Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê: Em tundiya polîsan şermezar dikin

  • rojane
  • 11:29 7 Mijdar 2024
  • |
img
AMED - Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran, têkildarî tundiya li dijî rojnamegeran ku di demên dawî de zêde bûye, daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de tundiya li dijî rojnamegeran hate şermezarkirin û peyama piştevaniyê hate dayin. 
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), DÎSK BASIN ÎŞ, Komeleya Medyaya Herêmî, Komeleya Jinên Rojnameger, Amed Haber Sen, MLSA û Nûnertiya TGS'ê ya Amedê têkildarî tundiya polîsan a di demên dawî de li dijî rojnamegeran daxuyaniyeke hevpar weşandin. 
 
Di daxuyaniyê de êrişên polîsan ên li dijî rojnamegeran hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Azadiya çapemeniyê kevirê bingehîn ê xwegihandina agahiya rast û demokrasiyê ye. Lê belê tundiya polîsan û zextên îktidarê yên li bajarên wekî Mêrdîn, Êlih, Stenbol, Semsûr û Meletiyê û li gelek bajarên dinê, gefê li vî mafê bingehîn dixwe. Rojnameger ji bo ragihandina bûyerên civakî, binpêkirina mafan a ji raya giştî re her wiha ji bo kêrhatina giştî peywira xwe dikin lê belê ew bi tundiya fîzîkî û derûnî tên astengkirin, tên binçavkirin û lêdanê dixwin.” 
 
Bi domdarî hate destnîşankirin ku dê li dijî sepanên antî-demokratîk ên îktidarê yên li dijî çapemeniyê bêdeng nemînin. 
 
BINPÊKIRINÊN LI DIJÎ ROJNAMEGERAN
 
Êriş û tundiya li dijî rojnamegeran ên di hefteyên dawî de wiha hatin rêzkirin: 
 
* Nûçegîhana JINNEWS'ê Derya Ren û nûçegîhanê Pirha Haberê Kamber Yildiz dema li herêma erdhejê kar dikirin ji aliyê cendermeyan ve bi GBT'ê rû bi rû man. Her wiha polîsan li Semsûrê du caran bi ser mala rojnamegerên lê diman, girtine. Lêpirsîn derbarê nûçeyên ku rojnamegeran çêkirine de çêbûye û hatiye xwestin zext bên veşartin. 
 
* Piştî nûçeya derbarê dozgerê lêpirsîna Çeteya Yenidogan dikir de hat weşandin, Mudura Karê Nivîsê ya Rojnameya Pencere Nilay Can û Mudurê Karê Nivîsê yê halktv.com.tr Dinçer Gokçe hatin binçavkirin û ji bo parêzer Îrem Çîçek jî hepsa malê hat dayin. Piştî daxuyaniyên Wezîrê Dadê ev zext li çapemeniyê hatiye kirin û ev zext çarçoveya hiqûqê derbas dike, em dibin şahid ku ev vediguhere çavtirsandina rojnamegeran a ji aliyê îktidarê ve tê kirin. 
 
* Dema qeyûm tayînî şaredariya bajarê mezin a Êlihê hat kirin bi ser Rojnameya Sonsoz a Êlihê ya ku çalakiyên şermezarkirinê dişopandin de hat girtin. Di serdegirtinê de nûçegîhanê rojnameyê Serhat Aslan hatibû xwestin bê binçavkirin lê belê bi mudaxaleya rojnamegerên din ên li buroyê serbest hat berdan. Gelek rojnamegerên geşedanên çalakiyên şermezarkirina qeyûman dişopandin bi astengiya polîsan rû bi rû man. 
 
* Nûçegîhana JINNEWS'ê Pelşîn Çetinkaya û xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Veysî Akoren ji ber ku çalakiya li Êlihê ya şermezarkirina qeyûman şopandin bi lêdanê hatin binçavkirin. Her du rojnameger piştî karê wan ê emniyetê hatin berdan. 
 
* Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Yeşîm Tukel dema ku xwest çalakiya jinan a li dijî qeyûman a li Kadıkoyê têxe binê qeydê ji aliyê polîsan ve lêdan xwar. Zextên li ser rojnamegeran êrişeke cidî ya li ser xwedigihandina agahiyan a gel e. 
 
* Ev bûyer li dijî peyamên çapemeniya azad û mafê mirovan ên navneteweyî yên Tirkiyeyê ne. Ev êrişana ne tenê mafên takekesî binpê dike di heman demê de mafê xwegihandina agahiyan a civakê jî binpê dike. 
 
DAXWAZ Û BANG KIRIN
 
Di berdewamê de hate destnîşankirin ku tundiya li dijî rojnamegeran, li ser serdestiya hiqûqê, zelaliya hiqûqî û nirxên demokratîk ên Tirkiyeyê jî gefeke. Bi domdarî ev daxwaz û bang hatin kirin: 
 
*Em daxwaz dikin ku zext, binçavkirin û tundiya polîsan a li ser rojnamegeran bi awayekî azad demildest bên lêpirsînkirin. Derketina pêşberî darazê ya berpirsan ji bo parastina demokrasiyê girîng e. 
 
*Em daxwaz dikin ku helwesta astengkirina rojnamegeran a ji aliyê polîsan ve bi dawî bibe û li hemberî rojnamegeran rêzê nîşan bidin. Ji bo vê jî em daxwaz dikin ku polîs bên perwerdekirin. Çimkî hêzên ewlehiyê divê rêzê ji mafê girtina agahiyan a civakê re bigirin. 
 
*Ji bo bidawîkirina zextên li ser çapemeniyê em îktidarê vedixwînin rêzgirtina ji bo azadiya çapemeniyê û raya giştî. Divê polîtîkayên tundî, zext û çavtirsandina li dijî çapemeniya azad bi dawî bibin. 
 
‘ÊM LI GEL HEMPÎŞEYÊN XWE NE’
 
Daxuyanî, bi van gotinan bi dawî bû: “Em li gel hemû hempîşeyên xwe ne û em ê bi biryardariya xwe azadiya çapemeniyê her biparêzin. Polîtîkayên zextxwir û tundiya polîsan mafê kirina pîşeya xwe ya rojnamegeran xesp dike. Em ê her tim mafê girtina agahiyan a civakê biparêzin. Em li dijî zext, astengî û tundiya li ser rojnamegeran li gel rojnamegeran bin. Li civakeke ku azadiya çapemeniyê lê tune be em nikarin behsa demokrasiyê bikin. Em bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin.”  
 

