Rohilat Efrîn: Divê Tirkiye ji ber sûcên şer were darizandin

  • rojane
  • 11:14 29 Cotmeh 2024
  • |
img
ENQERE - Ji fermandarên YPJ’ê Rohilat Efrîn êrişên li ser Rojava wek “sûcê şer” pênase kir û got: “Êdî dema wê hatiye ku Tirkiye ji ber sûcên şer ên li Kurdistanê kiriye li dadgehek navneteweyî bê darizandin.” 
 
Tirkiyeyê di 23’yê cotmehê de li dijî bajar û gundên rojavayê Kurdistanê ango Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi pêlek nû ya êrişan kir. Di van êrişan de heta niha zarok jî di nav de 27 kesan jiyana xwe ji dest daye û gelek kes jî birîndar bûn e. Di êrişan de fabrîqe, rafîneyên petrolê, embarên genim, navendên tenduristiyê û perwerdehiyê, îstasyonên ceyran û gazê û her wiha şebekeyên telefonê hedef hatin girtin. Ev pêla êrişan bi hinceta çalakiya li dijî TUSAŞ’ê ya li Enqereyê pêk hatin 3u hê jî êriş didomin. 
 
Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn êrişên Tirkiyeyê yên berdewam dikin nirxand. 
 
Tirkiye her tim çalakiyên cuda dike hincet û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hedef. Tevî daxuyaniyên HSD’ê jî gelo sedema van êrişên tên kirin çi ye? 
 
Li Tirkiyeyê demeke dirêj e krîz û kaos hene. Tirkiye di polîtîka navxweyî û derve de bi krîzên cidî re rû bi rû ye. Bi berdewamkirina şer ji gelek aliyan ve hewl dide kurdan tine bike. Her tim êrişî destkeftiyên li herêmê dike. Tirkiye hatiye asteke wisa ku ne di halekî de ye ku barê heyî hilgire. Hem di warê siyasî û hem jî di warê aborî de bi têkçûnê re rû bi rû ye. Ji ber vê yekê jî bi berdewamkirina şerê li dijî kurdan hewl dide tinekirina wan asteng bike. Lê şerê ku bi kurdan re dimeşîne wê Tirkiyeyê rizgar neke. Dewleta Tirk hem di qada siyasî de hem jî di êrişan de ber bi îmhayê ve diçe.
Tirkiye ji statuya kurdan ditirse. Ji ber vê jî dixwaze kurdan tasfiye bike. Armanca Tirkiyeyê ew e ku destkeftiyên siyasî, leşkerî û civakî yên li Rojava tune bike.
 
Dema em bi warê kurdan lê dinêrin; Kurd di pergala nû ya cîhanê û Rojhilata Navîn de li xaleke girîng cih digirin. Tirsa sereke ya Tirkiyê ev e. Dewlet bi zîhniyeta şer tevdigere, ji aliyekî ve xwe ber bi têkçûnê ve dikişîne, ji aliyê din ve jî pê dihese ku statuya kurdan ro bi ro bi dest dikeve. Tirkiye ji vê ditirse, ji statuya kurdan ditirse. Ji ber vê jî dixwaze kurdan tasfiye bike. Tirsa Tirkiyê ya herî mezin ew e ku kurd li cihê ku heq dikin de bin. Kurd bi hêza xwe û bedelên ku didin destkeftiyên xwe diparêzin. Têkoşîna kurdan armancên neo-Osmaniyê asteng dike. Êrişa li Enqereyê ji bo êrişî vir bike weke hincet nîşan dide. Lê her kes dizane ku sedema êrişên li ser Rojava bi êrişa Enqereyê ve ne girêdayî ye, dixwaze destkeftiyên siyasî, leşkerî û civakî yên li vir tune bike. Her kes dizane ku ji Rojava êrişek li dijî Enqereyê pêk nehatiye û nayê. 
 
