Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bayram û Tekîn pirsîn

  • rojane
  • 13:46 9 Mijdar 2024
  • |

STENBOL - Dayikên Şemiyê cara 1024'an çûn Qada Galatasarayê û li aqûbeta Mehmet Şîrîn Bayram û Ramazan Tekîn ên 28 sal in aqûbeta wan nayê zanîn pirsîn. 

Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin û qetilkirin bipirsin û xwest kujer bên darizandin cara 1024'an li Qada Galatasarayê hatin cem hev. Gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiya Dayikên Şemiyê bûn. Dayikên Şemiyê qurnefîl û wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mehmet Şîrîn Bayram û Ramazan Tekîn ên 28 sal in aqûbeta wan nediyar hat pirsîn. Li ser navê girseyê keça Fehmî Tosun ê di bin çavan de hat windakirin Jiyan Tosun daxuyanî xwend.
 
'DIVÊ QEYÛM BI DAWÎ BIBIN' 
 
Jiyan Tosun anî ziman ku welat ji çareserî û aştiyê zêdetir ketiye nava pirsgirêkan û yek ji van pêkanînan jî tayînkirina qeyûman e û destnîşan kir ku bi tayînkirina qeyûman nirxên mafên mirovan û demokrasiyê hatine binpêkirin. Jiyan got, “Ji bo parastina nirxên aştî, mafên mirovan û demokrasiyê, weke pêwîstiyeke berpirsyariya me ya sivîl; Divê pratîka qeyûman bê rawestandin. Em bang dikin ku şaredariyên bi dengê gel hatine hilbijartin demildest bên dayin. Em daxwaza xwe ya ji bo Tirkiyeyeke demokratîk dubare dikin ku dê aqûbeta windayên me bê eşkerekirin û kiryar bên darizandin û cezakirin."
 
'EV 28 ÇARENÛSA WAN DI TARIYÊ DE YE' 
 
Jiyan Tosun diyar kir ku di çalakiya xwe ya vê hefteyê de ji bo Mehmet Şîrîn Bayram û Ramazan Tekîn ê 28 sal in aqûbeta wan nediyar e hatin cem hev. Diyar kir ku malbata Mehmet Şîrîn Bayram ji bo bibin cerdevan zext li wan hatiye kirin û gundê wan hatiye şewitandin û ji ber wê jî neçar mane koç bikin. Jiyan Tosun wiha dewam kir:"Mustafa Bayram bi kurê xwe Şîrîn re çûbû Kocaeliyê û di înşaetê de dixebitî. Şîrîn ê 18 salî ji malbata xwe re gotiye keçeke ku jê hez dike heye. Malbat li hev civiyan û axaftin qut bû. Şîrîn ji bo peywirê ji Kocaeliyê hat malê. Di 2'ê Mijdara 1996'an de çû serdana apê xwe yê ku li gund dima. Dema ku tarî bû ji bo şeva xwe derbas bike çû mala xizmê xwe Ramazan Tekîn ê li gundê Demîrcî yê Pasûrê û danê sibehê rêwîtiya xwe bidomîne. Di şeva 2'ê Mijdara 1996'an de leşker û cerdevanan bi ser mala Ramazan Tekîn ê 65 salî de girt. Ramazan Tekîn û Mehmet Şîrîn Bayram ê ku li malê mêvan bû hatin binçavkirin. Tevî ku malbatên girtiyan agahdar kirin ku birin Qereqola Jendermeyan a Navçeya Pasûrê û 5 rojan li midûriyeta polîsan hatin ragirtin jî, midûriyeta ku serî li wan da jî ev bersiv da: “Me ew negirtiye."
 
CERDEVANÊN KU ŞÎRÎN BAYRAM GIRTIN: FETTAH Û CUMALΠ
 
Jiyan Tosun diyar kir ku malbatê ji cerdevanên ku nas dikin agahî xwestiye û got cerdevanê bi navê M.B, Mehmet Şirin Bayram bi çavên girtî biriye Qereqola Cendirmeyan a Navçeyê. Jiyan Tosun axaftina xwe wiha domand: “Cerdevanê ku gazî midûriyeta polîsan hat kirin, dema rastî şîdetê hat û gef li wî hat xwarin, îfadeya xwe paşve kişand. Malbatan serî li dozgeriyê dan. Hazal Tekîn, anî ziman ku di nava kesên ku hevjînê wê û mêvanê wan Mehmet Şîrîn di serdegirtina mala wan de 2 cedevanan nas dike û navên wan Fettah û Cumalî ye. Malbatên ku ji bo xwe bigihînin windayên xwe serî li rayedarên fermî dan, rastî zext û gefên 'Hûn leşkeran gilî dikin' hatin. Weke di dozên din ên windakirinên di bin çavan de, lêpirsîneke bi bandor nehate kirin. Ji Ramazan Tekîn û Mehmet Şîrîn Bayram careke din agahî nehatin girtin; Çarenûsa wan di tariyê de ma û kiryar jî bê ceza hiştin. Malbatên Bayram û Tekîn 28 sal in bi êşa ku nikarin aqûbeta hezkiriyên xwe hîn bibin dijîn. Dayik, bav û birayên wî 28 sal in li Mehmet Şîrîn digerin. Hevjîna wî ya 28 salan dibêje, 'Ez ê li benda Şîrîn bim heta ku xebera mirî yan jî sax hîn bibim'  Windabûna di bin çavan de sûcek e. Em bang li dozgeran dikin ku ji niha ve lêpirsîneke bi bandor bidin destpêkirin û dawî li vê bêhiqûqiyê bînin, aqûbeta Mehmet Şîrîn Bayram û Ramazan Tekîn eşkere bikin û edaletê pêk bînin. Çiqas sal derbas bibin jî; Em ê ji bo Ramazan Tekîn, Mehmet Şîrîn Bayram û hemû windahiyên me dev ji edaletê bernedin û bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere."
 
'DEWLET LI VÊ ERDNÎGARIYÊ DEYNDARÊ HER MALÊ YE' 
 
Piştre Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî nameya ku Halîme Bayram li ser navê malbata Bayram şandibû xwend. Di nameyê de ev tişt hatin gotin: “Di sala 2017’an de bi heman bawerî, bi heman îrade, bi heman hesret û bi heman êşê li Şîrîn geriyam... Em ê ji kesên ku me mehkûm dikin ku em li hestiyên hezkiriyên xwe bigerin hesab bipirsin. Bi baweriya ku wê ev lêgerîna edaletê pêk were, em ê li aqûbeta hemû hezkiriyên xwe yên di şexsê Şîrîn de hatine windakirin bipirsin. Ev dewlet li vê erdnîgariyê ji bo jiyana her zarokekî deyndarê her dayikekê ye. Dewlet deyndarê her mala li vê erdnîgariyê ye. Divê dewlet bi vê rastiyê re rû bi rû bimîne. Yên dewletê bi rê ve dibin bila dengê Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan bibihîzin û hemû mekanîzmayên darazê di zûtirîn demê de seferber bikin û sûcdar û berpirsyar bên darizandin û cezakirin. Ger li vî welatî aştiya navxweyî pêk were, divê pêşî li lêgerîna edaletê ya Dayikên Şemiyê were vekirin. Em di 28'emîn salvegera windakirina Şîrîn a li girtîgehê de daxwaza heqîqet û edaletê dubare dikin. Em dibêjin Şîrîn û hevalên wê bibînin û kiryaran derxînin pêşberî dadgehê.”
 
Çalakî bi danîna qerenfîlan a li qada dorpêçkirî bi dawî bû.   
 

Sernavên din

03/12/2024
12:52 Tulay Hatîmogûllari: Zimanê gefê biterikînin, deriyên îmraliyê vekin>
12:48 Li Semsûrê 3 ciwan ji ber guhdarîkirina muzîka Kurdî hatin binçavkirin
12:40 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hate berdan
12:38 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:16 Ji bo pirtûka Nelson Mandela biryara komkirinê hate dayin
12:07 Serlêdana Îmraliyê: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
11:20 Bîranîna Ozgur Ulkeyê: Êriş dê nekarin me ji rêya me bikin
11:06 Di serdema AKP'ê de herî kêm 5 hezar û 341 girtî jiyana xwe ji dest dane
11:06 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Hêzên me ewlehiya 7 gundan girtin ser xwe
10:53 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyonê eşkere kirin
10:46 ‘Heta qeyûm diçe dê berxwedana me bidome’
10:37 ‘Ji bo zarokên welêt’ pirtûkek
10:35 Şandeya navneteweyî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
10:15 Mavîoglû: Şertê ewil bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye
09:34 Li Zapê kilîl hate girtin an hate xerakirin?
09:05 Rojeva sereke ya DEKÛP'ê azadî û demokrasî ye
09:04 Hevşaredar: Divê gelê me xwedî li vîna xwe derkeve, li ber xwe bide
09:00 Dayika Geylaniyê ku berdana wî hat taloqkirin: Bila kurê min berdin
09:00 ROJEVA 3’YÊ KANÛNA 2024’AN
08:35 Komên paramîlîter 3 kes qetil kirin
02/12/2024
20:31 Li Stenbolê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
20:26 Xebatkarê Aramê Zengeralp serbest hat berdan
20:21 Polîsan êrişî çalakiya Rojavayê kir: 50 kes hatin binçavkirin
16:40 Li Wanê Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalan hate avakirin
16:37 Şaredariya Artukluyê têkildarî nelirêtiyan serlêdana sûc kir
16:24 Şandeya navneteweyî çû serdana OHD’ê: Heke tecrîd rabe dê demokratîkbûn çêbibe
16:19 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li geleke bajaran hatin protestokirin
16:18 Tehliyeya Besra Erol hate taloqkirin
16:02 Li Miksê xespkirina îradeyê hate protestokirin: Qeyûm nelirêtî û talan e
15:35 Ji bo pirtûka 'Dildarê Serkeftinê' biryara komkirinê hate dayin
15:34 Wezîrê Karên Derve yê Îranê hate Enqereyê
15:16 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Silopiyayê hatin protestokirin
15:12 Bertek nîşanî girtina Hevşaredar Dundar dan
14:47 Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê daxuyanî da
14:46 Li Mêrdînê jin li dijî tayînkirina qeyûm meşiyan
14:32 Derket holê ku keça AKP’iyê qeyûm diparast bêyî mulaqetê girtine kar
14:24 Qeyûm projeyên hevşaredaran jê bir
13:59 Şandeya navneteweyî çû serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê
13:53 DFG’ê rapora meha mijdarê eşkere kir: 21 rojnameger hatin binçavkirin, 3 hatin girtin
13:43 Jinan bertek nîşanî tundiyê dan: Jin, Jiyan, Azadî pisûleya me ye
13:27 Xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê seferber bû
13:26 Kongra Star banga ‘xurtkirina xweparastinê’ kir
13:26 DBP’ê li dijî êrişan banga helwestnîşandanê kir
13:25 Wezaretê gotibû 3 leşker mirîne: Ozdag got ku 44 leşker mirine
13:24 Parlamentoya Iraqê îro dê bi rojeva Qanûna Rewşa Kesî bicive
13:24 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
10:49 KNK: Roj roja parastina Rojava ye
10:42 Hejmara 259'emîn a Xwebûnê derket
10:36 Parlamentoya Herêma Federe dicive
10:07 Mazlûm Ebdî: Em ê gelê xwe biparêzin
09:35 'Êriş bi tevî li dijî gelên herêmê ne'
09:04 Claûdîa Korol a feminîst: Azadiya Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navînê firsendek e
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2024'AN
01/12/2024
16:53 HSD’ê li dijî êrişan bang kir
16:36 HPC’ê ragihand ku êrişên komên paramîlîter dane sekinandin
16:12 Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberî ragihand
15:57 Ji Amedê bang: Dest bi muzakereyên bi Abdullah Ocalan re bikin
15:29 SOHR: Di mijdarê de 176 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
14:49 Kolakan piştî 33 salan hate berdan
14:48 Omer Ocalan: Bi zîhniyeta DAIŞ’ê çav berdane destkeftiyên kurdan
14:02 Çiyayên Xêrê yê Dihokê hate bombebarankirin
13:38 Li Şerayê pevçûnên dijwar diqewimin
13:29 Li Miksê qeyûm hate protestokirin: Qeyûm talan e berxwedan jiyan e
12:27 Artêşa Sûriyeyê leşker sewqî Hemayê kir
12:24 Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da welatiyekî kurd
12:22 Ankêta Sosyo Polîtîkê: Çavkaniya hemû pirsgirêkan pirsgirêka kurd e
11:54 Di navbera HRE û komên paramîlîter de pevçûnên dijwar diqewimin
11:23 Foza Yûsif: Em ê li ser xeta şerê gel ê şoreşgerî xwe biparêzin
11:05 Endamên Meclisê yên DEM Partiyî li dijî qeyûm serlêdana sûc kirin
10:50 DYA’yê têkildarî geşedanên li Helebê daxuyanî da
10:36 3 gundên Efrîn-Şehbayê hatin bombebarankirin
10:34 Kovara Jinê bi manşeta ‘Di pêvajoyên pevçûn û muzakereyan de jin’ derket
10:27 Îşkence û destdirêjiya li dijî jinên afgan ên neçarî parsekiyê hatin kirin
10:18 Gelo geşedanên li Helebê operasyona NATO’yê ye?
09:23 Xelkê Agiriyê ji ber fatûreyên zêde yên gaza xwezayî bi bertek in
09:00 ROJEVA 1’Ê KANÛNA 2024’AN
08:58 Di qezaya li Bartinê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:31 SOHR: Artêşa Sûriyeyê xwe ji Hemayê vekişand, HTŞ’ê 16 gund bi dest xist
30/11/2024
16:16 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hat girtin
15:43 Pêşangeha Pirtûkan a Amedê dest pê kir
15:40 Li Cizîrê tayinkirina qeyûm hat şermezarkirin
15:37 HTŞ'ê gelek deverên Helebê xistin bin kontrola xwe
14:56 Xizmên windayan ji bo Tahir Elçî doza edaletê kirin
14:29 Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkên nû
14:23 30 sal in aqûbeta wî ne diyar e
11:13 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hat binçavkirin
11:10 Qeyûmê Mêrdînê gelek kes ji kar derxistin
09:04 Bîrsen Orhan a cezayê hepsa malê lê hat birîn: Ez ê bitêkoşim
09:02 Akademîsyen Neşe Ozgen: Tecrîd êrişa li aştiya civakî ye
09:01 Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê: Şandina pereyan ji girtiyan re ne sûc e
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2024'AN
08:29 9 siyasetmedar û sendîkavan hatin girtin
29/11/2024
22:23 DEM Partî: Bila gelê me mafê xwe yê protestoyê bi kar bîne
22:18 DBP: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
19:53 Qeyûm tayinî Şaredariya Miksê hat kirin
16:26 Hevberdevkê HDK’ê Kenanoglû: Qeyûm li pişt bariyerên betonan hefsî ne
16:06 Bakirhan: CHP dikare ji bo çareseriyê rola xwe bilîze
Ozel: Em amade ne rola xwe bilîzin
15:04 Li Miksê esnaf hatin ziyaretkirin
15:02 5 rojnameger bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
14:55 Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Ozel dest pê kir