Sembola berxwedana Kobanê Apê Nemir jiyana xwe ji dest da

  • rojane
  • 22:11 14 Cotmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji sembolên berxwedana Kobanê Apê Nemir di encama krîza dil de, di 74 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. 
 
Ji sembolên berxwedana Kobanê Xelîl Osman Hemê ku wekî Apê Nemir dihat naskirin, ji ber krîza dil di 74 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekê nasnameya Apê Nemir eşkere kir.
 
Berfirehiya daxuyaniya YPGʹê wiha ye:
 
"Xelîl Osman Hemê bi nasnav Apê Nemir ku wek sembola berxwedana Kobanê dihat naskirin, îro di encama krîza dil de tevlî karwanên nemiran bû.
 
Pêvajoya ku bi Bihara Ereban a sala 2011’an dest pê kir, li Rojava veguherî qonaxeke şoreşgerî. Berxwedana herî sembolîk a vê şoreşê ku bi berxwedana hevpar a gelan pêk hat, Kobanê bû. Di Îlona 2014’an de ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve êrîşeke hovane li ser Kobanê pêk hat. Li hemberî vê êrîşa talan û dagirkeriyê gelê Kobanê û şervanên YPG-YPJ’ê berxwedaneke bêhempa nîşan dan. Kobaniyên ku cih û warên xwe neterikandin, ji cîhanê re bûn mînaka herî berbiçav a çawa li dijî hovîtiya DAÎŞ'ê tê şerkirin. Berxwedana Kobanê ya ku veguherî berxwedaneke giştî ya Kurdan, careke din ji mirovahiyê re bû hêvî. Bi berxwedana Kobaniyê re hemû gelên cîhanê dîtin ku hîna jî hêzeke dînamîk heye li dijî zilmê û dijminên mirovahiyê şer dike.
 
TEVÎ TEMENÊ XWE YÊ MEZIN CIHÊ XWE DI ÇEPERÊN ŞER DE GIRT
 
Berxwedana Kobanê berxwedaneke ku gel bi derfetên xwe ava kiribû. Ji 7 salî heta 70 salî gelê Kobanê bi zarokên xwe re bi tevlîbûna li çeperên şer berxwedanê pêş xistin. Tevî ku bi rêxistineke hov a weke DAÎŞ’ê re rû bi rû mabû jî, gelê Kobanê bi şervanên xwe re bêyî kêliyek dudilî bijî ta ku bigihîje serkeftinê şerekî bêeman meşand. Êdî veguherî şerê gel û şerê gel bi serketinê tacîdar bû.
 
Yek ji wan jî bû sembola berxwedana Kobanê Apê Nemir bû. Apê Nemir ku tevî temenê xwe yê mezin axa xwe neterikand, tevî bi zarokên xwe re heta kêliya dawî di çeperên şer ên berxwedanê de cih girt.
 
Xelîl Osman Hemê bi nasnav Apê Nemir di sala 1950’î de li gundê Dihapê yê Kobanê ji dayik bûye. Ew tenê kurê malê ye. 5 xwişkên wî hene. Apê Nemir ji zarokatiya xwe ve di nav derdoreke ku hestên welatparêziyê lê zêde ye de mezin bûye. Kurdbûna xwe ji kur ve jiyan kiriye. Dema ku bi çandiniyê re mijûl dibe, tevgerên siyasî yên Kurd jî dişopîne. Ji ber eleqeya wî bi siyasetê re, di dema ciwaniya xwe de 3 caran ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hatiye girtin. Piştî sala 1980’î Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas dike. Ew PKKʹê ji nêz ve dişopîne. Derketina tevgera azadiya Kurd û bandora wê ya li ser civakê bandorê li Apê Nemir jî dike. Êdî ji vir û şûn de tevgera azadiya Kurd dişopîne. Tevî hemû zextên Rejîma Sûriyeyê jî paşve gav navêje û di her firsendê de têkoşîna xwe diparêze. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî dibîne. Piştî ku Rêber Ocalan nas kir, êdî weke welatparêzekî çalak ê tevgera azadiya Kurd dixebite.
 
Apê Nemir zewicî bû û 6 zarokên wî hene. Zarokên xwe jî bi hestên welatparêziyê mezin dike. Hem ew hem jî malbata xwe di hemû qadên tevgera azadiya Kurd de di xebatan de cih digirin. Di demên herî dijwar de jî kêliyekê jî paşve nekişandine. Apê Nemir tevî temenê xwe yê mezin tu carî paşde gav neavêtiye. Di her firsendê de ji bo azadiya gelê xwe tê dikoşe.
 
ROLA XWE BI LAYIQÎ BICIH ANÎ
 
Bi Şoreşa Rojava re Apê Nemir têkoşîna xwe didomîne. Li tevahiya herêmê jî şerekî dijwar dest pê kiriye. Di vê pêvajoya dîrokî de kesên li ser rêya azadiyê dimeşin divê rola xwe bilîzin. Bi vê hişmendiyê Apê Nemir bi malbata xwe re hem li qada leşkerî hem jî di qada civakî de di nav xebatê de cih girtin. Bi taybetî salên destpêkê yên şoreşê dijwar bû û derfet pir kêm bû. Li gel hemû şert û mercên zehmet jî di gelek qadan de di xebatên birêxistinbûna gel de cih girt û beriya berxwedana mezin a Kobanê amadekariya xwe temam kiribû. Şoreşa Rojava wê weke şoreşa gelan di dîroka mirovahiyê de cihê xwe bigirta. Apê Nemir jî wê vê rola xwe baş bi cih bianîba.
 
Piştî sala 2014’an çeteyên DAÎŞ’ê li Rojhilata Navîn bi awayekî çalak tevlî şerê heyî bûn. Di heman salê de li erdnîgariya Ereban gelek herêm dagir kirin. Çeteyên DAÎŞ'ê ku xwe ji van pêşketinên xwe ranegirtin, li dijî herêma Kurdan bi taybet êrişî Rojava kirin. Piştî komkujiya Şengalê êrişeke berfireh li ser Kobanê jî pêk anî. Çeteyên DAÎŞ’ê li ser cîhanê tirseke mezin avakiribû. Her ku êriş li ku derê dikirin dagir dikirin. Difikirîn ku bi heman awayî wê erdnîgariya Kurdan jî dagir bikin. Lê gelê Kurd bi berxwedanê bersiveke mezin da çeteyên DAÎŞ’ê. Bi taybetî çeteyên DAÎŞ'ê yên ku difikirîn ku wê bi hêsanî Kobanê bi dest bixin, nizanîbûn ku bi berxwedana Kobanê re dawiya xwe amade dikin.
 
Kobanê cihê ku Şoreşa Rojava lê dest pê kiribû. Çeteyên DAÎŞ'ê yên ku bi talîmatê dewleta Tirk êrişî Kobanê kirin, wê li vir şikestineke mezin jiyan kiriba. Li Kobaniyê civak û şervanên mîna Apê Nemir ku ji welatparêziya xwe tawîz nedan hebûn. Berxwedana Kobanê ya bi pêşengiya şervanên YPG-YPJ’ê weke şerê gel di dîrokê de cihê xwe girtibû.
 
BI ZAROKÊN XWE RE TÊKOŞIYA
 
Apê Nemir jî ji roja destpêkê ve cihê xwe di nava berxwedanê de girt. Tevî hemû israra şervanan jî bajar neterikand. Çi dibe bila bibe, wê heta dawî ji bo axa ji dayik bûye xwe tê bikoşiya. Apê Nemir ê ku di berxwedana Kobanê de ji ling û milê xwe birîndar bû, bêyî ku tedawiya xwe ya li Pirsûsê temam bike dîsa vegeriya çeperên berxwedanê. Xwesteka wî li kêleka şervanên azadiyê di heman çeperê de cih girtin e. Tevî hemû şert û mercên dijwar û temenê xwe yê mezin jî li gel şervanên azadiyê venaqete.
 