Ji bo tinekirina van destkeftiyan hincetan derdixin. Divê ev rewş li ser bingehek rast bê nirxandin. Ji dema dagirkirina Efrîn û Girê Spî ve êriş nesekinîne. Di zîhniyeta wan de dagirkerî heye. Heke nikaribin cihê mayî ku dagir bikin vê carî jî dixwazin êrişan astengiyê çêbikin. Li dijî zarok û sivîlan êrişên bêsînor û bêexlaqî hene. Şer jî xwedî rêgezên exlaqî ye, lê li cem Tirkiyeyê ev yek nîne. Armanc ew e ku gelê me li cihên ku niha di bin êrişan de ye, hemû destkeftiyên xwe ji dest bidin. Di êrişên ku dewam dikin de embarên genim, îstasyonên av û ceyran ku pêdiviyên bingehîn ên gel in, hatin hedefgirtin. Naxwazin gelê me li xaka xwe aştiyê bibîne û azad bijî. Di êrişan de hemû qadên sivîlan dikin armanca xwe. Dixwazin bi van êrişan û hewldanan gelê koçber bikin. 
 
 Li aliyekî desthilatdariyek ku li hemberî êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê bertek nîşan dide heye li aliyê din jî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi heman rengî êrişan pêk tîne. We jî got bi êrişan dixwazin gel koçber bikin. Hûn vê nêzîkatiya dualî çawa dinirxînin?
 
Ev bi rastî rêbazek şerê taybet e. Armanca van êrişan koçberkirina gelê me ye. Di vê pêvajoyê de hem zirarên madî hem jî manewî çêbûn. Tirkiye her roj ji bo zarokên li Xeze û Filistînê hatin qetilkirin rexneyan li Îsraîlê dike û bertek nîşan dide. Lê belê di êrişên sê rojên dawî de gelê me yê sivîl li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet gelê Til Rifatê bû armanca êrişan. Xebatkarên saziyên me bûn hedef. Dixwazin gel bitirsînin û naxwazin gelê me li ser axa xwe nefesek azad bistîne. Di vî warî de me weke hêzên parastinê di her warî de bersiv da êrişan û em ê ji niha û pê ve jî van êrişan bê bersiv nehêlin. Di vî warî de baweriya me bi xwe û gelê xwe heye. Em ê destkeftiyên xwe biparêzin. Tirkiye bi rêbazên şerê taybet êrişên didomîne, hemû rastiyên heyî berovajî dike. Vê yekê bi maskekirina rêbazên şerê taybet ku dimeşîne dike. Bi van êrişan maskeyên hêzên şerê taybet dimeşînin careke din ket. 
 
Helwesta hêzên koalîsyonê ya li dijî êrişan çi ye? 
 
 
Bêdengiya hêzên koalîsyonê rê li ber êrişên nû yên Tirkiyeyê vedike. Em, daxuyaniya wan jî di cih de nabînin. 
Dewleta tirk her roj li Rojava sûcên şer dike. Divê sazî û dezgehên navneteweyî jî li dijî êrişên dewleta tirk dengê xwe derxînin. Bêdengiya ji vî alî ve cisaretê dide Tirkiyeyê. Êdî dema wê hatiye ku Tirkiye ji ber sûcên şer ên li Kurdistanê dike di dadgehên navneteweyî de were darizandin. Divê êdî cezayê xwe bibîne. Tenê dema em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dinêrin, li tevahiya herêmên di bin dagirkeriyê de guherîna demografyayê heye. Her roj dizî tên kirin, girtin û îşkence hene. Dewleta tirk, li herêmên di bin dagirkeriyê de siyaseta komkujiyan, tunekirin û guherîna nasname û çandê dike. Bi sala ye em bi wan re (hêzên koalîsyonê) dixebitin. Divê ev biryara hevkariyê bidome. Lê belê bêdengiya wan a li hemberî dewleta tirk, rê li ber êrişan vedike. Ev Bêdengî di heman demê de rê li ber êrişên cuda jî vedike. 
 
Hinek dewletan daxuyaniyên weke “Tirkiyeyê mafê xwe yê parastina rewa bi kar anî” dan. Hûn van daxuyaniyan çawa dinirxînin? 
 
Tu tiştek nikare bibe hinceta êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Em van daxuyaniyan rast nabînin. Li dijî çi mafê rewa ye? Tu eleqeya çalakiya hatiye kirin (TUSAŞ) bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re nîne. 
 
 Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî êrişan daxuyanî û hişyariya “parastina rewa” kir... 
 
Şerê Sêyemîn ê Cîhanê tenê li herêma me nîne, bi sala ye li tevahiya cîhanê didome. Dê hêj jî bidome. Dê ev şer biencam nebû. Lewma jî li dijî şerê didome û êrişên dê di demên pêş de bên kirin em ê xwe biparêzin û têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê yekîneyên parastinê mezin bikin, tevî gelên xwe xaka xwe û destkeftiyên şoreşê biparêzin. Di nava 8-9 salên dawî de gelên me yên li Efrîn, Grê Spî û Serêkaniyê di bin êrişan de ne. Êrişên dewleta tirk di esasê xwe de li dijî destkeftiyên şoreşê tên kirin. Armanc dike ku felsefeya şoreşê, çanda wê û îradeya wê tune bike. Bêguman hêzên parastinê dê li dijî vê pêşengtiyeke rast bikin û destkeftî û xaka me biparêzin. Heke me heta niha amadekariyên xwe nekira, heke parastina gel tune bûya dê destkeftiyên me di demekî kin de bihatina bidawîkirin. Dê tu êriş nekarin me bitirsînin. Dê tu êriş nekarin me ji xaka me derxînin. Di vê wateyê de jî em ê ji vir û şûnde tevdîrên xwe bigirin. Em ê di dema xwe de bersivê bidin. Amadekariyên me ji her alî ve didomin. 
 
Di serdemeke ku êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin de li Tirkiyeyê nîqaşên “pêvajoya nû” tên kirin. Dema hûn van nîqaşan û êrişan bi hev re dinirxînin, dikarin çi bibêjin? 
 
Daxuyanî û nîqaşên tên kirin em jî li ser çapemeniyê dişopînin. Ji bo şîrove û rexneyan hêj zû ye. Gelê kurd, bi sala ye ji bo azadî û îradeya xwe têdikoşe. Ev têkoşîn, bi şer û bedelên giran hate domandin. Bêguman di serî de ya vê têkoşînê didomîne û diparêze jî fikr û felsefeya Rêber Apo ye. Rêber Apo bi fikr û paradîgmaya xwe pêşengtiya şoreşê kir. Di vê mijarê de ne gelê me ne jî hêzên demokrasî û azadiyê nikarin xwe ji vê rastiyê dûr bixin. Destpêkirina pêvajoyeke wiha dê di rêya demokasî û aştiyê de ji bo her kesî bibe çareserî. Heke aştî û demokrasiyê bi rêya qanûnan bidomînin, bêguman gavên aştiyê ji bo hemû gelan dê binirx bin. 
 
Dema ji bo aştiyê gav hatin avêtin; dê li tevahiya herêmê aramî çêbibe. Dixwaze bila dewleta tirk a bi krîz û xitîmînan re rû bi rû, dixwaze Îran an jî Iraq û Sûriye. Dê encamekî baştir derkeve holê. Gavên wiha, dê li tevahiya welatên cîhanê cisaret bide ku pirsgirêk bi rêya axaftinê bên çareserkirin. Ya ku dê Sûriyeyê rizgar bike jî ev e. Ya ku dê Sûriyeyê xelas bike jî dê qanûnên demokratîk bin. Avakirina Sûriyeyeke demokratîk bi van gavan dibe. 
 
Êrişên giran li ser gelê me hene. Lê belê israr û îdiaya me jî didome. Êrişên li ser herêma me û tevahiya Kurdistanê çi dibin bila bibin dê hêzên me gelên me û destkeftiyên me biparêzin. Bedela wê çi dibe bila bibe em ê biparêzin. Ne şerê taybet ne jî êriş nikarin me bitirsînin. Me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bedelên giran dan. Gelê me bi saya van bedelan li ser pêyan e. Van bedelan kirin ku dewleta tirk bitirse. Em hêvî dikin ku bedel û destkeftiyên me ji bo çareserî û aştiyê bibin zemînek. 
 
MA / Firat Can Arslan

Sernavên din

17/11/2024
13:08 Jin ber bi qada mitînga ‘azadiyê’ ve dimeşin
13:01 Gel diherike qada mitîngê ya Êlihê
12:38 Partiyên DEVA û Pêşerojê ji bo çareseriyê çi difikirin?
12:13 Gelo Akşener dibe cîgira Erdogan?
12:00 Ji bo mitîngê bi rê ketin
11:44 Bi gotina ‘were vir walî’ bûbû rojev: Em ê têkoşînê bi ser bixin
11:16 Li Xurmatoyê teqîn
10:40 Rojnameger Karwan: Tirkiye ji PDK’ê hikûmeteke ji wê re xizmetê bike daxwaz dike
10:05 Parêzerê Abdullah Ocalan: Divê ji bo çareseriyê bingeha pêwîst were amadekirin
09:19 Hejmara 90'emîn a Kovara Jinê derket
09:02 Schlotthauer: Divê Abdullah Ocalan were berdan
09:01 Jin li Mexmûrê bi neteweya demokratîk re wekheviya zayendî ya civakî ava dikin
09:00 17’Ê MIJDARA 2024’AN
16/11/2024
16:08 Di nobeda li dijî qeyûm de banga ji bo mîtînga Êlihê
16:01 Dayikên Şemiyê ji bo Alî Tekdag doza edaletê kirin
15:57 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi Serokê TBB’ê re civiyan
15:48 Banga 'bila girtiyên nexweş bên berdan'
15:39 Çîroka 3 windayan
13:09 Li Kolnê beriya mîtînga 'azadiyê' meş
12:31 Îmamoglû hat Mêrdînê
10:27 Li Îmraliyê şert û mercên 'Darbeya 17'ê Mijdarê' didomin
09:42 'Em dixwazin bajarên li ser esasê wekheviya zayendî ava bikin'
09:26 'Ji bo çareserkirina tundiya li ser zarok û jinan, guherîneke pergalî divê'
09:24 Banga ji bo 25'ê Mijdarê: Azadiya jinê azadiya civakê ye
09:04 Li Xelfetiyê di 7 mehan de 34 milyon deyn hat dayîn
09:00 ROJEVA 16’Ê MIJDARA 2024’AN
15/11/2024
16:27 Cihê mitînga Êlihê hate guherandin
15:50 DEM Partiyê hevdîtina xwe ya bi Partiya Saadetê re taloq kir
15:49 7 pêşnûmeyên têkildarî ziman û perwerdeyê heman rojê hatin redkirin
15:36 Ji girtiyên jin re qert hatin şandin
15:31 Ji bo mitînga ‘Demokrasî û azadiyê’ derî bi derî xebat meşandin
15:26 Dayikên Aştiyê ji bo Werîşe Mûradî bang kirin
15:21 Bîranîna Seyîd Riza: Cihê gorê wî eşkere bikin
14:38 Girtiyê destek û lingekî wî tune ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin
14:17 Ji ber ku nexwest biçe ‘qawîşa kesên serbixwe’ tehliyeya wê taloq kirin
14:08 Xelkê Êlihê li dijî xespkirina îradeyê meşiya: Em ê bi ser kevin
13:55 Hevşaredaran bersiv dan îdiayên ‘xerckirinan’: Qeyûm bi rêya derewan hewl dide xwe rewa bike
13:15 24 roj in cenazeyan nadin malbatan
12:47 Berxwedana Xelfetiyê di roja 12’an de didome
12:38 Li Bagokê liv û tevgera hewayî heye
12:36 Karasu ‘hevdîtina bi telefonê ya bi Qendîlê re’ derewand
12:25 Dosyayên parêzbendiyê yên 5 wekîlan li Meclisê ne
12:14 Seyîd Riza li Dêrsimê hate bibîranîn: Ên daxwaza wan aştî divê bi komkujiyê re hevrû bibin
11:24 Li Meletiyê bi pileya 4,9 erdhej çêbû
11:20 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:52 Çakmak: Hevdîtinek nayê wateya bidawîbûna tecrîdê
10:19 Li Stenbolê zarokek hate girtin
10:17 Bayindir: Divê kesên azadî û demokrasiyê dixwazin tev li mitîngê bibin
09:52 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
09:51 Hevserokê KON-MED’ê Gok: Ji bo azadiyê em tev li mitînga Kolnê bibin
09:36 Di Doza Qontaxê de polîs hatibû girtin: Ji dozgerê Dadgeha Bilind daxwaza ‘awarte’
09:03 'Dosyeya ku di sala 2019'an de wekî sedema tayînkirina qeyûm hat nîşandan bi beraetê bi encam bû'
09:02 Girtî Serhat: Em bi pêkanînê 12'ê Îlonê re rû bi rû ne
09:01 Sonuk: Armanc birêvebirina civakeke yekreng, yekzayend û yekaqilî ye
Demîr: Qeyûm polîtîkaya dijminatiyê ya li hemberî kurdan e
09:00 Rojnamevan Duran: Tirkiye muzakereyê nake, dibêje 'teslîm bibin yan na em ê bişewitînin'
09:00 ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2024’AN
14/11/2024
21:23 Gemîcîoglû hat berdan: 21 roj in li nexweşxaneyê ye
16:48 Baroyên bakurê Kurdistanê li Mêrdînê ne: Qeyûman paşve bikişînin
16:02 Li Wanê di 10 mehan de 10 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
16:01 Şaredariyên Wan û Tûşbayê li dijî tundiyê belgeya helwestê îmze kirin
15:32 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Amerîkaya Latîn kampanya hat destpêkirin
15:07 Danişîna doza ‘Meşa azadiyê’ hate taloqkirin
14:48 Ji bo jinên hatin qetilkirin şitil hatin danîn
14:36 DEM Partiyê bang kir: Werin ji bo aştiyeke birûmet em berpirsyartiyê li xwe bigirin
14:09 Li Êlihê ji bo 17’ê mijdarê bang: Ji bo parastina azadiyê em li qadan bin
13:46 Bi hinceta konserê derheqê Şaredariya Beykozê de lêpirsîn hate destpêkirin
13:45 Tîryakî: 11 roj in hêj biryara qeyûm nehatiye teblîxkirin
13:20 Berxwedana Xelfetiyê ya li dijî qeyûm didome
12:56 Tehliyeya Karak ê 29 sal in girtî ye 6 salên din taloq kirin
12:49 DAD: Bila cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî bên eşkerekirin
12:33 Ji baroyan berteka hevpar: Qeyûm ne hiqûqî ne ne jî rewa ne
12:20 Li pêşiya Wezareta Karên Hundir çalakî: AKP’ê derbe kir
11:40 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:39 Sekreterê Yekîtiya Partîzanên Îtalyayê: Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:14 Diljen Ronî ku konsera wî hat betalkirin: Dest ji vê helwesta dudilî berdin
09:04 Wê qeyûm li Stenbolê bi hevdîtina gel bê protestokirin
09:03 Serokê Giştî yê ÎHD'ê Kuçukbalaban: Ji bo biçin Îmraliyê dê serlêdanê bikin
09:01 Amadekariyên mîtînga 'azadiyê' didomin: Em bi ruhê seferberiyê beşdar bibin
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2024'AN
13/11/2024
21:43 Li Cenevreyê ji bo Abdullah Ocalan çalakî
16:17 Li Dêrsimê polîsek mir
16:07 ÎHD’ê kampanyaya ‘şandina pereyan a ji girtîgeh re sûc nîne’ da destpêkirin
15:15 Li gelek bajaran banga ‘bûdçeya ji bo ked û edaletê’ hate kirin
14:54 Têkildarî kuştina Çitay 3 polîs ji peywirê hatin dûrxistin
14:45 ‘Sîxûriya tesîrkirinê’ ji pêşniyarqanûnê hate derxistin
14:32 Baroya Wanê têkildarî tundiya li zarokan hatiye kirin serlêdana sûc kir
13:53 Di berxwedana Êlihê de ji bo mitînga 17’ê mijdarê bang hate kirin
13:36 Li Sêweregê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
13:33 Lêkolîna qadê: Hilbijêrên kurd qeyûm naxwazin
13:30 Li Wanê bi ser malan de hate girtin
13:21 DEM Partî: Zimanê kurdî xeta jêneveger e û divê bibe zimanê perwerdeyê
13:01 Ji Dîlokê bo piştevaniyê hatin Xelfetiyê
12:58 Girtiyan name şandin: Sewqên me nayên kirin, gef li me tên xwarin
12:51 Hevşaredaran starta kampanyaya ‘Gotina me xelas nebûye’ dan
11:15 Rapor nedan girtiyê ji hêla gardiyanan ve hatiye derbkirin
10:58 Mamosteya li dijî xespkirina îradeyê têdikoşe: Ez xwedî li dengê xwe derdikevim
10:20 AYM’ê redkirina serlêdana ‘şertên nebaş’ weke ‘binpêkirin’ qebûl kir
09:51 Ji bo faîlê Hîlal Kar cezayê muebbeta girankirî hat xwestin
09:37 Ji ber ‘Meşa Azadiyê ya Mezin’ doz li 29 kesan hate vekirin
09:36 Dosyeya rojnameger Tara û Behadîn radestî Nûnertiya YE’yê hate kirin