Girtiya ku berdana wê 2 caran hat taloqkirin: Çi hewce be divê niha bê kirin

  • rojane
  • 09:09 18 Tebax 2024
  • |
img
ENQERE - Gulşen Adet a ku berdana wê du caran hat astengkirin, bal kişand ser pêkanînên tecrîdê yên li girtîgehan û got: "Ger tişt bê kirin divê niha bê kirin, yan na wê pirr bi derengî bikeve." 
 
Gulşen Adet a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê, çendî înfaza xwe temam kiriye jî berdana wê bû du caran tê taloqkirin. Adet ku di sala 1996'an de hatiye binçavkirin û piştre li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Erzinganê (DGM) hatiye darizandin, bi îdiaya "Xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" cezayê muebedê lê hatiye birîn. Adet di 28'ê Adarê de înfaza cezayê lê hatiye birînd qedandiye. Lê Lijneya Îdare û Çavdêriyê tehliyeya Adet carekê din taloq bike. 
 
'ÊN POŞMANÎTIYÊ QEBÛL NAKIN NAYÊN BERDAN'
 
Adet ku berdana wê hat astengkirin, bi nameyê bersiv da pirsên me yên der barê armanca avakirin û pêkanînên lijneyên çavdêriyê de. Adet anî ziman ku lijneyan hincetên wekî "rewşa nebaş" derxistine holê û diyar kir ku berdana wan hatiye astengkirin. Adet got: “Her kes baş tevdigere. Lê belê tê gotin ku; 'Ji ber ku têkiliya xwe ya bi rêxistinê re qut nekiriye û ne poşman e, nayê berdan. Tê gotin ku ger girtî poşman be, wê demê dikare bê berdan û tev li civakê bibe. Tenê pîvana tevgera baş aniha qebûlkirina poşmaniyê ye." 
 
Adet diyar kir ku hemû biryarên lijneyan wekhev in û destnîşan kir ku gelek dadgeh tevî îtîrazan jî biryarên lijneyan erê kirine.
 
Adet got, “A rast, dadweriya înfazê saziya pesendkirina îdareyan e. Sazî, ji roja hatiye avakirin heya niha tu serlêdaneke me jî bernesivandaiye. Der barê darazê de, dadgeh û Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bi awayekî senkronîze li dijî me dixebitin. Jixwe di vî warî de Enqere wek herêma pîlot hatibû hilbijartin. Sedema vê jî ew e ku di navenda hemû mekanîzmayên dewletê de ye. "Rêveberiya Girtîgehê û hemû saziyên din ên dadwerî bi temamî li dijî girtiyên siyasî hiq,qa dijmijatiyê pêk tînin." 
 
Adet anî ziman ku biryarên dadgeriyê û dadgehê ber bi Dadgeha Destûra bingehîmn ve şandine û got ku  kê nbelê mya niha tu bersiv nehatiye. 
 
ŞERÊ TAYBET
 
Adet bi bîr xist ku Tirkiye îdia dike ku li gorî pîvanên Yekîtiya Ewropayê (YE) tevdigere û got: “Eger îro girtîgeh tijî bûbin û her tim girtîgehên nû bên avakirin, ev yek ji ber çaresernekirina pirsgirêka kurd e. 40 sal in heman rê û rêbaz tê ceribandin. Ev yek ji polîtîkayên bingehîn ên rejîma şerê taybet e ku 40 sal in li dijî me girtiyan e dide meşandin.  Têkoşîna azadî, demokrasî û mafên mirovan têkoşîneke ku berdewamiyê dixwaze. Lewma desthilat di şexsê girtiyên siyasî de bi pêkanînên cuda dixwaze vê têkoşînê bişkîne.”
 
Adet diyar kir ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê helwesteke taybet heye û girtîgeh ji aliyê kadroyên MHP'ê ve tê birêvebirin û wiha got: "Ji midûrê yekemîn ê girtîgehê heta dozgerê girtîgehê hemû bi xebatkar û îdeolojiya MHP'ê tevdigerin. Bahçelî diyar dike ku kî ji girtîgehê derkeve kî na. Bahçelî cerdevanê Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê ye."
 
Adet anî ziman ku divê raya giştî li hemberî tiştên diqewimin bi hestiyar be û wiha dewam kir: “Li girtîgehan bi taybet pergala îşkenceyê ya Îmraliyê û bi giştî tecrîdeke giran heye. Lewma ger tişt bê kirin divê niha bê kirin, yan na wê pirr bi derengî bikeve." 
 