Apê Nemir heta kêliya dawî ya berxwedanê bi zarokên xwe re cihê xwe di nava têkoşînê de digire. Ew êdî dibe sembola berxwedanê. Paşê, yekem tişta ku bala rojnamegerên hatin çeperên berxwedanê Apê Nemir bû. Êdî hemû cîhan şahid e ku bi rastiya Apê Nemir re li Kobanê berxwedaneke çawa tê meşandin.
 
Zarokên wî jî mîna Apê Nemir heta kêliya dawî ya berxwedanê cihê xwe di nava têkoşînê de girtin. Kurê wî Osman di Hezîrana 2015’an de di êrişa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Kobanê de şehîd bû. Tevî her tiştî jî Apê Nemir û malbata wî cihê xwe di nava têkoşînê de girtin. Apê Nemir ku di encama birîndariya xwe de milê wî seqet ma, piştî berxwedana Kobanê têkoşîna xwe di nava xebatên şoreşgerî de berdewam kir. Heta nefesa xwe ya dawî ji bo gelê xwe tê koşiya.
 
JI BO AZADIYA GELÊ KURD JIYA
 
Apê Nemir bû sembola berxwedana Kobanê û welatparêzekî mînak. Bi hestên welatparêzî yên sade, pak jiya. Ji bo azadiya gelê Kurd jiya û xebat kir. Apê Nemir bi kevneşopiya bi berxwedana xwe ne tenê ji bo Kurdan, ji bo tevahiya mirovahiyê ya cîhanê bû berxwedêrekî mînak. Navê xwe weke sembola welatparêzî û dilsoziya ji bo xak û gelê xwe di dîroka azadiyê de nivîsand.
 
Ji ber şehadeta Apê Nemir em sersaxiyê di serî de ji malbata wî ya hêja û welatparêz re û ji hemû gelê xwe yê berxwedêr û welatparêz re dixwazin. Îro jî weke şervanên azadiyê yên ku destkeftiyên şoreşê diparêzin em soz didin ku em ê kevneşopiya berxwedanê ya Apê Nemir heta dawiyê biparêzin. Em soza ku me di şexsê Apê Nemir de daye hemû şehîdên xwe dubare dikin."

