Jinan li Xelfetiyê bang kir: Qeyûm ne çareserî ne çareserî li Îmraliyê ye

  • rojane
  • 11:33 9 Mijdar 2024
  • |
img

RIHA - Jinên siyasetmedar li Xelfetiyê tayînkirina qeyûm şermezar kirin û gotin: “Qeyûm ne çareserî ne. Rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe.” 

Li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê berxwedana li dijî tayînkirina qeyûm di roja şeşemîn de berdewam dike. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) hatin navçeyê û piştevaniya berxwedana xelkê Xelfetiyê dikin. Siyasetmedarên kurd Gultan Kişanak, Ayla Akat Ata, Sebahat Tuncel, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, Dayikên Aştiyê yên Rihayê û gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Jin li ber avahiya DEM Partiya Xelfetiyê li hev kom bûn û heta ber avahiya şaredariyê meşiyan û bênavber dirûşm berz kirin. 
 
ATA: ÇARESERÎ LI ÎMRALIYÊ YE 
 
Siyasetmedar Ayla Akat Ata di çalakiyê de axivî û got: “Jin ji bo ku xwedî li îradeya xwe derkevin li vir in. Heta îro me ji qeyûman re got na. Rêveberên vî welatî hê jî fam nekirine. We gotiye ‘zilm’. Em dibêjin ‘berxwedan jiyan e’. Hûn nikarin paradîgmaya me ya azadîxwaz û demokratîk di nav çar dîwaran de tengav bikin. Paradîmgaya me di nava gel de û li her derê ye.”
 
Ata diyar kir ku Xelfetî navçeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha got: "Birêz Abdullah Ocalan bi îşkenceya tecrîdê ya hovane re rû bi rû ye. Bahçelî bang li birêz Ocalan kir. Ev xitimîna bi salan gelek tişt ji me girt. Bajarên me û ciwanên me ji me girt. Rê li ber çareseriyê girtin. Heke çareseriyek pêk were divê em ji cihê xelet dest pê nekin. Birêz Ocalan di navbera salên 2013-2015'an de bi hezaran pêşniyarên çareseriyê pêşkêş kir. Wê demê em çûn û hatin. Ocalan jî careke din diyar kir ku hêza wî ya çareseriyê heye.” 
 
Ata anî ziman qeyûm ne rêya çareseriyê ne û got: “Ev gel ne gelê berê ye. Em êdî digihîjin roniyê. Dest ji xapandina gelê me û gelên Tirkiyeyê berdin. Ji bo çareseriyê bikevin nav hewldanan ne ji bo tayînkirina qeyûman. Em duh hebûn em ê îro jî hebin. Helbet wê qeyûm biçin.” 
 
DEMÎREL: QEYÛM DESTESERKIRINA ÎRADEYA GEL E 
 
Aktîvîsta TJA’yê Çaglar Demîrel jî destnîşan kir ku qeyûm ne meşrû ne û got ku qeyûm desteserkirina vîna gel e. Demîrel destnîşan kir ku Xelfetiyê navçe û cihê rûmetê ye û got: “Ev der warê birêz Abdullah Ocalan e. Ev der navçeya çareseriyê ye. Bi salane em dibêjin tecrîd heye lê we înkar kir. Niha jî we qebûl kir. Navnîşan pirr eşkere û diyar e. Çareserî bi birêz Abdullah Ocalan pêkan e. Qeyûm ne çareserî ne. Çareserî li cem birêz Ocalan e.” 
 
ŞEDAL: QEYÛM DIJMINÊN JINAN E 
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî destnîşan kir ku qeyûm dijminê jinan û xebatên jinan e û got ku bi qeyûm xeta wan hevserokatiyê dixin hedefa xwe û ew ê tu carî qeyûman qebûl nekin. 
 
BAYRAM: HÛN NIKARIN ME TÊK BIBIN 
 
Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram jî anî ziman ku qeyûm li dijî îradeya jinan darbe ye û got: “Sed car jî qeyûm tayîn bikin hûn ê dîsa têk biçin û em ê têk bibin. Hûn nikarin hêz û qeweta me têk bibin.” 
 
Piştî axaftinan jinan dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kir û daxuyanî bi dawî bû. 
 

