AMED - AYM’ê têkildarî serlêdana Îsmaîl Kardaş ê ji hêla polîsan ve hatibû îşkencekirin biryar da û got: “Qedexeya muameleya xerab hatiye binpêkirin.” Tevî biryara AYM’ê jî di lêpirsîna derheqê polîsên îşkence kirin tu pêşketin çênebûn.
Ji ber “Doza KCK’ê” ya li Amedê hat lidarxistin û vetokirina 12 namzetên serbixwe ji hêla Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), di sala 2011’an de çalakî hatin lidarxistin. Welatiyê bi navê Îsmaîl Kardaş jî di 22’yê nîsana 2011’an de bi îdiaya “Her çend endamê rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye” hate girtin. Kardaş, li yekîneya binçavkirinê, di wesayîta hêzên “ewlehiyê” de, li korîdora nexweşxaneyê û li odeya bijîşk hat îşkencekirin û derbkirin. Ji ber îşkenceya di dema binçavkirinê de, Kardaş di sala 2020’ê de bi rêya parêzera xwe Rehşan Bataray Saman serlêdana şexsî ji bo Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. AYM’ê têkildarî serlêdanê biryara xwe da. AYM’ê got “Qedexeya muameleya xerab hatiye binpêkirin” û “aliyên madî û usûlî yên qedexeya ezyetê hatine binpêkirin.”
Parêzer Rehşan Bataray Saman têkildarî pêvajoya dozê axivî.
‘HÊJ BIENCAM NEBÛYE’
Rehşan Bataray Saman, da zanîn ku muwekîlê wê di 19’ê nîsana 2011’an de piştî êrişa polîsan a li dijî çalakvanan hatiye binçavkirin, di wesayîtan polîsan de, li yekîneya binçavkirinê, li nexweşxaneyê û li odeya bijîşk rastî îşkenceyeke giran hatiye. Rehşan Bataray Saman, wiha domand: “Dosyaya miwekîlê min pir zû biencam kirin lê dosyaya îşkenceyê hêj teqez nebûye. Kesek jî nehatiye cezakirin. Serlêdana me ya têkildarî îşkenceyê bêendam man, pir bi demê re veman û raporên heyî hatin paşguhkirin lewma me gelek caran îtîraz kir. Ji ber îşkenceyê daxwaza me ew bû ku sewqî ATK’ê were kirin. Jixwe bijîşkê wê kêliyê muayene kirî jî sewqî ATK’ê kir. Îşkence û muameleya xerab a lê hatiye kirin bi raporên bijîşkan eşkere ye.”
'BI DEMÊ RE VEHÊLANDIN’
Rehşan Bataray Saman, anî ziman ku têkildarî serlêdanên wan tenê derheqê peywirdarên “ewlehiyê” yên miwekîlê birin nexweşxaneyê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û wiha pê de çû: “Bi salan piştre îfadeyên wan hatin girtin. Kirariyên teşhîsê htain kirin û ji sûcê ‘birîndarkirina sivik’ hatin darizandin. Jixwe biryara beraetê dan. Me îtîraz kir û got ku delîl hene û sûcê îşkenceyê hatiye kirin û li ser vê yekê biryar hate betalkirin. Lê demekî pir dirêj li Dadgeha Cezayên Giran hate vehêlandin. Dîsa biryarên beraetê hatin dayin, betal bûn û dom kirin. Bûyer di sala 2011’ê de qewimî lê darizandin heta 2020’ê domiya. Tevî ku sûcê îşkenceyê hebû û ev sûc hatibû tespîtkirin jî, inyeteke cezakirinê ya meqamên darazê tune bû. Dema doz didomiya, derheqê van kesan de lêpirsîna disiplînê jî nehatibû destpêkirin û peywira xwe domandin.”
'AYM’Ê BIRYARA BINPÊKIRINÊ DA’
Rehşan Bataray Saman, bi lêv kir ku bi van sedeman serî li AYM’ê dane û wiha bi dawî kir: “AYM’ê di biryara xwe de got kul hêzên ewlekariyê qedexeya muameleya xerab û ezyetê binpê kirine, derheqê wan de teqîbat û lêpirsîneke bibandor nehatiye kirin, darizanin pir bi demê re hatiye vehêlandin, delîl nehatine komkirin û biryara binpêkirinê da. Li Tirkiyeyê polîtîkaya necezakirinê heye. Careke din vekirina dozê ji bo me serkeftineke mezin e. Ji bo vê me têkoşîneke mezin da. Dosya pir dirêj ajotibû lewma biryara demborînê dan. Me li dijî vê serî li îstînafê da. Heke em ji vê serlêdanê jî encamekê negirin, em ê dîsa serî li AYM’ê û DMME’yê bidin.”
MA / Mujdat Can