Halîde Turkoglû: Roj roja parastina şoreşa jinê ya Rojava ye

  • rojane
  • 11:02 22 Kanûn 2024
  • |

ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû diyar kir ku ew ê rê nedin DAIŞ û yên mîna wê dîsa bên zindîkirin û sûcên wan bên rewakirin û wiha got: “Parastina şoreşa jinê ya Rojava, parastina aştî, azadî, wekhevî û jiyanê ye.”

Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navenda giştî ya partiyê civiya. Berdevka Meclisa Jinan Halîde Turkoglû beriya civînê axivî.   
 
Halîde Turkoglû, ji ewil rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji hêla dewleta tirk ve hatin qetilkirin bi bîr anî û wiha got: “Cîhan û Nazim ne tenê ji ber ku heqîqet bi me re parve dikirin lewma, ji ber ku polîtîkayên şerê taybet ên li Rojava teşhîr dikirin lewma hatin qetilkirin. Dê pênûsa Cîhan û Nazim ên bi kamera û pênûsên xwe şahidiya jinên rojavayî, berxwedana gelkirin li erdê nemîne.” 
 
‘BILA ÎKTÎDAR DAXUYANIYÊ BIDE’ 
 
Halîde Turkoglû, diyar kir ku ew li bendê ne ku îktîdar têkildarî qetilkirina rojnamegeran daxuyaniyê bide û wiha pê de çû: “Em vê êrişa li dijî rojnamegerên di rêya heqîqetê de lanet dikin û dibêjin ‘Hûn nikarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin.’ Em endamên Kombûna Jinan a Zenûbiyayê yên li Minbicê ji hêla çeteyên SMO’yê yên girêdayî Tirkiyeyê jî bi bîr tînin. Em ê her tim bi jinên li Sûriyeyê dijîn û têkoşîna wan re bin. Em ê destûrê nedin çete, şoreşa jinê ya Rojava di nava tarîtiyê de bifetisînin.” 
 
‘EM Ê JIYANA AZADÎXWAZIYA JINÊ BIPARÊZIN’ 
 
Halîde Turkoglû, wiha domand: “Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe em her tim li dijî polîtîkayên şer ên îktîdarên mêrserdest ên kapîtalîst derketin, me li ber xwe da û piştevanî mezin kir. Bila gumana kesekî jê nebe ku em îro jî bi heman bîr û baweriyê dê xwedî li jiyana azadîxwaziya jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin derkevin. 
 
EM Ê NEHÊLIN ÇETE DÎSA BÊN ZINDÎKIRIN 
 
Têkoşîna ji bo bidawîkirina êriş û gefên ser Rojava, rojeva me ya sereke ye. Ji ber ku em baş dizanin ku ev îktîdar van êrişên ser Rojava ji ber dijminatiya li Kurdan dike. Êrişeke li dijî destkeftiyên jina ye. Siyaseta xwe ya navxweyî û derve li ser bingeha vê dijminatiyê ava kiriye. Bila îktîdara siyasî baş bizane ku em ê destûrê nedin ku van êrişan rewa bike. Em ê destûrê nedin ku çeteyên DAIŞ’ê û yên mîna wê ku li Şengal, Kobanê, Rojava komkujiyên jinan kirin, jin kirin kole û li bazaran firotin û sûcên wan bên rewakirin. Em, îktîdara ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xwe re weke gefekê dibîne û bi destê çeteyên xwe êrişî jiyana azad û wekhev dike hişyar dikin; dibe ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo modêla we ya rêveberiyê ya yekperest, zayendperest, milîtarîst gef be lê ji bo me jinên jiyaneke azad û wekhev diparêzin gef nîne. 
 
Jiyana ku jinan, Kurdan, Ereban, Ermenan, Çerkezan, Tirkmenan û baweriyên cuda li wir ava kirin çawa dibe gef? Ev 10 sal in kengî êrişî welat kirine? Em îktîdarê hişyar dikin; xwedîkirina DAIŞ’ê û bermayên wê xwedîkirina yekperestî, zayendperestî û dijminatiya jinan e. Bendewariya we ya ji van çeteyan, welat ber bi karesatê ve dibe. Siyaseta ku dê vî welatî ser pêyan bigire ne siyaseta li ser dijminatiya gelê Kurd û jina ye, siyaseta aştiyê ye. 
 
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ 
 
Rêya avakirina aştiyeke birûmet, rakirina tecrîda mutleq a li ser birêz Abdullah Ocalan e. Esasgirtina çareseriya pirsgirêka Kurd û vekirina deriyê pêkvejiyanê ye. Vekirina rêya aştiya birûmet, vekirina pêşiya têkoşîn azadî û wekheviyê ya jina ye. Tundî û xizaniya li ser jinan ne bi siyaseta şer lê bi siyaseta aştiyeke birûmet dikare çareser bibe. Siyaseta îktîdara siyasî ya 22 salan ku tecrîd veguherandiye rejîmekê, îflas kiriye. 
 
KOMKUJIYÊN JINAN
 
Biryarên daraza mêr, dibin sedema jiyana jinan. Doza Ayşe Înceyol a salek berê li gundê Azakli yê Têlî yê Mûşê hatibû qetilkirin, nîşaneya vê ya herî pêşçav e. Ayşe, salek berê li naverasta kolanê hate revandin û destdirêjî lê hate kirin. Tevî îfadeyên wê, yên şahidan û rapora tipa edlî jî faîlê tecawizê Cîhan Erol hate berdan. Vî faîlî piştre komkujî pêk anî. Ayşe, bav û kekê wê qetil kir û dayika wê birîndar kir. Kurteya pergala edaletê ya vî welatî, qetilkirina Ayşeyê ye. Ev îktîdara ku bi polîtîkayên necezakirinê cisaretê dide faîlan, bi biryar3en xwe tundiya li dijî jinan rewa dike. 
 
DI 11 MEHAN DE 399 JIN HATIN QETILKIRIN
 
Heke Peymana Stenbolê îro di meriyetê de bûya, dê di 11 mehan de 399 jin nehatine qetilkirin. Yên ku ji bo pêşîlêgirtina van cînayetan qanûnên pêwîst dernexistin û daraz berpirsyarên van cînayetan e. Yên xwe ji Peymana Stenbolê vekişandin û jin bê parastin hiştin berpirsyarên van cînayetan e....  Em ê destûrê nedin rewakirina cînayetên jinan. Em ê ji her demê bêhtir xwedî li maf û jiyana xwe derkevin. 
 
SALEKE TIJE TÊKOŞÎN Û BERXWEDAN 
 
Jinên hêja; li dijî êrişên îktîdara faşîst a AKP-MHP’ê yên li dijî maf û desteftiyên me, em di tevahiya salê de li kolanan bûn, em têkoşiyan û me li ber xwe da. Me got; ‘Her dem berxwedan, her dem azadî’ û me qadên 8’ê Adarê tije kirin. Di hilbijartinên 31’ê Adarê de ne bi paradîgmaya xwe ya rêveberiyên herêmî yên azadîxwaziya jinê bi vê îktîdarê da windakirin. Bi parastina destkeftiyên xwe em prgala xwe ya azadîxwaziya jinê ava dikin. Di çarçoveya kampanyaya ‘Em ji bo jiyaneke azad û wekhev biisrar in-xwe birêxistin dikin’ de em bi rêxistinên jinan re hatin gel hev. Li nav zeviyan, li atolyeyên tekstîlê û hwd. em li dijî kedxwariyê bi jinan re hatin gel hev. Li dijî xizanî, bêkarî û kedxwariya li dijî jinê me li her derê têkoşîna xwe mezin kir. Li dijî qeyûmên îradeya jinan xesp kirin, em li dora paradîgmaya xwe ya azadîxwaziya jinê civiyan û me bi berxwedana xwe nîşan da ku dev ji destkeftiyên xwe bernadin. Di 25’ê Mijdarê de me got ‘Em ji bo jiyaneke azad û wekhev biisrar in-li dijî tundiya mêrdewletê serî hil didin-li gel hev in’ û daketin qadan. Me got ku em li dijî siyaseta şer a îktîdara mêr serdest in û me careke din ji hemû cîhanê re ragihand. Niha jî ji bo aştiyeke birûmet, em li cem jinên pêşengtiya çalakiya nobetê ya ser sînor in. 
 
Roj roja mezinkirina piştevaniya bi jinên rojavayî re ye. Roj roja mezinkirina têkoşîna li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Parastina şoreşa jinê ya Rojava parastina aştiyê ye. Parastina azadî û wekheviyê ye. Parastina jiyan û xwezayê ye. Parastina pêkvejiyanê ye. Banga me ji bo hemû rêxistinên jina ye; wer in em bi hev re li dijî siyaseta şer derkevin, ji bo avakirina aştiya bi pêşengtiya jinan vê têkoşînê mezin bikin. Li dijî êrişên ser jiyana nû ya bi pêşengtiya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin, em li dora felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ hev bigirin û piştevaniya bi jinên rojavayî re mezin bikin. Gumana nîne ku bi vê bawerî û biryardariyê dê sala 2025’an ji bo me bibe sala avakirina aştiyeke birûmet.” 
 
 

Sernavên din

16/01/2025
14:38 Kaloyê Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Pêkhateyan piştgirî dan kampanyayê
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Danişîna rojnamegeran hate taloqkirin
12:55 Tulay Hatîmogûllari: Heke dewlet xeta diyalogê pêş bixe dê çareserî bibe
12:52 Jinên li Tişrînê li ber xwe didin: Em ê rê nedin dagirkeriyê
12:36 Pervîn Buldan: Ocalan dê ji bo jinan bangekî taybet bike
11:29 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê: Mercên azadiyê yên Abdullah Ocalan pêk bînin
11:14 HDK’ê kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ da destpêkirin
10:56 Prof. Cavalli: Heta garantî neyê dayin tu wateya banga berdana çekan nîne
10:47 Ji bo Hevşaredara Hênê ceza hat xwestin
10:46 Doza Abdullah Zeydan taloqî 30’ê Çileyê hat kirin
10:21 'Divê muxalefet ji bo çareseriyê têbikoşe’
09:38 Meteorolojiyê ji bo barîna berfê xelkê Serhedê hişyar kir
09:34 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat birin edliyeyê
09:21 Nexweşxaneyê ji ber 40 hezar deyn pitika filistînî 'dîl' girt
09:19 Bihayê motorînê hat zêdekirin
09:14 Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Bîrdal: Divê gavên pêbawer bên avêtin
09:00 Têkoşîna heqîqetê ya Kalo didome
09:00 Ceza li kesên tev li merasîma cenaze ya Mîr Perwer bûbûn hat birîn
09:00 Dîwarê medreseya ku nehat restorekirin hilweşiya
09:00 ROJEVA 16’Ê ÇILEYA 2025’AN
15/01/2025
16:10 Tevî êrişan jî gel Bendava Tişrînê bernade
15:41 Nivîskar Leyla Saraç li Cizîrê bi xwînerên xwe re hat cem hev
15:35 Derket holê ku berpirsê cînayetên li Edeneyê polîs e
15:21 Rapora girtîgehan: Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin
14:54 'Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne'
14:45 HTŞ’ê li Şamê êrişî Kurdan kir
14:24 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
14:21 Erdogan dîsa gef xwar
14:06 Qeyûmî ji her ‘hilbijêrekî xeyalî’ re 2 midûrtî da
14:02 HSD: 18 çete hatin kuştin
13:47 ‘Em ê li dijî qeyûman serî netewînin’
13:33 DEM Partî: Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê
13:26 Şandeya Îmraliyê: Em ê di demekî nêz de serlêdanê bikin
12:08 Bozan: Qeyûm ji bo rantê tayîn kirin
11:29 Abdullah Ocalan: Heke dewlet cidî nêzî min nebe, nikare encama rast bi dest bixe
11:28 Sembola berxwedana jinên kurd
10:55 Erebeya astengdaran nadin girtiyê nexweş
10:54 Li dijî qeyûm li ber xwe didin: Em dev ji îradeya xwe bernadin
10:16 Madeya ku 2 caran hat betalkirin hêj di meriyetê de ye
09:34 Îmzevanên metna aştiyê Ustercî: Pir rast e ku muzakere ji Îmraliyê dest pê bike
09:33 Parêzer Gulîzar Tûncer: Divê pêvajo bê şênberkirin
09:23 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê
09:10 Ji KNK’ê seferberiya Yêkitiya Netewî: Konferanseke netewî Lezgîn û jiyanî ye
09:08 Foza Yûsif: Garantiya yekitiya axa Sûriyeyê em in
09:03 Ahmet Yaman: Xalên ji bo çareseriyê firsendeke mezin pêşkêş dikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÇILEYA 2025’AN
14/01/2025
16:55 Li Êlihê tayînkirina qeyûm hate protestokirin
16:02 Amedsporê giliyê Umît Ozdag kir
15:59 Li Îzmîrê çalakiya nobetê hate destpêkirin
15:31 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Wanê hatin protestokirin
15:31 Girtiyê nexweş: Derman nayên dayin, em terkî mirinê kirin
15:16 Li Sûrê loqenteya gel hate vekirin
15:00 HSD: 28 çete hatin kuştin, 5 erebe hatin îmhakirin
14:29 Ji bo Kasim Taşdogan cezayê strana kurdî
14:21 Bakirhan: Deriyên Îmraliyê vekin
13:51 Bayindir: Hûn an dê çareseriya demokratîk esas bigirin an jî mûxatabiya we namîne
13:22 Li Amedê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan hate vekirin
12:55 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 7’an de didome
12:43 Bakirhan ji Erdogan re got: Hizûra Amedê çareseriya demokratîk e
12:29 Wezîrên HTŞ'ê dê sibê bên Tirkiyeyê
11:28 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Tu agahî ji kolberên hatin binçavkirin nayên girtin
10:23 WANA’yê ji bo Pexşan Ezîzî bang kir
09:24 Paula Martîn Ponz: Fikrên Ocalan dikarin aştiyê bînin hemû cîhanê
09:15 Kocabiyik: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê ziman û mejî biguhere
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:54 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 24’an
08:42 Hevşaredarê Peyasê Dundar ji girtîgehê derket
13/01/2025
21:17 Polîsan êrişî protestokirina qeyûm kir: Girseyê dorpêçê şikand
21:12 Mazlûm Ebdî nûnerê Mesûd Barzanî qebûl kir
20:11 Li Amedê sersal hat pîrozkirin
19:55 Sirri Sureyya Onder: Dema dewlet zelal bibe wê pêvajo dest pê bike
19:33 Li gelek bajaran protestokirina qeyûman: Hûn ê li hemberî vê vînê winda bikin
18:31 Der barê Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar de biryara berdanê
15:29 QSD'ê: Di nava 24 saetên dawî de 23 çete hatin kuştin
15:02 Li Akdenîzê gel guh neda bendan
14:25 Leyla Guven: Em amade ne tevkariyê li pêvajoyê bikin
14:12 DEM Parti: Qeyûm înkarkirina vîna gel e
11:57 Karê ewil ê qeyûm: Wêneyê Erdogan daleqand
11:50 Şaredariya Beşîktaşê hat dorpêçkirin
10:58 Li gundên Geverê operasyona leşkerî
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:46 Xwebûn bi manşeta ‘Êriş û aştî bi hevre nabin’ derket
08:13 Qeyûm tayinî Şaredariya Akdenîzê hat kirin
06:47 Hevşaredarên Akdenîzê hatin girtin: Em biryarê nas nakin
12/01/2025
16:57 Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Amedê rêveberiya xwe diyar kir
16:08 Şahidên 14’ê Tîrmehê: Li dijî qeyûm em bi ruhê zindanê li ber xwe bidin
15:54 Li Îzmîrê pîrozbahiya Serê Salê
15:53 Protestoya li pêşiya edliyeyê didome: Îdiayên vala ne
15:12 HSD: 23 çete hatin kuştin, 36 jî birîndar bûn
15:11 Li Pîranê şitil hatin danîn
14:31 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar diqewimin
14:30 Yuksekdag: Çi bikeve ser milê me em amade ne bi cih bînin
14:29 DBP dê serdema nû bi heman hevserokên giştî bidomîne
14:05 Dayikên Aştiyê li pêşiya edliyeyê çalakiya rûniştinê li dar dixin
12:42 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê çû serdana Fîgen Yuksekdag
12:32 Eren ê 30 sal girtî ma, hat berdan
12:30 Bi hezaran kes li pêşiya edliyeyê ne: Kelûmelên qirtasiyeyê sûc hesibandine