Alim, Dayik û Pîr: Divê dewlet destê xwe ji baweriyan bikişîne

  • rojane
  • 13:20 1 Mijdar 2024
  • |
img
SÊRT - Di encamnameya komxebata “Alim, Dayik, Pîran” de hat xwestin ku dewlet bêqeyd û şert destê xwe ji baweriyan bikişîne. 
 
Komîsyona Gel û Baweriyan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 20’ê cotmehê de li Sêrtê bi sernavê “Hevdîtina Alim, Dayik û Pîran” li dar xist. Encamnameya hevdîtinê hate eşkerekirin. Di danezanê de hate gotin ku di komxebatê de serenavên weke şikandina bandora hegemonyaya dewletê ya li ser baweriyan, jiholêrakirina pêşdaraziyên di navbera civakên baweriyê yên elewî û sunnî de, danîna pêwendiyên xurt ên di navbera dînamîkên civakên sunnî û elewiyan de û afirandina ziman û pratîkeke hevpar hatine nîqaşkirin. Bi domdarî hat destnîşankirin ku piştî Sêrtê dê civîna duyemîn li Dêrsimê were lidarxistin. 
 
Di danezanê de nirxandin û pêşniyarên derketine pêş wiha hatin rêzkirin: 
 
“* Pêvajoyên şer ên li erdnîgariya em lê dijîn û şerê hegemonyayê yên hêzên cuda dikin, rê li ber vedikin ku gelên cuda yên li herêmê, derdorên bawerî û civakî ji hev cuda bibin û wan ji hev dûr dixin. Weke kesên li vê erdnîgariyê dijîn; em bi zext, komkujî, tunehesibandin, cihêkarî û xizaniyê re rû bi rû ne. Nîfaqê dixin navbera gelên me, şer tê sorkirin û bi vê yekê re jî armanca esasî ya serdestan tê veşartin. 
 
* Rola ku dê gelên me, komên me yên bawerî û olî û dînamîkên cuda yên civakî ya di vê serdemê de bilîzin pir girîng e. Her gotineke rêberên baweriyan, zana û alim ên têkildarî aştiya civakî, hiqûqa xwişk-biratiyê û qebûlkirina hevdû dê xwedî bandoreke mezin bin. Di heman demê de, di mijara pêşîlêgirtina dabeşkirinê û çareserkirina pirsgirêkên civakî de rêberên baweriyan aktorên girîng in û em di ferqa berpirsyartiya xwe ya dîrokî de ne. 
 
* Di vê çarçoveyê de, armanca civîna me ew nîne ku siyaset an jî nêrînên komeke cuda ferz bikin. Ji bo bingehekê ji çareseriya pirsgirêkên roj bi roj kûrtir dibin re ava bikin û em di çarçoveya berpirsyariyên xwe yên dîrokî de tevdigerin. 
 
BAL KIŞANDIN SER TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
* Weke di her qadê de, mudaxileya dewletê ya li dijî qada bawerî/olê jî berdewam e; bi nêzikatiyeke yekperest hewl dide baweriyan bixe bin serdestiya xwe. Bi destê Serokatiya Karên Diyanetê mudaxileyî civaka sunnî dike, bi rêya Serokatiya Elewî Bektaşî Çand û Cemxaneyan jî hewl didin teşe didin civaka elewî ku heta niha jî hebûna wan dihat redkirin. Herî dawî bi destê vê saziyê li Dêrsimê sempozyumek hat lidarxistin û ev yek weke projeya pişaftin û êrişê ya li dijî ziman, çand û baweriya me hatiye nirxandin. Di dawiya dawî de ev sazî, ne li gorî pêdiviyên civakê de lê li gorî daxwazên dewlet û îktîdara siyasî tevgeriyane. Bi vê sedemê jî divê di çarçoveya mafê azadiya baweriyan û naskirinê de dawî li tehekûma van saziyan were anîn. Divê dewlet bêqeyd û bêşert destê xwe ji baweriyan bikişîne. 
 
