Bi hezaran kes ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ ber bi Amedê ve diherikin

  • rojane
  • 10:20 13 Cotmeh 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran kesên ji bo “Mitînga Azadiyê” ji bajarên cuda berê xwe dan Amedê, ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Çalakvan, astengkirina polîsan protesto dikin.   

Platforma Saziyên Demokratîk dê îro bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, îro li Amedê bi dirûşma “Em li dijî komployê li ber xwe didin û ji bo azadiyê li Amedê kom dibin” mitîngê li dar bixe. Ji bo tevlibûna mitîngê, ji bajarên cuda bi hezaran kes ber bi Amedê ve ketin rê. Polîsan, bi hinceta biryara “qedexeyê” ya walîtiyan, welatî asteng kirin. Li bajarên welatî lê hatine astengkirin, çalakiyên rûniştinê hatin destpêkirin. 

DÊRSIM
 
Welatiyên dixwestin li Dêrsimê ber bi Amedê ve bên, li Truşmekê ji hêla polîsan ve hatin rawestandin. Welatiyan li dijî astengkirinê bi kornoyên wesayîtên xwe xistin û polîs protesto kirin. 
 
ŞIRNEX 
 
Li navenda Şirnexê û navçeyên wê Elkê, Qileban, Hezex, Basa, Silopiya û Cizîrê jî bi sedan kes ji bo beşdariya mitîngê ketin rê. Welatiyên ku cil û bergên kurdî li xwe kirin, li pêşiya avahiyên partiyê hatin gel hev. Welatî bi çepik, tililî û dirûşman bi rê ketin. 
 
RIHA 
 
Li navçeya Karakopru ya Rihayê jî bi sedan welatî hatin gel hev û xwestin ber bi Amedê ve bikevin rê. Lê belê partiyî ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Welatiyan jî ev rewş protesto kirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar û welatî li bendê ne. 
 
WAN
 
Li Wanê bi hezaran kes li Parqa Îpekê ya li navçeya Rêya Armûşê hatin gel hev. Girseya ku parlamenter, hevşaredar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî di nav de bûn, li parkê li ber stranan govend gerandin. Cil û bergên kurdî yên jinan bal kişand. Girseyê li dijî astengkirina polîsan çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Welatiyan, di tevahiya çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” û “Na ji şer re aştî a niha” berz kirin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Veysî Dîlekçî di çalakiyê de axivî û wiha got: “Destûrnedayina me, dijbertiya aştiyê ye. Pergala tecrîdê ya li Îmraliyê binpêkirina hiqûq û qanûnan e. Ne di hiqûqa navxweyî ne jî di ya navneteweyî de tiştekî wiha tune ye. Di serî de pirsgirêka kurd, ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan, ji ewil divê tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin. Ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn, divê bi birêz Ocalan re muzakere bên destpêkirin. Divê bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin.” 
 
'MUXATABA BIRÊZ OCALAN E’
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî wiha got: “We baş dizanî ku dê bi sedhezaran kes tev li mitîngê bibin lewma hûn tirsiyan. Bila soz be ku gelê kurd ê li hemberî we serî netewîne. Dê dostên gelê kurd jî serî li ber we netewînin. Ji birêz Abdullah Ocalan 43 meh in tu agahî nayên girtin. Ji bo aştiyê, birêz Abdullah Ocalan muxatab e. Hûn hewl didin li ser hemû qadên jiyanê tecrîdê ferz bikin. Em ê li dijî vê li ber xwe bidin. Heta ku li ser vê xakê aştiyeke birûmet pêk tê dê têkoşîna me bidome. We mitînga Amedê qedexe kir lê ji bo me her der Amed e. Her der qada berxwedanê ye. Waliyê vî bajarî, ne bi ser qanûna vî welatî re ye.” 
 
Dayikên Aştiyê jî bertek nîşanî biryarê dan. 
 
AMED 
 
Welatiyên dixwestin ji navçeya Pîranê ya Amedê ber bi navendê ve bên jî ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan, avahiya DEM Partiyê dorpêç kirin. Destûr nehate dayin wesayîtên li vir bi rê kevin. Welatî jî bi wesayîtên xwe yên taybet ketin rê. Lê belê di derketina navçeyê de careke din hatin sekinandin. Welatiyên dixwazin tev li mitîngê hêj li wir disekinin. 
 
Di heman demê de welatiyên ku bi dolmîşê di saetên serê sibehê de gihiştin Amedê, li Qada Şêx Seîd a Amedê sekinîn. Pişt re polîsan derdora welatiyan girtin û dest danîn ser nasnameyên welatiyên ku ji bo mitîngê hatine, li dolmîşê siwarkirin û ligel maşîneyên zirxî ji bajêr derxistin. Polîsan piştî ku welatî heta sêgeşoya rêya Amed, Mêrdîn û Bismilê birin, nasnameyên wan radestî wan kirin û li wir berdan. Welatî li petroleke sêgoşeya rêyê disekinin. 
 
‘EM Ê LI BER XWE BIDIN’ 
 
Yek ji dayikên ku ji bo mitîngê hatibû û rastî vê mûameleya polîsan hat Makbûle Aşan bertek nîşanî vê pêkanîna polîsan da û wiha got: “Em hatibûn berxwedanê dijminî rê nedame. Hezar caran bêlome ji bo tişta bi serê me anîn. Tu tank û top bi me re nebûn. Heta ku em sax bin em ê li pey doza xwe bin. Îro evqas mirov ji Edenê, Mêrsînê ji her derê kom bûne û hatine. Xwedê vê yekê qebûl dike? Bi xwedê em ê serîhildin û heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê li ber xwe bidin. Em ji bo aştiyê hatine, xwedê vê qebûl nake. Heta ku em hebin em ê li ber xwe bidin. Dê tirsa me di dilê wan de be. Bijî Kurdistan.”
 
DÎLOK
 
Gelek kesên dixwestin ji Dîlokê bên Amedê jî hatin sekinandin. Welatiyên hatin pêşiya avahiya DEM Partiyê, daxuyanî dan. Hevserokê Bajar Mehmet Satan anî ziman ku heta ku demokrasî, maf û hiqûq tê welêt, heta ku zindan tên valakirin û azadî û aştî pêk tê dê têkoşîna xwe bidomînin. Satan, got: “Dilê me li Amedê ye.” 
 
ÇEWLIG
 
DEM Partiyiyên ji Çewligê bi rê ketin jî li Kurudereyê hatin sekinandin. Koma ku Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Hulaku jî di nav de bû, bertek nîşan dan û çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Berxwedana welatiyan didome. 
 
ÊLIH
 
Polîsan di derketina bajêr de pêşiya welatiyên ku ji Êlihê ber bi Amedê ve bi rê ketin girtin. Polîsên ku qedexeya Walîtiya Amedê weke hincet nîşan dan gotin ku destûrê nadin ku welatî ji bajêr derkevin. Li ser vê yekê welatiyan xwest biryara qedexeyê nîşanî wan bê dayîn. Lê polîsan biryareke nivîskî nîşan nedan. Welatiyên ku bertek nîşanî astengkirina polîsan dan cade girtin û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Welatiyên ku dest bi çalakiya rûniştinê kirin sirûda “Herne Pêş” gotin û dirûşmên “Em ê bi berxwedanê serbikevin” , “Zext nikarin me têk bibin” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk ê li vir axivî, diyar kir ku destûra welatiyên ku dixwazin mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin û li dijî tecrîdê derkevin nayê dayîn û wiha got: “Li vir bêhiqûqiyek heye. Biryara ku Walitiya Amedê wergirtiye ji bo Êlihê ne derbasdar e. Mafê me yê gerê tê astengkirin. Ji bo ku bêhiqûqî heye polîs nikarin li vir biryarê nîşan bidin.”
 
Çalakiya rûniştinê ya welatiyan bi çepik, dirûşm û tilîliyan berdewam dike. 
 
SÊRT 
 
Welatiyên ji Sêrtê derketin di rê de hatin sekinandin. Welatiyên ku bi coşeke mezin bi rê ketin di derketina bajêr de ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Welatiyên ku bertek nîşanî rewşê dan dest bi gerandina govenda “azadiyê” kirin. Sêrtiyan li ber stranên ku gotin re govend gerandin û bendemayîna xwe didomînin.
 
MÊRDÎN
 
Girseya ku ji Şirnexê bi rê ketibû gihişt Mêrdînê. Girseya ku bi welatiyên li vir disekinîn re hate gel hev, ber bi Amedê ve kete rê. Girseyê heta demekê govend gerand û gelek caran dirûşmên “Na ji tecrîdê re, ji Ocalan re azadî”, “Berxwedan jiyan e” û “Her der Amed her der berxwedan” berz kir. 
 
BEDLÎS
 
Wesayîtên ji Bedlisê ber bi Amedê bi rê ketin jî li devera Ariciyê hatin astengkirin. Welatiyên ji ber astengkirina polîsan paya bûn, bi govend û çepikan bertek nîşan dan. Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlisê Huseyîn Olan li vir daxuyaniyeke kin da û got ku bi roja ye ji bo aştiyê derî bi derî xebatan dimeşînin. Olan, wiha domand: “Mitîng, bi mebesta bidawîkirina tecrîda li ser birêz Ocalan û azadiyê bû lê hate astengkirin. Divê bê zanîn ku têkoşîna me ya li dijî tecrîdê dê bi vê re bisînor nemîne. Çi ji destê me bê em ê bikin.” 
 
Piştî daxuyaniyê jî çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. 
 
DI KETINA AMEDÊ DE DAXUYANÎ HATE DAYIN 
 
Bi sedan kesên ji Riha û navçeyên wan hatin, xwe gihandin ketina Amedê. Girseyê, li benzînxaneyeke bi qasî 10 km’an dûrî navenda Amedê daxuyanî da. Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekir Karakeçîlî wiha got: “Ji bo tevlibûna Mitînga Azadiyê, em yek bi yek astengiyand erbas dikin û meşa xwe didomînin. Tevî hemû astengiyan jî em ê xwe bigihînin Qada Stasyonê. Gelek caran pêşiya me girtin û xwestin girseya me paşve vegerînin. Lê belê em bi israr in ku xwe bigihînin Amedê. Em ê li her derê azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan biqîrin. Em bihêz in û moralê me baş e.” 
 
Di daxuyaniyê de dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Hezar silav ji Îmraliyê re” hatin berzkirin. 
 
ERZIROM
 
DEM Partiyî bi 40 wesayîtan ji Erziromê ber bi Amedê ve ketin rê û di ketina Mûşê de hatin sekinandin. Hevserokê DEM Partiyê yê Erziromê Bariş Kemaloglû, diyar kir ku dê li dijî qedexe û zextan serî netewînin. Girseyê gelek caran dirûşmên “Zext nikarin pêşî li me bigirin” û “Bijî Serok Apo” berz kir. 
 
 
 

Sernavên din

30/10/2024
23:02 Rojnameger Degerê giliyê kesên ku gefan lê dixwin kir
21:46 Şaredarê Esenyûrtê Ozer bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
20:59 Hevşaredara Dêrikê ya berê Sabahat Çetînkaya hat girtin
19:54 'Nobeta Azadiyê' di hefteya 645’an de ye
18:20 Kaplan ê ku emeliyat bû bi îşkenceyê hat binçavkirin
16:24 Mele Reşît Irgat jiyana xwe ji dest da
16:16 Parêzerê Ahmet Ozer: Tevî biryara sînordarkirinê jî agahî li çapemeniyê hatin belavkirin
16:00 Li ber Şaredariya Esenyûrtê binçavkirina Ozer hat protestokirin
15:29 Bakirhan: Divê ‘Mafê hêviyê’ were pêkanîn
14:54 Ji bo Hatîce Onaran a girtî banga ‘bikevin nava liv û tevgerê’ hate kirin
14:18 Erdogan û Tunç pirsa ‘mafê hêviyê’ bêbersiv hiştin
14:07 Li Cizîrê qezaya trafîkê: Kesek mir
13:34 Encamên fermî yên hilbijartina Herêma Kurdistanê hatin aşkerekirin
13:32 Helbestvan Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
13:23 AYM’ê ji bo girtiyan biryara ‘binpêkirina azadiya derbirînê’ da
13:21 Li Cizîrê 5 kes bi lêdanê binçavkirin
13:09 Bakirhan: Tecrîdê rakin bila birêz Ocalan bi awayek azad tevbigere
12:52 Şewata li Çiyayê Gabarê vemirî
12:42 Cenazeyê girtiyê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dabû dan malbata wî
11:37 DEM Partiyê û CHP’ê bertek nîşanî binçavkirina Ahmet Ozer dan
11:33 Medenî Ferho: Aqilê marjînal nikare pirsa kurd çareser bike
10:48 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
10:33 Weqfa Mezopotamyayê kursa folklor û edebîyata gelêrî li dar dixe
09:57 Ji bo girtina 19 kesan îdiaya ‘îstîhbarî’ kirine hincet
09:49 Cûdî, Gabar û Besta ji şîrketan re tê pêşkeşkirin
09:24 Bi vegotina Abdullah Ocalan pergala 'îşkenceyê' ya Îmraliyê
09:20 Jin dê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin
09:18 Gulseren Yolerî: ‘Mafê hêviyê’ bi guhertina qanûnî pêkan e
09:16 Rojnamevan Mehmûd: Bi êrişan jiyana hevpar hedef tê girtin
09:15 Şêniyên Wanê: Şer were sekinandin dê krîza aborî jî çareser bibe
09:02 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2024'AN
08:52 Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin
29/10/2024
16:53 Girtiyê gotibû ‘Dê min bikujin’ bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
15:53 Werîşe Mûradî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kir
15:53 Dayikên Aştiyê serdana Emîne Şenyaşarê kirin
15:28 Li Çiyayê Gabarê şewat derket
15:15 Kesê dê bibe serokê Hîzbullahê hate diyarkirin
15:08 259 koçber vegeriyan Mûsilê
13:24 Ji DEM Partiyê banga ‘komara demokratîk’
13:14 Leşkeran bi ser zozanê de girtin: Koçer û şivan hatin binçavkirin
13:13 Çapemeniya Azad mamoste Kaya bi bîr anî
12:29 Baroya Stenbolê bertek nîşanî girtina parêzer Sarsilmaz da
12:27 350 mîtroyan dûrî nexweşxaneyê ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest da
11:45 Jina sporvan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:44 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû giran bû
11:25 Êrişkarên nijadperest ji xwediyên dawetê lêborînê xwestin
11:18 Koma Hevrayê bertek nîşanî girtina solîstê xwe da
11:14 Rohilat Efrîn: Divê Tirkiye ji ber sûcên şer were darizandin
10:51 HDK ji Lijneya Giştî re amade ye: Avakirina jinûve û rêxistinbûyîneke xurt
10:42 Temîzer vegot: Serî li ber zilm û neheqiyê netewand
10:22 Mamosteyê Çapemeniya Azad: Bi tecrûbe û pratîka xwe rê nîşan da
10:21 Abdullah Ocalan: Tekane rê komara demokratîk e
10:05 247 pêşniyazên qanûnî yên DEM Partiyê û 673 pêşniyazpirsên lêkolînê yên DEM Partiyê hatin redkirin
09:45 'Plana Çokşikandinê' di sala 9'an de ye: Plan bi ser neket, meseleya kurd çareseriyê ferz dike
09:30 Li Şirnexê gelek herêm hatin qedexekirin
09:29 Dayika emrê xwe bi têkoşîna aştiyê derbas kir: Kumrî Oner
09:27 Ji bo zarokan kargehên 'hînkirina azad'
09:00 ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2024’AN
28/10/2024
19:34 Li Îranê di mehekê de 150 kes hatin bidarvekirin
19:31 Li Hezexê 9 kes serbest hatin berdan
16:12 Îdianameya Çeteya Yenîdoganê hate qebûlkirin
15:55 Hêrsa li dijî êrişan mezin dibe: Bi bombekirinê aştiya navxweyî pêk nayê
15:40 Li Mûşê qezaya trênê: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
15:34 10 baroyan bertek nîşanî êrişan dan: Êriş dibin sedema neçareseriyê
15:12 Berxwedana edaletê ya ji bo Roboskê di meha 154’an de ye
15:08 Faîlê ku Evîn Demîrtaş qetil kiribû hate girtin
14:21 DEM Partî: Me komkujiya madenê ya li Ermenekê ji bîr nekir
14:20 Li Amedê bertek nîşanî êrişan dan: Sûcê şer tê kirin
14:08 Jinan nerazîbûn nîşanî kuştina Evîn Demîrtaş dan
13:22 Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin
13:05 Hunermendê di çalakiya ‘Jin, jiyan, azadî’ de hatibû girtin tehliye bû
12:05 Şîna Aktaş bi girseyî hate ziyaretkirin
11:54 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:37 Jinek li Qoserê bi awayekî guman mir
11:10 Piştgirî dan parêzerê di danişînê de hatibû binçavkirin: Parastin dê serî netewîne
10:48 HDK dê lijneya giştî li dar bixe: Bi hev re ber bi azadiyê ve
10:21 Xemla payîzê û dermanê bapêşê: Şîlan
10:19 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re: Îdia û rastî
10:12 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:09 Nijadperestan êrişî daweta kurdan kir: Em li vir muzîka kurdî û kurdan naxwazin
09:31 Ji Şaredariya Êlihê kreşa pirzimanî
09:25 Ji OGK'ê kargehên xweparastinê: Jiyaneke din pêkan e
09:02 Sûc tune be jî dikare bê afirandin: Hevdîtina nûçeyê ya li gor armancên rêxistinê
09:00 Parêzer Coşacak: Divê mafê hêviyê nebe qurbana siyasetê
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2024'AN
27/10/2024
21:23 Êrişî Garê hat kirin
19:55 Hevserokên giştî yên nû yên ESP’ê diyar bûn
16:48 Xelkê Dêrik û Amûdê li dijî êrişan daketin qadan
16:20 Komeleya Ekolojiyê ji bo zarokan çalakî li dar xist
16:19 ‘Bila qada hewayî ya Rojava ji balafirên dewleta tirk re bê girtin’
15:28 Silha malbatên Şenyaşar û Yildiz hate kirin
14:06 Hesabên medyaya dijîtal ên hunermend Rotînda hatin girtin
13:59 DEM Partiyê li Rihayê silha du malbata kir
13:51 Bakirhan: Sermuzakerevan birêz Ocalan e
13:28 Li Îsraîlê kamyonê li rawestgeha otobûsan xist: 35 kes birîndar bûn
12:48 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk hezar û 31 caran êriş kir û 17 kes hatin qetilkirin
11:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 navend ji xizmetê derketin
11:22 Encamnameya civîna PM’a DEM Partiyê: Divê mercên azadiyê yên Ocalan bên avakirin
11:21 Parlamentoya Iraqê dê cara dawî ji bo ‘Qanûna Statûya Şexsî’ bicive
10:56 Li Wanê ajokar nikarin debara xwe bikin: Heya pergal neguhere wê wiha be