Endamên Delegasyona Navneteweyî: Kurd ji ber nasnameya xwe di girtîgehan de ne

  • rojane
  • 09:02 10 Cotmeh 2024
  • |

STENBOL - Endamên Şandeya Navneteweyî ku beşdarî komxebata ji aliyê HDK'ê ve li ser girtîgehan hat lidarxistin bûn û binpêkirin guhdarî kirin, diyar kirin ku kurd ji ber nasnameya xwe di girtîgehê de ne û li hemberî girtiyên siyasî bi zanebûnî polîtîkaya cezakirinê tê meşandin û bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî vê yekê. 

Meclisa Tenduristiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di 6'ê Cotmehê de ji bo balê bikişîne ser binpêkirinên mafan ên li ser girtiyên siyasî, "Komxebata Tenduristiya Girtîgehan a Navneteweyî" li dar xist. Tevî heyetên navneteweyî, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, xizmên girtiyan, parêzvanên mafan û parlementer beşdarî komxebatê bûn. Malbatên beşdarî komxebatê bûn, der barê kêmxwarinî, zehmetiyên di gihandina xizmetên tenduristiyê de û zextên rêveberiyên girtîgehê yên ku xizmên wan li girtîgehan rastî wan tên de, agahiyên berfireh pêşkêşî heyetê kirin. Bi taybetî jî pêkanînên tecrîdê yên li Îmraliyê di hevdîtinan de yek ji mijarên sereke bû.
 
BINPÊKIRINÊN LI ÎMRALIYÊ
 
Di dawiya komxebatê de daxuyaniyeke hevpar hat weşandin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji ber mîmariya girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê ku bi awayekî nebaş hatine sêwirandin, zehmetiyên di gihandina xwarinên bi qalîte de û binpêkirinên di xizmetên tenduristiyê de pirsgirêkên tenduristiyê yên giran hene û ev binpêkirin bûn sedema nexweşiyên giran. Her wiha hat destnîşankirin ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê tê girtin, mafên mirovan û mafê jiyanê bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin û ev pêkanîn li dijî hiqûqa azadiya gelên cîhanê ye. Di daxuyaniya dawî ya komxebatê de peyama ku divê hevgirtina navneteweyî bê zêdekirin, wekî yek ji bangên girîng derket pêş.
 
Dr. Lorenzo D'Innocenzo, Dr. Lucrezia Vagnoni û Dr. Anna Rita Sallustio yên di Delegasyona Navneteweyî de cih girtin der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn. 
 
‘POLÎTÎKAYÊN CEZAKIRINÊ'
 
Dr. Lorenzo D'Innocenzo binpêkirinên mafan ên ku malbatan ji wan re ragihandine bi bîr xistin. D'Innocenzo diyar kir ku li girtîgehan bi zanebûnî ceza li girtiyan tê birîn û got: "Bi qasî ku me ji axaftinên malbat û parêzeran fêm kir, şert û mercên sîstematîk hene ku bandorê li tenduristiya girtiyan dike ku xwarineke baş nadin wan, ava paqij nadin wan, perwane an jî amûra germkirinê nadin wan. Ev jî bandorê li giortiyan dike. Em ji girtina di girtîgehê de ya girtiyekî bi temamî felcî ye fêm dikin ku ev şert û mercên sîstematîk in. Ji bilî cezayê fizîkî, li girtîgehan cezayê bi zanebûnî tên birîn jî hene. Tenê kesek nayê cezakirin, di heman demê de mafên mirovan û mafên bingehîn jî tên cezakirin. Wekî mirov û bijîjk, berpirsiyariya me heye ku em cîhanekê biafirînin ku her kes karibe xwe bigihîne mafê xwe yên tenduristiyê."
 
MAFÊN BINGEHÎN NAYÊN DAYÎN
 
D'Innocenzo destnîşan kir ku girtî li girtîgehê ji mafên xwe yên bingehîn bêpar in û got: "Tenduristiya mirovan bi xwarina baş, ava baş, motîvasyona baş, hewaya baş û şert û mercên hewayê (sarkirin û germkirin) tê diyarkirin. Ev hemû faktor ji bo cezakirina girtiyên siyasî tên bikaranîn. Ev stratejiyên siyasî ne, lê têkoşîna dayikan a li hemberî wan gelekî hêja ye. Têkoşîn û biryardariya wan ji van zehmetiyan bandor nabe. Ji bo cîhaneke baş û şert û mercên baş ên girtîgehê moral didin me hemûyan."
 
BANGAWAZÎ
 
Dr. Lucrezia Vagnoni jî diyar kir ku li gelek deverên cîhanê bi taybetî li Tirkiye û Îtalyayê li dijî girtiyan binpêkirinên mafan hene. Vagnoni banga têkoşîna hevpar a li dijî zextên sazûmaniyî ên girtîgehan kir û got: “Divê em di nava saziyan de toran ava bikin û di vê çarçoveyê de ji bo parastina mafên mirovan ên girtiyan raporan amade bikin. Zexta sazûêamniyî ya li girtîgehan bi binpêkirinên mafên mirovan ên li Îtalya, Tirkiye û gelek deverên cîhanê xwe dide der. Divê em li dijî vê pergala neheq têkoşîna xwe bidomînin û li hember rêgezên ku ji bo tepisandina mirovan tên meşandin bi berpirsiyarî tevbigerin."
 
Dr. Anna Rîta Sallustio diyar kir ku têkoşîna girtiyan û xizmên wan watedar e û got: "Em difikirin ku têkoşîna girtiyan û xizmên wan gelekî girîng e. Em dixwazin li ser vê mijarê bixebitin û di demeke nêz de li ser bisekinin. Me bi gelek xizmên girtiyan re hevdîtin pêk anî. Ji ber vê yekê em baş dizanin ku şert û mercên girtîgehê ji bo me pir girîng in ku em fêm bikin ka pirsgirêkên tenduristiyê yên van kesan di girtîgehê de çi ne. Ji bo me pir girîng e ku em bi van kesan re têkiliyekê çêbikin. Di vê mehê de, di tevahiya salê de ji aliyê girtiyan û gelek komên ku ji aliyê siyasî ve nêzî me ne, gelek serhildan û têkoşîn çêbûn, em piştgirî didin wan û li ser tendirustî û rewşa giştî ya mirovên hatine marjînalkirin deng û rastiya me radigihînin."
 
‘KURD JI BER KU KURD IN GIRTÎ NE'
 
Sallustio mînaka Girtîgeha Centri di Permanenza per il Rimpatrio (CPR) ya ku koçberên li bajarê Torîno yê Îtalyayê lê tên girtin da û diyar kir ku pirsgirêkên li girtîgehên Tirkiyeyê rû didin wekî hev in û tenê ji ber ku kurd kurd in di girtîgehê de ne. Sallustio got: "Ji bo me pir girîng e ku em dengê xwe bidin bihîstin û her weha CPR rewşek taybetî ye, ji ber ku mirovên li hundur tenê ji ber ku belgeyên wan tune ne li wir in. Ji ber vê yekê ew mîna rewşa mecbûrî ya li Italyayê ye û ev yek ji bo kurdan jî derbasdar e, ji ber ku kurd di girtîgehê de ne. Dema ku dor tê ser cewherê binpêkirinên li girtîgehê, em îro li Italyayê gelek şert û mercên bi vî rengî dibihîzin, wekî nebûna alîkariya bijîjkî û tecrîdê. Ev Niha li Îtalyayê kêliyeke pir nebaş heye, lê bi giştî rewşa pir xirab e. Di nava civakê de gelek kes ji bo protestokirina rewşê dest bi greva birçîbûnê kirin, ji ber vê yekê min di navbera girtîgehên Tirkiyeyê û girtîgehên Îtalyayê de gelek hêmanên bi vî rengî dîtin û bihîstin."
 
Sallustio destnîşan kir ku li girtîgehan pergala baviksalarî heye û diyar kir ku şert û mercên girtîgehê ji bo jinan hîn dijwartir in û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li gorî min dibe ku rewşa li girtîgehê ji bo jinan xerabtir be. Ji ber ku wekî li civakê, li wir jî qadên zextê yên wekî nijad, zayend û çînî hene. Di vê mijarê de pirsgirêkên jinekolojiyê hene û di girtîgehê de pêşwazîkirina vê pir zehmet e. 
 
MA / Ferdî Bayram

Sernavên din

29/10/2024
10:21 Abdullah Ocalan: Tekane rê komara demokratîk e
10:05 247 pêşniyazên qanûnî yên DEM Partiyê û 673 pêşniyazpirsên lêkolînê yên DEM Partiyê hatin redkirin
09:45 'Plana Çokşikandinê' di sala 9'an de ye: Plan bi ser neket, meseleya kurd çareseriyê ferz dike
09:30 Li Şirnexê gelek herêm hatin qedexekirin
09:29 Dayika emrê xwe bi têkoşîna aştiyê derbas kir: Kumrî Oner
09:27 Ji bo zarokan kargehên 'hînkirina azad'
09:00 ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2024’AN
28/10/2024
19:34 Li Îranê di mehekê de 150 kes hatin bidarvekirin
19:31 Li Hezexê 9 kes serbest hatin berdan
16:12 Îdianameya Çeteya Yenîdoganê hate qebûlkirin
15:55 Hêrsa li dijî êrişan mezin dibe: Bi bombekirinê aştiya navxweyî pêk nayê
15:40 Li Mûşê qezaya trênê: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
15:34 10 baroyan bertek nîşanî êrişan dan: Êriş dibin sedema neçareseriyê
15:12 Berxwedana edaletê ya ji bo Roboskê di meha 154’an de ye
15:08 Faîlê ku Evîn Demîrtaş qetil kiribû hate girtin
14:21 DEM Partî: Me komkujiya madenê ya li Ermenekê ji bîr nekir
14:20 Li Amedê bertek nîşanî êrişan dan: Sûcê şer tê kirin
14:08 Jinan nerazîbûn nîşanî kuştina Evîn Demîrtaş dan
13:22 Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin
13:05 Hunermendê di çalakiya ‘Jin, jiyan, azadî’ de hatibû girtin tehliye bû
12:05 Şîna Aktaş bi girseyî hate ziyaretkirin
11:54 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:37 Jinek li Qoserê bi awayekî guman mir
11:10 Piştgirî dan parêzerê di danişînê de hatibû binçavkirin: Parastin dê serî netewîne
10:48 HDK dê lijneya giştî li dar bixe: Bi hev re ber bi azadiyê ve
10:21 Xemla payîzê û dermanê bapêşê: Şîlan
10:19 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re: Îdia û rastî
10:12 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:09 Nijadperestan êrişî daweta kurdan kir: Em li vir muzîka kurdî û kurdan naxwazin
09:31 Ji Şaredariya Êlihê kreşa pirzimanî
09:25 Ji OGK'ê kargehên xweparastinê: Jiyaneke din pêkan e
09:02 Sûc tune be jî dikare bê afirandin: Hevdîtina nûçeyê ya li gor armancên rêxistinê
09:00 Parêzer Coşacak: Divê mafê hêviyê nebe qurbana siyasetê
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2024'AN
27/10/2024
21:23 Êrişî Garê hat kirin
19:55 Hevserokên giştî yên nû yên ESP’ê diyar bûn
16:48 Xelkê Dêrik û Amûdê li dijî êrişan daketin qadan
16:20 Komeleya Ekolojiyê ji bo zarokan çalakî li dar xist
16:19 ‘Bila qada hewayî ya Rojava ji balafirên dewleta tirk re bê girtin’
15:28 Silha malbatên Şenyaşar û Yildiz hate kirin
14:06 Hesabên medyaya dijîtal ên hunermend Rotînda hatin girtin
13:59 DEM Partiyê li Rihayê silha du malbata kir
13:51 Bakirhan: Sermuzakerevan birêz Ocalan e
13:28 Li Îsraîlê kamyonê li rawestgeha otobûsan xist: 35 kes birîndar bûn
12:48 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk hezar û 31 caran êriş kir û 17 kes hatin qetilkirin
11:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 navend ji xizmetê derketin
11:22 Encamnameya civîna PM’a DEM Partiyê: Divê mercên azadiyê yên Ocalan bên avakirin
11:21 Parlamentoya Iraqê dê cara dawî ji bo ‘Qanûna Statûya Şexsî’ bicive
10:56 Li Wanê ajokar nikarin debara xwe bikin: Heya pergal neguhere wê wiha be
10:54 Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
10:52 Bertekên li dijî êrişan: Îktîdara siyasî pêvajoyeke durû dimeşîne
09:58 Cînayeta Narîn Guran: Îdianame ji tespîtkirina faîlê rast dûr e
09:50 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû di qonaxeke krîtîk de ye
09:30 ‘Tirkiye demildest divê ji bo 'mafê hêviyê' sererastkirinên qanûnî bike'
09:04 ‘Balafir radibin, aborî ber bi sifirê ve diçe'
09:03 16 caran êriş li ser Şengalê pêk hatin: Tirkiye li Şengal û Rojava sûcên şer dike
09:02 Albur ê astengdar hest û nêrînên xwe bi muzîkê dijenîne
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2024'AN
08:54 Navenda Kobanê û 366 gund bêceyran man
08:50 Li Rihayê ciwanek a 18 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
26/10/2024
20:32 Bejahiya Eyn Îsa û Girê Spî tên topbarankirin
15:57 Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê hat kirin
15:53 Tirkiyeyê êrişî Amûdê kir: 8 welatî birîndar bûn
15:32 Li Stenbol û Enqereyê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
14:45 DEM Partiyê li Semsûrê du malbat li hev anîn
14:30 Li Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
13:47 ‘Em ê pirsîna aqûbet û faîlên windakiriyan bidomînin’
13:23 Dayikên Şemiyê: Divê zemîna şer veguhere zemîna aştiyê
11:47 Rapora têkildarî mirina Rojînê: Mîde tejî xwarin bû
11:31 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
10:36 ‘Tundiya sîstematîk li Evîn Demîrtaş dihat kirin’
10:20 Li Hezexê hejmara binçavkiriyan derket 9 kesan
10:20 3 jê Dayikên Aştiyê 9 kes ji girtîgehê derketin
09:28 Nesteren Davûtoglû: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu pêşketin çênabe
09:03 Girtîgehê tehliyeya girtî bi ‘fikar’ dît!
09:03 Şirketa Olmez ê AKP'yî gundên Pîrejma û Herido talan dike
09:02 Avesta banga dersên kurdî dike: Serlêdana qeydan di 2'yê mijdarê de diqede
09:02 Şaredarê Nablûsa Filistînê Shakhshir: Divê dinya ji Îsraîlê re bêje bes e
09:02 Di 9 mehan de hezar û 76 jinan li dijî tundiyê serî li Baroya Amedê daye
09:02 Li Silopiya cotkarên pembû bi gazinc in
09:00 Li ‘Gerstêrka Nehemîn’ hosteyê çêkirina kişikê
09:00 Bakkalci: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ bibe mijara bazariyê
09:00 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Divê dewlet gavên şênber biavêje
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2024'AN
08:34 Îsraîlê êrişî Îranê kir: Hedef binesaziya drone û fuzeyan bû
25/10/2024
23:36 Bîlançoya êrişên li ser Rojava hat eşkerekiriN
22:37 Aktaş ê li Mêrdînê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
22:22 Rêveberiya Xweser: Em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku pêşî li qirkirina Tirkiyeyê bigire
22:13 Wezîrekê YNK’yî îstîfa kir
20:54 Li Sakaryayê 2 karker mirin
19:45 Qedexeya alîgiran a ji bo maça Amedsporê hat rakirin
18:01 Di doza DÎAYDER'ê de ceza li 16 kesan hat birîn
16:37 Derbarê 9 kesên li Bilêxşe hatibûn girtin de biryara berdanê hate dayîn
16:24 Ji bo maça Amedsporê biryara qedexeya alîgiran: Em ê dernekevin maçê
16:06 Girtiya nexweş Karaguzel li Amedê hate girtin
16:01 KESK’ê xwest ku endamên wan ên hatine îxrackirin li karê wan bên vegerandin
15:34 Cenazeyê Aktaş hate teşhîskirin
14:11 Sê sal û 9 meh cezayê hefsê dan Beyoglû yê AKP’î
14:08 Saziyên sivîl ên Wanê: Temîzer ji ber nexweşiya epîlepsiyê jiyana xwe ji dest daye
13:45 Bîlançoya 3 rojan a êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê