TUÎK li gelek bajaran hate protestokirin: Daneyên rast parve bikin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Daneyên TUÎK’ê yên enflasyonê îro parve kirin li gelek bajaran hatin protestokirin û kedkaran gotin: “Enflasyona heyî neveşêrin.” 
 
Daneyên enflasyonê yên Saziya îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) îro parve kirin li gelek bajaran hatin protestokirin. Endamên Tum Emeklî Senê li pêşiya Midûriyeta Herêmê ya TUÎK’ê ya li navçeya Beşîktaş a Stenbolê bi dirûşma “Em ê teslîmî birçîtî û hejariyê nebin, enflasyona heyî neveşêrin” daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de dovîzên “Dizan pereyê teqawidan dizîn”, “Mafê me yê sendîkaya peymana komî nayê astengkirin”, “Em ê teslîmî birçîtî û tarîtiyê nebin” hatin hilgirtin û gelek caran dirûşmên “Em ê bibin yek û bi ser kevin” û “TUÎK destê xwe ji berîka me bikişîne” hatin berzkirin. 
 
Nûnerê Tum Emeklî Senê yê Beyoglûyê Ahmet Çoban daxuyanî xwend û got ku heke rêveberiya TUÎK’ê daneyên rast ên enflasyonê parve bike dê di demekî kin de ji peywirê bê girtin. Çoban, diyar kir ku TUÎK beriya ku guh bide pîvanên etîkê, bi dilrehetî her xerabiyan dike. Çoban, got ku divê TUÎK nebe şirîkê sûcên îktîdarê.  Çoban, wiha domand: “Daneyên TUÎK’ê yên enflasyonê yekser bandorê li mûçeyên zêdetirî 16 milyon teqawidan, 25 milyon xebatkaran û bi milyonan kesên ne qeydkirî dixebitin dike. Enflasyonê kêm nîşan didin û dixwazin ji bo îktîdara siyasî serkeftinekê nîşan bidin. Di hesabkirina enflasyonê de bi awayekî fermî hîleyan dikin.” 
 
'DANEYÊN ENAG’Ê TUÎK’Ê DIDEREWÎNIN’
 
Bi domdarî Çoban anî ziman ku daneyên enflasyonê yên TUÎK’ê rast nînin û wiha pê de çû: “Daneyên ENAG'ê û bihayê tiştan ên li sûk, bazar û marketan, daneyên TUÎK’ê diderewînin. Heqê zarokên me yên nikarin şîr vexwin, yên teqawidên birçî, xwendekarên ji ber bêperetiyê dev ji zanîngehê ber didin, kedkarên nikarin heqê kirêya xwe bidin, malbatên ji ber bêperetiyê ji hev parçe dibin, guneha bi milyonan insanan li stûyê we ye.” 
 
'BANGA TÊKOŞÎNÊ’
 
Çoban, got ku divê teqawid, kedkar, xebatkarên cemaweriyê, karker û xizan bi hev re xeteke têkoşînê ya hevpar ava bikin û li cem têkoşîna yekbûyî ya ku dê di rojên pêş de were avakirin cih bigirin û derewên îktîdarê vala derxînin. 
 
KESK AÇIKLAMASI 
 
Platforman Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Stenbolê jî li pêşiya Midûriyeta Herêmê ya TUÎK’ê ya Stenbolê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de dirûşma “Em ê bibin yek û bi ser kevin” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin. Seroka Şaxa Hejmar 2 ya Sendîkaya Teqawidê Buroyê (BES) a Stenbolê Zeynep Kişlak Yildirim axivî û qala polîtîkayên neolîberal ên îktîdarê kir. Yildirim, da zanîn ku bacên gel ji sermayeyê re tên şandin. Yildirim, got: “Bi daneyên sexte yên enflasyonê re bi milyonan kes tên mexdûrkirin. Em bang li serokê saziya TUÎK’ê, cîgirên wî û berpirsyarên din dikin ku peywira xwe bi cih bînin. Em banga têkoşînê li hemû mexdûrên TUÎK’ê dikin.” 
 
WAN
 
Platforma Şaxan a KESK’ê ya Wanê jî têkildarî mijarê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Destên xwe ji berîka me bikişîni, nebin hevparên sifreya me, destê xwe ji sifreya me bikişîne” hate hilgirtin. Daxuyanî li pêşiya Midûriyeta TUÎK’ê ya Wanê hate dayin û Serokê Şaxa BES’ê ya Wanê Veysî Şeker daxuyanî xwend. Şeker, got ku îktîdar ji bo heqdestekî kêm bide kedkaran, TUÎK’ê bi kar tîne. Daxuyanî, bi dirûşmên “TUÎK xwe şaş neke, me aciz neke” û “Ne ji bo alîgiran ji teqawidan re bûdçe” bi dawî bû.
 
Şaxên BES’ê yên Amed, Mêrsîn û Edeneyê jî bi heman boneyê daxuyanî dan û TUÎK protesto kirin. 

Sernavên din

04/11/2024
10:14 Îmamoglû: Îktîdarê êdî kontrola xwe winda kir, bêcidiyet tevdigere
10:05 Ozel bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da: Ez îktîdarê hişyar dikim, êdî dema gotinê diqede
10:00 Ahmet Turk ê li şûna wî cara 3’yemîne qeyûm tê tayînkirin: Mînakeke wiha li cîhanê nîne
09:51 DEM Partî: Gelên Tirkiyeyê dê li dijî vê zordestiyê serî netewînin
09:39 Xwebûn bi manşeta ‘Dizdê îradeyî’ derket
09:29 Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Demîr: Li dijî îradeya gel derbe hat kirin
09:26 Li Êlihê berteka ewil dayika Îpek Er nîşan da: Ma qet şerefa we tune ye
09:07 Di salvegera darbeya siyasî de li 3 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin
09:06 'Li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê polîtîkayek taybet tê meşandin'
09:05 Hunermendên kurd nerazîbûn nîşanî tawanbariya konserên kurdî dan
09:05 Endama DÎB'ê Goz: Cihên Lihevkirina Bajêr di hedefê de ne
09:00 ROJEVA 4’Ê MIJDARA 2024’AN
08:39 Li pêşiya şaredariyê bertek nîşanî qeyûm dan: Em ê bi ser kevin
08:32 Hevşaredarê Xelfetiyê Karayilan: Em ê paşvegav neavêjin
08:27 Hevşaredara Êlihê Sonuk: Em ê vê rejîma xespkar qebûl nekin
08:26 Wezareta Karên Hundir têkildarî tayînkirina qeyûman daxuyanî da
07:54 Ahmet Turk: Em ê paşvegavê neavêjin
07:28 Li 3 şaredariyên DEM Partiyê qeyûm hate tayînkirin
03/11/2024
19:50 Li Çorûmê di avahiyekî de teqîn: Kesek mir, 33 kes birîndar bûn
17:39 Beştaş û Kenanoglû ji bo Hevberdevkiya HDK'ê hatin bijartin
17:03 Dogan ji rayedaran re got: Heke bernameyeke we hebe, navnîşan Abdullah Ocalan e
16:51 Mihrîcana Zarok û Ciwanan a Komirê bi stranên kurdî bi dawî bû
16:51 Sakik di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hate bibîranîn
15:10 CHP li dijî qeyûm ‘Nobeta Esenyurtê’ dide destpêkirin
15:05 ‘Ji Geziyê heta Rojava HDK pêngava têkoşîna yekbûyî ye’
14:50 Li zanîngeheke Îranê protesto
14:49 Bayindir: Ji bo krîzên li cîhanê tenê Ocalan xwedî çareserî ye
13:56 Bakirhan: Divê birêz Ocalan bikare bi hevalên xwe re biaxive
12:28 Dêrsimî li dijî talana ekolojîk civiyan
11:26 13’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê: Tecrîd li dijî yekitiya gelan e
09:58 Dermanfiroş Baransel: Tirkiye di mijara dermanan de ji sedî 90 girêdayî derve ye
09:33 Kovara Jinê bi manşeta ‘Şoreşa Jinê’ derket
09:00 Esenyûrtiyan bertek nîşanî qeyûm dan: Bêhiqûqîtî û bêedaletî ye
09:00 ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2024’AN
08:38 Meteoroliyê ji ber barîna zêde xelkê bakurê Kurdistanê hişyar kir
08:00 Li Meletiyê bi mezinahiya 4,2’yê erdhej çêbû
02/11/2024
21:42 Li Cenevre û Lozanê çalakiyên 'Roja Kobanê'
21:14 Li Stockholm û Malmoyê çalakî: Serkeftin nêzîk e, em têkoşînê mezin bikin
21:07 Li Londonê di çalakiya ji bo Abdullah Ocalan de banga têkoşînê
21:01 EŞÎK:Berpirsan peywira xwe bianiya cih wê îro Şîrîn bijiya
16:56 Kişanakê pirtûka xwe îmze kir: Demokrasî yan heye yan jî nîne
16:53 Zarokan ‘Pîrê û Rovî’ pêşkeş kirin
16:28 Tûncel: Divê kesên ji pergalê re bêjin ‘raweste’ bên bahev
15:46 Li Rihayê qeyûm hate protestokirin
15:36 ‘Ronahiya bi berxwedana Kobanê hat afirandin wê tu carî venemire’
15:26 Li Stenbolê 4 kes hatin girtin
15:20 Ji bo girtî Gemîcîoglû yê di beşa lênerîna awarte de banga berdanê hate kirin
14:57 Rapora DFG’ê ya meha cotmehê: Ji 11 rojnamevanan re 19 sal û 8 meh ceza
14:49 Hevseroka Giştî ya DBP’ê Ûçar: Divê li dijî tecrîda li Îmraliyê bibin dengê hevpar
14:37 Çawişê Pispor hevjîna xwe qetil kir
14:36 Li Erdîşê du malbatan şer kirin: 2 kes mirin
14:27 Dayikên Şemiyê ji bo Kerboranê edalet xwestin
13:50 Aqûbeta kesên di salên 90’î de hatine windakirin hate pirsîn
13:23 Li Komirê Mihrîcana Zarok û Ciwanan hate lidarxistin
13:07 Li Şirnexê atolyeya zayendî ya civakî
11:50 Konferansa Jinan a HDK’ê: Bi berxwedanê em bi ser dikevin
11:30 Qeyûm qebûl nekir û îstîfa kir: Divê têkoşîn bê dayîn
11:20 Şirîn Elmas a winda bi awayekî qetilkirî hate dîtin
11:13 Li Wanê komxebata avê: Çavkanî pêşkeşî sermayeyê tên kirin
11:08 Bakirhan: Ocalan dixwaze mesele bi diyalog û muzakereyê were çareserkirin
10:52 Parlamenterên Partiya Çep a Swêdê: Ji bo aştiya li Rojhilata Navîn ji Ocalan re azadî
10:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Jinan a Amedê di 5'ê Mijdarê de dest pê dike
10:05 Li Girtîgeha Îdirê mirinên biguman: Dikujin, paşê wekî xwekuştinê nîşan didin
09:52 Gotin 'çareserî' ye, lê kirin; kuştin, zext, binçavkirin, tayinkirina qeyûm e
09:35 Dîsa hevdîtina bi malbatê re li Abdullah Ocalan qedexe kirin
09:00 Keçecî yê ÎHD’î: Mafê jiyanê yê girtiyan tune tê hesibandin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2024'AN
08:53 Îsraîlê êrişî Xezayê kir 50 jê zarok 84 kes qetil kirin
01/11/2024
22:45 Li Kobanê peyama mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan
22:32 Cendirmeyan bi ser mala rojnamevanan de girt
22:25 Ji Piştevaniya Morê çalakiya ‘di paşnav de mafê wekheviyê’
21:01 Li Sêrtê 10 kes hatin girtin
20:57 DEM Partiyê serdana welatî û esnafên Esenyurtê kir
18:26 Li Cizîrê 4 kes hatin girtin
17:31 Cenazeyê Bedira HPG'yî piştî 4 mehan radestî malbatê hat kirin
17:03 Li Qoserê ciwanekî întîhar kir
16:37 Kuçukbalaban: Em ê ji bo afirandina şert û mercên Ocalan ên hevdîtina bi civakê re hewl bidin
16:01 Amadekariyên 13’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê bi dawî bûn
15:44 Roja Kobanê ya Cîhanê: Berxwedana wê ji bo gelên cîhanê bû hêvî
14:36 Li ser sînorê Kobanê pîrozbahiya 1’ê Mijdarê: Kobanê ji bo gelan bû hêvî
13:50 Peyamên Roja Kobanê: Berxwedana dîrokî didome
13:48 Li girtîgehan di 5 salan de 2 hezar û 258 kesan jiyana xwe ji dest da
13:28 Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê çap kiribû biryara komkirinê hate dayin
13:20 Alim, Dayik û Pîr: Divê dewlet destê xwe ji baweriyan bikişîne
12:31 Gemîcîoglû 26 caran rakirine nexweşxaneyê: Divê demildest bê berdan
12:00 Bakirhan: Abdullah Ocalan got ‘ruhê muzakereyan mezin bikin’
11:52 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:21 Berteka li dijî qeyûm: Berdewama polîtîkaya neçareseriyê
11:09 Li Sûltangaziyê jinek hate qetilkirin
10:41 Pirsgirêka kurd a carnan heye carnan nîne!
10:30 Piştî biryara AYM’ê 4 girtî hatin berdan
10:10 Dê li Avzêmên Mûnzûrê keşif bê kirin: Em ê destûrê nedin talanê
09:36 Rojnameger ji ber çêkirina nûçeyan hatin sûcdarkirin!
09:20 Serokê ÎHD'ê Yilmaz: Astengiya li ber çareseriyê tecrîd e
09:00 Li ser Çemê Hêzilê HES'eke din jî tê çêkirin
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2024'AN
07:53 Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê hate berdan
31/10/2024
20:33 Bertekên li dijî qeyûm: Dest ji darbeya li hemberî vîna gel berdin
16:33 Gava ewil a qeyûm: Wêneyên Ozer ji bîlboardan jê dike
16:27 TJA û DBP: Em ê derbeya li dijî gel qebûl nekin