Parêzerê Temîzer: Pêvajoyeke ber bi mirinê ve hat meşandin

  • rojane
  • 09:27 25 Cotmeh 2024
  • |
WAN - Parêzerê Serhat Temîzerê ku roja biryara berdana wî hat dayin jiyana xwe ji dest da Metîn Adiyaman, diyar kir ku pêvajoyeke ku muwekîlê wî ber bi mirinê ve biriye hatiye şixulandin û got ku berpirsê vê jî dozger û îdareya girtîgehê ye ku tevî biryara berdana wî jî ew bernedane. 
 
Serhat Temîzer ku di 6’ê Mijdara 2017’an de hatibû binçavkirin, piştî rojeke binçavkirinê hatibû girtin. Temîzerê ku di 7'ê Mijdara 2019'an de hatibû berdan, di 6'ê Adara 2021'ê de careke din hatibû girtin. Danişîna biryarê ya der barê Temîzer ê ku bi îdîaya "Xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" hat girtin, di 18'ê Cotmehê de hat lidarxistin. Nexweşê epîlepsiyê Temîzer ê 22 salî, ji bo danişînê ji Girtîgeha Hejmar 2 ya Dûmlû ya Erziromê anîn Colemêrgê. Di danişîna ku li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Colemêrgê hat lidarxistin de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 4 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Her wiha ji ber demeke dirêj a girtinê biryara berdana Temîzer jî hat dayîn. Temîzer di 19'ê Cotmehê de li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Wanê ku piştî biryara tehliyeyê hatibû girtin, bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da. Rêveberiya girtîgehê îdia kir ku Temîzer ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest daye. Di otopsiya ewil de ku ji aliyê Saziya Tipa Edlî ve hat kirin de sedema mirinê nehat tespîtkirin.
 
Parêzerê Temîzer Metîn Adiyaman pêvajoya mirina Temîzer nirxand. Adiyaman got ku dema ku dadgehê biryara berdana girtiyekî bide girtî li ku dibe bila bibe divê bê berdan. Adiyaman diyar kir ku nehiqûqî ye ku girtî piştî biryara berdanê careke din bibin girtîgehê û ji wir bê berdan. 
 
 
 
Parêzerê Temîzer Metîn Adiyaman
 
'DI HUCREYA YEKKESÎ DE HAT GIRTIN'
 
Adiyaman anî ziman ku Temîzer di 15 saliya xwe de hatiye girtin û rastî gelek îşkenceyan hatiye û got ku dema rastî îşkenceyê hatiye, gelek krîzên epîlepsiyê derbas kiriye. Adiyaman anî ziman ku gelek caran ji bo rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" serlêdan kirine û got ku di sala 2018'an de ji aliyê Saziya Tipa Edlî (ATK) ve rapora nexweşiya epîlepsiyê hatiye dayîn. Adiyaman got: "Ev rapor di dosyeyên dadgehê de cih digire. Di raporê de tê gotin ku Serhat di girtîgehê de bimîne jî divê di bin kontrolê de bê girtin. Ji ber ku ne diyar e wê kengî krîz çêbibe. Gava bi tena serê xwe be û krîz çêbibe, derfeta xwe bigihîne îdareyê yan jî kesekî din tune ye. Lewma girtina wî ya di hucreyeke yekkesî de bûye sedema mirina wî." 
 
Adiyaman destnîşan kir ku girtiyên nexweş di rewşeke ku wijdanê civakê diêşîne de ne û got ku divê girtiyên nexweş bê şert û merc bên berdan. Adiyaman diyar kir ku ji bo dermankirina li girtîgehan divê rêgezên qanûnî bên çêkirin û got: "Ev mijar di serî de di destê desthilat, Wezîrê Dadê û saziya darazê de ye. Lê belê tu gav nayên avêtin. Tevî ku ev rewş tê zanîn jî û her roj di rojevê de ye û girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin jî, ev pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Ji mijarên girîng ên di 'Pêvajoya Çareseriyê' de rewşa girtiyên nexweş bû. Lê baş nebû rojev. Desthilatê jî hin sererastkirinên qanûnî kir. LÊ ji wê rojê heya niha girtiyên nexweş di rojevê de ne û mijareke ku civakê diêşîne." 
 
MA / Mehmet Guleş

Sernavên din

03/12/2024
12:16 Ji bo pirtûka Nelson Mandela biryara komkirinê hate dayin
12:07 Serlêdana Îmraliyê: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
11:20 Bîranîna Ozgur Ulkeyê: Êriş dê nekarin me ji rêya me bikin
11:06 Di serdema AKP'ê de herî kêm 5 hezar û 341 girtî jiyana xwe ji dest dane
11:06 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Hêzên me ewlehiya 7 gundan girtin ser xwe
10:53 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyonê eşkere kirin
10:46 ‘Heta qeyûm diçe dê berxwedana me bidome’
10:37 ‘Ji bo zarokên welêt’ pirtûkek
10:35 Şandeya navneteweyî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
10:15 Mavîoglû: Şertê ewil bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye
09:34 Li Zapê kilîl hate girtin an hate xerakirin?
09:05 Rojeva sereke ya DEKÛP'ê azadî û demokrasî ye
09:04 Hevşaredar: Divê gelê me xwedî li vîna xwe derkeve, li ber xwe bide
09:00 Dayika Geylaniyê ku berdana wî hat taloqkirin: Bila kurê min berdin
09:00 ROJEVA 3’YÊ KANÛNA 2024’AN
08:35 Komên paramîlîter 3 kes qetil kirin
02/12/2024
20:31 Li Stenbolê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
20:26 Xebatkarê Aramê Zengeralp serbest hat berdan
20:21 Polîsan êrişî çalakiya Rojavayê kir: 50 kes hatin binçavkirin
16:40 Li Wanê Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalan hate avakirin
16:37 Şaredariya Artukluyê têkildarî nelirêtiyan serlêdana sûc kir
16:24 Şandeya navneteweyî çû serdana OHD’ê: Heke tecrîd rabe dê demokratîkbûn çêbibe
16:19 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li geleke bajaran hatin protestokirin
16:18 Tehliyeya Besra Erol hate taloqkirin
16:02 Li Miksê xespkirina îradeyê hate protestokirin: Qeyûm nelirêtî û talan e
15:35 Ji bo pirtûka 'Dildarê Serkeftinê' biryara komkirinê hate dayin
15:34 Wezîrê Karên Derve yê Îranê hate Enqereyê
15:16 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Silopiyayê hatin protestokirin
15:12 Bertek nîşanî girtina Hevşaredar Dundar dan
14:47 Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê daxuyanî da
14:46 Li Mêrdînê jin li dijî tayînkirina qeyûm meşiyan
14:32 Derket holê ku keça AKP’iyê qeyûm diparast bêyî mulaqetê girtine kar
14:24 Qeyûm projeyên hevşaredaran jê bir
13:59 Şandeya navneteweyî çû serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê
13:53 DFG’ê rapora meha mijdarê eşkere kir: 21 rojnameger hatin binçavkirin, 3 hatin girtin
13:43 Jinan bertek nîşanî tundiyê dan: Jin, Jiyan, Azadî pisûleya me ye
13:27 Xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê seferber bû
13:26 Kongra Star banga ‘xurtkirina xweparastinê’ kir
13:26 DBP’ê li dijî êrişan banga helwestnîşandanê kir
13:25 Wezaretê gotibû 3 leşker mirîne: Ozdag got ku 44 leşker mirine
13:24 Parlamentoya Iraqê îro dê bi rojeva Qanûna Rewşa Kesî bicive
13:24 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
10:49 KNK: Roj roja parastina Rojava ye
10:42 Hejmara 259'emîn a Xwebûnê derket
10:36 Parlamentoya Herêma Federe dicive
10:07 Mazlûm Ebdî: Em ê gelê xwe biparêzin
09:35 'Êriş bi tevî li dijî gelên herêmê ne'
09:04 Claûdîa Korol a feminîst: Azadiya Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navînê firsendek e
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2024'AN
01/12/2024
