ENQERE - Di dema çalakiyên protestokirina qeyûman de polîsekî êrişî Parlamentera DEM Partiyê Saliha Aydenîz kiribû û birîndar kiribû. AYM’ê, serlêdana şexsî ya Aydenîz nirxand û biryara “qedexeya muameleya xerab hatiye binpêkirin” da.
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) têkildarî serlêdana Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Mêrdînê Saliha Aydenîz, biryara “qedexeya muameleya xerab hatiye binpêkirin” da. Li gorî vê dê ji Aydenîz re 100 hezar TL tazmînat bê dayîn.
DI ÊRIŞA POLÎSAN DE BIRÎNDAR BÛ
Li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di 12’ê cotmeha 2019’an de çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Polîsan êrişî çalakvanan kir û Aydenîz û 2 kesên pê re birîndar kiribûn. Aydenîz jî diyar kir ku mafê civîn û xwepêşandanan hatiye binpêkirin û derheqê polîsên peywirdar de bi sedemên “Biqesdî birîndar kirin” û “Peywira xwe nebaş bi kar anîne” serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dan.
WALÎTIYÊ DESTÛRA LÊPIRSÎNÊ NEDA
Serdozgeriyê jî di çarçoveya serlêdana sûc de, ji bo derheqê Cîgirê Midûrê Emniyetê M.N. de bi sedema “peywira xwe nebaş bi kar aniye” lêpirsîn were vekirin destûra lêpirsînê ji walîtiyê xwest û dosya şand. Walîtiyê jî îdia kir ku “tu peywirdarên cemaweriyê yên peywira xwe xerab bi kar anîn nehatine tespîtkirin” û biryar da ku lêpirsîn neyê vekirin.
JI ÎSTÎNAFÊ BIRYARA DEMBORÎNÊ
Aydenîz li dijî biryara walîtiyê, di 27’ê çileya 2020’ê de li Dadgeha Îdarî ya Herêmê ya Dîlokê îtîraz kir lê biryar hat dayîn ku ji hêla demborînê ve mimkin nîne îtîraz were lêkolînkirin. Li ser vê yekê Aydenîz di 15’ê kanûna 2020’ê de li AYM’ê serlêdana şexsî kir.
AYM: BÊBINGEH NÎNE
AYM’ê jî biryara dadgeha îstînafê weke kêmasî nirxand. AYM’ê diyar kir ku îtîraz bêbingeh nîne û got ku îdiaya “qedexeya muemelaya xerab hatiye binpêkirin” dikare were qebûlkirin. Piştre jî AYM’ê biryara “qedexeya muameleya xerab ji hêla usûlî ve hatiye binpêkirin” da.
BIRYARA TAZMÎNATÊ
AYM’ê, ji bo tespîtkirina binpêkirinê û lêpirsîna nû biryar da ku dosya ji Serdozgeriya Komraê ya Amedê were şandin û iryar da ku ji bo Aydenîz 100 hezar TL tazmînat manewî were dayîn.