ÊLIH - Jinên Êlihê diyar kirin ku tenê “dizî” karê AKP’ê ye û gotin ew ê li dijî qeyûm li ber xwe bidin.
Li ser fermana Wezareta Karên Navxweyî qeyûm tayînî şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê hatin kirin. Li her sê bajaran jî li dijî desteserkirina îradeyê xwepêşandana xelkê berdewam dike.
Jin û dayikên li ber Şaredariya Êlihê li dijî qeyûm li ber xwe didin diyar kirin ku ew ê li dijî dizî û desteserkirina îradeyê bi paş ve gavan neavêjin.
‘ÊDÎ BES E…’
Saadet Acet: Qeyûm neheqî, zilm û dizîo ye. Wê ev neheqî heta kengê dewam bike? Êdî bes vê neheqiyê li me dikin. Sê car in qeyûm tayînî ser şaredariya me dikin. Ev îrade û mafê min e. Ew çima heqê min desteser dikin? Heta ku emrê me têr bike em ê li ber xwe bidin. Ev 40 sal in em li ber xwe didin. Em li ber xwe didin ew jî zilmê dikin. Êlih cihê têkoşînê ye. Lewma viya dikin. Em vê zilm û neheqiyê qebûl nakin. Gotin ‘bila Abdullah Ocalan were li Meclisê biaxive’. Ma gelo axaftina li Meclisê ev xayîntî ye? Jixwe me ji wan bawer nekiribû. Êdî ji dizî û talana xwe jî şerm nakin.
‘EM ÊBI PAŞ VE GAVAN NEAVÊJIN’
Elîf Tiloktîmûr: Dizek şerm nakin. Me raya xwe nedaye we. Em heqê xwe li we helal nakin. Bila qeyûm were hemberî bêje, ‘ev şaredarî ya min e’. Çim abi tank, topan dora şaredariyê digirin. Tank û topên me nîn in, destê me vala ye jî lê dîsa ji me ditirsin. Xwedî heqê me li ba wan nehêle. Bila xelkê me xwedî li îrade û dengen xwe derkeve. Em ê qet û qet bi paş ve gavan neavêjin. Em natirsin û li vir in.
‘WERE DERVE ÇEND GOTINÊN ME JI BO TE HENE’
Taybet Kayi: Em qeyûm qebûl nakin. Şerm e, êdî bes e. Me îradeya xwe wergirt, me bi xwîn û xwêdana xwe şaredariyê dîsa wergirt. Em ê mênderên xwe bînin ber şaredariyê û em ê ji vir necin. Îsraîl çi tîne serê Filistînê, hûn jî tînin serê me. Em Filistîn in û hûn jî Îsraîl in. Ez bang li qeyûm dikim were derve em biaxivin. Çima tu li wir rûdinê? Vaye meydan li vir e. Were vir çend gotinên me ji bo te hene. Em ji vir naçin. Polîsên xwe ji vir hildin û biçin.
‘DIZÎ KARÊ WAN E’
Edîbe Orbak: Ji xeynî diziye bi tiştekî nizanin. Tenê karê wan dizî ye. Îradeya jinan desteser dikin. AKP dijminê jinan û gelê kurd e. Li her deverê jin tên kuştin. Karê û barê AKP’ê ev e. Heta ku ji destê me were em ê li ber xwe bidin. Divê gelê me li malên xwe rûnenê û tev li çalakiyan bibe.