STENBOL - Biryara “binpêkirinê” ya DMME’yê der barê Abdullah Ocalan de daye, 10 sal in nayê bicihanîn. Parêzer Zîlan Aydin a ku mijarê ji Konseya Ewropayê re ragihand, bal kişand ser “mafê hêviyê.”
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wê di meha îlonê de carek din bicive. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014’an de der barê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li ser “mafê hêviyê” biryara “binpêkirinê” dabû. Wê ev mijara “binpêkirin” ango “mafê hêviyê” jî bê rojeva civîna Komîteyê. Her wiha wê Komîte kontrol bike ka gelo biryarên binpêkirinê yên DMME dide tên bicihanîn an nayên bicihanîn.
Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Civaka Sivîl di Sîstema Înfaza Cezayê de (CÎSST) û Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî (TOHAV) , beriya civîna komîteyê, di 31’ê tîrmehê de komîteyê agahdar kirin. Di danezana agahdarkirinê de banga "guhertinên qanûnî yên pêwîst bên kirin" hat kirin.
BIRYARA ‘BINPÊKIRINÊ’ YA DMME’YÊ
Endama OHD’ê parêzer Zîlan Aydin têkildarî agahdarkirina komîteyê ku hat kirin axivî. Aydin da zanîn ku cezayê muebedê yê girankirî ku beriya anîna Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê weke cezayê darvekirinê di qanûnê de cih digirt, veguheriye "mirina spî" û diyar kir ku ev rewş li dijî mafên bingehîn ên mirovan e û wiha got: “Ji ber vê yekê serî li DMME'yê hat xistin. DMME jî biryarên 'binpêkirinê' da. Di destpêka vê biryarê de biryarên Vînter ên Îngilîstanê û biryarên Ocalan ên Tirkiyeyê hatin çêkirin. Dadgehê bêyî mafê berdana bi şert di girtîgehê de bimîne berovajî peymanê dît. Dadgehê ji bo kesên ku cezayê muebedê yê girankirî li wan hatiye birîn 25 sal dem da. Piştî vê heyamê biryar da ku rewşa wan ji nû ve bê nirxandin.”
'TIRKIYE QANÛNÊN XWE PÊK NAYÎNE’
Aydin bal kişand ser li Tirkiyeyê di mijara "mafê hêviyê" û mafê serbestberdana bi şert de tu sererastkirin nîne û got: "Îdamkirina cezayên heta hetayê ne rewa ye. Tirkiye jî welatekî ku peymanên Ewropayê qebûl dike ye. Di xala 90’î ya qanûna xwe ya bingehîn de jî dibêje, ‘Dema ku di navbera qanûnên xwe û peymanên navneteweyî de cudahî hebin, soz tê dayîn ku peymana navneteweyî were sepandin’. Li vir Tirkiye qanûnên xwe pêk nayîne."
TIRKIYE BIRYARÊ LI BER ÇAVAN NAGIRE
Aydin bi bîr xist ku DMME’yê piştî biryara Ocalan di 18’ê adara 2014’an de ji bo girtiyan Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Botan jî biryarên bi heman rengî girt. Aydin anî ziman ku tevî ku 10 sal di ser biryara sala 2014'an re derbas bûye jî Tirkiyeyê biryarê li ber çavan negirtiye û li gorî wê tevnegeriyaye û diyar kir ku ragihandin ango agahdarkirina wan bi vê rewşê ve girêdayî ye.
REWŞA POLÎTÎK
Aydin destnîşan kir ku binpêkirina “mafên hêviyê” ya Tirkiyeyê meseleyek polîtîk e û got divê li dijî xemsariya Tirkiyeyê deng bê derxistin û têkoşîna li dijî vê bê berfirehkirin.
MA / Omer Îbrahîmoglû