyên yekkesî de hatin derbkirin. Di heman rojê de hevdîtina vekirî hebû û malbatan di hevdîtinê de hay ji rewşê bûn. Malbatan têkildarî mijarê serî li Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Hikûmxwaran re (TUAY-DER) û Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) a Amedê dan û alîkariya hiqûqî xwestin. 
 
Hevjîna girtî Nazim Ocal, Sûltan Ocal da zanîn ku hevjînê wê û hevalên wî hatine derbkirin û wiha got: “Hevdîtin piranî saet derdora 10.40’ê dihat kirin lê em 2 saetan hatin sekinanidn. Em li dijî vê derketin û me pirsa ‘Hûn çima me didin sekinandin’ jê kir. Ji me re gotin; ‘Lêgerîn heye, bisekinin.’ Piştre em girtin hundir. Min ji hevjînê xwe pirsî bê çi bûye. Got; ‘Li qawîşan lêgerîn kirin. Hemû alav û amûrên me belav kirin û pê lê kirin. Ez û hevalên din ên li qawîşa min birin hucreyên yekkesî. Li wir destên min zivirandin û qirika min şidandin. Em li wir hatin derbkirin.’ Keça min xwe avêt stûyê hevjînê min lê hatibû derbkirin û got stû û milên wî diêşin. Lewma dema keça min ew hembêz dikir, jê xwest hinek baldar be.” 
 
MIDÛRÊ GIRTÎGEHÊ HEVDÎTIN NEKIR
 
Sûltan Ocal, da zanîn ku ev demekî dirêj e binpêkirinên li girtîgehan didomin û wiha pê de çû: “Hevjînê min got; ‘Zilmê li me dikin, bila her kes hay ji vê hebe. Di demên berê de jî pirsgirêk derdixistin lê îcar êdî tundiyê dikin.’ Ji bo pirsgirêkan derxînin tiştên girtî ji kantînê digirin 1-2 hefteyan desteser dikin û diavêjin sergoyê. Kalorîferan hil nakin. Weke xizmên girtiyan me bertek nîşan da û me xwest bi midûrê girtîgehê re hevdîtinê bikin. Lê belê midûr hevdîtin qebûl nekir. Em banga hestiyariyê li raya giştî dikin.” 
 
OHD Û BARO ÇÛN SERDANÊ 
 
Li ser serlêdana malbatan, Baroya Amedê û parêzerên endamên OHD’ê çûn serdana girtiyên duh hatin derbkirin. Parêzerên bi girtiyan re hevdîtin kirin dan zanîn ku di dema lêgerîna qawîşan a di 20’ê Kanûnê de heqaret li girtiyan hatiye kirin, ji pişt ve hatine destkelemçekirin û birine hucreyên yekkesî. Parêzeran, got ku li vir lêgerîna tazî li girtiyan hatiye ferzkirin, solên wan bi darê zorê derxistine, du saetan tazî hatine sekinandin û piştre gef lê xwarine. 
 
DER HEQÊ GIRTIYAN DE LÊPIRSÎN HATE DESTPÊKIRIN 
 
Parêzeran, destnîşan kirin ku piştî hevdîtina vekirî girtî birine nexweşxaneyê lê tevî şopên derbkirinê jî rapor nehatiye nivîsandin. Her wiha parêzeran anî ziman ku derheqê girtiyên hatine derbkirin de bi îdiayên “Lêgerîn asteng kirine” û “Dirûşm berz kirine” du lêpirsînên disiplînê yên cuda hatine destpêkirin. 
 
