Parlamenterên DEM Partiyê: Em ji bo azadiyê li Qada Îstasyonê bin

  • rojane
  • 09:55 12 Cotmeh 2024
  • |

AMED - Parlamenterên DEM Partiyê banga beşdariya “Mitînga Azadiyê” ya dê sibê li Amedê bê lidarxistin kirin û gotin: “Ji bo jiyanek wekhev, azad û demokratîk em sibê li Qada Îstasyonê bin.” 

Platforma Saziyên Demokratîk wê sibê li Amedê bi şîara "Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê em li Amedê kom dibin” di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" mitîngek li dar bixe. Tê payîn ku ji Amed, ji bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê tevlibûneke zêde pêk were. Wê mitîng li Qada Îstasyonê ya bajêr bê lidarxistin. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak û parlamenterên DEM Partiyê yên ku bi rojan e xebata mitîngê bi rê ve dibin, bang li her kesî kirin ku beşdarî mitîngê bibin û li qadê dengê azadî û aştiyê qîr bikin. 
 
‘DIVÊ HEMÛ KES XWEDÎ LI MITÎNGÊ DERKEVE’ 
 
Hevserokê HDP’ê Cahît Kirkazak destnîşan kir ku ji bo pêvajoya heyî ya li Kurdistan, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn diqewime Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî dikaribe bi rola xwe rabe ji ber vê yekê mitîngê gelek girîng dibînin û divê tenê ne kurd tevahiya Tirkiyeyê xwedî li mitîngê derkeve. 
 
GEL DAXWAZIYA AZADIYA OCALAN DIKE 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan jî diyar kir ku gelê kurd û gelên din bi taybetî azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dixwazin û got: “Tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan zêdeyî 25 salan e didome û ev li dijî qanûnan û hiqûqê ye. Komploya navneteweyî li dijî hiqûqê ye, neqanûnî ye. Em di serî de gelê Amedê û hemû gelê Kurdistanê û Tirkiyeyê vedixwînin mitîngê.”
 
JI BO JIYANEK WEKHEV Û AZAD 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartîn jî bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn û diyar kir ku ev şer li gelek welatan belav bûye. Bartin da zanîn ku rewşa li Tirkiyeyê êdî ne mimkûn e ku mirov behsa azadî û demokrasiyê bike û got: “Yên ku demokrasî, wekheviya gelan diparêzin û têkoşîna şoreşgerî dimeşînin, li dijî her cure zilmê li ber xwe didin. Bi taybetî li welatê me Kurdistanê tecrîdeke giran êdî li her derê belav bûye. Cihê ku bi taybetî tecrîd lê kûrtir dibe girava Îmraliyê ye. Her ku tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan giran dibe, em dibînin ku ev şer li her derê belav bûye û hemû gel dîl tê girtin. Ji ber vê yekê em dixwazin vê bangê li gelê xwe bikin; em di 13’ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê ya Amedê ji bo rakirina tecrîdê, ji bo jiyanek wekhev, azad û demokratîk li hev bicivin. Em li benda her kesî ne.” 
 
‘EM BIBIN DENGÊ AŞTIYÊ’ 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Agirî Nejla Demîr jî diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê belavî her cihî bûye û got: “Em dixwazin her kes biherike qadê û li dijî tecrîdê û şer azadî û aştiyê qîr bike. Werin em bibin dengê azadî û aştiyê. Em li benda gelê kurd û dostên wan in ku beşdarî mitîngê bibin.” 
 
‘EM Ê XWEDÎ LI AZADIYA XWE DERKEVIN’ 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîan Guneş jî bal kişand ser berxwedana gelê kurd a ji bo azadiyê ku bi salane didome û got: “Êdî hemû dinya dibîne ku gelê kurd ji bo çi li ber xwe dide û çi dixwaze. Em ê di 13’ê cotmehê de li mitîngê carek din vê rastiyê û îradeyê nîşan bidin. Em ê di 13’ê cotmehê de xwedî li azadiya xwe derkevin. Em ê ji bo welatek azad û demokratîk mitînga xwe pêk bînin. Ji bo em dikaribin azad bijîn divê tecrîda li ser birêz Ocalan rabe û êdî bigihîje azadiya xwe. Em her kesî vedixwînin mitîngê û dixwazin bên li qadê dengê xwe bilind bikin.” 
 

