Li Xelfetiyê peyama li dijî qeyûm: Çareserî ne qeyûm e çareserî li Îmraliyê ye

  • rojane
  • 13:34 6 Mijdar 2024
  • |

RIHA - Hevserok û nûnerên partiyên siyasî li Xelfetiyê di çalakiya dijî qeyûm de axivîn û banga berxwedana li dijî qeyûman li her kesî kirin û ev peyam dan: "Qeyûm ne çareserî ye, çareserî li Îmraliyê ye." 

Li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê protestokirina tayînkirina qeyûm di roja sêyemîn de didome. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogûllari, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Îbrahîm Kuçukbalaban, Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş, serok û nûnerên EHP, TOP, TÎP, EMEP, SMF, SYKP, SODAP, KKP, PÎA, Partiya Şoreşger, ESP, ÎHD, Federasyona Alevî Bektaşî, KESK’ê di nav de ji bo şermezarkirina qeyûm hatin navçeyê û li ber şaredariyê daxuyanî dan. Heta ber şaredariyê meş hat lidarxistin û di meşê de dirûşm hatin berzkirin. 
 
BEŞTAŞ: AKP DARBEKAR E 
 
Di daxuyaniyê de ewilî Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş axivî û got: "Hikûmeta AKP-MHP'ê bi hev re darazê bi rê ve dibin. Xebatên hevserokên me tên krîmînalîzekirin. Kes sûc nake, desteserkirina îradeya gel heye. Me ev darbe qebûl nekir, em ê ji niha şûn ve qet nekin. Li vir jî berxwedaneke mezin heye, em berxwedana we silav dikin. Roja hilbijartinê zextan kirin lê dîsa jî têk çûn. Ev der warê birêz Ocalan e. Li aliyekî bangan dikin li aliyekî jî cezayên disiplînê li Ocalan tê birîn. Em bangan naxwazin gavan biavêjin. Şert û mercên wî yên azadiyê biafirînin. Bi tecrîd û êrişên li ser siyaseta demokratîk hûn nikarin bigihîjin tu cihî. Hûn darbekar in. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.” 
 
BAKIRHAN: HEKE HÛN ÇARESERIYÊ DIXWAZIN WA ÎMRALI LI WIR E 
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan: Me gelek caran diyar kir ku em bi desthilatdariyeke înkarker re rû bi rû ne. Dibêjin kurd nikarin zimanê xwe hilbijêrin û nikarin biaxivin. Heke îradeya kurdan têxin girtîgehê, em ji Xelfetiyê ji  desthilatdariyê dipirsin; Gelo divê Kurd çi bikin? Li Kurdistanê hiqûqek û qanûnek cuda heye li rojavayê Tirkiyeyê hiqûq û qanûnek cuda heye û tê pêkanîn. Kurd edaletê dixwazin. Yên diyalogê naxwazin ew in, ew qeyûm tayînî Xelfetî, Êlih û Mêrdînê kirin. Em bi sextekariyeke cidî re rû bi rû ne. Em weke gelên bindest, kedkar, ciwan û jin vê hikûmeta ku vîna me desteser kiriye hişyar dikin. Ev rê wê Tirkiyeyê nehêle tu derê. Bi vî awayî vegere. Xelkê Xelfetiyê kê bijartin bila ew navçeyê bi rê ve bibe. Kurd êdî ji we bawer nakin. Zîhniyeteke we heye ku dema hûn di tengasiyê de bin serî li pêbaweran dide, xwe bi qanûnê ve girê dide û darazê jî wekî darekê-şivekî li ser me bikar tîne. Kurd demokrasî, wekhevî û azadiyê dixwazin. Ev îmtîhan îmtîhana we ye. Heke hûn bibêjin çareserî kurd li vir in, Îmralî jî li wir e. Heke hûn aştiyê dixwazin, dev ji tayînkirina qeyûman berdin.
 
Parlamenterê me bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk anî. Birêz Ocalan bal kişandiye ser girîngiya Xelfetiyê. Heta ku ev biryar bi paş ve bê kişandin, em ê li ber xwe bidin û li ser pêya bin. Em li cihê herî rast in, çimkî em mafdar in û têkoşîna me daxwaza mafdariya xwe dike. Em ê van darbekaran biqewirînin. 
 
HATÎMOGÛLLARI: BI DESTEKÎ DARBE BI DESTEKÎ AŞTÎ NABE 
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari: Ev qeyûm darbeya siyasî ye. Em ê bê westan bêjin hûn darbekar in. Qeyûm bi destê qesrê pêk tê. Dixwazin mafê bijartin û hilbijartinê ji holê rakin. Dixwazin sîstema padîşahiyê ava bikin. Bi destekî gotin ‘em pirsgirêka kurd çareser bikin’ bi destekî din jî li ser me darbeyê pêk tînin. Kesên ku aştiyê bixwaze qeyûman tayîn nake. Em îro dengê xwe derxin ku sibê qeyûm neşînin ser şaredariyên din. Ji bilî dijderketina van zaliman wekî din tu rêyek me din nîne. Em ji memleketê birêz Ocalan bang dikin; yên ku tecrîdê rakin hûn in. Em li dijî we û tecrîda we li ber xwe didin. Demildest wê tecrîdê rakin. 
 
OZTURK: EM BIBIN YEK 
 
Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk: Divê her kes, em hemû li dijî qeyûman bibin yek. Em bi ruhê yekbûyî desthilatdariyê û qeyûman biqewirînin. 
 
MERTTURK: EM BI HEV RE LI BER XWE DIDIN 
 
Seroka Giştî ya Halkevlerî Nebiye Mertturk: Me li Kobanê û Geziyê li ber xwe da. Em ê dîsa li ber xwe bidin. Gel dixapînin. Em ê bi hev re li ber xwe bidin û van dîktatoran ji ser textê wan bixînin. 
 
ASLAN: QEYÛMAN BI PAŞ VE BIKIŞÎNIN 
 
Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan: Em ji Xelfetiyê bang dikin; demildest van qeyûman bi paş ve bikişînin û dest ji van pêkanînên xwe hovane berdin. Li dijî van em neçarin ku hêza xwe bikin yek. 
 
TAŞÇI: EM Ê BI SER BIKEVIN 
 
Cîgira Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Gamze Taşçi: Yekitiya me heye û em ê li dijî qeyûman bi ser bikevin. Em berxwedana gel silav dikin.
 
UÇAR: TECRÎDÊ RAKIN 
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar: AKP’ê êdî wesfa xwe ya desthilatdarî winda kiriye. Li ber têkçûnê ne. Dixwazin ku gelê kurd teslîmî wan bibin û dest ji îradeya xwe berde. Gelê kurd wê dest ji îradeya xwe û têkoşîna xwe bernede. Yên ku dibêjin pirsgirêka kurd tune ye, bila werin Kurdistan3e binêrin ka pirsgirêk heye yan nîne. Rola birêz Ocalan didizin. Bi salane birêz Ocalan ji bo şer nebe têdikoşe. Ewilî tecrîdê rakin, paşê biaxivin. Li şûna ku tecrîdê rakin, qeyûman dişînin ser îradeya gel. 
 
BAYRAM: EM JI TUNEBÛNÊ ÇÊBÛN 
 
Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram: Bila qeyûm destê xwe ji ser Xelfetiyê û Kurdistanê rake. Xelfetî viya qebûl nake. Me bi derziyekî bîrekî kola. Dewletê hemû derfetên xwe li dijî me xist dewrê lê dîsa jî nikaribû me têk bibe. Em ji tunebûnê çêbûn. Me xizmeta gelê xwe kir. We berê jî qeyûm şand lê dîsa em bi ser ketin. Gel viya qebûl nake û ji bîra nake. Mesele ne meseleya Saniye Bayram û Mehmet Karayilan e.
 
Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê Mehmet Kamaç, Hevserokê SYKP Mertcan Tîtîz, Berdevka SODAP’ê Kezban Konukçu, Berdevkê Demê yê SMF’ê Mahîr Gurz, rêvebera ESP’ê Satiye Ok, Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê Sînan Çîfyurek jî di daxuyaniyê de axivîn û li dijî qeyûman banga têkoşîn û berxwedana li dijî qeyûman kirin. 
 
Piştî axaftinan, şandeyê û welatiyan heta avahiya DEM Partiyê meş li dar xistin. 
 

Sernavên din

29/11/2024
09:00 ROJEVA 29’Ê MIJDARA 2024’AN
28/11/2024
22:22 9 nivîskar û rojnamevan hatin berdan
16:20 Ketin û derketina li herêmên qirkirina xwezayê lê tê kirin hat qedexekirin
16:18 Banga ‘Pêşî li darvekirina jinên têkoşer bigirin’ li rayedaran kirin
15:41 Nehiştin Hevşaredarên Êlihê derbasî şaredariyê bibin
15:33 'Mafê tenduristiyê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin’
15:17 Tahîr Elçî li gelek bajaran hat bibîranîn: Faîlan derxînin holê
14:40 Tahir Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
13:59 Di 2025’an de dê 21 girtîgehên nû bên vekirin
13:50 AYM’ê ji bo cezayê ji ber çalakiya 'Komploya 15’ê Sibatê’ hatiye dayin got ‘binpêkirin e’
12:43 Li 21 siyasetmedaran 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn
12:09 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê sibe dê bê lidarxistin
11:59 Navê wî li kolana lê hatibû qetilkirin hate kirin
11:52 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:25 Li gundê Burmadereyê qeyûm hate tayînkirin
11:04 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:59 Hevşaredar Gulistan Sonuk: Dê têkoşîna me bidome
10:27 Parêzer Ortaç: Lihevkirina civakî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e
10:23 Tahir Elçî li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
09:35 Mûrat Karayilan: Dê nekarin ji vê rêbazê encam bigirin
09:18 Hewldanên li dijî Şengalê çi ne?
09:08 Zozan Bor a li midûriyeta polîsan hat tacizkirin: Kevalên min hê jî di binçavan de ne
09:07 Çareya ji bo şer, krîza avhewayê û koçberiyê: Civaka ekolojîk-komunal
09:06 'Li dijî qeyûman xurtkirina xeta têkoşînê divê'
09:04 Banga ji bo mitînga 'Em nikarin debara xwe bikin'
09:00 ROJEVA 28’Ê MIJDARA 2024’AN
27/11/2024
22:56 Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê dest bi greva birçîbûnê kirin
22:53 Rêyên 98 gundên Amedê hatin vekirin
16:55 Bertek nîşanî qeyûm dan û ji civînê derketin
16:51 Doza Ahmet Gun ê hatibû qetilkirin hat taloqkirin
16:19 Binçavkirin li gelek bajaran hatin protestokirin
15:21 Ciwanên êrişên dewleta tirk kişandin ji hêla PDK’ê ve hatin binçavkirin
14:48 Li Edeneyê qeyûm hatin protestokirin
14:35 Erdogan dîsa gef xwar
14:01 Ji binçavkiriyan 10 jê anîn Enqereyê
13:39 Rêxistinên pîşeyî bertek nîşanî binçavkirinan dan: Em paşvegavê naavêjin
13:38 Helbestvan, akademîsyen û rojnameger 2 roj in binçavkirî ne
13:10 Li Peyasê loqenteya gel hate vekirin
13:10 'Jin, jiyan azadî' li Meclisê ye
13:09 Wezareta Dadê: Em daxwaznameya DEM’ê dinirxînin
12:54 Li Londonê polîsan bi ser Navenda Civaka Kurd de girtin
12:38 Li Dêrsimê qeyûm û binçavkirin hatin protestokirin
11:47 Kesên li Çanakkaleyê hatin binçavkirin hatin berdan
11:44 Gotûbêja Sabahat Tuncel ji hêla rektor ve hat betalkirin
11:30 Peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Lubnanê de kete meriyetê
10:58 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran: Hevalên me berdin
10:39 Li Şirnexê rêyên bajarokek û 7 gundan hatin girtin
10:38 Piştî erdheja li Bedlîsê hişyar hate kirin
10:27 Li 3 bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:08 Ciwanên HDK’î: Dê têkoşîna me ya li dijî qeyûm û tecrîdê bidome
10:03 Li karwanê ragihandina azad deng û rengekî nû zêde bû: Ajansa Welat
09:25 Li Wanê rêyên 158 gundan ji ber berfê hatin girtin
09:12 Di ser kuştina belavkarê rojnameyê Işik re 31 sal derbas bûn
09:07 Av. Sarsilmaz: Wê girtina min bibe sedema ku ez têkoşînê mezin bikim
09:03 Ji Şaredariya Silopiyayê xizmeta li ser esasê jinê
09:02 Kadriye Dogan: Qeyûm êrişa li pergala hevserokatiyê ye
09:01 Di doza MCG Towerê de ji bo peywirdarê cemaweriyê doza lêpirsînê nehat dayîn
09:00 ROJEVA 27’Ê MIJDARA 2024’AN
26/11/2024
21:52 Li meclisê dirûşma 'Jin jiyan azadî' hat berzkirin
21:50 Li Dêrsimê 4 kes hatin girtin
16:45 Li emniyetê lêgerîna tazî li rojnameger Alayumat hate ferzkirin
16:33 Binçavkirina rojnamegeran dê sibe li Amedê bê protestokirin
16:27 DBP û DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
16:14 Li Dêrsimê qeyûm hat protestokirin: Pêşeroj dê ya berxwedêran be
15:30 Ozel: Heke li ser bingeha mutebeqeta civakî be em jê li gel in
15:25 Kesên hatin binçavkirin tînin Enqereyê
15:18 Li Wanê piştgirî dan kampanyaya ‘pereşandina ji girtiyan re'
14:43 Li Agiriyê berf bariya
14:43 Danişîna Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin
14:04 Hevserokên giştî ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
13:54 Li 30 bajaran 231 kes hatin binçavkirin
13:45 DFG: Rojnamegerên binçavkirî berdin
13:43 Girtiyê nexweş nabin nexweşxaneyê
13:39 Ahmet Turk îdiaya hevdîtina bi Bahçelî re derewand
13:36 DEM Partî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê serî li wezaretê bide
13:01 Helbestvan û nivîskar jî hatin binçavkirin
12:45 Bakirhan ji îktîdarê re got: Di hewza vala de soberî nayê kirin
12:42 Bahçelî: Em li bendê ne ku di navbera Îmrali û DEM Partiyê de pêwendî çêbibin
11:36 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:19 AKP-MHP’ê destûr neda di balafiran de xizmeta kurdî were kirin
11:03 MKG’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran da û got: Tavilê berdin
10:15 Hozan Diyar: Heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe pêşketineke mayinde nabe
09:40 Ji jinên girtî nameya 25'ê Mijdarê: Têkoşîna li dijî tundiyê bi xweparastinê pêkan e
09:22 Li Amedê berfa ewil a îsal bariya
09:04 Di êrişên Îsraîlê de 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
09:04 Franzîska Stîer: Qeyûm parçeyeke ji zilma li ser gelê kurd e
09:03 Li bazaran dema deynkirinê
09:01 Li Gabarê dîmenên nû yên talankirina xwezayê
09:01 ROJEVA 26’Ê MIJDARA 2024’AN
08:48 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin: Hevşaredar û rojnameger hatin binçavkirin
25/11/2024
22:52 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pirsgirêka hatçûnê ya 30 salî çareser kir
21:55 Bi hezaran ji ji Karakoyê bang kirin: Em jiyanê dixwazin
21:49 Li Amedê meşa girseyî: Jin, jiyan, azadî olan da
21:46 Li Mexmûrê meşa 25'ê Mijdarê
17:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê
16:40 Jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan
16:29 Rêxistinên Elewiyan li Dêrsimê bang kirin: Em qeyûmê xespkar qebûl nakin
15:04 Li kampusa zanîngehê pankarta bi 3 zimanan pankarta 'Jin jiyan azadî' vekirin
14:59 Tifaqa Dêrsimê ji bo piştevaniyê çû serdana Sarigul
14:39 Di meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê de hêrsa li dijî qeyûm