* Li erdnîgariya me gel, bawerî û olên cuda dijîn; em di wê ferqê de ne ku nêrînên cuda, herêm û cihên xweser hene. Ev cudahî tevek ji bo me cihê rêzgirtinê ne û rêzê heq dikin û nabin mijara nîqaşê. Em mecbûr nînin bişibin hev û rastiyên xwe bidin qebûlkirin. Tişta ji bo me pêwîst ew e ku em hev nas bikin û ji hev fêm bikin. Lewma jî li dijî ferasta îktîdara yekperest a civaka me li gorî cudahiyan ji hev dabeş dike, berê wan dide hev, li dijî hev sor dike; baweriya me, çanda me, ziman, nasname, kevneşopî û şêweyê jiyanên me tune dihesibîne divê em zemîna têkoşîna hevpar ava bikin û ev erka me ye. 
 
PIRSGIRÊKA KURD
 
* Weke nûnerên kom û avadaniyên bawerî/olî; ji bo tunekirina pêşdaraziyên me yên di nava herka dîrokê de li dijî hev çêbûn, ji bo sererastkirina zimanê nebaş, ji bo xebatên hevpar bên meşandin, ji bo avakirina ziman û pratîkên hevpar, ji bo avakirina feraseteke li ser bingeheke wijdanî û exlaqî, ji bo di çareseriya pirsgirêkên civakî de zimaneke hevpar were avakirin; divê feraseta cudakariyê dike, tune dihesibîne, dişibîne xwe û bêrêziyê li hemberî cudahiyan dike were mehkûmkirin, divê li dijî îktîdara ku dixwaze baweriyên me bi qurbanî rojeva xwe ya polîtîk bike helwestekî xurt were nîşandan, li dijî hemû êriş, tundî, gotinên nefretê û hemû hewldanên biçûkxistinê yên li dijî bawerî û civakên me divê têkoşîn û piştevaniya hevpar were xurtkirin, ji bo pêşî li talankirina xwezayê were girtin, dawî li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan were û sepanên tecrîdê bi dawî bibin, ji bo avakirina hewayeke aştiyê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên xizaniyê û pirsgirêkên civakî divê yekitiyên hêj her demê bêhtir bên avakirin, ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane were çareserkirin weke rêberên olî em ji bo hewldanan îradeyê nîşan didin. 
 
* Tevî hemû hewldanên jihevdabeşkirinê yên îktîdarê jî derfetên me yên pir zêde hene ku em bêyî baweriyên xwe bikin mijara nîqaşê, li ser bingeha hezkirin û dostaniyê bi hev re bin.” 

Sernavên din

22/11/2024
14:18 Tedawiya dayika Aklîmeyê didome
14:05 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
14:04 Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina ciwanê winda didomin
13:27 Navenda Piştevaniya Jinê ya qeyûm girtibû dîsa hate vekirin
13:19 Li Amedê ‘Komxebata di aboriyê de jin’ hat lidarxistin
12:46 Polîsan di bin çavan de strana ‘Olurum Turkiyem’ dan guhdarkirin
12:15 Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê li Êlihê ye: Em ê piştevaniya xwe bidomînin
12:00 Doza rojnameger Kizilkaya û Çaralan hate betalkirin
11:59 Ji bo rojnameger Osman Akin biryara beraetê hate dayin
11:38 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:37 Ayşegul Dogan: Li şûna domandina tecrîdê guh bidin dengê Ocalan
11:29 Walîtiyê di roja danişînê de agahî xwestiye!
11:04 Nobeta li Dêrsimê hatiye destpêkirin didome
11:02 Kampanyaya pereşandina ji girtiyan re: Em li cem zarokên xwe bin
10:29 Hevseroka Giştî ya ESP’ê Hatîce Denîz Aktaş: Rêya çareseriyê ji Îmraliyê re derbas dibe
10:18 AYM’ê ji bo îşkenceya polîsan biryara binpêkirinê da
09:39 Parêzer Kaya: Ger pirgsirêka kurd neyê çareserkirin, wê hin kesên din werin çareser bikin
09:38 TSK'ê doza tazmînatê li malbatên HPG'iyên hatin kuştin kir
09:05 Armanca ‘Qanûna Rewşa Kesî’ çi ye?
09:04 Welatiyên îzmîrî: Azadiya jinê tê wateya hebûna jiyanê
09:00 ROJEVA 22’YÊ MIJDARA 2024’AN
21/11/2024
20:49 Hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan 44 hezarî derbas kir
19:57 Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyûrtê hatin girtin
19:21 Ji Înîsiyatîfa ji bo Azadiyê Huner li dijî qeyûm banga piştevaniyê
19:01 Ûgûr Kaymaz û bavê wî li ser gorên xwe hatin bibîranîn
18:34 Ji girtiyên jin re kart hatin şandin
16:39 ‘Civaka azad dê bi têkoşîna jinan bê avakirin’
16:26 Li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê bang kirin: Qeyûm tu ji ku yî?
16:02 9 partiyên siyasî li Meclisê li dijî qeyûman pêşniyarqanûn dan Meclisê
15:52 Cezayê li Konak hatiye birîn li Dêrsimê hat protestokirin: Em ê serî netewînin
14:43 Bîlîcî yê ku Soylu weke referans nîşan da sextekar derket
14:22 Hevserokên Giştî û Erbakan daxuyaniyê didin
14:20 DAD’ê ji bo Şaredariya Dêrsimê banga piştevaniyê kir
13:27 Nobeta li Xelfetiyê: Em bi hilbijartinê hatin, bi qeyûm naçin
13:21 DEM Partî çû serdana YRP’ê: Çareseriya pirsgirêka kurd dê ji bo aştiya Rojhilata Navîn sûdewer be
13:04 Li Çiyayê Bagokê liv û tevgera SÎHA’yan
12:55 Di doza rojnameger Kaya de dê li benda biryara Dadgeha Bilind bisekinin
12:50 Dîroka hevdîtina hevserokên giştî ya bi Ozgur Ozel re diyar bû
12:45 Kampanyaya pereşandina ji girtiyan re hate destpêkirin
12:32 Nobeta li Dêrsimê didome: Em ê destûrê nedin xespkirina îradeyê
12:01 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:30 Qeyûmî zilamek li Koordînatoriya Midûriyeta Jinan tayîn kir
11:09 Cezayê rojnameger Paksoy hate erêkirin
10:48 ‘Tirkiye yan dê Îmraliyê weke muxatab bibîne yan jî dê bikeve rewşa Îranê’
10:13 MYK’a DEM Partiyê dê bi rojeva tecrîd û qeyûm bicive
10:12 Mamosteyên kurdî bertek nîşanî qeyûm dan û îstîfa kirin
10:00 Ji bo Abdullah Ocalan 6 mehên din jî hevdîtina bi parêzeran re hat qedexekirin
09:42 Di hewayên sar de rawestgeha ewil dibe biharatfiroş
09:26 Hozan Aydin metirsiya jiyanî derbas kir
09:26 Ji AYM’ê biryara têkildarî ‘pasaportê’