Sernavên din

11/11/2024
11:31 Ji bo îşkencekirina dayika 64 salî biryara neşopandinê hate dayin
10:30 Hevjîna dozgerê Ozer girtî tayînî SPK’ê hate kirin
10:21 Li dijî zextên PDK’ê yên li ser HDP’iyan daxuyaniya hevpar
09:59 Xwebûn bi manşeta ‘Li ber xwe bidin’ derket
09:55 Ji bo bajarên bakurê Kurdistanê hişyariya barîna berf û baranê hate kirin
09:03 Di serdema Trump de têkiliyên DYA-Tirkiyeyê û krîz
09:03 Îzmîriyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan: Em ê qebûl nekin û wan bişînin
09:02 Endama MYK’a SODAP’ê Înce: Divê gel li dijî qeyûm bikeve nava tevgerê
09:02 Banga ji bo mitînga Kolnê: Em bibiryar in ku tecrîdê bişikînin
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2024'AN
10/11/2024
17:12 Li Êlihê TOMA li berxwedanê qelibî!
15:40 Li Agiriyê starta 25’ê Mijdarê bi meşê hate dayin
15:06 Polîsan hewl dan ciwanên şel û şepik li xwe kirin binçav bikin
14:29 Berxwedan li Xelfetiyê didome: Li dijî polîsan berteka ‘îşkenceyê’
13:59 Li Êlihê meş hat lidarxistin: Werin em bi paradîgmaya Ocalan aştiyeke rast pêk bînin
13:52 Dorpêça leşkeran hate rakirin: Şande ber bi Êlihê ve bi rê ket
13:45 Bernameya 25’ê Mijdarê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere bû
12:57 Danişîna ewil a Şerîfe Muhammedî di 14’ê mijdarê de ye
12:56 Kesên di Komkujiya Garê de hatin qetilkirin di meha 109’emîn de hatin bibîranîn
11:41 Qeyûmê Esenyurtê hate protestokirin: Tu bi kîjan rûyî têy vê derê
11:40 Meclisa Jinên Ereb piştgirî dan kampanyaya TAJÊ’yê
11:31 Yagiz: PDK, bi hiqûqa dijminatiya nêzî me dibe
10:54 Uçar: Divê Abdullah Ocalan weke mûxatab tev li pêvajoyê bibe
10:08 Çapraz: Em ji rewabûna ATK'ê bi guman in
09:45 Hejmara 89’emîn a Kovara Jinê derket
09:36 Ciwanên Cizîrî di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da
09:31 ‘Xelfetî modela Komara Demokratîk e'
09:30 Jin dê bi dirûşma ‘Azadiya te azadiya me ye’ bimeşin
09:27 Xwişkên ku li dijî xespkirina vînê di çalakiya nobetê de ne: Em ê li ber xwe bidin
09:02 Raportorê Tirkiyeyê Schennach ji bo hevdîtinê bi Ocalan re bike wê serlêdanê bike
09:00 ROJEVA 10’Ê MIJDARA 2024’AN
08:57 Di doza Narîn Guranê de biryara domandina rewşa girtî hate dayin
08:38 Li Hezexê li dijî xespkirina îradeyê rê hate girtin
08:37 Walîtiyê têkildarî gefa li rojnamegeran hatiye xwarin daxuyanî da
08:37 Nehiştin wekîl bi ciwanên binçavkirî re hevdîtinê bikin
09/11/2024
21:57 Rojnamevan Karabay hat girtin
20:24 Li her derî berxwedana li dijî qeyûman
20:15 Banga DEM Partiyê: Tecrîdê rakin
20:09 Li Êlihê bilançoya binçavkirin û girtinan
16:13 Li Mêrdînê meşa girseyî: Gelê Kurdistanê qeyûm û siyaseta we qebûl nake
16:04 Li du bajaran hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
15:38 DEM Partî dê ji bo pirsgirêka kurd ‘bangê’ li hemû aliyan bike
15:08 Li Wanê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê hat dayîn: Em ê tecrîdê têk bibin
14:05 Jin li Xelfetiyê ne: Rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe
13:54 Li Stenbolê dê mitînga ‘Jiyana bi mirovî’ bê lidarxistin
13:46 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bayram û Tekîn pirsîn
13:44 Xizmên Windayan û şaxên ÎHD’ê: Qeyûman bi paş ve bikişînin
13:40 Li Êlihê meşa girseyî: Em ê tu carî xiyanetê li berxwedana xwe nekin
13:08 Li Amedê atolyeya 'Bi civaka tenduristî ber bi pêşerojeke azad ve'
11:52 Erol ê bi îşkencekirinê hatibû binçavkirin bi şertê hepskirina malê hat berdan
11:33 Jinan li Xelfetiyê bang kir: Qeyûm ne çareserî ne çareserî li Îmraliyê ye
11:21 DEM Partiyê ji bo betalkirina biryara qeyûman serî li dadgehê da
11:03 Ciwanên Êlihê duh bi şev jî li qadan bûn: Qeyûm wê biçin
10:49 Dayikên Aştiyê li dijî qeyûm nobetê digirin: Em ê serî li ber vê zilmê netewînin
10:41 Danişîna doza Narîn Guran di roja sêyemîn de didome
10:30 Hevşaredarên DEM Partiyî: Em ê rê nedin qeyûman
10:29 Rêxistinên rojnamevanan ji bo Mizgîn Sonuk banga berdanê kirin
10:08 'Heke Tirkiye biryara der barê Ocalan de pêk neyne dibe ku ji KE'yê bê derxistin'
09:46 Ciwanên Êlihê: Heta em şaredariyê bi paş ve bigirin em ê li ber xwe bidin
09:05 Xelkê Agirî: Kurd divê li dijî polîtîkaya qeyûmtiyê bibin yek
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2024'AN
08/11/2024
21:24 Kesên xwe wekî polîsan dan naskirin bi çekê gef li rojnamevanan xwarin
19:13 Li Mêrdînê 5 kes hatin binçavkirin
17:34 Ji Botanê bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
17:03 Ciwanên Êlihê li dijî qeyûman li ber xwe didin
16:11 Hatimogûllari: Ev berxwedan wê qeyûman ji ser vê axê biqewirîne
15:51 Li Arjantînê kampanyaya ‘Azadî ji Ocalan re’ tê destpêkirin
15:50 Keskîn Bayindir ji Geverê gazî kir: Deriyên Îmraliyê vekin
15:38 Ciwanên di 1’ê îlonê de hatibûn girtin hatin berdan
15:34 Ciwanê li Êlihê ji qeyûm re got ‘şaredariyê vala bike’ hate girtin
15:28 DAD’ê ji Dervîşoglû re got: Nîjadperestê ku ji destê wî werîs danakeve
15:17 Li Xelfetiyê peyam: Qeyûmparêziya xeyalî li vir binaxkirî ye
15:10 Qeyûmê Xelfetiyê nivîsa bi kurdî jê bir
14:26 PDK’ê nûnerên HDP’ê ji Hewlêrê derxist
14:14 Li Wan û Amedê gel li dijî desteserkirina îradeyê meş li dar xistin
13:32 Meşa leşkerî li girtî hate ferzkirin û gefa kuştinê lê hate xwarin
13:19 Rojnameger ji ber hevpeyvînan hate sûcdarkirin
12:52 ‘Ma ev berîqet dê heta hilbijartina din li vir bin?’
12:45 Erdogan ji ber tayînkirina qeyûman daraz pîroz kir
12:42 Qeyûmî ji bo polîsan dar kezaxt
12:02 DEM Partiyê bertek nîşanî tundiya polîsan da: Dawî li van îşkenceyan bînin
12:01 Îranê cezayê îdamê da 3 kurdan
11:53 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:51 Keskîn Bayindir: Têkoşîna me ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya Abdullah Ocalan e
11:10 Gelê Êlihê bi şev û roj li ber xwe dide
10:36 Ji ber tundiya di dema binçavkirinê de destê wî qelişî
10:18 Bi ser bombekirina Pirtûkxaneya Umutê re 19 sal derbas bûn
09:42 Di doza Narîn Guranê de roja duyemîn: Şahid tên guhdarîkirin
09:33 Hevşaredarên Xelfetiyê: Em ê qeyûman bişînin
09:22 Jinan banga têkoşîna hevpar kirin: Qeyûm êrişa li hember vîna jinê ye
09:11 Tîryakî: Gel li kuçeyan îşaret bi navnîşana çareseriyê dike
09:01 Der barê girtiya ku li ber lêgerîna tazî rabû lêpirsîn hat destpêkirin
09:00 Zanîngeha Mûşê ji bo serlêdanên beşa kurdî mezûnbûna ji zimanê tirkî şert danî!
09:00 Li girtiyê nehiştin parastina xwe bike 11 roj cezayê hucreyê birîn
09:00 ROJEVA 8’Ê MIJDARA 2024’AN
07/11/2024
22:21 'Em ê bajarên xwe radestî qeyûman nekin'
22:17 4 kesên ku bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin hatin girtin
18:48 Nobeda li Xelfetiyê didome: Li şaredariyê diz heye
16:29 Doza Narîn Guranê:Îfadeyên binakok ên Yuksel Guranê
16:11 Derheqê tundiya polîsan de gilî hate kirin