NAVENDA NÛÇEYAN Li Dadgeha Dihokê, danişîna rojnameger Silêman Ehmed ê ku 279 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin, destpê kir.
Danişîna rojnamevan û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed ku ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye revandin û piştî 211 rojan agahî jê hatibû girtin, dest pê kir.
Ehmet di çarçoveya Madeya 1’emîn a Qanûna Hejmar 21 a 2003’yan, bi sûcdariya “Xerakirina Ewlehiya Herêma Kurdistanê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê” tê darizandin.