09:25 Li girtîgehê axaftina bi tirkî li girtiyan tê ferzkirin
09:05 Siyasetzan Onal: Wê Trump helwesta xwe ya berê dubare neke
09:01 Ji jinên wanî banga meşê
09:00 Hinceta cezayê ku li Sûbaşî hatiye birîn: Xebatên kurdî
09:00 ROJEVA 21’Ê MIJDARA 2024’AN
20/11/2024
16:43 Li Xelfetiyê hevşaredar hatin astengkirin
16:28 DEM Partiyê bertek nîşanî cezayan da: Hûn ê weke derbekar bên bîranîn
16:22 Çalakiyên 25’ê Mijdarê: Banga tevlibûna meşa Taksîmê hate kirin
15:49 Hatîmogûllari: Divê tecrîd rabe û Abdullah Ocalan biaxive
15:33 Ji TUAY-DER’ê ji bo girtiyan kampanyeyeke nû
15:25 Roja Mafên Zarokan: Polîtîkaya necezakirinê biterikînin, peymanên navneteweyî pêk bînin
14:15 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hate bibîranîn
14:07 Tezkereyên parêzbendiyan şandin Komîsyona Têkel a Meclisê
13:41 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Hevşaredarê Dêrsimê Konak
13:17 Li Hevşaredarê Colemêrgê Akiş 9 sal cezayê hefsê hate birîn
13:13 Nobeta li Xelfetiyê di roja 17’emîn de didome
13:07 Encama Pêşbirka Resman a Ceylan Onkolê diyar bû
13:04 DEM Partî li pêşiya wezaretê ye: Di her 10 deqeyan de jinek tê qetilkirin
12:49 Tora Mafên Zarokan a Amedê hat damezrandin
12:21 Li Wanê civîna ‘seferberiya xwerêxistinkirinê’
12:17 Li Amedê otobûs bi rengê binevşî hatin xemilandin
12:03 Hevserokên DEM Partiyê yên Êlihê: Berxwedana me dê bidome
11:28 Ji 5 hezar û 216 serlêdanên binpêkirinan tenê 22 jê di cih de hatine lêkolînkirin
11:11 Daxwaza ji bo di qada tenduristiyê de xizmeta wergêr were dayin hate redkirin
10:53 Helîn Umît: Tiştekî ji PKK’ê re hatiye nîne
10:36 'Gelê kurd nîşan da ku kesek nikare îradeya wan manîpule bike’
10:13 Dozgeriyê ji bo talankirina daristanên Şirnexê got 'li gorî hiqûqê ye'
09:44 Pirtûka ‘Sosyolojiya Azadiyê’ bi spanî hate weşandin
09:40 Hunermend Hozan Aydin krîza dil derbas kir
09:36 Hinceta cezayê dane rojnamegerên jin: Destûr negirtin, li hişyariyê guhdarî nekirin
09:26 Rojnameger Sonuk sewqî Girtîgeha Erzînganê hate kirin
09:25 Ji Qilebanê ber bi Mexmûrê ve çîroka têkoşînê
09:21 Serra Bûcak: Me pergala ku qeyûm hilweşand ji nû ve çalak kir
09:02 ‘Cezayên îdamê yên li Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîziyê hatine birîn girêdayî pirsgirêka kurd in'
09:01 Înfaza wî hat şewitandin û ji bo dîroka berdana wî 'heta mirinê' hat nivîsandin
09:00 ROJEVA 20’Ê MIJDARA 2024’AN
19/11/2024
16:24 Di wesayîta çawişê pispor de 63 kîloyên tiryakê hatin girtin
16:19 Kekê Yuksekdag hate definkirin
16:15 Qeyûm şaredarî veguherand emniyetê
16:10 Şînên Bayar û Bozkurt bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:06 TJA'yê li Amedê çalakiyên 25’ê Mijdarê li dar xist
15:44 Dayikên Aştiyê li Meclisê axivîn: Nifteya aştiyê di destê Ocalan de ye
15:33 ‘Çareserî ne li derve li hundir e’
15:15 Taloqkirina tehliyeyan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê hate protestokirin
14:45 Rapora ÎHD’ê: Di salekê de li bakurê Kurdistanê mafê jiyanê yê 36 zarokan hate binpêkirin
14:19 Li Dîlok û Agiriyê pêngava ‘seferberiya rêxistinbûnê’
13:42 Wêneyê muhîmeta di mala malbata Guranê de derketî holê
13:36 Şaredariya Cizîrê xeta ‘Alo Şîddet’ê vekir
13:33 Bakirhan: Firsendeke dîrokî heye, divê Ocalan biaxive û muzakere dest pê bikin
12:43 Tulay Hatîmogûllari: Felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ bi saya berxwedanê li cîhanê belav bû