16:53 HSD’ê li dijî êrişan bang kir
16:36 HPC’ê ragihand ku êrişên komên paramîlîter dane sekinandin
16:12 Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberî ragihand
15:57 Ji Amedê bang: Dest bi muzakereyên bi Abdullah Ocalan re bikin
15:29 SOHR: Di mijdarê de 176 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
14:49 Kolakan piştî 33 salan hate berdan
14:48 Omer Ocalan: Bi zîhniyeta DAIŞ’ê çav berdane destkeftiyên kurdan
14:02 Çiyayên Xêrê yê Dihokê hate bombebarankirin
13:38 Li Şerayê pevçûnên dijwar diqewimin
13:29 Li Miksê qeyûm hate protestokirin: Qeyûm talan e berxwedan jiyan e
12:27 Artêşa Sûriyeyê leşker sewqî Hemayê kir
12:24 Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da welatiyekî kurd
12:22 Ankêta Sosyo Polîtîkê: Çavkaniya hemû pirsgirêkan pirsgirêka kurd e
11:54 Di navbera HRE û komên paramîlîter de pevçûnên dijwar diqewimin
11:23 Foza Yûsif: Em ê li ser xeta şerê gel ê şoreşgerî xwe biparêzin
11:05 Endamên Meclisê yên DEM Partiyî li dijî qeyûm serlêdana sûc kirin
10:50 DYA’yê têkildarî geşedanên li Helebê daxuyanî da
10:36 3 gundên Efrîn-Şehbayê hatin bombebarankirin
10:34 Kovara Jinê bi manşeta ‘Di pêvajoyên pevçûn û muzakereyan de jin’ derket
10:27 Îşkence û destdirêjiya li dijî jinên afgan ên neçarî parsekiyê hatin kirin
10:18 Gelo geşedanên li Helebê operasyona NATO’yê ye?
09:23 Xelkê Agiriyê ji ber fatûreyên zêde yên gaza xwezayî bi bertek in
09:00 ROJEVA 1’Ê KANÛNA 2024’AN
08:58 Di qezaya li Bartinê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:31 SOHR: Artêşa Sûriyeyê xwe ji Hemayê vekişand, HTŞ’ê 16 gund bi dest xist
30/11/2024
16:16 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hat girtin
15:43 Pêşangeha Pirtûkan a Amedê dest pê kir
15:40 Li Cizîrê tayinkirina qeyûm hat şermezarkirin
15:37 HTŞ'ê gelek deverên Helebê xistin bin kontrola xwe
14:56 Xizmên windayan ji bo Tahir Elçî doza edaletê kirin
14:29 Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkên nû
14:23 30 sal in aqûbeta wî ne diyar e
11:13 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hat binçavkirin
11:10 Qeyûmê Mêrdînê gelek kes ji kar derxistin
09:04 Bîrsen Orhan a cezayê hepsa malê lê hat birîn: Ez ê bitêkoşim
09:02 Akademîsyen Neşe Ozgen: Tecrîd êrişa li aştiya civakî ye
09:01 Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê: Şandina pereyan ji girtiyan re ne sûc e
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2024'AN
08:29 9 siyasetmedar û sendîkavan hatin girtin
29/11/2024
22:23 DEM Partî: Bila gelê me mafê xwe yê protestoyê bi kar bîne
22:18 DBP: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
19:53 Qeyûm tayinî Şaredariya Miksê hat kirin
16:26 Hevberdevkê HDK’ê Kenanoglû: Qeyûm li pişt bariyerên betonan hefsî ne
16:06 Bakirhan: CHP dikare ji bo çareseriyê rola xwe bilîze
Ozel: Em amade ne rola xwe bilîzin
15:04 Li Miksê esnaf hatin ziyaretkirin
15:02 5 rojnameger bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
14:55 Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Ozel dest pê kir
14:51 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
14:43 Qeyûmî cîgirên hevşaredar ji peywirê girt û li şûna wan AKP’iyek tayîn kir
13:18 Navê Tahir Elçî li kolana lê hatibû qetilkirin, kirin: Dê bibe sembola aştiyê
12:47 Ozel ji dozger Gurlek re got: Nebe amûra hin kesan