ÊLIH - Hevserokê DBP’ê yê Êlihê Resûl Çetîn ê bertek nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Kurdistanê re da û wiha got: “Divê gelê Başûr înîsiyatîf bigire û berteka xwe nîşan bide. PDK ji bo gelê kurd tenê kujerê xwişk û bira ye.”
Dewleta tirk êrişên xwe yên di 17’ê nîsana 2022’yan de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê dane destpêkirin di meha tîrmehê de heta qada çoltera Amêdiyê ya girêdayî Dihokê berfireh kirin. Dewleta tirk li herêmê baregehan ava dike, gundan vala dike û noxteyên kontrolê deyne û nasnameyan kontrol dike. PDK jî piştgiriya leşkerî, îstîxbarî û lojîstîkê dide dewleta tirk. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê Resûl Çetîn û Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mûstafa Mesût Tekîk bang li gelê Herêma Kurdistanê kir ku bertekên xwe nîşanî PDK’ê bidin.
Çetîn, da zanîn ku weke qereqola Tirkiyeyê lê hatiye û “rola dijminatiya gelê kurd girtiye ser xwe” û wiha got: “Yekane armanca wan heye, pêşeroja malbata xwe bi awayekî madî bihêz bikin. Herêma Barzan jî hiştine. Destûr dane ku li wir gelek baregeh bên avakirin. Ji bo malbata xwe hewl didin hemû destkeftiyên kurdan pêşkeş bikin. Bifikirin dewleta tirk li wir noxteya kontrolê avakiriye û pasaportan kontrol dike. Û dibêje ‘Ev der Tirkiyeyê ye’. PDK jî ji vê yekê re pêşengtiyê dike. Di nava xiyanetê de ne. Ji vê yekê şerm nakin. Êdî hincetan jî nîşan nadin. Êdî xwe naparêzin jî. Ji xiyanetê keyfxweş dibin.”
‘AXA GEL PÊŞKEŞ DIKIN’
Çetîn, diyar kir ku PDK di nava êrişên li dijî yekitiya kurdan e û anî ziman ku gavê li ser yekitiyê PDK asteng dike. Çetîn, ê destnîşan kir ku PDK di dîrokê de di nava xiyanetê de ye, PDK weke “partiye proje” penase kir û wiha domand: “Di vê projeyê de gelê kurd nîne. Di hilweşîna Komara Mahabadê, têkiliyên bi rejîma Baasê, Şengalê û pêvajoya Birakujiyê de cih girtin. Di dîrokê de her tim di nava heman xiyaneta de bûn. Têkçûna DAIŞ’ê bi zora PDK’ê çûye. Şengal ji wan re hişt û çûn. DAIŞ bi saya berxwedana gelê kurd hate têkbirin. Lê em niha di çapemeniyê de dibînin ku DAIŞ’î li Başûr hatine bicihkirin û li dijî gelê kurd didin şer kirin. Kerkuk jî pêşkeş kirin. Li Dihokê hema bêje girekî ku baregehên leşkerî lê nebin nînin. An ku PDK’yeke axa vî gelî pêşkeş dike û gundan vala dike heye pêşberî me.”
Çetîn, bang li gelê Başûr kir ku li dijî helwesta PDK’ê serî rakin û axaftina xwe wiha domand: “Divê gelê Başûr û pêşmergeyên ku dilê wan ji bo gelê kurd lê dide li dijî vê xiyanetê û dagirkirinê bi hestiyar bin. Muxatab PDK nîne, gelê Başûr e. Divê gelê Başûr înîsiyatîfê bigire û berteka xwe nîşan bide. PDK ji bo gelê kurd tenê birakuj e.”
‘PARADÎGMAYA ABDULLAH OCALAN DI HEDEFÊ DE YE’
Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk jî diyar kir ku AKP û MHP bi awayekî bêsînor êrişên qadên ku gelê kurd lê ne dike û anî ziman ku li Herêma Kurdistanê konseptek tê pêşvebirin. Tekîk, bi lêv kir ku PDK ji şer re xizmetê dike û destnîşan kir ku êrişên li Başûr di heman demê de li dijî paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a “Konfederalîzma Demokratîk” e. Tekîk, gotina pêşiyan a “Em taştê bin hûn firavîn in, em şîv bin hûn paşîv in” bi bîr xist û got: “Girîngiyeke dîrokî ya vê gotinê heye. Em vê gotinê dubara dikin. Bendewariya me ya ji kurdên Başûr ew e ku ne ji şer re ji aştiyê re xizmetê bikin.”