MA / Şîrvan Şîlan Çîl 
 

Sernavên din

02/01/2025
09:02 Xebatkara Şîrketa Gizingî Berbeyan Tewar Adil: Ev êriş li dijî azadiya jinê ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2025'AN
01/01/2025
17:22 'Gava şênber a pêvajoyê azadiya Ocalan e'
15:49 Li Tişrînê pevçûn, li Tebqayê bombebaran
15:17 Ji bo rojnamegerên îtalî ku li Îranê hat girtin bangewazî
14:46 Li ser sînorê Kobanê nobed didome
14:40 Taziyeya Baysoy bi girseyî hate ziyaretkirin
13:40 Li ser sînorê Kobanê nobed di roja 10’emîn de didome
13:25 Qeyûm 26 karkerên din jî ji kar derxist
13:19 Ji Hunergaha Welat klîbeke nû: Gujje Çemê Me
13:18 Li Qereqozaqê SÎHA’yeke Tirkiyeyê hat xistin
13:04 MKG’ê bertek nîşanî girtina Kompanya Gizîngê Berbeyan da
12:47 Li ser Ukraynayê sewqiyata gazê hat rawestandin
12:39 Buhayê abonetiya gaza xwezayî hat zêdekirin
12:38 Senatorê fransî: Modela Rojava ji bo avakirina Sûriyeyê referans e
11:45 Di sala nû de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan
10:50 Der barê ekolojîstan de lêpirsîn hat vekirin
10:49 Li Colemêrgê zext tevahiya salê dewam kirin
09:48 Piştgirî ji bo peyamên Ocalan: Em ê piştgiriyê bidin her gava bê avêtin
09:37 Serdana Girtîgeha Panosê kir: Li ser laşê girtiyan şopên îşkenceyê hebûn
09:19 Rojnameger Germiyanî: Di hikûmeta nû de PDK û YNK dê hebin
09:18 Tifaqa gundekî li hemberî cinawirekî: Gurê Manco
09:01 Nobeda li sînor: Ha Kobanê ha Pirsûs
09:00 Canpolat: Divê Abdullah Ocalan bi hemû derdoran re hevdîtinê bike
09:00 ROJEVA 1’Ê ÇILEYA 2025’AN
31/12/2024
16:43 Şerîfe Mihemedî rakirin nexweşxaneyê
16:38 Der heqê 16 parlamenteran de 26 fezleke pêşkeşî Meclisê hatin kirin
16:30 Budak ê tehliyeya wî 2 caran hatibû astengkirin hate berdan
15:21 Li Seravê Navenda Jiyanê ya Jinan hate vekirin
15:16 Di çalakiya ser sînor de piştgirî dan peyama Abdullah Ocalan
14:50 Qeyûmê Dêrsimê 9 kes ji kar derxist
14:45 ‘Divê her kes li dora peyama Ocalan bibe yek’
14:37 IFJ: Di 2024'an de 122 rojnameger hatin kuştin
14:32 Ji Weşanxaneya Aramê 17 pirtûk
14:21 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Divê binpêkirinen li dijî rojnamegeran bên lêkolînkirin
13:26 Gundên Biradostê hatin bombebarankirin
13:13 Nobeta li ser sînorê Pirsûs-Kobanê di roja 9’an de didome
13:13 Pira Qereqozaqê û xaçerêya Sirînê tê bombebarankirin
12:33 Piştî 32 salên dîlgirtinê hat bajarê xwe
11:48 Baysoy ê jiyana wî bi têkoşînê derbas bû wefat kir
11:44 Biryarên Komîsyona OHAL’ê di tûrikê kîjan saziyê de ne?
10:26 KCK: Nêrînên Rêbertî wê di sala nû de bibe pisûleya me ya têkoşînê
10:24 Mele Bîlgîn: Ger aştî û demokrasî hebe dê welat pêş bikeve
10:23 Îmzevanên Bangawaziya Aştiyê: Hevdîtina Îmraliyê ji bo hemû aliyan peyamek e
09:23 Hevserokê DEM Partiyê yê Gebzeyê hate binçavkirin
09:22 Ji Mandela heya Ocalan kampanyaya azadiyê
09:17 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan ev salek û nîvin nobetê digirin
09:10 Li Heskîfa nû bi navê jiyanê tiştek tune ye!
09:09 Ji Tirkiyeyê heta Sûriyeyê: Elewî tim di hedefê de ne
09:04 Li dijî qedexe û astengiyan berxwedana çand û hunerê domiya
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2024'AN
08:46 Li Xezeyê zarok ji sermayê jiyana xwe ji dest didin
30/12/2024
16:46 Cendirmeyan xwest dadgehê bilezûbez asteng kir
16:09 Ji bo rojnamegerên girtî pirtûk hatin şandin
16:08 Fahriye Ceylan piştî 32 salan hate berdan
15:37 Mehmet Ocalan: Divê hevdîtin bidomin
15:27 Saliha Aydenîz: Pêvajo bi naskirina statûya Rojava dikare dest pê dike
15:11 Ji bo Zeynep Aslan şîn hate danîn
14:46 Li ser sînorê Kobanê bang kirin: Divê xwedî li peyama Rêbertiyê derkevin
14:35 Kedkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
14:03 Wezaret dê li dijî biryara der heqê Nevzat Bahtiyar de îtîrazê bike
14:01 TJA: Hevdîtina Îmraliyê hêza îradeyê nîşan da
13:11 Girtiyan ji bo xwedîderketina li Rojava bang kirin
13:08 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:07 NPG'ê bîlançoya sala 2024'an eşkere kir
13:07 Li Şamê lîstikên dewleta tirk
12:22 DEM Partî: Em ê di sersalê de daxuyaniyeke berfireh bidin
12:03 ‘Ocalan careke din nîşan da ku hêza çareseriyê ye'
11:24 Xwebûn bi manşeta ‘Rojava dilê Kurdan e’ derket
11:03 Li 3 noqteyên sînor dê çalakiyên girseyî bên lidarxistin
10:57 Melayên tev li nobetê bûn: Têkoşîna ji bo mazluman ferz e
10:24 Giliyê Osman Taşdemîr li baroyê kir: Rastî tacîz û gefên wî hatim
09:59 Tevî cerdevanan got ‘me kuştiye’ jî dosyaya Yaginli hate girtin
09:05 Bi milyonan di tevahiya salê de li her derê bang kirin: Ji Abdullah Ocalan re azadî
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2024'AN
29/12/2024
17:26 'Ocalan ji sala 1998’an heta niha ji bo çareseriyê amade ye’
16:40 OHD û MED TUHAD-FED: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin
15:50 Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Divê muxatab peyama Îmraliyê esas bigirin
15:24 'Divê îradeya çareserî û aştiyê ya Abdullah Ocalan esas were girtin’
15:19 DFG û MKG dê ji rojnamegerên girtî re name û pirtûkan bişînin
14:48 Nobeta li ser sînorê Kobanê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:26 Pervîn Buldan: Ocalan xwest her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê
14:12 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Abdullah Ocalan balê dikişîne ser berpirsyartiyeke dîrokî
14:08 DBP: Divê xwedî li perspektîfa çareseriyê ya Ocalan were derketin
13:48 Hejmara kesên di qezaya balafirê ya Koreya Başûr de mirin derket 174’an
13:35 'Cezayê dane Nevzat Bahtiyar wijdana gel rehet nekir’
12:50 Kolberekî ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da
12:35 Girtiyê nexweş Burhan Adsiz rakirin nexweşxaneyê
12:11 Li Wan û Colemêrgê rêyên 214 gund û mezrayan hatin girtin
11:49 Hunermendan ji bo Rojava bang kirin: Em bibin dengê azadiyê
11:31 Abdullah Ocalan: Ji bo Tirkiye û herêmê dem dema aştî, demokrasî û biratiyê ye
10:47 ‘Em ê heqdestê hejariyê qebûl nekin’
10:45 'Bêdengiya li hemberî êrîşan hevpariya sûc e'
10:21 Welatiyên Bazîdê: Çareserî, azadiya Abdullah Ocalan e
10:10 10 sal piştre li heman cihî bang kirin: Dê Kobanê nekeve
09:43 Li Koreya Başûr qezaya balafirê: Herî kêm 122 kes mirin
09:42 Hejmara 96’an a Kovara Jinê derke
09:24 Ji bo Kurdî fikra hevpar: Divê em bêhtir bên cem hev
09:14 Kampanyaya ‘Azadiyê’ dê di 2025’an de jî bênavber bidome
09:04 Li Sûriyeyê firsend û hevsengiyên nû