Sernavên din

19/08/2024
09:20 Hate îdiakirin ku rapora tenduristiyê ya ‘sexte’ dane girtiyê nexweş
09:11 Meteorolojî: Dê germahî zêde bin
09:10 Faîlê Hîlal Karê ev 2 meh in hêj nehatiye dîtin: Bila edalet pêk were
09:05 Jin dê li ser şer û tecrîdê bi KE’yê re hevdîtinê bikin
09:04 Eskerê ku govend gerandiye hatiye girtin: Wê govenda kurdî berdewam bike
09:02 Seferberiya zimanê kurdî: Ziman xeta me ya sor e
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Xwebûn bi manşeta “Sifreyê vergan” derket
18/08/2024
23:54 Li dijî dagirkeriya peravên gola Wanê çalakî hat lidarxistin
22:54 Li Elkê cerdevanan êrişî berîvanan kirin
22:29 Li Kanîreşê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
22:21 Panela ‘Di hiqûq û civakê de zimanê dayikê’
21:45 Serokê TFF’ê hate Amedê
20:18 Kampanyaya ‘ji darvekirinê re na’ hate dirêjkirin
19:47 WHO’yê têkildarî bandora germahiya kûrewî, hişyarî kir
19:37 Şewata piştî bombebaranê derketibû didome
19:03 Li Kerkukê ji bo ‘jiyana bi hev re’ serdema nû
16:36 Bijîşkên hindistanî 72 saet dem dan hikûmetê
16:35 Li Qereyaziyê şahiya ‘govendê’ hat lidarxistin
16:11 Li sê navçeyên Mûglayê şewat derket
15:52 Çalakiya 'Deng bide azadiyê’: 4 sal in agahî ji rêberê gel nayê girtin
15:29 TAJÊ û TJA berxwedana jinên Hindistanê silav kirin
15:24 Rejîma Îranê 3 jê kurd 4 girtiyên din bidarve kir
15:23 Êrişa li dijî Koçyîgît li Êlihê hat protestokirin
15:22 Hatîmogûllari: Di warê tûrîzmê de pêdiviya welat bi aştiyê heye
14:56 Ji Şandeya DEM Partiyê serdana Îzmîrê
14:55 Dadgeha Îranê salek ceza li nivîskara kurd birî
13:37 Şewata li Karşiyakayê hat temartin
13:18 Bazo Yilmaz ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dabû hate bîranîn
13:13 Li Geverê cerdevanan welatiyek birîndar kir
11:46 Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî hat veşartin: Emrê xwe fedayî gelê xwe kir
10:39 Nivîskar Mona Fayad: Divê li dijî darvekirinan têkoşîna hevpar bê kirin
10:08 Kovara Jin bi bergeya ‘Hûn nikarin serê jinan bitewînin’ derçû
10:05 Şewatên li 4 bajarên herêma Egeyê berdewam dikin
10:02 Di bin germa 40 dereceyî de dixebitin: Em heqê keda xwe nagirin
10:00 Berdevka DEM Partiyê: Ji bo ku li Meclisê bêhiqûqî neyê axaftin êriş kirin
09:09 Girtiya ku berdana wê 2 caran hat taloqkirin: Çi hewce be divê niha bê kirin
09:06 Gelê Avkevirê: Me raya xwe daye DEM Partiyê
09:03 Jinên wanî daxwazên xwe ragihandin şaredariyarê
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2024'AN
17/08/2024
22:36 Di Nobeda li Şîşhaneyê de kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
16:18 Li Cizîrê deklarasyona zimanê kurdî hat eşkerekirin: Dem dema seferberiya kurdî ye
16:12 Tuncel: Navenda şerê Tirkiyeyê û polîtîkaya neçareserkirinê Îmrali ye
15:54 Di Rûniştina F de bang kirin: Şivekar Ataş serbest berdin
15:28 Li Wanê dê mitînga 1’ê Îlonê bê lidarxistin
15:18 ÎHD: Mafê her mirovî heye ku di erdhejan de li bajarên zexm bijîn
14:59 Cenazeyê Ekîncî ji Stenbolê şandin Amedê
14:49 Hatimogûllari: Dawiya vê rejîmê hatiye
14:48 Uçar: Tirkiye bi hevkariya PDK’ê ji nû ve DAIŞ’ê zindî dike
14:41 Hat xwestin ku girtî Suleyman Sabrî Mavî yê nexweş bê berdan
13:50 Li bajarên herêma Egeyê şewat berdewam dike
13:41 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdurrahîm Demîr pirsîn
13:31 Li çar bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
10:51 Bi ser mirina Îpek Er re 4 sal derbas bûn: Mûsa Orhan hê jî tê parastin
10:19 Li Hindistanê dirûşma jinên kurd 'Jin jiyan azadî' olan da
09:52 Fistiqfiroşên Rihayê doza 'piştgiriyê' dikin
09:48 Xebatên 5 mehan ên Şaredariya Êlihê
09:29 Genimê cotkaran li nava zeviyan ma
09:07 Tehliyeya girtiyê di greva birçîbûnê de cara 5’emîn hat taloqkirin
09:00 Talana ekolojiyê: Dibe ku di demek nêzîk de Şirnex bibe erdekî bêdar û daristan
09:00 Ji ber krîza aborî nanê tenûrê jî nayê pahtin
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2024'AN
08:53 Binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
08:46 Şewata li Dêrsimê hat vemirandin
16/08/2024
23:15 Ji Koçyîgîtê bersiva êrişê: Em ê teslîmî zextên we nebin
23:10 Ji TJA’yê bernameyên xwendinê
19:53 Kesên ji ber govendgerandinê hatibûn girtin hatin berdan
16:39 Hevserokên DEM Partiyê: Êrişa li Meclisê çetevaniya siyasî ye
16:34 Li Amedê 3 kesên ku êrişî kafeyan kiribûn hatin tehliyekirin
16:07 Ozel serdana Gulistan Kiliç Koçyîgît kir
16:02 Ozel: Heke li Meclisê xwîn dirije wê welatî çi bike?
15:38 Di rûniştina bo Can Atalay de hovîtiya parlamenterên AKP’ê
15:30 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
15:09 OHD’ê îşkencekirina girtiyên li Girtîgeha Kocaeliyê piştrast kir
14:02 Li Sûriyeyê li pey hev 2 erdhej çêbûn
13:37 Bi ser erdheja Marmarayê re 25 sal derbas bûn: Tu gavên tevdîrê nehatin avêtin
13:34 Guneş: Divê ÎHÎK têkildarî îşkencekirina girtiyan lezgînî bicive
11:57 Danişîna Dilrûba Y. a astengiyan rexne dikir dê di 3’yê îlonê de were lidarxistin
11:30 Kesên bi hinceta govenda kurdî hatibûn girtin, hatin berdan
11:29 Şaredariya Amedê biryar da ku 150 otobusên nû bikire
11:14 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:43 Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî dê li Amedê were vaşartin
10:37 Temenekî ku bi têkoşînê derbasbûyî: Alî Şukran Aktaş
10:32 Teqawit: Em dikarin bi hev re biguherînin
10:30 Tirkiye 40 sal in êrişî Başûr dike: Nikarin bi van êrişan bi ser bikevin
09:44 Meclis dê ji bo Can Atalay awarte bicive
09:43 Cengîz Înşaat guh nade biryara dadgehê
09:26 Xwediyê daweta ku polîsan avêt ser: Nikarin me bêdeng bikin
09:25 'Em tenê dikarin zebze û fêkiyên xerabe bikirin'
09:03 Ji bersiva ‘Ma ne şerm e’ re 6 meh ceza!
09:01 Li Wanê di salekê de 400 dikan hatine girtin: Çareserî rawestandina şer e
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXÊ 2024'AN
15/08/2024
22:20 Nobedên li dijî qeyûm didomin
17:04 ‘Bila daxwazên Şengul û Dogan werin qebûlkirin’
16:20 Di girtîgehên Tekîrdag û Kocaeliyê de gefa mirinê û lêdan
15:17 Ji TJA'yê piştgiriya jinên efxan: Em ê bi hev re gotina ‘Jin, jiyan, azadî’ bidomînin
14:18 Şaredariya Cizîrê li şûna xefikên mirinê ji çûkan re hêlîn çêkirin
13:58 AKP’î bertek nîşanî ‘transferên şaredariyan’ da û îstîfa kir
12:56 Rejîma Îranê 4 girtiyên din bi darve kirin
12:46 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin