'Girava Mirazan' a Mehmet Şîrîn Bulga ji Weşanên Arê derçû

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Romana Mehmet Şîrîn Bulga ya bi navê "Girava Mirazan" ji Weşanên Arê derket. Roman behsa evîna Şivan û Tamar û Meryem û Eliyê Qolaxasî dike.
 
Berhema nivîskar Mehmet Şîrîn Bulga ya şeşemîn bi navê "Girava Mirazan" derket. Roman ji hêla Weşanxaneya Arê ve hate çapkirin. "Girava Mirazan" romana du evînan e: Evîna Şivan û Tamar û Evîna Meryem û Eliyê Qolaxasî. Mekanê romanê derûdora Behra Wanê ye. Nivîskar Mehmet Şîrîn Bulga her du evînan di heman romanê de bi hevsengiyekê dihûnîne. 
 
MERYEM Û ELIYÊ QOLAXASÎ
 
Meryem keça serekkeşe ye û Waliyê Wanê çav berdidiyê. Lê ji aliyekî ve jî dewlemendê bajêr Sarkîs Efendî, çend caran ev keça bedew ji bo kurê xwe ji bavê wê xwestiye; lê serekkeşe hêj rê li ber venekiriye. Kurê Sarkîs Efendî ne bi dilê Meryemê ye; lê dema bi niyeta Waliyê Wanê dihese, xweziya xwe bi kurê Sarkîs tîne. Meryemê di ber xwe de dibêje; "Xwedêyo, ev çi tofan in bi serê min de tên? Tofana Sarkîs Efendî ne bes bû, te tofaneke din a mezintir şand. Xwezî li kurê Sarkîs Efendî lê ne ev keftorê bênamûs... Bila delalîya min serê min bixwe! Ew delalîya ku bi xwe re bêmirazîyê bîne bila binerd bibe, çêtir e.” Demek dilê xwe di kefa destên xwe de diguvêşe û nizane wê çawa xwe ji vê belayê xelas bike, Eliyê Qolaxasî nas dike. Ji bo Meryem û Eliyê Qolaxasî roj û şevên zehmet dest pê dikin. 
 
ŞIVAN Û TAMAR
 
Şivan dema pezê xwe dibe avdaniyê keça Ermen Tamarê dibîne û dil berdidiyê. Roj û meh derbas dibin heskirîna Şivan û Tamar, mîna Artos û Sîpan mezin dibe. Şivan û Tamar civanê revê datînin. Lê xêrnexwazê bi qewlê van her du evîndaran dihese Şivan dixe xefikê. Ew Şivan ê bi melevaniya xwe navdar e dema dixwaze Tamarê birevîne di nava pêlên Behra Wanê de difetise û û heya jê tê bi hemû hêza xwe qîr dike: “Aaaxxx Tamaarrr!..” Bi qîra wî re şepêleke mezintir bi ser de tê û ew dubare bin av dike. Kûrahiya golê Şivan dikişîne paxila xwe. Navekî bêyom li girave belav dibe. 
 
Gelo bi evîna Eliyê Qolaxasî û Meryemê re wê ev girav ji wî navê bêyom xelas bibe an na? 
 
Selamî Esen ê redekteya romana "Girava Mirazan" kiriye dibêje; "Girava Mirazan yek ji wan romanan e ku doza vejîna bîrê dike. Romana du evînan e ku pala xwe dide xweşvegerana kurdî. Evîna Şivan û Tamarê, evîna Meryem û Elîyê Qolaxasî dide pey xwe û vêkre li ser Girava Axtermanê dibişkuvin. Mehmet Şirin Bulğa di vê romanê de bi zimanekî herikbar û bi vegêraneke zelal me dike şahidê van her du evînan ku tê de em ê rastî dab û nerîtên bingehîn, bûyer û çîrokên xwemalî jî bên."
 
MEHMET ŞÎRÎN BULGA 
 
Di sala 1968an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Şêrwanê, li gundê Qalinzê ji dayîk bûye. Dibistana seretayî du salan li gundê xwe, salên din jî li navenda Sêrtê xwendîye. Di navbera salên 1984-1987an de dibistana amadehiyê li Îskenderûnê xwendîye. Di navbera salên 1988-1992an de li bajarê Enqereyê ji Zanîngeha Gazîyê Beşa Mobîlya-Dekorasyonê derçûye. Ji bilî vê beşê, beşa sosyolojîyê jî kuta kirîye. Di sala 1998an de ji ber xebatên sendîkaya Egîtîm-Senê bi raya rewşa neasayî mişextî Deryaya Reş (Artvin/Arhavi) bûye û piştre ji ber ewlehiya xwe mecbûr maye ji karê xwe îstifa bike. Di navbera 1999-2002yan de li Şaredarîya Sêrtê şêwirmendîya karên teknîkî kirîye. Di sala 2005an da bi biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê vegerîyaye ser karê mamostetiyê. Ji ber çalakîya “Em Li Hember Şer Aştiyê-Li Hember Mirinê Jiyanê Diparêzin” di 29ê Çiriya Pêşîn a 2016an de ji karê xwe yê mamostetiyê hat îxrackirin. Hin helbestên wî di rojname û kovarên cuda de hatine weşandin. Çîroka wî ya bi navê “Gula Mîrza” di 9'emîn Pêşbazîya Çîrokan a Şerzan Kurt de
xelat wergirtîye.
 
Berhemên wî
* Maviydi Mayıs - Üşüyen Şiirler, (helbest) 2007
* Gerzevêl’in Tanıklığı – Süleyman’ın Çığlığı, Weşanên Tevn (roman) 2018
* Cêwîtîya Helbestan, Weşanên Tevn (helbest) 2018
* Dayîka Du Dil, Weşanên Tevn (çîrok) 2018
* Gula Mîrza, Weşanên Tevn (Çîrok) 2020
 

Sernavên din

30/10/2024
13:32 Helbestvan Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
13:23 AYM’ê ji bo girtiyan biryara ‘binpêkirina azadiya derbirînê’ da
13:21 Li Cizîrê 5 kes bi lêdanê binçavkirin
13:09 Bakirhan: Tecrîdê rakin bila birêz Ocalan bi awayek azad tevbigere
12:52 Şewata li Çiyayê Gabarê vemirî
12:42 Cenazeyê girtiyê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dabû dan malbata wî
11:37 DEM Partiyê û CHP’ê bertek nîşanî binçavkirina Ahmet Ozer dan
11:33 Medenî Ferho: Aqilê marjînal nikare pirsa kurd çareser bike
10:48 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
10:33 Weqfa Mezopotamyayê kursa folklor û edebîyata gelêrî li dar dixe
09:57 Ji bo girtina 19 kesan îdiaya ‘îstîhbarî’ kirine hincet
09:49 Cûdî, Gabar û Besta ji şîrketan re tê pêşkeşkirin
09:24 Bi vegotina Abdullah Ocalan pergala 'îşkenceyê' ya Îmraliyê
09:20 Jin dê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin
09:18 Gulseren Yolerî: ‘Mafê hêviyê’ bi guhertina qanûnî pêkan e
09:16 Rojnamevan Mehmûd: Bi êrişan jiyana hevpar hedef tê girtin
09:15 Şêniyên Wanê: Şer were sekinandin dê krîza aborî jî çareser bibe
09:02 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2024'AN
08:52 Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin
29/10/2024
16:53 Girtiyê gotibû ‘Dê min bikujin’ bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
15:53 Werîşe Mûradî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kir
15:53 Dayikên Aştiyê serdana Emîne Şenyaşarê kirin
15:28 Li Çiyayê Gabarê şewat derket
15:15 Kesê dê bibe serokê Hîzbullahê hate diyarkirin
15:08 259 koçber vegeriyan Mûsilê
13:24 Ji DEM Partiyê banga ‘komara demokratîk’
13:14 Leşkeran bi ser zozanê de girtin: Koçer û şivan hatin binçavkirin
13:13 Çapemeniya Azad mamoste Kaya bi bîr anî
12:29 Baroya Stenbolê bertek nîşanî girtina parêzer Sarsilmaz da
12:27 350 mîtroyan dûrî nexweşxaneyê ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest da
11:45 Jina sporvan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:44 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû giran bû
11:25 Êrişkarên nijadperest ji xwediyên dawetê lêborînê xwestin
11:18 Koma Hevrayê bertek nîşanî girtina solîstê xwe da
11:14 Rohilat Efrîn: Divê Tirkiye ji ber sûcên şer were darizandin
10:51 HDK ji Lijneya Giştî re amade ye: Avakirina jinûve û rêxistinbûyîneke xurt
10:42 Temîzer vegot: Serî li ber zilm û neheqiyê netewand
10:22 Mamosteyê Çapemeniya Azad: Bi tecrûbe û pratîka xwe rê nîşan da
10:21 Abdullah Ocalan: Tekane rê komara demokratîk e
10:05 247 pêşniyazên qanûnî yên DEM Partiyê û 673 pêşniyazpirsên lêkolînê yên DEM Partiyê hatin redkirin
09:45 'Plana Çokşikandinê' di sala 9'an de ye: Plan bi ser neket, meseleya kurd çareseriyê ferz dike
09:30 Li Şirnexê gelek herêm hatin qedexekirin
09:29 Dayika emrê xwe bi têkoşîna aştiyê derbas kir: Kumrî Oner
09:27 Ji bo zarokan kargehên 'hînkirina azad'
09:00 ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2024’AN
28/10/2024
19:34 Li Îranê di mehekê de 150 kes hatin bidarvekirin
19:31 Li Hezexê 9 kes serbest hatin berdan
16:12 Îdianameya Çeteya Yenîdoganê hate qebûlkirin
15:55 Hêrsa li dijî êrişan mezin dibe: Bi bombekirinê aştiya navxweyî pêk nayê
15:40 Li Mûşê qezaya trênê: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
15:34 10 baroyan bertek nîşanî êrişan dan: Êriş dibin sedema neçareseriyê
15:12 Berxwedana edaletê ya ji bo Roboskê di meha 154’an de ye
15:08 Faîlê ku Evîn Demîrtaş qetil kiribû hate girtin
14:21 DEM Partî: Me komkujiya madenê ya li Ermenekê ji bîr nekir
14:20 Li Amedê bertek nîşanî êrişan dan: Sûcê şer tê kirin
14:08 Jinan nerazîbûn nîşanî kuştina Evîn Demîrtaş dan
13:22 Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin
13:05 Hunermendê di çalakiya ‘Jin, jiyan, azadî’ de hatibû girtin tehliye bû
12:05 Şîna Aktaş bi girseyî hate ziyaretkirin
11:54 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:37 Jinek li Qoserê bi awayekî guman mir
11:10 Piştgirî dan parêzerê di danişînê de hatibû binçavkirin: Parastin dê serî netewîne
10:48 HDK dê lijneya giştî li dar bixe: Bi hev re ber bi azadiyê ve
10:21 Xemla payîzê û dermanê bapêşê: Şîlan
10:19 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re: Îdia û rastî
10:12 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:09 Nijadperestan êrişî daweta kurdan kir: Em li vir muzîka kurdî û kurdan naxwazin
09:31 Ji Şaredariya Êlihê kreşa pirzimanî
09:25 Ji OGK'ê kargehên xweparastinê: Jiyaneke din pêkan e
09:02 Sûc tune be jî dikare bê afirandin: Hevdîtina nûçeyê ya li gor armancên rêxistinê
09:00 Parêzer Coşacak: Divê mafê hêviyê nebe qurbana siyasetê
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2024'AN
27/10/2024
21:23 Êrişî Garê hat kirin
19:55 Hevserokên giştî yên nû yên ESP’ê diyar bûn
16:48 Xelkê Dêrik û Amûdê li dijî êrişan daketin qadan
16:20 Komeleya Ekolojiyê ji bo zarokan çalakî li dar xist
16:19 ‘Bila qada hewayî ya Rojava ji balafirên dewleta tirk re bê girtin’
15:28 Silha malbatên Şenyaşar û Yildiz hate kirin
14:06 Hesabên medyaya dijîtal ên hunermend Rotînda hatin girtin
13:59 DEM Partiyê li Rihayê silha du malbata kir
13:51 Bakirhan: Sermuzakerevan birêz Ocalan e
13:28 Li Îsraîlê kamyonê li rawestgeha otobûsan xist: 35 kes birîndar bûn
12:48 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk hezar û 31 caran êriş kir û 17 kes hatin qetilkirin
11:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 navend ji xizmetê derketin
11:22 Encamnameya civîna PM’a DEM Partiyê: Divê mercên azadiyê yên Ocalan bên avakirin
11:21 Parlamentoya Iraqê dê cara dawî ji bo ‘Qanûna Statûya Şexsî’ bicive
10:56 Li Wanê ajokar nikarin debara xwe bikin: Heya pergal neguhere wê wiha be
10:54 Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
10:52 Bertekên li dijî êrişan: Îktîdara siyasî pêvajoyeke durû dimeşîne
09:58 Cînayeta Narîn Guran: Îdianame ji tespîtkirina faîlê rast dûr e
09:50 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû di qonaxeke krîtîk de ye
09:30 ‘Tirkiye demildest divê ji bo 'mafê hêviyê' sererastkirinên qanûnî bike'
09:04 ‘Balafir radibin, aborî ber bi sifirê ve diçe'
09:03 16 caran êriş li ser Şengalê pêk hatin: Tirkiye li Şengal û Rojava sûcên şer dike
09:02 Albur ê astengdar hest û nêrînên xwe bi muzîkê dijenîne
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2024'AN
08:54 Navenda Kobanê û 366 gund bêceyran man
08:50 Li Rihayê ciwanek a 18 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
26/10/2024
20:32 Bejahiya Eyn Îsa û Girê Spî tên topbarankirin
15:57 Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê hat kirin