Sernavên din

29/10/2024
10:21 Abdullah Ocalan: Tekane rê komara demokratîk e
10:05 247 pêşniyazên qanûnî yên DEM Partiyê û 673 pêşniyazpirsên lêkolînê yên DEM Partiyê hatin redkirin
09:45 'Plana Çokşikandinê' di sala 9'an de ye: Plan bi ser neket, meseleya kurd çareseriyê ferz dike
09:30 Li Şirnexê gelek herêm hatin qedexekirin
09:29 Dayika emrê xwe bi têkoşîna aştiyê derbas kir: Kumrî Oner
09:27 Ji bo zarokan kargehên 'hînkirina azad'
09:00 ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2024’AN
28/10/2024
19:34 Li Îranê di mehekê de 150 kes hatin bidarvekirin
19:31 Li Hezexê 9 kes serbest hatin berdan
16:12 Îdianameya Çeteya Yenîdoganê hate qebûlkirin
15:55 Hêrsa li dijî êrişan mezin dibe: Bi bombekirinê aştiya navxweyî pêk nayê
15:40 Li Mûşê qezaya trênê: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
15:34 10 baroyan bertek nîşanî êrişan dan: Êriş dibin sedema neçareseriyê
15:12 Berxwedana edaletê ya ji bo Roboskê di meha 154’an de ye
15:08 Faîlê ku Evîn Demîrtaş qetil kiribû hate girtin
14:21 DEM Partî: Me komkujiya madenê ya li Ermenekê ji bîr nekir
14:20 Li Amedê bertek nîşanî êrişan dan: Sûcê şer tê kirin
14:08 Jinan nerazîbûn nîşanî kuştina Evîn Demîrtaş dan
13:22 Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin
13:05 Hunermendê di çalakiya ‘Jin, jiyan, azadî’ de hatibû girtin tehliye bû
12:05 Şîna Aktaş bi girseyî hate ziyaretkirin
11:54 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:37 Jinek li Qoserê bi awayekî guman mir
11:10 Piştgirî dan parêzerê di danişînê de hatibû binçavkirin: Parastin dê serî netewîne
10:48 HDK dê lijneya giştî li dar bixe: Bi hev re ber bi azadiyê ve
10:21 Xemla payîzê û dermanê bapêşê: Şîlan
10:19 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re: Îdia û rastî
10:12 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:09 Nijadperestan êrişî daweta kurdan kir: Em li vir muzîka kurdî û kurdan naxwazin
09:31 Ji Şaredariya Êlihê kreşa pirzimanî
09:25 Ji OGK'ê kargehên xweparastinê: Jiyaneke din pêkan e
09:02 Sûc tune be jî dikare bê afirandin: Hevdîtina nûçeyê ya li gor armancên rêxistinê
09:00 Parêzer Coşacak: Divê mafê hêviyê nebe qurbana siyasetê
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2024'AN
27/10/2024
21:23 Êrişî Garê hat kirin
19:55 Hevserokên giştî yên nû yên ESP’ê diyar bûn
16:48 Xelkê Dêrik û Amûdê li dijî êrişan daketin qadan
16:20 Komeleya Ekolojiyê ji bo zarokan çalakî li dar xist
16:19 ‘Bila qada hewayî ya Rojava ji balafirên dewleta tirk re bê girtin’
15:28 Silha malbatên Şenyaşar û Yildiz hate kirin
14:06 Hesabên medyaya dijîtal ên hunermend Rotînda hatin girtin
13:59 DEM Partiyê li Rihayê silha du malbata kir
13:51 Bakirhan: Sermuzakerevan birêz Ocalan e
13:28 Li Îsraîlê kamyonê li rawestgeha otobûsan xist: 35 kes birîndar bûn
12:48 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk hezar û 31 caran êriş kir û 17 kes hatin qetilkirin
11:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 navend ji xizmetê derketin
11:22 Encamnameya civîna PM’a DEM Partiyê: Divê mercên azadiyê yên Ocalan bên avakirin
11:21 Parlamentoya Iraqê dê cara dawî ji bo ‘Qanûna Statûya Şexsî’ bicive
10:56 Li Wanê ajokar nikarin debara xwe bikin: Heya pergal neguhere wê wiha be
10:54 Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
10:52 Bertekên li dijî êrişan: Îktîdara siyasî pêvajoyeke durû dimeşîne
09:58 Cînayeta Narîn Guran: Îdianame ji tespîtkirina faîlê rast dûr e
09:50 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû di qonaxeke krîtîk de ye
09:30 ‘Tirkiye demildest divê ji bo 'mafê hêviyê' sererastkirinên qanûnî bike'
09:04 ‘Balafir radibin, aborî ber bi sifirê ve diçe'
09:03 16 caran êriş li ser Şengalê pêk hatin: Tirkiye li Şengal û Rojava sûcên şer dike
09:02 Albur ê astengdar hest û nêrînên xwe bi muzîkê dijenîne
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2024'AN
08:54 Navenda Kobanê û 366 gund bêceyran man
08:50 Li Rihayê ciwanek a 18 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
26/10/2024
20:32 Bejahiya Eyn Îsa û Girê Spî tên topbarankirin
15:57 Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê hat kirin
15:53 Tirkiyeyê êrişî Amûdê kir: 8 welatî birîndar bûn
15:32 Li Stenbol û Enqereyê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
14:45 DEM Partiyê li Semsûrê du malbat li hev anîn
14:30 Li Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
13:47 ‘Em ê pirsîna aqûbet û faîlên windakiriyan bidomînin’
13:23 Dayikên Şemiyê: Divê zemîna şer veguhere zemîna aştiyê
11:47 Rapora têkildarî mirina Rojînê: Mîde tejî xwarin bû
11:31 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
10:36 ‘Tundiya sîstematîk li Evîn Demîrtaş dihat kirin’
10:20 Li Hezexê hejmara binçavkiriyan derket 9 kesan
10:20 3 jê Dayikên Aştiyê 9 kes ji girtîgehê derketin
09:28 Nesteren Davûtoglû: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu pêşketin çênabe
09:03 Girtîgehê tehliyeya girtî bi ‘fikar’ dît!
09:03 Şirketa Olmez ê AKP'yî gundên Pîrejma û Herido talan dike
09:02 Avesta banga dersên kurdî dike: Serlêdana qeydan di 2'yê mijdarê de diqede
09:02 Şaredarê Nablûsa Filistînê Shakhshir: Divê dinya ji Îsraîlê re bêje bes e
09:02 Di 9 mehan de hezar û 76 jinan li dijî tundiyê serî li Baroya Amedê daye
09:02 Li Silopiya cotkarên pembû bi gazinc in
09:00 Li ‘Gerstêrka Nehemîn’ hosteyê çêkirina kişikê
09:00 Bakkalci: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ bibe mijara bazariyê
09:00 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Divê dewlet gavên şênber biavêje
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2024'AN
08:34 Îsraîlê êrişî Îranê kir: Hedef binesaziya drone û fuzeyan bû
25/10/2024
23:36 Bîlançoya êrişên li ser Rojava hat eşkerekiriN
22:37 Aktaş ê li Mêrdînê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
22:22 Rêveberiya Xweser: Em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku pêşî li qirkirina Tirkiyeyê bigire
22:13 Wezîrekê YNK’yî îstîfa kir
20:54 Li Sakaryayê 2 karker mirin
19:45 Qedexeya alîgiran a ji bo maça Amedsporê hat rakirin
18:01 Di doza DÎAYDER'ê de ceza li 16 kesan hat birîn
16:37 Derbarê 9 kesên li Bilêxşe hatibûn girtin de biryara berdanê hate dayîn
16:24 Ji bo maça Amedsporê biryara qedexeya alîgiran: Em ê dernekevin maçê
16:06 Girtiya nexweş Karaguzel li Amedê hate girtin
16:01 KESK’ê xwest ku endamên wan ên hatine îxrackirin li karê wan bên vegerandin
15:34 Cenazeyê Aktaş hate teşhîskirin
14:11 Sê sal û 9 meh cezayê hefsê dan Beyoglû yê AKP’î
14:08 Saziyên sivîl ên Wanê: Temîzer ji ber nexweşiya epîlepsiyê jiyana xwe ji dest daye
13:45 Bîlançoya 3 rojan a êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê