Keskîn Bayindir ji Geverê gazî kir: Deriyên Îmraliyê vekin

  • rojane
  • 15:50 8 Mijdar 2024
  • |

COLEMÊRG - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li Geverê di meşa dijî qeyûm de axivî û got: “Rê û dirba çareseriya pirsgirêka kurd diyar e. Dest ji polîtîkyên xwe qirêj berdin, deriyên Îmraliyê vekin.” 

Nerazîbûn û berxwedana gelê kurd a li dijî tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê berdewam dike. Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir hevdîtina gel û meşa girseyî hat lidarxistin. Nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî tev li çalakiyê bûn. 
 
Hevserok Keskîn Bayindir di ketina navçeyê de hat pêşwazîkirin û girseyê bê navber dirûşmeyan berz kir. Piştre girseyê meş li dar xist û welatiyan hêrsa xwe li dijî qeyûman anî ziman. Kêliyek jî hêrs û dengê dirûşman kêm nebû. 
 
‘WÊ GELÊ KURD SERÎ LI BER WE NETEWÎNE’ 
 
Piştî meşê li navenda navçeyê daxuyanî hat dayîn. Hevserok Keskîn Bayindir li vir axivî û destnîşan kir ku gelê Geverê tu carî li ewqas zilmê jî serî netewandiye û got:, “Gelê me 5 roj in li dijî vê zilmê li ber xwe dide. Kurd û dostên wan li dijî vê desteserkirina îradeyê li kolanan in. Gelê me desteserkirina vîna xwe qebûl nake û wê qet qebûl jî neke. Difikirin ku ev siyaseta mêtîngeriyê wê têkoşîna gelê kurd paşve bitepisînin. Heke hûn difikirin ku wê gelê kurd wê serî li ber we bitewîne, qet xwe netewestînin biçin mala xwe rûnên. Ji ber ku hûn ê tu carî nikaribin serê vî gelî bitewînin. Hikûmet dijminatiya hemû bindestan dike. Me ev yek careke din li Esenyurtê dît. Ev hikûmet zilmê li hemû gelan dike. Em çiqasî êrivîna gelê Kurd bikin, gelê Kurd wê ewqasî bi hêztir bersivê bide. Hûn çiqasî êrişî vîna gelê kurd bikin wê gelê kurd ewqas li ber we rabe û serî li ber zilma we rake.” 
 
‘BIRÊZ OCALAN NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ YE’ 
 
Bayindir anî ziman ku pirsgirêka kurd ancax bi pêşengiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dikare bê çareserkirin û wiha axivî: "Ev dest ne destê biratî û aştiyê ye, destê ji bo şikandina îradeyê ye. Ev gel wê vîna xwe û rûmeta xwe biparêze. Heta niha me nehiştiye rûmeta me ji aliyê Enqereyê ve were pelixandin û ji niha û pê ve jî em ê nehêlin. Dest ji êrişa li ser vîna gelê kurd berdin. Kesek maye ku ji ber vê zilma we lêpirsîn derbarê wî/wê de nehatiye vekirin? Ev lêkolîn nîşan didin ku hûn çiqas zordar in. Behsa çareseriya pirsgirêka kurd dikin. Her kes di pencereya xwe de dinêre. Çareserî û muxatabê pirsgirêka kurd diyar e. Ev pirsgirêk sed sal in didome. Ji aliyekî ve hûn dibêjin hûn ê pirsgirêkê çareser bikin, li aliyê din êrişî nirxên gelê me dikin. Em vê durûtiyê qebûl nakin. Rê û dirba çareseriya pirsgirêka kurd diyar e. Çareseriya vê pirsgirêkê bi birêz Ocalan pêkan e. Dest ji polîtîkyên xwe qirêj berdin, deriyên Îmraliyê vekin. Derve ji polîtîkayên xwe yên qeyûman berdin da ku çareserî li pêş bikeve."
 
‘HETA SERKEFTINÊ EM Ê LI BER XWE BIDIN’ 
 
Bayindir diyar kir ku têkoşîna azadiya gelê kurd têkoşîna bi milyonan e û got: “Ev têkoşîna têkoşîna rewa ye. Em ê teqez van zalimên ku hewl didin vîna me binpê bikin bişînin. Em ê heta serkeftinê li ber xwe bidin.” 
 
 
Piştî daxuyaniyê girse heta ber avahiya DEM Partiyê ya Geverê meş li dar xist û sirûdan xwend û li ber avahiya partiye çalaki bi dawî bû. 

Sernavên din

09:02 Dr. Achkar: Li Lubnanê hewcehî bi têkoşîna jinan a rêxistinkirî heye
09:01 Jinên Êzidî êdî xwedî hêz û birêxistinkirî ne
09:00 ROJEVA 24’Ê MIJDARA 2024’AN
23/11/2024
20:49 Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li ser Pira Deh Derî olan da
20:44 Walîtiya Amedê dirûşma ‘Jiyan jiyan azadî’ qedexe kir!
16:51 Li gelek bajaran protestkirina qeyûman: Em ê serî netewînin
16:44 Li Cizîrê di meşa 25'ê Mijdarê de tecrîd hat protestokirin
15:59 Li Êlihê qeyûm hat protestokirin: Em biryara ku vîna gel tune dihesibîne nas nakin
14:45 Çalakiyên 25'ê Mijdarê: Em ê têkoşîna azadiyê bilind bikin
13:42 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo edaletê bernedin
13:37 Li Wanê JINKART hat belavkirin
13:09 Çîrokên kesên kiryarên wan nehatî eşkerekirin
13:06 Cenazeyê Mîne Sevjînê hat definkirin
13:00 Kujerê Leyla Urenê hat girtin
11:35 Parêzer Bîlmez: Dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye
10:29 Qeyûm Şaredariya Dêrsimê veguherand qereqolê
10:23 Alî Orek piştî 31 rojan li Hezexê hat definkirin
09:04 Hayko Bagdat: Divê her kes ji bo aştiyê berpirsiyariya xwe bi cih bîne
09:03 MA Musîc wê li Stenbolê Egîdê Cimo Ma veke
09:01 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2024'AN
22/11/2024
22:11 DEM Partî: Qeyûm ferzkirineke teslîmiyetê ya pûç e
20:13 Qeyûm tayinînî şaredariyên Pulur û Dêrsimê hatin kirin
18:42 Cezayê kujerê Şerzan Kûrt hat kêmkirin!
18:37 OHD: Astengkirina berdanê ji bo girtiyên siyasî veguheriye pergala îşkenceyê
18:25 Çalakiyên 25'ê Mijdarê: Em ê bi hev re tundiyê rawestînin
16:10 Li Êlihê li dijî qeyûman banga mezinkirina têkoşînê hate kirin
15:58 ‘Hûn nikarin îradeya gel teslîm bigirin’
15:05 Di sê salan de 87 serlêdanên têkildarî hewldanên sîxûrkirinê: Lêpirsîn tune ne
14:18 Tedawiya dayika Aklîmeyê didome
14:05 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
14:04 Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina ciwanê winda didomin
13:27 Navenda Piştevaniya Jinê ya qeyûm girtibû dîsa hate vekirin
13:19 Li Amedê ‘Komxebata di aboriyê de jin’ hat lidarxistin
12:46 Polîsan di bin çavan de strana ‘Olurum Turkiyem’ dan guhdarkirin
12:15 Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê li Êlihê ye: Em ê piştevaniya xwe bidomînin
12:00 Doza rojnameger Kizilkaya û Çaralan hate betalkirin
11:59 Ji bo rojnameger Osman Akin biryara beraetê hate dayin
11:38 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:37 Ayşegul Dogan: Li şûna domandina tecrîdê guh bidin dengê Ocalan
11:29 Walîtiyê di roja danişînê de agahî xwestiye!
11:04 Nobeta li Dêrsimê hatiye destpêkirin didome
11:02 Kampanyaya pereşandina ji girtiyan re: Em li cem zarokên xwe bin
10:29 Hevseroka Giştî ya ESP’ê Hatîce Denîz Aktaş: Rêya çareseriyê ji Îmraliyê re derbas dibe
10:18 AYM’ê ji bo îşkenceya polîsan biryara binpêkirinê da
09:39 Parêzer Kaya: Ger pirgsirêka kurd neyê çareserkirin, wê hin kesên din werin çareser bikin
09:38 TSK'ê doza tazmînatê li malbatên HPG'iyên hatin kuştin kir
09:05 Armanca ‘Qanûna Rewşa Kesî’ çi ye?
09:04 Welatiyên îzmîrî: Azadiya jinê tê wateya hebûna jiyanê
09:00 ROJEVA 22’YÊ MIJDARA 2024’AN
21/11/2024
20:49 Hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan 44 hezarî derbas kir
19:57 Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyûrtê hatin girtin
19:21 Ji Înîsiyatîfa ji bo Azadiyê Huner li dijî qeyûm banga piştevaniyê
19:01 Ûgûr Kaymaz û bavê wî li ser gorên xwe hatin bibîranîn
18:34 Ji girtiyên jin re kart hatin şandin
16:39 ‘Civaka azad dê bi têkoşîna jinan bê avakirin’
16:26 Li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê bang kirin: Qeyûm tu ji ku yî?
16:02 9 partiyên siyasî li Meclisê li dijî qeyûman pêşniyarqanûn dan Meclisê
15:52 Cezayê li Konak hatiye birîn li Dêrsimê hat protestokirin: Em ê serî netewînin
14:43 Bîlîcî yê ku Soylu weke referans nîşan da sextekar derket
14:22 Hevserokên Giştî û Erbakan daxuyaniyê didin
14:20 DAD’ê ji bo Şaredariya Dêrsimê banga piştevaniyê kir
13:27 Nobeta li Xelfetiyê: Em bi hilbijartinê hatin, bi qeyûm naçin
13:21 DEM Partî çû serdana YRP’ê: Çareseriya pirsgirêka kurd dê ji bo aştiya Rojhilata Navîn sûdewer be
13:04 Li Çiyayê Bagokê liv û tevgera SÎHA’yan
12:55 Di doza rojnameger Kaya de dê li benda biryara Dadgeha Bilind bisekinin
12:50 Dîroka hevdîtina hevserokên giştî ya bi Ozgur Ozel re diyar bû
12:45 Kampanyaya pereşandina ji girtiyan re hate destpêkirin
12:32 Nobeta li Dêrsimê didome: Em ê destûrê nedin xespkirina îradeyê
12:01 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:30 Qeyûmî zilamek li Koordînatoriya Midûriyeta Jinan tayîn kir
11:09 Cezayê rojnameger Paksoy hate erêkirin
10:48 ‘Tirkiye yan dê Îmraliyê weke muxatab bibîne yan jî dê bikeve rewşa Îranê’
10:13 MYK’a DEM Partiyê dê bi rojeva tecrîd û qeyûm bicive
10:12 Mamosteyên kurdî bertek nîşanî qeyûm dan û îstîfa kirin
10:00 Ji bo Abdullah Ocalan 6 mehên din jî hevdîtina bi parêzeran re hat qedexekirin
09:42 Di hewayên sar de rawestgeha ewil dibe biharatfiroş
09:26 Hozan Aydin metirsiya jiyanî derbas kir
09:26 Ji AYM’ê biryara têkildarî ‘pasaportê’
09:25 Li girtîgehê axaftina bi tirkî li girtiyan tê ferzkirin
09:05 Siyasetzan Onal: Wê Trump helwesta xwe ya berê dubare neke
09:01 Ji jinên wanî banga meşê
09:00 Hinceta cezayê ku li Sûbaşî hatiye birîn: Xebatên kurdî
09:00 ROJEVA 21’Ê MIJDARA 2024’AN
20/11/2024
16:43 Li Xelfetiyê hevşaredar hatin astengkirin
16:28 DEM Partiyê bertek nîşanî cezayan da: Hûn ê weke derbekar bên bîranîn
16:22 Çalakiyên 25’ê Mijdarê: Banga tevlibûna meşa Taksîmê hate kirin
15:49 Hatîmogûllari: Divê tecrîd rabe û Abdullah Ocalan biaxive
15:33 Ji TUAY-DER’ê ji bo girtiyan kampanyeyeke nû
15:25 Roja Mafên Zarokan: Polîtîkaya necezakirinê biterikînin, peymanên navneteweyî pêk bînin
14:15 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hate bibîranîn
14:07 Tezkereyên parêzbendiyan şandin Komîsyona Têkel a Meclisê
13:41 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Hevşaredarê Dêrsimê Konak
13:17 Li Hevşaredarê Colemêrgê Akiş 9 sal cezayê hefsê hate birîn
13:13 Nobeta li Xelfetiyê di roja 17’emîn de didome
13:07 Encama Pêşbirka Resman a Ceylan Onkolê diyar bû
13:04 DEM Partî li pêşiya wezaretê ye: Di her 10 deqeyan de jinek tê qetilkirin
12:49 Tora Mafên Zarokan a Amedê hat damezrandin
12:21 Li Wanê civîna ‘seferberiya xwerêxistinkirinê’
12:17 Li Amedê otobûs bi rengê binevşî hatin xemilandin
12:03 Hevserokên DEM Partiyê yên Êlihê: Berxwedana me dê bidome