DÊRSIM - Di panela bi sernavê “Ji Xoresanê heta Dêrsimê, ji Dêrsimê heta Xoresanê” de ku panelîstan dîroka Xoresanê vegotin, hat gotin ku, “Dîroka sexte ya îdeolojiya fermî hilweşiya ye.”
22’yemîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ku ji aliyê Şaredariya Dêrsimê û Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) ve tê organîzekirin bi panela bi navê “Ji Xoresanê heta Dêrsimê, ji Dêrsimê heta Xoresanê” berdewam kir.
Di panelê de Hevşaredarên Dêrsimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Dêrsimê Ayten Kordû, Hevserokên Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan û Zeynel Kete, her wiha gelek sazî û welatiyên sivîl amade bûn.
Bi moderatoriya Nesîmî Aday, nivîskar Yalçin Çakmak û Selîm Temo weke axivêr beşdarî panelê bûn.
KOÇ VEGOTIN
Selîm Temo yê ewilî axivî têkildarî Xoresanê jiyana xwe ya kesayetî vegot û da zanîn ku hewl didin dîroka hatiye “şelandin” bibînin. Temo, diyar kir ku dema qala Dêrsim û Xoresanê tê kirin dikare behsa çend koçan bikin û da zanîn ku li Xoresanê nêzî 2 milyon nifûs heye. Temo, diyar kir ku ev koçên di dîrokên cuda de pêk hatine, ji herêma Dêrsim, Meletî, Mereş û Sêmsûrê yên bi navê Çemîşgezekê pêk hatine. Temo, bi lêv kir ku di nava çand û baweriya kurdên li Xoresanê û kurdên Dêrsimê de hêma bêje tu ferq nîne û wiha got: “Baskên heman êşîretan li wir jî hene. Eşîretên Baxtiyar, Kureyşan û Milan li Xoresanê jî hene. Her wiha tenên kurdên elewî koçî Xoresanê nekirine. Ez weke kurdekî êlihî yê sunî bi van çîrokan mezin bûm. Dixwazim bêjim ku kurdên sunî koçî wê herêmê kirine. Eşîretên kurdan di pêvajoyên şerên Îran, Osmaniyan de gelek caran li herêmên tampon hatine bicihkirin.”
‘EŞÎRET BELAVÎ ANATOLIYAYÊ BÛN’
Yalçin Çakmak jî qala xebatên xwe yên têkildarî Xoresanê kir û dîroka têkildarî Xoresanê vegot. Çakmak, diyar kir ku piştî sedsala 16’emîn ne xwedî agahî ne ku ji Xoresanê ber bi Dêrsimê ve koç çêbûne an na û wiha got: “Dibe ku ser rêya xwe belavî qadên cuda bibin. Di sedsala 18’emîn de Dewleta Osmanî dixwaze van eşîretan perçe bike. Eşîret belavî anatoliyayê dibin. Li Dêrsimê du baskên mezin hene. Êşîretên rojhilat û rojava yên Dêrsimê hene. Em dizanin ku êşîretên rojhilatê Dêrsimê ji Meletiyê bi raperîneke mezin hatine. Gelo eşîretên din ji ku hatin? Di belgeyên Osmaniyan de tê diyarkirin ku ev hemû ji Meletiyê hatine.”
Di dawiyê de moderator Nesîmî Aday diyar kir ku dîroka sedsalê ya ‘derew’ ya îdeolojiya fermî bi keda lêkolîneran hatiye pûçkirin û got: “Kurdên Xoresanê niha li Kurdistanê di têkiliyên kurdan de yekîtiyeke siyasî, siyasî û çandî ava dikin. Di vê çarçoveyê de dîroka derewîn a îdeolojiya fermî hilweşiya ye.”
Mîhrîcan dê bi “Meşa dest nede vîna min” berdewam bike.