Sernavên din

02/11/2024
13:23 Li Komirê Mihrîcana Zarok û Ciwanan hate lidarxistin
13:07 Li Şirnexê atolyeya zayendî ya civakî
11:50 Konferansa Jinan a HDK’ê: Bi berxwedanê em bi ser dikevin
11:30 Qeyûm qebûl nekir û îstîfa kir: Divê têkoşîn bê dayîn
11:20 Şirîn Elmas a winda bi awayekî qetilkirî hate dîtin
11:13 Li Wanê komxebata avê: Çavkanî pêşkeşî sermayeyê tên kirin
11:08 Bakirhan: Ocalan dixwaze mesele bi diyalog û muzakereyê were çareserkirin
10:52 Parlamenterên Partiya Çep a Swêdê: Ji bo aştiya li Rojhilata Navîn ji Ocalan re azadî
10:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Jinan a Amedê di 5'ê Mijdarê de dest pê dike
10:05 Li Girtîgeha Îdirê mirinên biguman: Dikujin, paşê wekî xwekuştinê nîşan didin
09:52 Gotin 'çareserî' ye, lê kirin; kuştin, zext, binçavkirin, tayinkirina qeyûm e
09:35 Dîsa hevdîtina bi malbatê re li Abdullah Ocalan qedexe kirin
09:00 Keçecî yê ÎHD’î: Mafê jiyanê yê girtiyan tune tê hesibandin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2024'AN
08:53 Îsraîlê êrişî Xezayê kir 50 jê zarok 84 kes qetil kirin
01/11/2024
22:45 Li Kobanê peyama mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan
22:32 Cendirmeyan bi ser mala rojnamevanan de girt
22:25 Ji Piştevaniya Morê çalakiya ‘di paşnav de mafê wekheviyê’
21:01 Li Sêrtê 10 kes hatin girtin
20:57 DEM Partiyê serdana welatî û esnafên Esenyurtê kir
18:26 Li Cizîrê 4 kes hatin girtin
17:31 Cenazeyê Bedira HPG'yî piştî 4 mehan radestî malbatê hat kirin
17:03 Li Qoserê ciwanekî întîhar kir
16:37 Kuçukbalaban: Em ê ji bo afirandina şert û mercên Ocalan ên hevdîtina bi civakê re hewl bidin
16:01 Amadekariyên 13’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê bi dawî bûn
15:44 Roja Kobanê ya Cîhanê: Berxwedana wê ji bo gelên cîhanê bû hêvî
14:36 Li ser sînorê Kobanê pîrozbahiya 1’ê Mijdarê: Kobanê ji bo gelan bû hêvî
13:50 Peyamên Roja Kobanê: Berxwedana dîrokî didome
13:48 Li girtîgehan di 5 salan de 2 hezar û 258 kesan jiyana xwe ji dest da
13:28 Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê çap kiribû biryara komkirinê hate dayin
13:20 Alim, Dayik û Pîr: Divê dewlet destê xwe ji baweriyan bikişîne
12:31 Gemîcîoglû 26 caran rakirine nexweşxaneyê: Divê demildest bê berdan
12:00 Bakirhan: Abdullah Ocalan got ‘ruhê muzakereyan mezin bikin’
11:52 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:21 Berteka li dijî qeyûm: Berdewama polîtîkaya neçareseriyê
11:09 Li Sûltangaziyê jinek hate qetilkirin
10:41 Pirsgirêka kurd a carnan heye carnan nîne!
10:30 Piştî biryara AYM’ê 4 girtî hatin berdan
10:10 Dê li Avzêmên Mûnzûrê keşif bê kirin: Em ê destûrê nedin talanê
09:36 Rojnameger ji ber çêkirina nûçeyan hatin sûcdarkirin!
09:20 Serokê ÎHD'ê Yilmaz: Astengiya li ber çareseriyê tecrîd e
09:00 Li ser Çemê Hêzilê HES'eke din jî tê çêkirin
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2024'AN
07:53 Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê hate berdan
31/10/2024
20:33 Bertekên li dijî qeyûm: Dest ji darbeya li hemberî vîna gel berdin
16:33 Gava ewil a qeyûm: Wêneyên Ozer ji bîlboardan jê dike
16:27 TJA û DBP: Em ê derbeya li dijî gel qebûl nekin
15:17 DEM Partiyê li dijî qeyûm banga têkoşînê kir: Dem dema yekitiyê ye
15:16 Xebatkara Yenî Yaşamê hate binçavkirin
15:14 Ozel ji bo Esenyûrtê bang kir: Darbe li îradeya gel hate kirin
15:11 Cezayê hefsê dan rojnamegerên girtin protesto kirin
15:00 Gel li Qada Esenyurtê kom dibe
14:50 Di hevdîtinên bûdçeyê de bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan
14:42 Civîna DEM Partiyê bi dawî bû: Em desteserkirina îradeyê qebûl nakin
14:38 ÎHD: Jiyana girtiyê nexweş Gemîcîoglû di xetereyê de ye
14:29 Li dijî qeyûm banga kombûna li Qada Esenyûrtê hate kirin
14:25 Pêvajoya îtîrazê ya li dijî encamên hilbijartinên Herêma Federe ya Kurdistanê dest pê kir
14:22 Bertek nîşanî girtina parêzer Sarsilmaz dan: Em ê serî netewînin
14:08 Ji Wezîr Tunç daxuyaniya têkildarî tecrîdê
14:07 Dema binçavmayinê ya 20 kesên li Stenbolê hate dirêjkirin
14:05 TEV-DEM: Divê mirovahî xwedî li Rojava derkeve
13:45 Şaredariya Esenyurtê hate dorpêçkirin
13:35 Ji bo girtiyê nexweş Gemîcîoglû banga hevpar: Bila were berdan
13:21 Turk-Îş: Sînorê birçîtiyê bû 20 hezar û 431 lîre
12:59 Cezayê li rojnamevan Jîna Muderîs hatiye birîn, tê bicihanîn
12:51 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:01 Çawişê pispor bi 12 kîloyên tiryakê hate girtin
11:57 Piştî desteserkirina îradeyê li meqamê şaredariyê wêne kişand
11:12 Şanoya Bajar bi lîstika 'Çalakiya Malçêkirî' xwe ji bo Rojên Şanoya Jinê amade dike
11:09 Dogan: Dixwazin li ser Ozer peyamê bidin Stenbolê
10:45 Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê: Divê em serkeftina bi hev re bikin armanc
10:42 Doza Emîne Şenyaşar hat lidarxistin
10:27 Platforma Saziyên Demokratîk li dijî qeyûm banga berxwedanê kir
10:25 MYK’a DEM Partiyê li Stenbolê dicive
10:24 Konferansa Jinan a HDK’ê: Bi hêviyê re dimeşin, bi serhildanê mezin dibin, dê bi berxwedanê bi ser kevin!
10:01 Berdana 8 hezar û 521 girtiyan hatiye astengkirin: Biryar ne hiqûqî ye
09:48 Îdianameya rojnamegerên di hefsa malê de hate qebûlkirin
09:27 Îfadeya Ahmet Ozer: Îradeya gel tê xespkirin
09:26 Qeyûm tayînî Şaredariya Esenyûrtê hate kirin
09:03 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê: Divê cîhan deynê xwe bide
09:01 Amediyan ji bo çareseriyê îşaret bi meclisê kir: Divê em nexapin
09:01 Berwarî: Ji ber binpêkirina qada hewayî divê giliyê Tirkiyeyê bê kirin
09:01 Ji ber fabrîqe û makîneyan karê necariyê tune dibe
09:00 Rojnamevan Koyluoglû: Ji bo avakirina hikûmeteke nû YNK yekane alternatîf e
09:00 ROJEVA 31’Ê COTMEHA 2024’AN
30/10/2024
23:55 Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer hat girtin
23:07 DEM Partî: Hevserokên me yên giştî û endamên MYK'ê wê li Stenbolê bin
23:02 Rojnameger Degerê giliyê kesên ku gefan lê dixwin kir
21:46 Şaredarê Esenyûrtê Ozer bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
20:59 Hevşaredara Dêrikê ya berê Sabahat Çetînkaya hat girtin
19:54 'Nobeta Azadiyê' di hefteya 645’an de ye
18:20 Kaplan ê ku emeliyat bû bi îşkenceyê hat binçavkirin
16:24 Mele Reşît Irgat jiyana xwe ji dest da
16:16 Parêzerê Ahmet Ozer: Tevî biryara sînordarkirinê jî agahî li çapemeniyê hatin belavkirin
16:00 Li ber Şaredariya Esenyûrtê binçavkirina Ozer hat protestokirin
15:29 Bakirhan: Divê ‘Mafê hêviyê’ were pêkanîn
14:54 Ji bo Hatîce Onaran a girtî banga ‘bikevin nava liv û tevgerê’ hate kirin
14:18 Erdogan û Tunç pirsa ‘mafê hêviyê’ bêbersiv hiştin
14:07 Li Cizîrê qezaya trafîkê: Kesek mir
13:34 Encamên fermî yên hilbijartina Herêma Kurdistanê hatin aşkerekirin