STENBOL - Siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle Peymana Lozanê weke “mezintirîn komploya a li dijî kurdan” pênase kir û wiha got: “Bi nûjenkirina Destûra Bingehîn a 1921’ê re komar dikare bi demokrasiyê were tacîdarkirin.”
Di encama hevdîtinên di 20’ê mijdara 1922’yan de li bajarê Lozanê yê Swîsreyê dest pê kirin û di 24’ê tîrmeha 1923’yan de bi dawî bûn de, Peymana Lozanê hate îmzekirin. Bi ser peymanê re 101 sal derbas bûn. Di peymanê de Kurdistan di navbera Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê de hate dabeşkirin û kurd bêstatû hatin hiştin. Siyasetmedar Hatîp Dîcle bi boneya salvegera peymanê axivî.
Dîcle, da zanîn ku Komara Tirkiyeyê li ser kavilên Împaratoriya Osmanî ya ku di Şerê Yekemîn ê Cîhanê de ji hev belavbûyî hatiye avakirin. Dîcle, diyar kir ku beriya têkçûnê, di rêveberiya Osmaniyan de Îttîhat Terakkî hebûn. Dîcle, anî ziman ku Îttîhat Terakkiyê bi îdeolojiya “tirkperestî” û “îslamperestiyê” li dijî gelên ermen, suryan û rum pontusê qirkirin pêk aniye. Dîcle, anî ziman ku gelê kurd û gelên din ên misilman jî bi qirkirineke ji demê re hatiye vehêlandin re rû bi rû mane. Dîcle, got ku armanca esasî ya qirkirinê ew e ku van gelan bi rêbazên zor-asîmîlasyonê bikin tirk.
BERXWEDANA KURDAN
Bi domdarî Dîcle anî ziman ku gelê kurd li dijî van polîtîkayan berxwedaneke mezin raber kiriye û li dijî dewletê 29 serhildan pêk anîne. Dîcle, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Serhildana herî dawî jî ya PKK’ê ye. Gelê kurd bi pêşengtiya PKK’ê ev 50 sal in li ber xwe dide. Birêz Abdullah Ocalan jî rêberê stratejîk ê Serhildana 29’emîn a gelê kurd e.”
ROLA ABDULLAH OCALAN
Dîcle, daxuyand ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di hucreyeke yekkesî de li ber xwe dide û wiha pê de çû: “Abdullah Ocalan di van 50 salên têkoşînê de ji bo pirsgirêk bi rêyên siyasî were çareserkirin gelek caran agirbesta yekalî ragihand, heta gerîla derxist derveyî sînorên Tirkiyeyê û ji dewleta tirk re firsenda çareseriya siyasî afirand. Lê belê dewleta tirk ev firsend tune kir. Heta Rêber Ocalan di pêvajoya 30 mehên ku ji sala 2013’an ve dest pê kir de bi awayekî fermî bi şandeyên dewletê re hevdîtin kir. Di hevdîtinan de li ser navê kurdan berpirsyartiya serekmuzakerevan li xwe girt. Li ser pêşniyara birêz Ocalan û erêkirina şandeya dewletê ez jî di van hevdîtinan de amade bûm. Firsenda min çêbû ku 9 caran tev li van hevdîtinan bibim. Ez bi xwe bûm şahid ku Rêber Ocalan ji bo pirsgirêkên siyasî, civakî, çandî û hwd. ên Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê çareseriyên zanistî pêş dixe. Lê ev pêvajoyeke piştre bi tifaqa şer a AKP-MHP’ê bi dawî bû.”
DESTÛRA BINGEHÎN A 1921’Ê Û PÊVAJOYA PIŞTRE
Bi domdarî Dîcle daxuyand ku di Destûra Bingehîn a 1921’ê de mafên kurdan ên weke Qanûna Xweseriyê ya Kurdistanê hebûn û ev nirxandin kir: “Di vê pêvajoyê de ber bi Komara Demokratîk ve gavên girîng hebûn. Mûstafa Kemal di Konferansa Çapemeniyê ya Îzmîtê ku di destpêka 1923’yê de hat lidarxistin, ji bo kurdan qala muxtariyeteke herî berfireh a bêsînor pêşniyar kir. Anku qala xweseriya demokratîk dikir. Lê mixabin bi Peymana Lozanê re hêzên hegemonîk bêyî ku mafên neteweyî û statûya kurdan mîsoger bikin, weke ku tolê ji kurdên li dijî wan şer kirin bigirin, Kurdistan dabeşî çar parçeyan kirin. Rêveberên dewletê piştî damezirandina Komara Tirkiyeyê jî cewher û ruhê Destûra Bingehîn a 1921’ê red kirin û Destûra Bingehîn a 1924’ê derxistin û ruhê zîhniyeta Îttîhat Terakkiyê li dijî kurdan dest bi înkar, tunekirin û qirkirinê kirin. Lê vê polîtîkayê tiştek bi komarê neda qezenckirin. Ji ber ku kurd teslîm nebûn û bi tu awayî dev ji berxwedana xwe bernedan.”
STRATEJIYA SERDESTIYA LI ROJHILATA NAVÎN
Bi domdarî Dîcle bi lêv kir ku piştî Rojhilata Navîn ketî bin bandora hegemonyaya kapîtalîst, li ser rastiyên civakî rê li ber karesatan vekiriye. Dîcle, wiha domand: “Di mantiqa avakirina hegemonyaya kapîtalîst de dijbertiya li çanda Rojhilata Navîn xwedî cihekî girîng e. Seferên Napolyon ên di salên 19’emîn ên li dijî Misir û Moskovê cerebeyên girîng ên ewil bûn. Bi têkçûna Napolyon re rêbertiya hegemonîk kete destê Împaratoriya Ingilistanê. Wan jî hegemonyaya xwe li ser çanda Rojhilata Navîn pêş xist. Di vê serdemê de Împaratoriya Osmaniyan jî ji bo xwe li ser pêyan bigire şerê man û nemanê dida. Miletên di bin sîwana wê de û şeran rê li ber belavbûna wê vedikir û xwestin bi rêya islehet-reforman entegreyî rojava bibin. Bi vê yekê re çanda Rojhilata Navîn hem ji hêla madî ve hem jî ji hêla manewî ve heta dawiyê pêşkeşî fetih û asîmîlasyonê hate kirin. Weke encam li Rojhilata Navîn netewe-dewletên biçûk hatin avakirin û li pergalê hatin zêdekirin. Bandoreke tund a van rastiyan li ser kurdan jî çêbû. Împaratoriya Osmanî tifaqa xwe ya bi kurdan re xera kir. Rûsan jî ji milê bakur ve bandor li çîna jor a ermenan kir. Ingilistanê jî ji milê başûr ve Sûriye teşwîq kir. Bi vê yekê re sê hêzên girîng dîsa Kurdistan dabeşî sê parçeyan kirin. Bi vê yekê re Kurdistan veguherî qadeke ku di tevahiya sedsala 19’emîn de serhildan lê dihatin kirin.”
KOMPLOYA LI DIJÎ KURDAN
Siyasetmedar Hatîp Dîcle, dabeşkirina Kurdistanê ya bi rêya Lozanê re weke “Di dîrokê de komploya herî mezin a li dijî kurdan e” nirxand û wiha got: “75 sal piştre dîlgirtina Rêber Ocalan a ji hêla hêzên hegemonîk ve û ragirtina wî ya li Girava Îmraliyê birîneke nekewî ya kurdan e. Peymana Lozanê çawa di navbera Ingilistan, Fransa, Almanya û Rûsyayê de hatibe plankirin; ev komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan jî ji hêla hêzên hegemonîk ên DYA, Ingilistan, Fransa, Almanya û Rûsyayê ve hate plankirin û pratîzekirin.”
NÛJENKIRINA MÎSAK-I MÎLLIYÊ
Di berdewamê de Hatîp Dîcle bal kişand ser sînorên Mîsak-i Mîlliyê û got: “Ev sînor di sonda li Meclisa Mebûsan a Osmaniyê de tê bilêvkirin. Xaka kurd û tirkan pênase dike. Devlet Bahçelî ji bo Kerkûk û Misûlê ku piranî kurd lê dijîn û giravên li Rojavayê Trakyayê û Egeyê îlheq bike û tevî xaka bike. Ev yek, hedefa stratejîk a dewleta tirk bû. Lê her kes dizane ku carnan ‘hesaba malê û ya sûkê hev nagirin.’ Dibe ku dema ji bo standina xakê diçin, xaka Kurdistanê ji faşîzmê re bibe goristan.”
Her wiha Dîcle bal kişand ser ferqa di navbera pêşniyara Abdullah Ocalan a “Nûjenkirina Mîsak-i Mîllî” û “Mîsak-i Mîllî” ya dewleta tirk. Dîcle, wiha axivî: “Ya ku Tirkiye qala wê dike, projeya îlheqkirina Kurdistanê ye. Dixwazin tevahiya xaka başûr û rojavayê Kurdistanê dagir bikin. Berhemeke feraseta mêtingerî û qirkirinê ye. Dewleta tirk li başûrê Kurdistanê gundan bombebaran dike û dixwaze mîna li bakurê Kurdistanê wan deran vala bike, qirkirina ekolojîk pêk bîne û demografyaya wê biguherîne. Bi vê armancê bi sedan baregehên leşkerî ava kir. DAIŞ’iyên ji Sûriyeyê anî û kontrayên ji bakurê Kurdistanê anî li vir bi cih dike. Bi bikaranîna çekên kîmyewî û qedexekirî sûcên şer dike. Tê gotin ku dixwaze 600 gundan vala bike. Nûjenkirina Mîsak-i Mîllî ya ku Rêber Ocalan qala wê dike ew e ku gelên Tirkiye û Kurdistanê mîna li Rojava neteweya demokratîk, konfederalîzma demokratîk, paradîgmaya ekolojîk, demoratîk û azadîxwaziya jinê ava bike.”
KOMARA DEMOKRATÎK PÊKAN E
Dîcle, diyar kir ku Destûra Bingehîn a 1921’ê di bin bandora Şoreşa Cotmehê ya 1917’ê de hatiye amadekirin û ev tişt anî ziman: “Demokratîk bû û navendî nîne. Jixwe heke ne wisa bûya dê nekariyan di Şerê Rizgariyê de bi ser kevin. Heke ev Destûra Bingehîn di meriyetê de bûya, dikariya komara demokratîk ava bikira. Lê mixabin piştî Peymana Lozanê û damezirandina komarê, zîhniyeta nîjadperest, yekperest û qirker a ji Tevgera Îttîhat Terakkiyê hatiye dewrgirtin bi Destûra Bingehîn a 1924’ê re hemû nasname tune hesiband û siyaseta qirkirinê xist meriyetê. Ev sed sal derbas bûn lê hêj jî negihiştine nirxên aştî, demokrasî û azadiyê. Bi kurtasî nûjenkirina Destûra Bingehîn a 1921’ê û bi ruhê Şoreşa Rojava dikare komareke demokratîk were avakirin. Peymana Lozanê tenê bi vê rêbazê dikare civakî bibe. Komar tenê bi vê rêyê dikare bi demokrasiyê were tacîdarkirin.”
XETA XIYANETÊ YA PDK’Ê
Dîcle, bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê tên kirin. Dîcle, wiha got: “Ji rêberên Şoreşa Kurdistanê Dr. Şivan û bi sedan welatparêzên din j hêla pêşmergeyên malbata Barzanî ve hatin qetilkirin. Piraniya van komkujiyan bi hevkariya MÎT’ê hatin kirin. Vê jî li dijî PDK û malbata Barzanî di dilê min de rê li ber birînên xedar vekir. Lewma jî cihgirtina wan a niha ya li gel dewleta tirk, AKP, MHP û DAIŞ’ê û xeta wê ya xiyanetê min qet şaş nake. Ez wan hewaleyî wijdana gelê kurd û feraseta edaleta wan a qet şaş nabe dikim. Ji bilî vê ez ê tiştekî nebêjim.”
‘ŞERÊ DAWÎ Û YÊ HERÎ MEZIN E’
Dîcle, got ku Abdullah Ocalan 25 sal in li dijî şert û mercên tecrîda girankirî li ber xwe dide û axaftina xwe wiha qedand: “Divê her kes bizane ku azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd girêdayî hev in. Gelê kurd bi îradeya xwe ya azad birêz Ocalan weke muxatab nîşan daye. Rêzgirtina ji bo vê îradeya gelê kurd, şerteke esasî ya çareseriyê ye. Dewleta tirk bi erêkirina hêzên hegemonîk re dixwaze xaka başûrê Kurdistanê îlheq bike. Rewşekî cidî heye. Divê her kurdek rêzê ji bo bîranîna bi dehhezaran şehîdên Kurdistanê bigire û ji bo jihevbelavkirina vê pêla êrişa faşîzmê seferber bibe. Ev, şerê dawî û yê herî mezin e. Tevî xiyaneta hinek derdoran jî divê destkeftiyên gelê kurd bên parastin û bedela wê çi dibe bila bibe divê bên parastin. Divê gelê Kurdistanê bi rêya serhildanan mudaxileyî pêvajoyê bike. Ji ber vê yekê divê tifaqa demokrasiyê were xurtkirin, tevgerên kolanan bêhtir bên çalakkirin û têkoşîneke canbexşane bikeve meriyetê. Bêguman dê ev destkeftî dê destûra bingehîn a demokratîk û komara demokratîk were tacîdarkirin.”
MA / Esra Solîn Dal