Înîsiyatîfa Hunerê ya Ji bo Azadiyê: Em hemû hunermenda vedixwînin ku li ber şer rabin

  • rojane
  • 09:13 20 Tîrmeh 2024
  • |

AMED - Hunermendên ku Înîsiyatîfa Hunerê ya Ji bo Azadiyê ragihandin diyar kirin ku li qadek ku kes lê ne azad be wê huner jî ne azad be û gotin: “Em her hunermendan dixwazin li dijî zilmê, zordestiyê û şer dengê xwe derxin û vedixwînin ku di nav vê hewldanê de cih bigirin.” 

 
Înîsiyatîfa Hunerê ya Ji bo Azadiyê di 18'ê tîrmehê de li Qesra Îskenderpaşa ya navçeya Sûrê ya Amedê bi daxuyaniyekê avakirina xwe ragihand. Ji Kurdistan û Tirkiyeyê gelek hunermend beşdarî daxuyaniyê bûn. Nivîskar û hunermend Sureyya Karacabey, Firat Can û Necatî Sonmez ên beşdarî daxuyaniyê bûn, der barê armanca damezrandina înîsiyatîfê de axivîn. 
 
‘DIVÊ EV QELSBÛN RABE Û EM XWE BIKIN YEK’ 
 
Nivîskar Sureyya Karacabey diyar kir ku her tişt gav bi gav tarî dibe û diyar kir ku di qada hunerê de jî rewşên wekî binpêkirina hiqûqê û zextên li ser azadiyê diqewimin. Karacabey da zanîn ku dixwazin li cihekî bê nefes bên gel hev û dengê xwe bidin bihîstin û diyar kir ku ev erka hunerê ye. Karacabey diyar kir ku li welat her kes di bin sansurê de ye û got: "Ji ber vê yekê me got 'em wêrekiyê bidin hev’. Heger kesên qels xwe bikin yek û hêza xwe bigihînin hev, dikarin dengê xwe bilindtir bikin. Em di nava feqîriyeke kûr û bêhiqûqiyeke kûr de têdikoşin. Hewl tê dayîn dengê kesên ku dixwazin rastiyê bînin ziman bê birîn. Her kes di quncikekî de asê maye. Huner jî di quncikekê de asê maye. Ji ber vê yekê em ji bo her kesî dibêjin ji bo azadiyê têkoşîn lazim e.” 
 
Karacabey got: "Rizgariya hunerê bi rizgariya civakî ve girêdayî ye. Divê huner berpirsyariya xwe ya dîrokî bigire ser milê xwe û bicih bîne. Serdemên zextan jî demên ku çalakiyên herî afirîner derdikevin holê ye. Di pêvajoyên bi vî rengî de divê em bi performansên afirînertir ji xwe re cih biafirînin. Em dixwazin her kes li gorî derfetê xwe û li cihê ku lê ye vî dengî bide bihîstin û belavkirin.” 
 
'DIVÊ EM DAWÎ LI PARÇEBÛNÊ BÎNIN’ 
 
Nivîskar Firat Can jî destnîşan kir ku piştî sala 2015'an li Tirkiyeyê hewaya tirs û zextê ava bûye û got ku desthilatdariyê li dijî qadên ku civak lê bicivin, êriş pêk anîne. Can wiha axivî: “Hunermendan jî para xwe ji vê hewaya zilmê û zextê wergirtin. Şano, konser hatin qedexekirin, hunermend hatin binçavkirin û girtin. Yanî bi her cure sansur û qedexeyan re rû bi rû man. Bi awayekî xwezayî ev rewş bû sedem ku hunermend di nava xwe de asê bibin. Yek ji hêzên civakê jî qada hunerê ye. Lê dema ku hunermend jî wisa hatin hepskirin li ber pirsgirêkên civakî rewşeke bêhesasiyet pêş ket. Biryar hat dayîn ku mekanîzmayek ku hunermend bi rengekî li dijî pirsgirêkên ku qewimîne dengê xwe bilind bikin bê çêkirin. Însiyatîfa Huner ji bo Azadiyê jî vê îfade dike.”
 