Sernavên din

07/11/2024
16:06 Omer Ocalan: Divê dewlet bi destê aştiyê yê Ocalan bigire
15:58 Xelkê Êlihê li dijî êrişên polîsan dest bi berxwedanê kir
15:47 Operasyona li Bagokê didome
15:44 Meclisa Şaredariya Xelfetiyê civiya: Em ji bo di nava çar dîwaran de birêve bibin nehatine hilbijartin
15:33 Berxwedana Êlihê di roja 4’an de ye: Em ê li ber xwe bidin
15:05 Sembola berxwedana li dijî qeyûm
13:36 Polîsan bi kûçikan îşkence li welatiyê astengdar kirin
13:01 Jinan got: Heta faîlên Guranê tên dîtin dê têkoşîna me bidome
12:20 Wezareta Karên Hundir: Derheqê Bakirhan de kirariya qanûnî hate destpêkirin
12:16 Zarokên bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:13 Keskîn Bayindir: Berxwedana me ya li kolanan dê bidome
12:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:10 Wesayîta bizirx a anîn cihê nobetê piştî bertekê paşve kişandin
12:06 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:35 Dogan bang kir: Divê dewlet tişta dibêje pêk bîne
11:29 Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê: Em tundiya polîsan şermezar dikin
10:59 Mehmet Ocalan: Aqilê dewletê divê li gorî gotinên xwe tevbigere
10:26 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Mêrdînê serî li dadgehê dan
09:57 Li dijî qeyûman banga têkoşînê
09:49 Ayla Akat Ata: Dê qeyûm biçin, berxwedan dê bidome
09:43 'Dilê wan ê çareseriyê hebe muxatab Ocalan e'
09:36 Danişîna doza Narîn Guranê: Nûve hatin tunekirin
09:31 Hevşaredarê Êlihê Işik: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
09:18 Ji CHP’ê banga ‘xwedî li îradeya xwe derkeve’
09:16 Serokê TOD-DER'ê: Ji bo çareseriyê divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:00 ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2024’AN
08:43 Doza Narîn Guran: Bersûcên girtî anîn edliyeyê
06/11/2024
19:24 'Em ê bi berxwedanê li dijî xespkirina vînê bi ser bikevin'
19:16 Li Xelfetiyê jin li ber şaredariyê ne: Em ê bi felsefeya jin, jiyan, azadî li ber xwe bidin
16:55 Li Xelfetiyê tundî, gefxwarin û lêgerîna tazî li binçavkiriyan hat kirin
16:51 Kolanên Êlihê veguherîn qadên berxwedanê
16:34 Li Qoserê gel dest bi meşê kir
16:00 Li Kerboranê qeza: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
15:59 Karacabey: Divê jin amûrên pergala nêrza bi kar neyînin
15:35 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî heye
15:32 Girtiyê 3 rojan di beşa lênihêrîna awarte de bû birin girtîgehê
15:04 Li Wanê çalakiya li dijî qeyûm: Ji bo îradeya gel rêzgir bin
14:53 Rapora ÎHD’ê ya girtîgehên Herêma Marmarayê: Di 3 mehan de hezar û 525 binpêkirin
14:51 Ji Mêrdînê peyama berxwedanê: Em ê qeyûman bi berxwedanê têk bibin
14:10 Xelkê Êlihê li dijî qeyûm li ser pêya ye: Em ê teqez bi ser kevin
13:55 Baroya Mêrdînê li dijî binpêkirinên di protestoya qeyûm de stant vekir
13:41 ÎHD’ê ji Wezareta Karên Hundir re name şand: Biryara tayînkirina qeyûman betal bikin
13:38 Raporên Gemîcîoglû dê ji bo ATK’ê bên şandin
13:34 Li Xelfetiyê peyama li dijî qeyûm: Çareserî ne qeyûm e çareserî li Îmraliyê ye
13:19 MKG’ê rapora cotmehê eşkere kir: 6 rojnameger hatin binçavkirin
13:12 ÎSÎG: Di meha cotmehê de 164 karker mirin
13:01 Komeleya Aştiya Civakî û Guftûgoyê hate avakirin
12:41 Berxwedana li dijî qeyûm a li Êlihê dê bi meşê bidome
12:34 Berxwedana li Xelfetiyê didome: Em zilma qeyûm qebûl nakin
11:44 Îtîrazî girtina Ahmet Ozer hat kirin
11:17 Di hilbijartinan de Trump bi ser ket
10:49 Qeyûmê Mêrdînê weke karê ewil li pêşiya şaredariyê mobese bi cih kir
10:48 Doza kuştina Narîn Guran sibê dest pê dike: Gelek guman û pirs nehatine zelalkirin
10:43 Îrmez: Derdê wan ne çareserî, tesfiye ye
Tanhan: Bi vê îktîdarê re demokrasî nayê
10:33 Li Cizîrê zarokek bi lêdanê hate binçavkirin
10:21 Hevşaredar Demîr: Dem dema xwedîderketina li îradeya xwe ye
10:19 Hunermend: Li dijî qeyûman helwesta gelê Wanê divê
10:05 Besê Hozat: Em li pişt îradeya Rêber Apo ne
09:46 Kesên biryara wan a binçavkirinê hebû li malê nedîtin, bavên wan binçav kirin
09:25 Girtî Al: Em bi tacizê û heqaretan re rû bi rû dimînin
09:24 Hemşîreyekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
09:15 Li Sîncanê 4 girtî 54 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2024'AN
08:16 Encamên hilbijartinên DYA’yê diyar dibin
08:12 Li Geverê ciwanan tayînkirina qeyûman protesto kirin
08:10 Li Mêrdînê li dijî qeyûm nobet hate girtin
08:07 Li Êlihê berxwedana ciwanan berdewam dike
07:57 Ciwanan li Qoserê bi fişekên hewayî qeyûman protesto kirin
07:53 Li Êlihê ji binçavkiriyan 29 kes hatin berdan
05/11/2024
22:15 Qoserî bi sirûda 'Herne Pêş' meşiyan
20:31 Li Êlihê bi hezaran kes li dijî qeyim meşiyan
19:44 Li Xelfetiyê meşa li dijî qeyim: Gel wê bêdeng nemîne
19:14 Gel li ber xwe dide: Em qeyiman nas nakin, em ê li ber xwe bidin
16:15 Ahmet Turk bersiv da Bahçelî: Bi gef û qeyûman diyalog nabe
16:03 Li Dihokê qirkirina daran
15:59 Li Êlihê gel li dijî êrişên polîsan li ber xwe dide
15:42 Hatimogûllari diçe Xelfetiyê
15:40 Ozgur Ozel: Biryarên tayînkirina qeyûman komploya siyasî ye
15:05 ‘Li dijî darbeya qeyûman wê berxwedana me bênavber bidome’
15:02 ‘Nobeta Demokrasiyê’ di roja duyemîn de didome
14:26 Olûç ji parlamenterên AKP’ê re got: Hûn desthilatdariyek darbekar in
14:25 Dosyaya Pexşan Ezîzî ji Dadgeha Bilind re hate şandin
14:11 Berxwedana Xelfetiyê: Wê gelê kurd teslîmî qeyûm nebe
13:54 Baroya Amedê ji bo betalkirina biryara qedexeyê doz vekir
13:53 Li dijî xespkirina îradeyê kampanyaya hashtagê hate destpêkirin
13:24 KCDP: Di mehekê de 48 jin hatine kuştin
13:23 Jinan piştî deklarasyona 25’ê Mijdarê li dijî qeyûm meş li dar xistin
13:22 Îmamoglû: Em li dijî sepanên antîdemokratîk ji îro ve dikevin nava tevgerê
13:14 Sonuk: Tenê gel dikare înîsiyatîfa rêvebirina şaredariyê ji me bistîne
13:11 Hatîmogûllari: Em ê li dijî derbeyê bênavber têbikoşin
Bakirhan: Heke hûn çareseriyê bixwazin, wê demê tecrîdê rakin û qeyûman paşve bikişînin
12:48 Serokê Baroya Bedlîsê yê berê hat binçavkirin
12:42 Berxwedana xelkê Êlihê ya li dijî qeyûm di roja 2’yan de didome
12:40 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:58 Li Xelfetiyê protestokirina qeyûm di roja duyemîn de ye
11:40 Ji Bahçelî daxuyaniya ‘ez li pişt gotina xwe me’
11:39 Derheqê Ahmet Ozer de lêpirsîneke din jî hate destpêkirin
11:35 Di hevdîtinên bûdçeyê de qeyûm hatin protestokirin
11:25 Deklarasyona 25'ê Mijdarê: Bi ruhê 'Jin, jiyan, azadî' biherikin kolanan
10:55 Li Mêrdînê 9 kes hatin binçavkirin
10:51 Salek û 15 roj ceza li strana kurdî hat birîn!