Can anî ziman ku li Tirkiyeyê her roj zext û pêkanînên cuda cuda tên kirin û destnîşan kir ku Înîsiyatîfa Huner ji bo Azadiyê divê li ber pirsgirêkên wekî qeyûmê li Colemêrgê û pirsgirêkên din ên civakî û xwezayî derbikevin. Can bi bîr xist ku salên dirêj in li Kurdistanê şerekî dijwar heye û wiha got: “Înîsiyatîfa Hunera Ji bo Azadiyê li dijî vê yekê derketin e. Ev însiyatîfa wê roj bi roj mezin bibe û peywira xwe bi cih bîne. Fikra kombûna di bin navê însiyatîfek wiha de jî wê dawî li parçebûnê bîne. Ev xebat li dijî her cure zext û sansurê gelekî girîng e. Em hemû hunermendên ku dixwazin li dijî zilm, mêtingerî û şer dengê xwe bilind bikin vedixwînin vê pêngavê." 
 
‘DIVÊ EM DAKEVIN KOLANAN Û XWE BIBÎNIN’ 
 
Derhêner Necatî Sonmez jî diyar kir ku serdema ku ew tê re derbas dibin serdemek e ku her kesî ditepisîne û bêdeng dike û wiha axivî: “Ez vê însiyatîfê weke însiyatîfeke ku bangî huner û hunermendan dike dakevin kolanan û bang li siyasetê dike dibînim. Bi vê înîsiyatîfê me xwest em mil bidin milê hev û hemû hunermendên ku dengê me bihîstine bên cem hev. Pirsa rastîn ev e ku em ji niha şûn ve dikarin çi bikin. Em ê li dijî her cure zext, qedexe, sansur, binçavkirin û girtinê refleks nîşan bidin. Em ê li ber xwe bidin û hewl bidin hawîrdora faşîst a ku tê de dijîn paşve bixin.” Sonmez bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî zilm, sansûr û otosansurê û got: "Bi rastî bi qasî ku em difikirin ne qels in, berevajî vê yekê, em bi hêz in. Divê em ne tenê ji vê hêzê haydar in, divê ji bo ku em vê hêzê belav û bidin naskirin jî gavan bavêjin û derkevin kolanan û xwe bibînin.”
 
 

Sernavên din

22/07/2024
21:09 Nobeta Qeyûm: Desthilatê rewabûna xwe winda kiriye
20:10 Cenazeyê Yuksel ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
18:31 Li Çanakkaleyê erdhej çêbû
16:57 Pêşniyazqanûna paşnavê jinan ji pakêtê hate derxistin
16:47 Berxwedana ‘Deng bide azadiyê’ ya xizmên girtiyan bi berxwedanê didome
16:39 Hevdîtinên qanûna ‘kuştinê’ bi protestoyan dest pê kir
16:24 DEDAŞ’ê trafoyên cotkaran jê kir
15:41 Li Şirnexê kesekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:24 Li girtîgehê mirina biguman: Heste ferq nekirine!
15:15 Li Xezeyê hejmara miriyan ji 39 hezaran derbas bû
14:45 Ji bo Abdullah Ocalan biryara 3 meh qedexeya hevdîtina bi malbatê re hat dayîn
14:02 Kemal Turker li ser gora xwe hate bîranîn
13:52 Zarokê ji bo hênkatiyê ketî rûbarî jiyana xwe ji dest da
13:35 Koçyîgît: Tirkiye di dîroka xwe de xizaniya herî mezin dijî
11:53 Ji Îsraîlê fermana valakirina Xan Yûnisê
11:31 Tîryakî: Midûrê Emniyetê yê Îdirê weke nûnerê AKP’ê tevdigere
11:08 Girtiyê tê îdiakirin xwe şewitandiye jiyana xwe ji dest da
11:04 Balafirên şer Metîna bombebaran kirin
10:59 Ji CPT’yê bersivên Îmraliyê: Du pirs nebersivand, berpiryartî li xwe negirt
10:56 Bertekên êrişan û hevkariya PDK’ê: Em dikarin bi hev re li hember bisekinin
10:19 Cenazeyên çiyagerên li Çiyayê Agiriyê winda bûbûn hatin dîtin
10:14 Karkerên malan dixwazin peymana ÎLO’yê bê îmzekirin
10:08 Têkildarî Kurdistana Sor telgrafeke nû: Fikarên rejîma kemalîst hene!
09:37 Li Wanê bi ser malan de hate girtin
09:03 Faîlê Hîlal Kar bû mehek hêj nehatiye girtin
09:02 Girtiyê nexweş bi fermana ‘taybet’ a wezaretê 6 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 Pekoz: Tirkiye dê neçar bimîne hem ji Iraqê hem jî ji Sûriyeyê derkeve
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
21/07/2024
23:37 Êrişî 5 gundên Minbîcê hate kirin
22:57 Zarokê 4 salî yê kete Çemê Xabûrê jiyana xwe ji dest da
21:15 Serokê Amerîkayê Joe Biden xwe ji namzetiyê vekişand
20:45 Bertek nîşanî PDK’ê dan: Navnîşana çareseriya pirsgirêka li Rojhilata Navîn diyar e
20:19 Nasnameya endezyarê li Gabarê jiyana xwe ji dest da hate aşkerekirin
20:02 Ji Wênegir Mûrat Yazar agahî hate wergirtin: Hate berdan
18:27 Li Bagcilarê bi rojeva tecrîdê civîna gel hate lidarxistin
18:14 Şandeya DEM Partiyê li Çiyayê Gabarê lêkolîn kir
17:31 Li Bagcilarê ‘dagirkirin û xiyanet’ hate şermezarkirin
17:12 Endezyarê li Gabarê di bin kavil de ma jiyana xwe ji dest da
17:04 4 kesên ku di wesayîta kete golê de bûn jiyana xwe ji dest dan
15:40 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ hat lidarxistin
14:55 Midûrê emniyetê çû serdana xebatkarên bankamatîkê yên provakator
14:00 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Bi PYD’ê re hevdîtinê bikin
13:32 Walîtiya Şirnexê: Ji 3 karkeran 2 jê hatin xelaskirin
13:01 Rêveberê DAIŞ’ê Hebîba hate girtin
12:39 Li Gabarê quleya sondajê wergeriya
12:38 Bayindir: Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo Kurdistanê statû
11:17 Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê diyar bûn
10:39 Bakirhan: Xelk ketiye derdê pariya nanê xwe lê ev li pey şer in
09:49 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:43 Li Peyasê atolyeya ‘şerê taybet’ hat lidarxistin
09:24 Tevî biryara dadgehê jî kedkarên tenduristiyê bi kamerayan tên şopandin
09:23 Li Edeneyê erdhej çêbû
09:20 Li Girtîgeha Yozgatê binpêkirin di lûtkeyê de ne
09:20 DEDAŞ’ê Azadê biçûk bênefes hiştiye!
09:15 Girtiyê ku ji sedî 50'î astengdar e di hucreya yekkesî de tê ragirtin
09:11 Partiyên sosyalîst: Li dijî êrişan divê em mil bidin milê têkoşîna gelê kurd
09:08 Rojnamevan Işik: PDK ji bo desthilatdariya xwe hevkariyê dike
09:06 Dosyeya ku ‘Pêvajoya Çareseriyê’ qedandî 5 sal in li Dadgeha Bilind tê sekinandin
09:03 Krîza aborî bandora xwe li ser cil û bergên kurdî jî dike
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2024'AN
20/07/2024
22:26 Ji 14’ê tîrmehê ve agahî ji wênegir Mûrat Yazar nayê girtin
22:09 Nobedên dijî qeyûm berdewam dikin: Dest ji zîhniyeta qeyûm berdin
21:53 Li Geverê maça fînalê ya tûrnûvûya Gulistan Dokû hat lîstin
19:19 Li gelek bajaran bang li PDK’ê hat kirin: Dev ji xiyanetê berde
18:12 Komxebata Plansaziya Stratejîk a Jinan bi dawî bû: Jin dikarin çareseriyê li pêş bixin
16:40 Cezayê hucreyê dan girtiyê nexweşê giran
15:55 Kuday û Menteş serbest berdin
15:33 Li Efrînê 9 kes hatin revandin
15:03 Rêwiyên xeyalan hatin bibîranîn: Qûrnefîl û pêlîstok danîn ser gorên wan
14:05 Di êrişa kafeyê de kesekî din jî hate binçavkirin
13:52 Rayedarê midûriyeta polîsan got ‘di bin çavan de ye’ lê 32 sal in agahî jê nayên girtin
13:28 Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeyê hate binçavkirin
13:19 Li Wanê komxebata Jinan: Demokrasiya herêmî bi jinan dest pê dike
12:51 Malbatê windakiriyan li 4 bajaran daxwaza edaletê kir
12:12 Hate îdiakirin ku girtiyê edlî xwe şewitandiye
11:59 Cenazeyê girtiyê 30 salan Yaşa li Amedê hate veşartin
11:46 Qurbaniyên Pirsûsê hatin bibîranîn: Xeyalên wan dê nîvco nemînin
11:35 Rêxistinên Ekolojiyê dê li dijî qirkirina xwezayê 28'ê tirmehê li Şirnexê bin
11:16 Li Herêma Kurdistanê yarbayek hate kuştin
11:04 Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê kampanya: Em di jiyana azad û wekhev de bi israr in
10:50 Melayê şêladizêyî bertek nîşanî PDK'ê da: Em azadiya herêma xwe dixwazin
10:34 Endamê CPT yê berê Restellini: Pêwîste CPT dîsa serdana Îmraliyê bike
10:26 Li Şirnexê krîza tenduristiyê kûr dibe: Emeliyatxane girtî ne
09:40 ‘Armanc ew bû ku şoreşa li Kobanê bînin ser vê axê’
09:21 Li şûna darên ku tên birîn kaleqol û qereqol tên avakirin
09:16 Dayikên Aştiyê yên Wanê: Em taştê bin, ew ê firavîn bin
09:13 Înîsiyatîfa Hunerê ya Ji bo Azadiyê: Em hemû hunermenda vedixwînin ku li ber şer rabin
09:10 Parêzera rojnamevan Topaloglû: Bi rêya medyayê operasyon hat kirin
09:08 'Helwesta PDK’ê helwestek xiyanetkar û hevkariyê ye’
09:06 Rewşenbîr ji şer re dibêjin na: Pirsgirêka kurd bi şer nayê çareserkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:34 Li Bêgiriyê Şahiya Gel: Em rê nadin qeyûman
19/07/2024
22:55 Êriş û hevkarî hatin protestokirin: Bimire xiyanet, bijî berxwedan
22:33 Komeleya Birca Belek şahiya mezûniyetê li dar xist
21:43 Ji bo 33 qurbaniyan xeleka ji mirovan hat çêkirin
20:30 Jinek li Semsûrê hat kuştin
19:24 Bakirhan: Em li dijî zilma desthilatdariyê û DEDAŞ'ê xwedî li keda xwe derkevin
17:56 Aykurt ê li Dêra Ortodoksê wezîfedar bû wefat kir
17:41 Bakirhan serdana herêma şewatê kir: Ev komkujiya DEDAŞ’ê ye
17:27 2 sal û 6 meh cezayê hepsê li Demîrtaş hat birîn